图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,636
图片 105,235
书籍 19,488
相关文件 97,516
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
“Dewrêş ji hespê ket û Edûlê kir hewar…”
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Gora Dewreşê Evdî/ Wêranşar

Gora Dewreşê Evdî/ Wêranşar
“Dewrêş ji hespê ket û Edûlê kir hewar…”
Aryen Rodî

“Delalê dilê min way delal..
Dewrêşê dilê min sîwаr bû, li derê mаlа bavê min peyа bû
Dewrêşê dilê min rebenê sîwаr bû, li derê mаlа bavê min ve porkûrê peyа bû
Xwedê xerа bike destê min ji agirê cixаrê, fincаnа hаtin û çûyinаmêvаnа xаlî nebû
Min dît keçikа cînаra xeberê ne bixêr ji min re dihаnî wax
Digo: lê lê porkûrê mа tu nizаnî Dewrêşê dilê te xeyîdî, ber bi mаl bû
Ew e gava çаven min mînа tаvîyа berf û bаrаnê ji hêsirа xаlî nebû, ez nemînim.
Wez nemînim, Wez nemînim.. “
Evdê Milhêm (Keleş Evdî ) şerqî bû ji çîyayê Şengalê rabû û xwe bi eşîra Milî (Milan) û bi mîrê mîran Zor Temîr Paşa ve girt. (li gor hinek çavkanîyan jî Evdê Milhêm ji êzidîyên Serhedê bû û bi zordarîya Osmanîyan koçî Wêranşarê kiribû). Zor Temir Paşa pir ji Evdê Milhêmî hez kiriye û konê wî li kêleka konê xwe vegirtîye. Sal derbas bû wext derbas bû xwedê keçikek daye Zor Temîr Paşa yê Milî. Edûlê wek navê xwe bêdew û biesil bû. Lê Xwedê ti carî dilê wê bi kurikekî şa nekiriye. Zor Temîr Paşa her roj bi Evdê Milhêm ra diçû nêçîr û seyranê û li gor dilê xwe dostekî ji xwe ra dîtibû. Zor Temir Paşa xwedîyê herêmê bû. Her kesî jê hefs û stara xwe dikir û bi hurmetî û rêzdarî nêzî wî dibû. Yezdanê Dilovan du kurik dabû Evdê Milhêmî yek Efer bû yek jî Dewrêş bû. Dewrêş û Edûlê bi hev re mezin bibûn her wiha dilê wan jî bi hev şa bibû. Ev eşq û evîna wan di nav eşîrê da belav bibû û gihîştîbû guhê Zor Temir Paşa Milîyê. Dewrêş û Edûlê jî zanibû wê eşq û evîna wan tenê di dilê wan da bimîne, ji ber ku Edûlê keça Zor Temir Paşa bû û Misilmanê sûnî bû. Dewrêş jî kurê Evdê Milhêm bû bermalê eşîrê û ji Şerqê bû. Zor Temir Paşa her çiqas ji Evdê Milhêm û Dewrêş jî hez bike lê ev qedera wan ne diçû berhev. Her wiha rê li ber Evdê Milhêm xuya bû û berê xwe da deşta Sirûcê.
Edûlê dîsa bang kir:
Hey lo lo Dewrêşo
Xweska dilê min bixwesta
Bila Dewrêşê Evdî delalî dilê mi ber derî mala bavê min bihata rawesta
Bila tasek avê ji mi nikêrî qozaxê ji min zerîyê bixwesta
Bi Xwedê min ê cotê zer memika bibiriya
Yekî li şûndî fincanê qehwê yekî li şûndî fincanê çayê
Erê, min ê di konê zerik paşa re ji Derwêşê hurin bigra biradesta
Ey meqseda dilê min gelek hebû minê ji rebê xwe bixwesta
Û ev eşq û evîna wan ji Qerejdaxê heta deşta Sirûcê, ji Şengalê heta Wanê li çar alîyê welêt belav bû..
