=KTML_Bold=Sê Nifş, Sê Deng, Sê Jiyan=KTML_End=
#Occo Mahabad#
Dema ez zarok bûm rojekê xalê bavê min Hesenîkê Bala di destê xwe de du heb bandên teyîbê, hat li ber min sekînî, bandekê avêt ser teyîbê, dengekî esmanî belav bû odeyê.
Min got: Hesenîk ev kî ye?
Xwedê bela xwe nede te tu çawa nas nakî ev Mecîdê Brukî ye mîna qulinqên reş û spî deng vedide bi tenê per û baskên wî tune bifire di nava esmanan de.
Di wan çaxan de min nizanibû ev dengbêjê rû qemer, deng qemer Mecîdê Silêman bû. Di civat û cimaeta Brukan de bi navê Mecîdê Brukî dihate naskirin. Çend wext berê Semedînê Mecîdê Silêman ku kurê Mecîdê Silêman e qala serpêhatiya bav û kalê xwe dikir.
Wê demê Hesenîkê Bala hat bîra min. Hesenîkê Bala mirovekî delodîn, şervan, şoreşger û welatparêz bû. Di navbera salên 1940 û 1946an de bi qehremanî ji bo avakirina Komara Kurdistanê hewl dide û dixebite. Li gor gotina wî, hem Mihemedê Siloyê Miho ku bavê Mecîdê Silêman e hem jî dengbêjê navdar Hemîdê Ûsivî rêhevalên wî yên şer bûne. Hesenîkê Bala û Mihemedê Siloyê Miho pêşî di eniya Mahabadê de pişt re jî di nava tevgera Mela Mistefa Barzanî de xebatên siyasî û eskerî dikin. Hesenîk eşkere ye bîra jiyana malbatî dike vedigere axa Wanê dizewice piştî çar salên şûn de koçî Makûyê dike û li wir di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.
Hemîdê Ûsivî bavê hunermend Kawa Urmiye ye ku di sala 1926’an de li gundê Morê yê li Geliyê Diryan tê dinyayê. Pişt re malbat koçî gundê Kuranê yê herêma Tirgewera Urmiyê dibin. Hemîdê Ûsivî di sala 1979’an de li bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest dide, li goristana gundê Kuranê tê binaxkirin.
Bavê Mecîdê Silêman dengbêj û şoreşger Mihemedê Siloyê Miho di sala 1917an de koçî bajarê Wanê dike lê ji ber şer û pevçûnên dewletên Ûris û Osmaniyan berê xwe didin Îran û Naxcivanê. Heta dawiya şerê cîhanê yê yekemîn di Gurni û Aryulniyê de bi cih dibin. Ew şer ji sala 1914ê heta 1918ê dewam dike. Dema zivastanan li dor Çemê Erezê dema havînan li dor Beyazida Nû, Gondeyan, Nuliduz û Akhmuganê jiyana xwe derbas dikin. Dema ku herêma Dîlê dikeve di bin nîrê sînorê Ûrisan berê xwe didin bajarê Rewanê.
Mihemedê Siloyê Miho piştî ku dibistana mamostetiyê diqedîne li gundê Davîtaşên dibe muxtar û bi tevî malbata xwe li vî gundî bi cih dibe, bi navê Têmir û Mecîd du kurên wî çêdibin. Mihemedê Siloyê Miho car caran ji bo xebatê ji Rewanê diçe hem Başûrê Kurdistanê hem Rojhilata Kurdistanê û pişt re vedigere cem malbata xwe. Ew di sala 1946an de ji bo avakirina Komara Kurdistanê tevlî tevgera Qasimlo dibe. Di çeperên şer de bi navê Îsa Begê Rewanî tê naskirin. Mihemedê Siloyê Miho li Rojhilatê di berxwedana şoreşê de şehîd dikeve. Semedînê neviyê Mihemedê Siloyê Miho dibêje ku du kur û qîzeke kalikê wî li Rojhilatê çêdibin lê ew nas nakin ka kî ne, li kîjan bajêr dimînin loma pirr dixwazin zarokên kalikê xwe nas bikin, bi wan re têkevin têkiliyê, hev nas bikin wek malbatî hev hembêz bikin.
