图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,800
图片 106,072
书籍 19,349
相关文件 97,384
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kemal Nicim ji Rojnameya Evro re : Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kemal Necim

Kemal Necim
Kemal Nicim ji Rojnameya Evro re : Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim
Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Dema dibêjin helbestvan Kemal Nicim yekser helbest a navê xwe li ser dil dinvîse, û di dil de weke çemek avê diherike û xwe digihîne kûrahiya hestan, tê bîra min. Bê goman her helbest nikare bandora xwe di warê nîşan, naverok, peyam û ziman de li kes û kesan bike. Lê ziman û peyama helbestên helbestvan Kemal Nicim te di êşê de, di evînê de, di welat de, di bêrîkirinê de…dike gerok û naxwazî ji wê gerê bi dawî bibe. Xwediyê vê pênûsa zêrîn di warê helbestê de Kemal Nicim li sala 1970 î li bajarokê Girkê Legê yê girêdayî Rojavayê Kurdistanê ji dayîk dibe û heta îro li Rojavayê Kurdistanê dimîne. Berhemên wî yên çap kirî ev in: Li sala 2002 an berhema wî yekemîn bi navê Kezîzer ji weşanxaneya Amerda li paytexta Libnanê Beryrût çap dibe. Berhema duyê bi navê Bîstikek Guneh li Tîrmeh a sala 2006 an li paytexta Sûriyê Şam çap dibe. Sê berhemên nivîskar li bajarê Qamişlo çap dibin, yek bi navê Dilên navser li sala 2018 an ji weşanxaneya Şilêr, Qamişlo Danên Bi Çêja Peyvê Destpêkê ji weşanxaneya Şilêr û Qamişlo Şevbêrkên Spî ji weşanên HRRK ê li Qamişlo.
Evro: Birêz Kemal Nicim, bi çavê helbestê helbest jibo Kemal Nicim tê çi wateyê, çima bi taybet helbest û ne şaxek din ji şaxên wêjeyê?
Bersiv: Ez nizanim ka helbest ji bo min tê çi wateyê. Lê tişta tê bîra min, ez dizanim ku devereke min a aram heye, dema ku westiyam an dema ev jiyan li min teng dibe û ez bê çare dibim, berê xwe didim wê devera aram, li wê deverê tişta di dilê xwe de ji xwe re dibêjim, tiştên ku li devereke din nikarim bêjim. Li wê devera helbestê jiyanekê ji xwe re çêdikim, jiyana ku li devereke din bi dest min nakeve. Li wê deverê azad im.
Min helbest ne hilbijartiye. Nayê bîra min ku pir pijarte li pêşiya min hebûn û min ji wan yek holbijartiye. Her wiha ez nizanim ka sibe ezê bimînin dilsozê helbestê yan na. Cara pêşî çaxê min xwest tişta di dilê xwe de derbirînim, min berê xwe da wate û peyvan. Cara pêşîn wexta min xwest hestên xwe veguhêzim wate û peyvan min berê da helbestê. Dibe ku ev bandora xuristiya min be jî, ku ez mirov kêm dipeyvim, dibe ku bandora şêweyê jiyana min be jî, ku di wê demê ez bi xebatekê mijûl bûm, cihekî min tune bû, derfeta min tune bû bi rojan li cihekî rawestim û romanekê yan çîrokekê binivîsim.
Evro: Çi têkiliya helbestê bi cîhana veşartî ya Kemal Nicim re heye, gelo helbestê Kemal Nicim cîhana wî ya nayê naskirine?
Bersiv: Mirovê ku napeyive cîhaneke tarî ye, nayê naskirin mîna sebeteke girtî ye, kes nizane ka di hundirê wê sebetê de tarî heye lê ronî, aramî heye lê êş û azar. Lewma eger peyv kilîta naskirina mirovan e, wiha jî helbest kilîta cîhana helbestvanan e. Çawa min di bersiva pirsa pêşî de jî got, helbest devra ku yê helbestvan dikare li wir cîhaneke xwe ya din ava bike, li wir tiştên ku li cîhana asayî nikar bêje û bijî, dibêje û dijî.
Lewma, erê, helbest cîhana min a hundirîn e, cihana min a nepenî ye.
Evro: Li gor Kemal Nicim, helbest dikare weke siyasetê bandora xwe li civakê bike, çi têkiliya helbestê bi siyasetê re heye, yan helbest cihaneke bi serê xwe ye?
Bersiv : Dibe ku mebesta we ji gotina (siyaset)ê, bîr û boçûn û ideolojiya be. Yan jî mebesta we girêdan û têkiliya bi doza azadiya gel û welat re be. Lê her çi be jî. Bi nêrîna min helbest heyîneke pak e. Nabe ku mirov berawerdî siyasetê bike. Lê helbest ji xwe bîr û bawerî û boçûn e. Helbest ew heyîna ku dilê mirovan û giyanê mirovan aram û pak dike. Ji xwe mirovên aram û pak dikarin xwedî doz bin, dikarin ji bo maf û azadiyê têbikoşin. Helbest ji civakê û mirovan re nabêje, ev rêya azadiyê ye, ev şêweyên têkoşînê ne, ev rêya rast e. Lê helbest hişê mirovan sayî dike, giyan û dilê wan pak dike ku êdî bixwe li rêyên azadiyê bigerin.
