图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,362
图片 105,201
书籍 19,475
相关文件 97,359
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
KÊFERATA HILBIJARTINÊ LI TIRKÎYAYÊ DI NAVBERA “HEVPEYÎMANA MILΔ Û “LOZANÊ” DA
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

peymana Lozanê

peymana Lozanê
KÊFERATA HILBIJARTINÊ LI TIRKÎYAYÊ DI NAVBERA “HEVPEYÎMANA MILΔ Û “LOZANÊ” DA
YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKÎ
Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim

Piştî lihevkirina alîyên opozîsyona Tirkîyayê ji bo namzedkirina serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji bo hilbijartinên serokomarîyê yên ku biryare di 14'ê gulanê da bên kirin, serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu di hevpeyvîneka rojnamevanî da behsa hincetên xwe yên ji bo piştgirîkirina kesayeteka ku serkêşîya partîyeka sekular sert dike, û got: “Kemal Kiliçdaroglu, her tiştê ku di CHPyê da wek tabû xuya dike hildiweşîne û dirûxîne.”
Navê bijarte yê Kemal Kiliçdar di nav alîgir û dostên wî da “Kamal Bê” ye û bi vê wesfê kampanya xwe ya hilbijartinê dimeşîne, wek rêber di gavên partîya xwe da dikeve nav “qadên qedexe” yên dîrokî ku ji damezrandina wê di sala 1923 da di bin serokatîya Mistefa Kemal da hîn kesek nêzî vê qadê nebûye. Û ew bi awayekî nepenî birêvebirina rêyeka nû ya guherînê nîşan dide di nava vîzyoneka ku di dawîyê da ne tenê gihandina desthilatdarîyê dixwaze, lêbelê, ew dixwaze hişmendîya desthilatê ya rastgir, ku piranîya salên piştî derbeya 1980-an heya îro desthilatê jî vegerîne “çepgirê dewletê.”
Û “çepgirên dewletê” ne wek çepgirên civakê ne û ev cûdahî di qada çepa siyasî da girîng e ji ber berfirehkirina bingeha desthilatdarîya çepgirîyê, di serketina Kiliçdaroglu da ye û her wiha girêdayî şîyana wî ye ku komên siyasî yên nû di nav sîstema siyasî ya nû da bi kar bîne û şansê wî yê biserketinê bi qasî şensê wî yê têkçûnê heye.
Bi awayekî paradoksî, berfirehkirina alîgirên Kiliçdaroglu bi mijareka dîrokî pir hesas a di nav CHPyê da ve girêdayî ye, ew jî ew e ku dev ji nûnertîya prensîbên naskirî yên Partîya Komarî ya Gel (CHP) berde, ev laşê siyasî yê kevnar di Tirkîyayê da êşa bêlivîya hilbijartinê dikişîne, rêjeya xwe di bîst salên borî da di navbera 23 heta 27% da ye. Di vê serdemê da Partîya Komarî ya Gel ji bilî bidestxistina şaredarîyên Enqera û Stenbolê, tu “biserkeftinên hilbijartinê” yên nû nekirin, ew jî bi saya partîyên opozîsyona Tirkîyayê bû, bi taybetî Partîya Demokratîk a Gelan, ji bo piştgirîya namzedên CHPyê yekbûn, di pêngavekê da ku armanca wê şikandina rêzeserkeftinên girêdayî Partîya AKPyê ji sala 2002yan da ye, ji ber êdî jîyana siyasî pûç bûbû ji serkeftinên li pey hev ên partîya AKPyê.
Heta radeya ku CHPyê xwe ji qada siyasî ya kevn (damezrîner) ya partîyê rizgar kiriye, wê ew qadên siyasî yên nû bi dest bixe. Krîza partîyê, ji qebûlkirina zagona pir-partî ya sala 1946an û vir ve, di wê yekê da ye ku nikare ji statûya “partîya hindikahîya siyasî” derkeve, ji ber ku rastgirên tirk ji sala 1950yî heta serdema “AKP”yê ya îro di dengan da piranî bûn û her wan desthilat dikir. Ev 20 sal in CHPyê ji bilî parastina xwe di seroketîya opozîsyonê tiştekî din nekiriye.
Û ev xitimandin nikarîbû veguhere qeyraneka siyasî, bêyî zihniyeta ‘“itîhat û tireq ku di serdema serokatîya Deniz Baykal ya partîyê da (ji 1992'yan heta 2010'an) serdest bû, Baykal di opozîsyonê da wek parêzvanê pergalê tevdigerîya, nêzîkatîya nûjen a guhertoya serdest a “kemalîstîyê” Ismet Înonu şopand û parast. Piranîya pêşnyar û rexneyên Baykal ji sala 2002'yan ve Partîya AKPyê bi nêzîkbûna “terorîstan” tawanbar dikir, mebesta wî jî ew serdema ku wek vebûna ji pirsgirêka kurd ra tê naskirin, di bin navê vekirina demokratîk da ji alîyê Erdogan ve hate birêvebirin. Partîya MHPyê hevalbendê herî nêzîk ê CHPyê bû ku rê li ber hewldanên Erdogan ji bo rê li pêvajoya aşîtîyê were girtin. Mîrateya sûcê siyasî yê organîze di hişê her du partîyan da kûr û demdirêj e, bi taybetî tevgera neteweperest a herî nêzî “Odeya Komara Reş” e.
Alîyê ku Mistafa Kemal di Îtîhad û Teraqî da red kir, li ser wê yekê bû ku Tirkîyaya ku wî di sala 1923'yan da wek komar ragihand, welatê dawî ye yan dewleteka demkî ye ji bo gelên tirk ji Anatolyayê heta Asyaya Navîn bibin yek.