Dengbêj û helbestvan Mecîdê Silêman ji eşîra Brukan e, kurê dengbêj û şoreşger Mihemedê Siloyê Miho Zakavkaz e. Eşîra Brukî di sala 1600an de ji Qerejdaxa Diyarbekirê koçî Wan, Îdir, Qers, Makû, Xoy, Nehcivan û Rewanê dibin. Piştî şoreşa Lenîn hinek vedigerin Kurdistana Bakur yên din jî ji Ermenîstanê bigire heta Ûris, Qazakîstan, Azerbeycan, Îranê belav dibin welatê din, jiyana xwe bi vî awayî didomînin. Ev eşîr ji van milan pêk tê: Qirmizkî, Reîskî, Mamkî, Hacimkî, Xaskî, Girmuvkî, Karkî, Şarkî, Cicikî, Alkî, Şawlikî, Pîrkî, Beşkî, Banokî, Hesenkî û Gutkî.
Mecîdê Silêman di sala 1937an de li gundê Semenkaşê yê nehiya Kotaykê ku girêdayî Komara Ermenistanê ye ji dayik dibe. Navê wî yê rastîn Mecîdê Mihemedê Silo ye. Dema bavê wî Mihemedê Siloyê Miho şehîd dikeve heft salî ye. Mecîdê Silêman ji aliyê pîrika wî Sîsê û kalikê wî Silo vê tê xweyîkirin. Piştî kalik û pîrika wî diçin ser rehmetê, apê wî Evdoyê Îsa wan digire ba xwe û li wan xweyî û mezin dike.
Di zaroktiya xwe de aliyekî diçe dibistanê bi Azerkî hînî dersên xwe dibe, li aliyekî piştî dibistanê şivantiyê dike. Ew û birayê wî heta ciwantiyên xwe gellek rojên zor û zehmet dibînin. Mecîd aşiqê klamên Kurdî ne. Bi dengê xwe yê xweşik di nava demekê kurt de bala civatê dikişîne.
Di sala 1955an de bi vebûna Radyoya Rewanê ya beşa Kurdî re gellek hunermendên Kurd wekî Karapetê Xaço, Şeroyê Biro, Reşîdê Baso, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Asa Evdile, Belga Qado, Xelîlê Evdile û gellek hunermendên din dengên xwe digihînin Kurdên çar aliyê dinyayê.
Mecîdê Silêman di wan salan de bi klamên denbêjî û helbestên xwe yên xelkî balê dikişine ser xwe, ew bi qîza xwe Sîsa Mecîd re ji bo tevlî xebatên Radyoyê bibin diçin Rewanê. Wî ji sala 1961ê hetanî sala 1980’ê di radyoya Rewanê de dengbêjiyê kiriye û kilam gotine. Îro nêzîkî 100 klamên Mecîdê Silêman û 50 klamên Sîsa Mecîd di arşîvên radyoyê de qeydkirî ne. Helbestên Mecîdê Silêman li Ermenîstan û Qezakîstanê dibin pirtûk. Helbestên wî di rojname û kovarên Rûsya, Qazakîstan û Ermenistanê de tên weşandin. Helbestên wî yên herî naskirî Welatê me Kurdistan, Heta Kîngê, Bedewê û Sînemê ne.
Mecîdê Silêman di sala 1964’an de li Enstîtûya Çandiniyê ya Êrîvanê beşa beytariyê diqedîne. Ew heta şerê Azerî û Ermeniyan (1988-1994) bi malbata xwe re li Ermenîstanê dijî. Ew bi derketina şer re mal û milkên xwe li pey xwe dihêlin mecbûr dimînin diçin bajarê Krasnodarê. Rewşeke kambax tê serê Mecîdê Silêman, qîza wî li bajarê Krasnodarê jiyana xwe ji dest dide. Mecîd bi hemû xemgînî û êşên xwe ve dixwaze qîza xwe bispêre axê lê rayedarên li vê derê ji ber mahneya ‘’nasnameya we tune’’ nahêlin gora wê bê definkirin. Bi vê karesatê berê xwe didin Qezakîstanê. Di bajarê Alma Atayê li ba Kurdên ku di sala 1944an de bi fermana Stalîn hatibûn sirgûnkirin bi cih dibin. Debara malbata xwe bi xweyîkirina ajalan didomînin.
