图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,740
图片 105,895
书籍 19,376
相关文件 97,463
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rewşenbîrê dilnizim û şêxê helbestê Ehmedê Huseynî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmed Huseynî

Ehmed Huseynî
Rewşenbîrê dilnizim û şêxê helbestê Ehmedê Huseynî
Rizoyê Xerzî

Bê guman dema behsa helbesta nûjen û bi taybetî ya rojavayê Kurdistanê tê kirin yekser û di rêza yekemîn de navê Ehmedê Huseynî tê bîra mirov. Ehmedê Huseynî pira di navbera 2 nifşan de bû û heta mirov dikare bêje pira di navbera çend nifşan de ye. Ji ber ku Huseynî bi çend nifşên xwe û yên li pey xwe re jiya û niha jî bi nifşekî din ê ciwan ê nûhatî yên xwedî azmûneke nû re dijî.
Gelek helbestkarên ji nifşê Ehmedê Huseynî riya helbesta bi qafiyê ya klasîk dewam kirin lê Ehmed li hespê nûjeniyê siwar bû û wekî siwarekî çargurçik hefsar ji hespa xwe ya kihêl re berda. Taybetiya herî berbiçav a Ehmedê Huseynî xezîneya wî ya gotinan e. Ji ber ku ferhenga wî ya gotinan gelekî zengîn û têr û tijî ye, carinan zimanê wî bi xwendeyên kurdî zor û zehmet tê.
Lewre em dibînin ku gelek kes dibêjin em ji zimanê Ehmed Huseynî fêm nakin, zimanekî zehmet bi kar tîne. Ew jî ne gunehê Ehmed Huseynî ye û ne jî yê xwendeyên wî ye. Ehmed wekî me got ji ber ferhenga wî ya gotinan gelekî zengîne lewre gotinên ku me berê nebihîstine di nav de hene . Her wiha ne gunehê xwende ye jî ji ber ku rewşa zimanê kurdî li ber çavan e, piraniya xwendeyên zimanê kurdî bi hewldanên xwe yên şexsî hînî vî zimanî bûne. Ji bilî başûrê Kurdistanê ma li hersê parçeyên din kesekî li dibistanan bi zimanê xwe xwendiye? Lewre ji ber van her du sedeman zimanê Ehmed Huseynî hinekî bi xwendeyan re zehmet tê.
Lê em ji bîr nekin ku di van salên dawî de li rojavayê Kurdistanê jî êdî dibistanên zimanê kurdî, peymangeh û zanîngehên bi zimanê kurdî çêbûne. Lewre hêvî heye ku ew nifşên nû yên li dibistan û zanîngehên kurdî xwendine dê tiştekî zehmet nebînin.
Ehmed Huseynî jî xwedî şensekî mezin e ku ew giha ser vî nifşê ciwan jî û di nava dilê rojavayê dil de dijî. Her wiha nifşên niha (Ciwanên Rojava yên ku li dibistanên kurdî perwerde dîtine) jî xwedî şensekî mezin in ku berhemên hêja ên wekî yên Ehmedê Husaeynî li ber destê wan hene.
=KTML_Bold=Huseynî rewşenbîrekî nefs biçûk e=KTML_End=
Li gorî naskirina min bi Ehmed Huseynî re ew mirovekî gelekî nefs biçûk e, bi zarokan re dibe zarok, bi ciwanan re ciwanekî çeleng e û bi rewşenbîran re rewşenbîrekî têr û tijî ye. Huseynî dikare bi her kesî re dan û standinê bike bêyî ku mirovê li hemberî xwe biçûk bixe yan jî zanebûna xwe li ser ferz bike. Ehmed dikare nîqaşên gelekî bilind di warê çand, wêje û zimanê kurdî de bi nivîskarên herî mezin û rewşenbîrên mezin re bike lê ew di heman demê de dikare li ciwanekî/ê 15 salî ku nû dest bi nivisandina çend hevokan kiriye jî re sohbet û nîqaşeke xweş bike bêyî ku xwe di ser wan re bibîne.
