图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,438
图片 104,710
书籍 19,268
相关文件 97,551
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 5
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad

Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî. Yar û Mirad -5-=KTML_End=
Weli Sebrî

Dema kalik dihat mal û şelagê xwe jî datanî yekem wî, ji nav wan aniyên xwe yê wî derdixist û dida ber wî.Di dayînê da jî dengê xwe bilind dikir û digot:
“ Hûn li ku ne, gundînooo! Nesekinin û de zû werin. Werin û min ji bavê kalikê xwe ra ji bajar helewa şirîn anîye; helaw, helawww… Zû wer in, nema. Helawa şîrîn nefsê kafir e û yê bixwe jî poşman, yê nexwe jî poşman e…!”
Kalo, tu werî hewqasî bikî qîrîn û bang li gundiyan bikî îca kê naxwaze ji helawa te aniye nexwe ku Dildar jî nexwe.
Erê, ne hat gotin. Çaxa ku Xeloyê kalik dikirî û dianî, li rûpelikan dipêça û dianî. De bila be, ne xem e û kevn kevn… Ji bo nevî dixwaze bila kevn û dixwaze bila teze be, çi firq dike. Bes, bila bi nivîs û wêne be.
Ger ku ew ji vê hebûna xwe ne razî bûye, mafê wî ye û dikarî bibêje:
’Hebûye tunebûye kevnikek hebûye û li ser wê jî çend wêne û di hejmarê da jî nizanim ka de êdî bi çiqasî tîpên reşik û hema weha sê-çar jî xetên ne kifş hebûye û hwd…”
Eyweleh, bila hebe lê bila qet jî li ser rûyê kevnikan be. Bila hebe, lê ne bi zimanê Tirkî û bi zimanê Kurdî be. Ji ber ku zimanê herî zêde li mirovan xweş tê jî, bilî zimanê merivan wek din jî ne tu ziman e. Dildar û tu jê kêf negrî. Çima, na? Helbet, jê kêf digirt û hem jî pir û pir…
Kê dizane, ger ku zimanê dixwend bi Kurdî bûya belkî jî, di wan nivîsan da rastê axaftinekê ji axftinên Pîrika xwe dihat, didît û dixwend. Mêzekirin e û nayê zanîn û di wan mêzekirinên xwe da belkî jî, rastê wêneyekê ji wêneyê Memê Alan, Zînê, Kalê Ristem û Bekoyê Ewanî jî, dihat.
Ka bibêje îca şeva ku Pîrika wî ji wî ra qala hespan nekiribûya, hebû. Meraq e û bi wê meraqa xwe belkî jî Dildar, rastê wêneyekê ji wêneyê Bozê Rewan jî dihat.
Ger ku rastê tiştekî weha bihata jî, bi şabûnek berê xwe dida Pîrika xwe û wî hem nîşanê wê dida û hem jî li ser wênêyê ku di destên xwe da girtiye ji wan pirsên xwe dikir.
Ax, de xwezîka bila nivîsên li ser wan qurmiçikên ku di destên xwe da jî digirt ne bi Tirkî û tenê bi zimanê Kurdî û tê da jî ‘q’, ‘w’, ‘î’, ‘û’, ‘x’, û hwd hebûya.
Ax, lê de tu yê werî ji vî derdî ra çi bibêjî û çi nebêjî…!
Derd bû, lê derdê serê derdan bû. Ji ber ku ji zimanê Kurdî ra ne destûr û tenê ji zimanê Tirkî ra hebû. Na! Ne teze, lê di zû da zimanê Kurdî hatibû qedexe kirin. Hem hatibû qedexe kirin û hem jî di jana dilê dayîkan da hatibû hepsîkirin.
Li hember vê bêbaviya Romiyan qey Kurdan dengê xwe bilind nekir. Belê, wele hem dengê xwe bilind kir û hem jî bedelên mezin dan.
Rewşenbîrên nehatibin girtin, neman. Siyasetmedarên vî welatî jî, hêviyek ji hêviya pêşerojê û rûmeta gelê xwe, ew jî ya hatin gulebarankirin, ya jî bûn penaber û welatê xwe terikandin û jê dûr ketin.
