图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,708
图片 105,974
书籍 19,730
相关文件 98,907
Video 1,422
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurd û Tekera Dîrokê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurd û Tekera Dîrokê

Kurd û Tekera Dîrokê
Kurd û Tekera Dîrokê
Serdar Şengül

Li salên 1990î, di sala xwe ya yekem a zaningehê de, rojekê çûm panelekê. Sernavê panelê “Rewşenbîr û Rola ‘Rewşenbîran’” bû. Panelîsta yekem Tulîn Ongen bû, yê din jî Alaeddin Şenel bû. Tulîn Ongenê li ser çîna karkeran kitêbeke bi navê Agirê Venemîr ê Prometheus: Têkoşîna Çîna Karkeran a Îroyîn nivîsandibû(1). Alaeddin Şenel jî li ser dîroka mirovahiyê û dîroka ramanên siyasî çend kitêb nivîsandibûn. Salon tijî bû; gelek kes li paş, li ser piya mabûn. Panelê dest pê kir. Tulîn Ongenê di axaftina xwe de got ku di serdemên cuda de rol û fonksiyona rewşenbîran diguhere. Paşê, serdema Împaratoriya Osmaniyan û ya Komara Tirkiyeyê (Cumhuriyet) da ber hev û got ji aliyê modelên hilberînê ve serdema Cumhuriyetê di pêş de ye û ji ber vê yekê jî serdema Komara Tirkiyeyê ji serdema Dewleta Osmaniyan pêşverûtir e. Herwiha, rewşenbîrên vê serdemê jî ji yên Osmaniyan pêşverûtir in. Alaeddin Şenel jî ji gelek aliyan ve Ongenê tesdîq kir.
Piştî ku axaftin qediyan, soz dan guhdaran ji bo pirs û nîqaşê. Xortekî destê xwe rakir û bi tirkiyeke şikestî ji Tulîn Ongenê pirsî:
“Rejimekî nijadperest û hov ya ku hebûna gelan înkar kiriye, zimanan qedexe kiriye, cihê bi heazaran însanan xera kiriye, dest daniye mal û milkên wan û îro jî her roj bi sedan Kurd dikuje çawan û bi çi pivanê dibe pêşverû?”
Tulîn Ongen qederek sekinî. Diyar bû ku nedixwest wek “rewşenbîreke” şirîk û piştgira wan tawanbariyan û rejîma kemalîzmê were dîtin. Bêhnekê kişand nav xwe û wiha bersiv da:
“Ez wan kiryarên hovane tesdiq nakim helbet. Ez… Ez behsa tekera dîrokê dikim. Ji ber ku tekera dîrokê her tim bi pêş ve diçe, cumhûrîyet û şoreşa burjuva ya Kemalîstan jî ji aliyê herikîna tekera dîrokê ve ji Osmaniyan pêşdetir e. Ez wê dibêjim.”
Ji refên paş, yekî bêyî ku destûr bixwaze dengê xwe bilind kir û got:
“Ma ew tekera dîrokê ya quzulqurt her tim di ser Kurdan re derbas bibe?!”
Tulîn Ongen bêdeng ma û bersiva vê pirsa girîng neda. Bêyî ku bersiva wê pirsê bidin panel bi dawî bû.
Wê rojê û îro jî, ji bo pênasekirina herikîna dîrokê bikaranîna metafora “tekerê” xizmeta bêdengkirina dîrokên din û meşrûkirina gelek zilm û tehdayên li ser navê “pêşveçûnê” kiriye. Lê, entelektuelên wek Walter Benjamin, E.P. Thompson û Raymond Williams, di dewsa formulên wekî “tekera dîrokê” de ku tarîxê wek qederên neguhêrbar rave dikin, bal kişandine ser girîngiya tecrube û îradeya însanan. Di bin hikumdariya tekera dîrokê de jiyan û tecrubeyên mirovan nekarîn ji xwe re dîrokên din ava bikin. Mirovên ku tenê “di bin tekerê de” xwedî dîrok bûn; tecrube û têkoşînên wan tu carî nebûn dîroka wan. Fîlozofan dizanibûn ku ji bo serdestiyê dîrok çi cewherek e: Hegel, dîrokê wekî mehkemeya dinyayê pênase dikir. Li wê mehkemeyê piraniya gelên bindest, bêyî destûra xweparastinê, hatine mehkûmkirin û wekî gelên bêdîrok hatine binavkirin.
Lê dengên ku ji “parzemînên tarî” bilind bûn “reddî hakim” kirin: Biryara mehkemeya dinyayê nepejirandin ku tê de serdestên dinyayê hespên xwe dibezandin. Li ser “sînorên dîroka dinyayê” ku wan li derve hîştibû, şerekê dan destpêkirin da ku dîrok bi rastî jî bibe dîroka dinyayê. Ew şer hê berdewam e. Lê ev ne karekî hêsan e. Li aliyekê mayindeyên kolonyalîzmê hene ku li pey xwe “serên jêkirî, xaniyên şewitî, rûbarên xwînê, bajarên ku li ber şûran heliyan û bîraninên êrîşên hovane hiştin ku meriv nikare bi hêsanî xwe ji wan xelas bikin”(2). Li aliyê din “sîstemên zanistî” hatine avakirin ku hikmên xwe li ser mejî û zimanan îcra dikin da ku her çi di zimanên bindestan de bizivire stranên serdestan bistre û çîroka wan bibêje.
Kurd ku ew du sed sal in wek bêdîrok hatine pênasekirin û serdestan hewl dane dîroka wan ji sicîl û defteran, ji gund û bajaran, ji birc û kelahan, ji kevir û zinaran jê bibin, li rêyeke din geriyane da ku xewn û xeyalên xwe, tecrube û têkoşînên xwe li ser deftera dîrokê bi navê xwe bidin qeydkirin. Lê helbet ev ne karekê hesan e. Li aliyekî tekera dîroka serdestan heye li aliyê din jî di nav Kurdan de hin bawermend û piştgirên wê tekerê hene ku tevî serdestan wê dizivirînin.
Çavkanî ()
(1) Tûlîn Ongen, Promethus’un Sönmeyen Ateşi: Günümüzde İşçi Sınıfı Mücadelesi, Weşanên Alan, 1996.
(2)Aimé Césaire, Discourse on Colonialism, 2001.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览441
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ - 07-07-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 20-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-07-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on07-07-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):07-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览441
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.159 KB 07-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,708
图片 105,974
书籍 19,730
相关文件 98,907
Video 1,422
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!