Kurdên Sovyetê heta niha bi sê qonaxan hatine sirgûnkirin û mexdûrkirin. Qonaxa yekê di sala 1937an de dest pê dike. Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst li 7ê Tîrmeha 1937ê biryarek derdixe ku ev biryar dibe sedema koçberiya kurdan. Bi tevî zar û zêçên xwe di dawiya payîza 1937ê de kurdên Ermenistan û Azerbaycanê ber bi Qezaxistanê ve tên sirgûnkirin.
Ya duyemîn di sala 1944an de bi fermana Stalîn pêk tê. Kurdên reben ji sala 1937ê heta sala 1956ê bi statûya ‘’Penaberên Taybet’’ di bin şert û mercên zehmet de jiyana xwe derbas dikin.
Qonax û sirgûntiya sêyemîn bi derketina şerê Ermenî û Azeriyan (1988-1994) çêdibe. Kurdên me dîsa bi mecbûrî koç dikin ku neyên qirkirin.
Mecîdê Silêman jî piştî vî şerî bi malbata xwe re dikeve rêyên dûr û dijwar di Aşîbûlaka Qazakîstanê de bi cih dibe. Aşîbûlak 15-20 kîlometre dûrî Alma Atayê ye û piraniya niştecihên vî gundî li Alma Atayê karê bazirganiyê dikin. Hinek Kurd jî debara mala xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin.
Piraniya Kurdên Aşîbûlakê piştî şerê Ermenî û Azeriyan hatine Qezakîstanê û li vî gundî niştecih bûne. Li Aşîbûlakê nêzîkî 700 malên Kurdan hene. Kurdên li vê derê ji hev re pir hurmetkar û wek bira ne. Zarok û civata wan giş Kurdî dizanin û pev re Kurdî diaxivin. Nifûsa Kurdan ji Qazakan gellek zêdetir e. Helbestvanên navdar Bariyê Bala û Hesenê Hecîsilêman jî piştî hatina ji Ermenistanê li vî gundî bi cih dibin.
Mecîdê Silêman di sala 1992’yan de li Qezakîstanê, li gundê Aşîbûlakê koma şano û govendê ava dike. Tevlî avabûna rêxistina Yekbûnê dibe. Di rêxistinên Kurdên Sovyetan de bi çalak cih digire.
Qezakîstan gellek derfet dide Kurdan, bi saya piştgiriya dewletê pirr kitêb, kovar û rojnameyên kurdî tên derxistin. Kurdên li Qezakîstanê ji bo pêşketin û ronîkirina civatê Kovara Nûbar û Rojnameya Jiyana Kurd derdixin. Nûbar û Jiyana Kurd bi zimanê Kurdî, Rûsî û Qazakî derdikevin. Di her du weşanan de alfabeyên latînî û kîrîlî tên bikaranîn. Tevahiya nivîsaran bi zaravayê kurmancî têne weşandin. Heta beriya deh salan dibistanên Kurdan li herêmê hebûn, zarokên Kurdan bi Kurdî perwerde didîtin lê bi biryarekê derfetên perwerdeya Kurdî hatin betalkirin û rakirin. Di nasname û pasaportan de navê neteweya Kurdan wek Kurd tê nivîsandin. Dewleta Qezakîstanê nasnameya Kurdan nas dike, tu zext û zordarî li ser Kurdan nake.
Çar qîz û sê kur, heft zarokên Mecîdê Silêman hebûn; Sîsê, Sînem, Sêvdîn, Nesredîn, Semedîn, Sorgul û Tamîle. Sê navên pêşî rehmet kirine, çar mane.