Werhasil, tu ji rewşa vî zimanî ra tiştekî nebêje û hema bibêje; ‘heywax û heyhat…!’ û derbas bibe. Ji ber ku êşek ji êşan bû. Na, ne te dikarîbû qebûl bikra û ne jî bipejiranda.
Dîsa em werin ser Xeloyê kalik. Xeloyê kalik, merivekî zana û qedrgiran bû. Derê mala wî ji her kesî ra vekirî û axaftinên wî jî ne axaftinên xilûxwar bûn. Ew, camerekî rasterast û wî tu car ji rastiya xwe tawîz nedida. Werhasil, hema tu bibêje merivekî pîr û pak û xweşsuhbet bû.
Gelo ma îca roja ku wî di suhbeta xwe da negota:
‘’Me xwedî kir bi nanê xwe,
kir agir û berda canê xwe.” hebû…? Na, nebû û wî timî digot.
Digot, lê gotina wî jî heta bêjî manîdar û ji rastiyan jî rastiyek wî bi xwe bû. Digot, lê wek çawa tu daxwaza lêborînê ji xwe û yekî bikî, digot.
Xeloyê kalik, ne ji bo carekê û du caran, lê wî li ser hev li vî gundî mixtarî kiribû. Ne hindik, lê pir carînan nan û av dabû ber leşkerên Romiyan û derê mala xwe ji wan teresan ra vekiribû. Gotibû, mêvan mêvanê xwedê ye û qet nabe tu nan û avê nedî ber.
Digot:
”Eha, min nan û av da! Min da, lê xwezîka me ne bidaya û ne jî min derê xwe ji wan bênamûsan ra vebikira. Min got însanetiye, min da. Lê min negot, te nan û av xwariye û tu har bibe û werî di ser me ra bigrî. Îca em çi xweliyê li serê xwe bikin carekê har bûne û bi me ketine, bira…”
Di gewriya xwe da tûka xwe dadiqurtand û axaftina xwe jî didomand.
Digot:
“Min xeta kir, xeta. Ka de bibêje çima me baweriya xwe bi wan teresan anî? Poz jî ne carekê, lê pirr û pirr carînan şewitiye. Hûn ji min bawer bikin ku pirsa roja min nehêre û neyîne xwarê jî, ev pirs bi xwe ye.
Gelo çima Kurd baweriya xwe bi terêsê Romiyan tînin. Çima…!? Ne ev gotin gotina bav û kalan e, heyran.
Rom xayîn ê û bextê Romiyan, nîne. Dêmeg, tê wê watê ku hîn aqilê me nehatiye serê me û me ji tu bûyerê ders negirtiye. Hûn ji min bawer bikin ku bi vê aqilê jî em tu car rê nagrin. Ev êşa ku heye jî ne tiştekî nuh û êşa sal û zemanan e…”
Ji destên kalî tizbiya wî nediket. Ji alikî va wî hebên tizbiyê dikişand û ji alîkî va jî axaftina xwe didomand. Camêr her tim bi şal û şapik û egala serê xwe bû. Kal, bi simbêlek terikî bû. Bijangên wî jî wek simbêlê wî ta bi ta çîlspî bû.
Ji axîna dilî diaxifî û di peyra jî digot:
“Ji ber zilma giran ax jî zariya û av jî. Dil e îca çawa negîre. Kal û pîr, zarok û zêçên vî welatî neman, neyên kuştin. Newal û neqeban zilm dît û bi şev û rojan pêl bi pêl xwîn rijand, xwîna sor.
Tu çi bibêjî hate kirin û hîn jî berdewam û dikin. Kuştina mêr û mêrxasên vî welatî bû axînek ji axîna dil û ji me ra jî wer ma. De êdî were hema tu hesab bike.
Ez hatime vî emirî û di emrê xwe da min ne afatek weha dît û ne jî kesî dîtiye, bira. Heyran, ez berê xwe didim bajar her bi şewqa û çaxa vedigerim têm mal jî bi şal û şapikê xwe me.