Sûcên organîze ne tenê ji dema damezrandina komarê di sala 1923'yan da ye, her dem pêkhateyeka bingehîn a pergala komarê bû, serdema kadroyên Îtîhad û Tereqîyê di navbera salên 1900-1908'an da ketin zindanan gelek ji van kesan ji girtîgehan derketin û du amûrên şidetê bi dest xistin, ya yekem: di girtîgehên ku bi sûcdaran ra jîyan kirin hîn bûn tundîyê ji bo revînê û ya duyem jî ew e: ku gelek sûcdar bi xwe ra ji girtîgehê derxistin û bi wan xebatên birêxistinî organîze kirin. Di serdema Mistefa Kemal û yên piştî wî da jî beşek ji erkên parastina dewletê di nav komên nefermî da dihat erkkirin ku armanca wan pêkanîna vîzyona komarê bû, ew kom, bûn amûra herî hovane ya kontrolkirina civaka kurd, bi taybet li bajarên mezin ên ne kurd.
Berevajî ku tê gotin, Partîya Komarî ya Gel (CHP) di birêveberîya Mistafa Kemal da hemû mîrateya bi xwînê ya Komeleya Îtîhad û Tireqîyê, an jî argumanên ramanwerên wê, ên wek Ziya Gökalp, fêm nekir. Lêbelê beşek ji partîyê dijî tevgera Itîhad û Tireqîyê tevdigerîya. Ev alî li dora qada Tirkîyayê dizivirî, ne şêwaza birêveberîya wê bû. Koma Itîhad û Tireqîyê her tim xwestibûn ku tiştên ku wan wekî milkên Tirkîyayê yên ku bi xeta agirbestê ya 1918'an dîyar kiribûn vegerînin. Mistafa Kemal zû nîqaşên li ser mezinahî û sînorên Tirkîyayê çareser kir, wî nexşeya Tirkîyayê ya ku di sala 1923'yan da bi Peymana Lozanê hatibû pejirandin qebûl kir û welatê li gorî peymanê derketibû ji bo tirkan welatê dawîn hesiband.
Mistefa Kemal di dawîya sala 1921'ê da di axaftina xwe da rexne li parêzvanên Yekîtîya Îslamî û Turanîzmê kir û got: “Birêzên hêja, em ne ew mirovên ku li pey xeyalên mezin direvin û bi tiştên ku em nikarin di rastîyê da pêk bînin we bixapînin.. Li şûna ku em li pey ramanên ne wek me û jê fehim nakin û bi vî awayî hejmara dijminên me zêde dibin, werin em vegerin sînorên xwe yên xwezayî û rewa. Divê em sînorên xwe bizanibin.” (Bernard Lewis – Dîroka Nûjen a Tirkîyayê – r. 424).
Alîyê ku Mistefa Kemal di Îtîhad û Tereqîyê da red kir, li ser wê yekê ye ku Tirkîyaya ku wî di sala 1923'yan da wek komar ragihand, welatê dawî ye yan dewleteka demkî ye ku gelên tirk ji Anatolyayê heta Asyaya Navîn yeketîyekê ava bike. Mistafa Kemal di vê xalê da, têkilîya bi turanîyan ra qut kir, ji bo piştgirîya Yekîtiya Sovyetê li ser wî qut nebe, lê bi temamkirina programa koçkirina kurdên Bakurê Kurdistanê ku piştî temambûna jenosîda ermenan ji alîyê Îtîhat û Tereqîyê ve hatibû pejirandin, bernameyên endezyarîya civakî berdewam kir.
Ji ber vê yekê jî yek ji prensîbên CHPyê parastina Tirkîyayê ya Lozanê ye, ne berfirehkirina sînorên wê ye. Û heger em axaftinên wê serdemê yên ji dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem dihatin kirin, û tiştên ku îro diqewimin bidin ber hev, partîya herî mezin a ku di dema niha da zîhnîyeta Îtîhad û Tireqîyê temsîl dike Partîya AKPyê ye. Heger CHP pispor bû di warê rewakirina sûcên organîze yên di nav sînorên Tirkîyayê da, ji serîhildana Şêx Seîd a sala 1925'an heta Şoreşa Dêrsimê ya sala 1937'an û her dijî vebûneka siyasî li ser pirsgirêka kurd derdiket, Partîya AKPyê zîhnîyeta sûc ji nav sînorên Tirkîyayê derxist û ji bo dagîrkirina herêmên berfireh ên li Sûrîyayê û Iraqê ku piranîya wê xaka kurdan e dagîr kir, li Efrîn, Serê Kanîyê û herêmên din ên dagîrkirî tiştê ku “Dewleta CHPyê” li Bakurê Kurdistanê di salên 1920 û 1930'î da dikir, kir.
Li Tirkîyayê lihevdan diqewime. Hilbijartinên siberojê jî ferqa du dîtinên ku di dîrokê da dirêjbûna wan heye di navbera du alîyan da ye, alîyek “Tirkîyaya Lozanê” dixwaze, û alîyê din jî dixwaze Tirkîyayê li ser serê kurdên li hundir û derveyê berfireh bike da ku versyona turanî ya sînorên Hevpeyîmana Millî bi dest bixe.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览3,008
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 09-07-2023
挂钩项目: 36
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 24-04-2023 (1 年份的)
Original Language: 阿拉伯语
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 翻译
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):28-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览3,008
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,362
图片 105,201
书籍 19,475
相关文件 97,359
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!