=KTML_Bold=Naskirina min û Ehmed=KTML_End=
Heval, dost, bira û mamosteyê min Ehmedê Huseynî. Naskirina min û Ehmedê Huseynî di sala 1987-1988’an de li bajarê Qamişlo dest pê kir.
Di wan salan de komeke hevalên muzîkjen hebû û em çend kesên din ên ku bi helbest û wêjeyê mijûl dibûn jî beşdarî şevbêrkên wê koma hevalan dibûn. Ez jî yek ji wan kesên ku ne zanibû li defê bixe ne jî li zirnê lê hema bêje ez di hemû civatên wê koma hevalên muzîkjen de amade dibûm. Navên çend kesan ji wê komê wiha bû: Seîdê Rêzanî (Birayê Ehmed Huseynî), Siûdê Kemanger, Seadê Ferso, Abdulxenî Mîrzo (Genî Mîrzo) û carinan jî Reşîd Sofî, Mistefa Kendeş û Mistefa Osê jî tev li şevbêrkên vê komê dibûn.
Naskirina min û Ehmed Huseynî jî di nava wê komê de çêbû. Heta beriya ku ez Ehmed nas bikim, min ji xwe re helbest dinivisand lê tenê ji xwe re û hin caran bi hevalên xwe yên di nava wê koma muzîkê de, min carnan hin tişt parve dikirin. Carekê di şevbêrkekê ji van şevbêrkan de min helbesteke xwe xwend û Ehmed jî li wir amade bû.
Ehmed gelekî pesnê wê helbestê da, wêrekî û ceger da min û got çima heta niha tu van helbestan ji xwe re vedişêrî, çima tu nadî kovaran ji bo çapkirinê. Bi rastî piştî wê cegerdayînê min dest pê kir helbestên xwe ji kovaran re şandin û piştî çend salan min hinek ji wan helbestan wekî berhem jî di sala 2001’ê de di pirtûkeke bi navê (Dema çavên te) de weşand. Her wiha di sala 2011’an de pirtûka min a bi navê (Dilê min ne dîne) û di sala 2021’ê de ( Bêyî pêjna te) ji alî weşanên Belkî ve hate weşandin.
Tevî ku zimanê me û şêweyê me yê nivisandina helbestê gelekî ji hev cuda ye lê dîsa jî ez Ehmedê Huseynî wekî mamosteyekî xwe dibînim û dibe ku em rastî hev nehatina û ne ji navtêdana wî bûya min ev berhemên xwe yên helbestan nedikirin pirtûk û nediweşandin.
Bi rastî her ku ez hevokekê dinivîsim gelek taybetmendî û bîranînên din tên bîra min û ez dizanim ku di vê gotara bi sînor de ez ê nikaribim , beşkekê ji berhemdariya Ehmedê Huseynî bînim ziman.
Lewre bi kurt û kurmancî Ehmed Huseynî dimîne mînaka herî baş a sekn û tevgera rewşenbîrekî bîrewer û ne tenê ez hemû rojavayê Kurdistanê bi hebûna rewşenbîrekî wiha berhemdar û hêja kêfxweş e.
Ehmedê Huseynî gelek berhemên hêja ji bo helbesta kurdî ya nûjen li pirtûkxaneya zimanê kurdî zêde kir û berhemên wî yên giştî di 2 cildan de ji alî weşanxaneya Aramê ve hatin weşandin. Berhemdayîn û xebatên zimanî yên Ehmedê Huseynî wekî çemê Firatê hê jî zelal û bi biryar bi ser sînga rojavayê dil de diherikin. Ez dirêj nekim û bi çend hevokên helbesteke Ehmed Huseynî xatir ji we bixwazim.
Vê sibehê
Bi rondikên çavên sibehê re
Wek ku ez tembînameya xwişk û birayan bim
Wek ku ez ne ez bim
Bi ser hinarkên mirinê de diherikim
Di nav destên wan ên jiyanhez de
Wek ku nameyeke evîna kevnar bim diqermiçim
Min kedî bike ey mirin!
Bila ez serwextê pêjnên te bim. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览725
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/ - 09-07-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 07-06-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书:
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):13-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览725
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,740
图片 105,895
书籍 19,376
相关文件 97,463
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!