Ger ku ev jî bi navê xwe ne ezyet be, îca eziyet çi ye; ziman qedexe, tekiliya civakî qedexe, hatin û çûyin ne pêkan û qedexe, qedexe û qedexe…
Îca ez û zimanê Tirkî…!!? Ma rewa ye; de kalo gelo û gîto, gel û git.. Çi êş e, çi…! Dêmeg, li zimanan jî didin û ziman jî têne kuştin.”
Ev jî parek ji axaftinên wî û wî jî wer digot. Na! Kal, ne niheq bû. Ziman e û ziman jî hebûna merivan e. Ew jî ku winda be îca ka çi dimîne. Çi dimîne ku te pê şa bî. Mejî bi peyvan ava dibe û carekê din vedigere peyvan diafirîne. Derdê kalik, ji derdan derdekî giran bû. Ji Dildarî ra jî ne kalik û de bila êdî dayîka wî bigîre.
Dema ku biaxftin û diaxifî jî pêda pêda şor dibû. Şor dibû, lê belê ji bêşerxweşiya xwe jî tu tiştekî winda nedikir.
Digot:
“Rehma Ezdanê Dilovan li gora wî be û ew zana û nemirek ji nemirê vî welatî bû. Bêguman hûn jî dizanin ka ez qala kê dikim û wî bi yad dikim. Ez qala Ehmedî Xanî dikim, rêzdarno. Na! Ez nabêjim, lê ew dibêje.
Dibêje:
“Hemd û sena û şukranî
ji bo Xalikê rehmanî:
ku fesahat û beyan daye lîsanî
Lîsan jî daye însanî…”
Qey îcab dike meriv lê zêde bike. Camêrê birûmet, di dema xwe da gotina ku xwestiye bike, kiriye.
Wî, bi zelalî gotina xwe kiriye û ne hewceyê gotinan e ku meriv lê zêde bike. Di encamê da dixwazim dîsa bi rêzika wî nemirî axaftina xwe bi dawî bikim:
“Vî zemanî herkesek mi’marî dîwarê xwe ye…”
Xeloyê kalik, camêrekî xwezan û gotinên wî jî wek zêr û li cem herkesî pere dikir. Di wê malê da kalik ku keriyek ji keriya sêvê be, keriya din jî Muhba jina wî bû. Xwedê heye, jinik jî ji Xeloyê mêrê xwe ne kêmtirîn û ji pisporan pisporekê bû. Eha ku tu werî neviyê wan nevî jî, evdalê kalik û şewata ser dilê Pîrika xwe bû.
Ax, Xeloyê kalik…! Kalo, tu çûyî bajar û te baş kiriye ku tu çûyî. Erê, tu çûyî û îca bi te xêr bû tu bi wan rûpelikan hatî.
Qey te nedizanî nivîsên li ser wan kaxizan bi Tirkî ye û zimanê Tirkî jî ji berxê te ra wek jahra marê reş e.
Qey te nedizanî, camêro. Te nedizanî pel û kaxizên ku te bi xwe ra aniye ji wî ra ne derman û janek ji jana dilî ye.
Erê, te çû û anî. Carekê jî serê xwe rabike û di pey ra jî li rewşa wî mêze bike ku ka ew qet çi dike û çi nake.
Ji Dildarî ra jî bibû wek nexweşî û roja ku wî li ber wan nivîsan serê xwe neêşanda, nebû.
Ax, Xeloyê kalik! Ax, te ne tenê bi neviyê xwe kir, lê te rewşa Pîrika Muhbê ji li ber çavan negirt û derûniya wê jî bi carekê xerab kir. Qet gunehê te bi Pîrikê nehat. Haya te jê nine, camêro. Roja ku Pîrika Muhbê bi wê tirsa dilê xwe nebe, nîne. Balê, wele! Wele, hem bi tirsa xwe ye û hem jî ji ber wan destxistiyan perîşan û şerpeze ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览666
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 13-07-2023
挂钩项目: 20
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 13-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览666
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,438
图片 104,710
书籍 19,268
相关文件 97,551
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!