Eşîrên Ereb û Tirkmen her roj gef û tehdîdên xwe li ser eşîra Milî zêde dikirin. Zor Temir Paşa fikirî, nizanî bû ku wê çawa ji van Ereb û Tirkmenan pak bibe. Axirê hat bîrê û daxuyanîya xwe da “ew artêş û hêza ku were ava kirin heger mêrxasek û egîdekî nav de hebe ji wan ezê keça xwe bidim wî.. Gelek kes hatin li dîwana Zor Temîr Paşa rûniştin ji bo çareyek bibînin. Lê kesî ew cesaretê nedît û gava xwe paşve avêtên “
Xeber gihîşt Evdê Milhêm û Dewrêşê Evdîyê. Dewrêş ji bo Edûlê ne li ber êlên Ereb û Tirkmenan, wî dikarî bû li ber dinyayê bisekinîya. Dewrêş rabû gihîşt dîwana Zor Temîr Paşa û fîncana qehweyê ji destê Edûlê girt û bi dozdeh siwarîyê xwe ra ji bo êlên Ereb û Tirkmenan amadekarîya şerî kir. Dewrêş, Sedûnê Biro, Çiloyê Îzolî, Baqir Axayê kerr, Ferhan û çend mêrxasên din girt pişta xwe berê xwe da berîyê. Ew dozdeh kes bûn lê li hemberî wan sêsed siwarî û sêsed hezar artêş hebûn. Şerê kî berx e kî beran e dest pê kir. Ew çi mêr bû ku li ber Dewrêş bisekine. Dewrêş her cara ku şûrê xwe radikir û diket nav refê artêşa Ereb û Tirkmenan ew ref ji hev bela dibû.. Her wiha şer dewam kir lê yek bi yek hevalên Dewrêş ji hespên xwe dihatin xwarê. Tenê Dewrêş mabû ji bo Dewrêş çi serê mêrekî çi serê mîhekî bû. Artêşa zaliman çi kirin nekirin derwêş bi şûnda nebirin. Û fikirîn bi planek xayîntî danîn û hespê Dewrêş ber bi qulikên mişkan ve birin. Her cara ku lingê hespan diket qulika mişkan Dewrêş birînek xedar dixwar. Hêdî hêdî xwîn ji Dewrêş dikişiya û bêteqat dibû. Birayê Dewrêş Efer jî di nav arteşên Ereb û Tirkmenan da cîh girtîbû. Dewrêş xwe gîhand Efer û jê wî ra got “Min bibe girê Etşanê û berê min bide çîyayê Qerejdaxê bila bêhna min ew ezmanê ku Edûlê di bin da ye, were berdan.” Efer Dewrêşê li pişta xwe kir û bir girê Etşanê. Dewrêş pişta xwe da kevir û berê xwe da Qerejdaxê û kûr bi kûr ew ezmanê ku Edûlê di bin dabû mêze kir û canê xwe ji dest da… Dewrêş li Girê Etşanê hat veşartin û Edûlê jî bi êşek mezin jîyana xwe domand..
Dewrêş ne tenê şoreşgerekî Kurd bû, nirx û sembola mêrantî ya Kurdan bû. Niha jî li derdora Wêranşarê çend gundên êzîdîyan hene. Yek ji wan jî gundê ‘kanîkerkê’ ye. Kanîkerkê gundê Dewrêş bi xwe ye. Niha jî li gundê Bircê, Kanîkerkê, Oxlaçi û Kerme êzîdî da dijîn û mal, erd û goristanên wan tê de ne.
Li ser xanî û kevirê goristanên wan nîşanên Êzdiyatîyê û çandeke bêhempa heye. Lê gora Dewrêş bêxwedî ye, kevir li ser keviran nemaye û gor êdî roj bi roj bi erdê ve diçe. Di sala 2005 da nêvîyên Dewrêş serîlêdan kir ku gora Dewrêş bibe wek cihekî çandî û dîrokî. Piştî lêkolînên arkeolojîk qebra Dewrêş nîşan kirine lê şênîyên gundê Etşanê (gund sedî 80 ê Erebê sûnî ye sedî 20 jî Kurd in) gotine ku “çawa dibe ku gora Êzîdîyek ji Camîya me û ji minareya me bilindtir dibe“ û ev biryar qebûl nekirine. Her wiha tiştekî wisa di ola Îslamîyetê de tune ye. Dibe ku haja şênîyan ji otel û awahî yên ku li Mekê û Medînê ji Mekê-î Heram bilindtir tune be. Îxtimalek mezin e ku haja şênîyan ji ew xanîyên ku ji mînareya gundê Etşanê bilindtir jî tune be. Me bi Êzîdîyên Weranşarê re axivî, ew dibêjin ku em jî dixwazin wek însanekî aram û rehetî bijîn. Qasî ku me fêm kir sunnîyên wê derê her tim gef û tehdîdan li wan dikin ji ber ku ne misilman in. Her tim henekên xwe bi ola wan û bi çanda wan dikin. Ma wê ji ku zanibin çanda wan resenîya kurda ye. Ne kin ne dirêj bi kurt û kurmancî Gora Dewrêş wek jiyana Kurdan bêxwedî û tenê ye…
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Ji stranên delîl dilanar, Karapêtê Xaço
Ali oruç dermansız, Dewreş İle Adüle – Dermansız Sevda, Yurt Kitap Yayın, 2016
Eyûp Kiran, Dewrêşê Evdî – Kulîlka Bilbizêk û Rim, Nubihar Yayınları, 2011[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览631
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ - 07-07-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 05-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-07-2023
本文已被审查并发布( ئەمیر سیراجەدین )on07-07-2023
此产品最近更新( ئەمیر سیراجەدین ):07-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览631
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1162 KB 07-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,636
图片 105,235
书籍 19,488
相关文件 97,516
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!