Lê bê guman, di rewş û halê heyî de, helbest û helbestvan ne xwediyê wê karînê û bandorê ne li ser civakê.
Evro: Heta îro 5 yan 6 berhemên Kemal Nicim çap bûne, çima? Yan jî pir berhem yan kêmbûn ne mercin? Nexwe sedema xwe aborî ye?
Bersiv :Hijmara berheman û pirtûkan yan helbestan, ne pîvana helbestvaniyê ye. Lê helbet hin sedm jî hene ku çima min kêm berhem weşandine.
Em têkevin mijara alozî û pirsgirêkên çapê û weşan û belavkirinê em ji nav dernakevin. Miletekî bê welat be, nikare behsa weşangerî û bazara pirtûkan bike. Hin tişt weke zincîrê bi hevû din ve girêdayî ne ji hev cuda nabin. Eger pirtûk tune bin xwendin tune, lê eger xwendin û kirîna pirtûkan jî tune be, dê bazara pirtûkan çênebe, bazar nebe pirtûk jî tune ne. Eger weşanxaneyek bixwaze pirtûka Kemal Necim çap bike û biweşîne, pêwîste bazara wê pirtûkê jî hebe ku weşanxane sûdekê jê bigire û karibe pirtûkeke din jî biweşîne. Her wiha yekî nivîskar jî ku sûdeke diravî ji berhemên xwe negire dê neçar bimîne ku ji xwe re li karekî din bigere, wiha ev mesele wilo girêk û dirêj e.
Tişta niha li hemû deverên Kurdistanê heye, ne weşangeriyeke tekûz e. Tenê hinek Kurd rabûne ji xwe re dibêjin ka em jî weke welatên xelkê weşanxaneyekê ava bikin, hin pirtûkan çap bikin, carna jî hin pêşangehan lidar dixin. Lê weşangerî nebûye pîşe û bazara wê jî çênebûye.
Ta niha 5 berhemên min çap bûne, bi nav ez xwediyê 5 berheman im, lê ez bi xwe niha herim bazara pirtûkan dibe ku pirtûkên xwe nebînim.
Evro: Birêz Kemal Nicim, îro jî tu li Rojavayê Kurdistanê dijî, li gorî ditîna te asta helbestê li Rojavayê Kurdistanê çawaye, çi cudahî di navbera salên heştî û notî û niha de heye di warê helbestê de?
Bersiv : Helbet cudahiyeke mezin heye. Bi kêmanî ew merc û astengiyên ku berê hebûn niha rabûne. Derfetên çapkirina pirtûkan çê bûye, dibistan û zanîngeh hatine avakirin. Bi pirbûna hijmarê naverok jî baştir dibe. Angu eger em bêjin di salên notî de 20 helbestvanên Kurd hebûn, ji wanan 10 helbestvanên baş bûn û helbest pêş xistin. Niha 50 helbestvan hene, dibe ku 25 ji wan baş dinivîsin. Wekî din wexta ku hijmara helbestvanan û hijmara helbestan û pirtûkan zêde dibe, asta çêjgirtin û têgihîştinê jî pêş dikeve, êdî xwendevan dikare zanibe ka kîjan helbest qels e û kîjan baş û tekûz e, êdî xwendevan dikare ji xwe re hilbijêre ka dê çi bixwîne, ji ber pijarte li pêşiya wî pir bûn. Lewma mirov dikare bêje ku asta helbestê di dema me ya niha de ji ya salên notî pêşketîtir e.
Evro: Bi giştî, asta helbesta Kurdî çawa dibînî?
Bersiv :Tişta ku me ji bo rewşa helbestê li Rojava got, mirov dikare ji bo helbesta Kurdî bi giştî jî bêje. Çi berhem be, dema ku berdewan be, raneweste, dê bi demê re pêş bikeve. Helbest jî wilo ye, li her deverên Kurdistanê helbestvan hene û bi berdewam dinivîsin, nifşek diçe yekî din tê, berhevkirin çêdibe, ezmûnên cuda çêdibin, asta çêjgiritin û têgihiştinê bilindtir dibe, lewma asta helbestê bi giştî ji berê baştir e
Evro: Gotina dawî?
Bersiv: Her hebin, spas ji bo rojnameya Evro ku ev derfet da me. Her serkeftî bin.
rojname Evro
hejmar 3354
20-06-2023
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览186
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/ - 09-07-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 20-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览186
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,800
图片 106,072
书籍 19,349
相关文件 97,384
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!