Kedkarê Radyoya Erîvanê, dengbêj û hebestvan Mecîdê Silêman piştî ewqas salên bi xebat û tekoşînê derbasbûyî di sala 2018an de jiyana xwe ji dest dide. Ji aliyê dost, xizm û hezkiriyên xwe ve li Qezakîstanê tê binaxkirin.
Kom Muzîk di sala 2018an de bi navê Klamên Yêrêvanê albûma Mecîdê Silêman bi tevî Zadina Şakir derdixe. Tê de klamên naskirî Sêmlo, Wez Teyr im, Berbenî, Gazî Dikim, Lê Gidiyê, Tencorê, Bejnê û gellek klamên din cih girtine.
Dixwazim bi helbesta wî ya Kurdistanê dilê we şa bikim ku hûn lê binêrin dengbêjekî zîrek û wêrek çawa bi helbestvaniyeke serkeftî rihê me aram û geş dike.
Welatê me Kurdistan e
Welatê me Kurdistan e
Cîh û meskenê me Kurdan
Welat me re rûh û can e
Milet tê de bira ne
Welatê me pir şîrîn e.
Temam mêrg in û zevî ne
Qîz xortê wê tev cindî ne .
Eslê xwe ve Horî ne.
Kurdistana me zeynet e .
Cimaeta wê pir hurmet e.
Temam qedir û qîmet e.
Welat me re cinnet e.
Kurdistana me rengîn e.
Karxana ve ew zengin e.
Şaîr Mecidê Silêmîn e.
Ev xeber hev anîne.
Di vê malbata şareza de nifşa sêyemîn ku bi hunermendiya xwe deng vedaye dengbêj Sîsa Mecîd e. Sîsa Mecîd di sala 1960an de li gundê Demirçiyê yê nehiya Masîsa Ermenîstanê welidiye. Di biçûkanî û ciwantiya xwe de bi stran û klamên dengbêjiyê mezin dibe. Bi dengê xwe yê wek bilbilan bala civatê dikişîne. Bavê wê Mecîdê Silêman di 16-17 saliya wê de, keça xwe dibe Radyoya Rewanê cem serokê radyoyê Xelîlê Çaçan û dengê wê dide qeydkirin.
Sîsa Mecîd bi Evdirehmanê Eylazê Hecîsilêman re dizewice. Du kur û qîzeke Sîsa Mecîd hene. Mêrê wî çend sal berê çû dilovaniya Xwedê.
Bi giştî di klamên gotî de hunermendê naskirî Xelîlê Evdila pê re li meyê xistiye. Klamên ku gotine bêhtirîn ji nivîskar Eliyê Evdilrehman hatine sêwirandin.
Sîsa Mecîd di 21-10-2019an de li gundê Aşîbûlakê yê bajarê Alma-Ataya Qezakîstanê jiyana xwe ji dest dide. Cenazê wê bi beşdariya girseyeke qerebalix li goristana kurdan a li Gundê Aşîbûlakê tê veşartin.
Sîsa Mecîd zêdetirîn bi klamên xwe yên Bavê Koroxlî, Were Malo û Memed Kanî tê naskirin. Kom muzîk bi navê Klamên Yêrêvanê / Kew Helûn albûmeke wê bi tevî Karapetê Xaco derxistibû. Tê de klamên wekî Bilbilo, Kew Hêlun, De Yoyo, Ha Berde, Were Lolo Siwaro, Hey Kalê, Heylo Şênî cih girtibûn.
Sê nifş, sê deng, sê jiyan, malbateke jîr û şareza, bi hezaran bîranîn, xebatên dûr û dirêj û jiyanên watedar. Mihemedê Siloyê Miho bi şoreşgerî û dengbêjiya xwe, kurê wî Mecîdê Silêman bi dengbêjî û helbestvaniya xwe û qîza wî Sîsa Mecîd bi hunermendiya xwe di çand û dîroka Kurdan de cihekî taybet digirin. Eşkere ye jiyaneke bi vî awayî nakeve para her malbatê.[1]