图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,128
图片
  107,090
书籍
  19,904
相关文件
  100,374
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,365
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,834
هەورامی 
65,816
عربي 
29,124
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,876
English 
7,303
Türkçe 
3,587
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,132
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,247
MP4 
2,381
IMG 
195,723
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê

Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê
Qulingê Birîndar: #Seyadê Şamê#
Nivîs: #Mihyedîn Nahrîn#
Seyad, li Bazîda bajarê Agirî di sala 1922yan de tê dinê. Ew zarokê ewil yê malbatê ye. Zaroktîye wî di ber sîya Serhildana Agirî û komkujîya Zîlan de derbas dibe. Ew yek têsîreke mezin lê dike.
Dengbêjê me di dewrek wisa de tê dinê ku li her alî şer heye û dewlete nû ya Kemal Paşa bi êrîşan Kurdê reben bê cih û bê war dike. Di wê dewrê de hem Kurdên sunnî, hem yên şîa û hem jî yên Êzîdî ji cihê xwe dibin û bi awayekî mecbûrî xwe li sînoran dixin û diçin welatên xerîbîyê.
Yên ku ji welatê xwe koç nekirine jî bi awayekî zorê ji wan bac dihat stendin û bi vê rê Kurd ji malê xwe dibûn û xizan dibûn. Yên xizan jî dibûn di heman rê de diçûn xerîbîyê.
Di sala 1940î de Seyad ji ber xizanîyê lê dixe ku herê Îranê. Li ber sînorê Îranê Seyad tê girtin û wî diavêjin zindanê. Li zindanê Erziromê nêzî salekê girtî dimîne. Di wextî girtîbûna wî de malbata wî ji ber doza welêt tên sirgûnkirin. Berê malbata wî ji Agirî didin Çorûmê.
Wê dewrê, welatê Serhedê bi xebatên xwe yên welatparêzî li pêş bû û ev yek li xweşa dewleta nû nediçû. Heta ji dewletê dihat yan ew dikuştin, yan ew sirgûn dikirin û yan jî bi bacên giran ew xizan û feqîr dihiştin. Bi her awayî Kurdên ku ji kuştinê xilas dibûn derîyê xizantîyê li ber wan bi destên dewletê vedibû. Vedibû ku carek din ji bilî ziktêrkirinê tiştekî din (azadî, welat..) nefikirin..
Dema Seyad ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide Alacaya Çorûmê. Demekê li wir, li cem malbata xwe dimîne. Di vê navberê de ew bi yara xwe re sozê didin hev ku ji bilî hev bi kesekî/a din re nezewicin. Diçin û Zulfînazê dixwazin û daweta xwe dikin. Şeş mehan bi hev re jîyana xwe par dikin. Lê Beko ji dinê xilas nabin.
Hîn salek li ser zewaca wan re derbas nebûyî Seyad careke din tê girtin. Vê carê bi sûcê sîxûrîyê ew tê tawanbarkirin û wî careke din dişînin girtîgeha Erziromê.
Li Erziromê sê salan di girtîgehê de dimîne. Di navbera van sê salan de dengbêjê me têkilîyeke xurt bi leşkerekî Bazîdî datîne. Ev têkîlîya wan xurt dibe û wekî Mem û Tajdîn bi hev re dibin destbirak. Çawa Tajdîn ji bo Memî mala xwe şewitandibe, leşkerê Kurd ji bo Seyad birrekekê tîne û teslîmî wî dike. Seyada bi xêrê wê birrekê stûnên hesînî dibirre û fîrar dike.
Seyad vê carê bi siûd e û bi derbekê re sînorê Îranê derbas dike. Wextê seyda dighîjê Îranê sal 1945 e û salek şûnde SSCB lêşkerên xwe dişînê îran ji bo alîkarîyê û kî dikeve ber destên wan, wan dîl digirtin û bi xwe re dibirin Sovyetê.
Dengbêjê deng zîz jî li ber vê pêlê dikeve û li Îranê jî tê girtin, bi leşkerên sovyetê re diçe Sovyetê. Li Sovyetê jî wî dişînin welatê serma yê Sibîryayê. Li wê derê yanzdeh salan girtî dimîne û piştî derketinê berê xwe yekser dide payîtexta Ermenistanê.
Li Rewanê (Yerîwan) bi saya hin hevalên diçe radyoya Yerîwanê. Li wir, ji dengê Seyad û ji şexsîyeta wî hez dikin û teklîf didin ku di radyoyê de dengbêjîyê bike. Yê ku vê teklîfê didiyê Xelîlê Miradov e. Xelîl Miradov berpirsîyarê beşa zimanê Kurdî bû û keyfa wî gellekî ji dengê Seyad re dihat.
Seyad vê teklîfê bi keyfxweşî qebûl dike û di Radyoya Yerîvanê de dest bi dengbêjîyê dike. Kilamên xweş û nazîdar bi saya dengbêjê deng zîz ji Radyoya Yerîwanê difûrin. Bêhn û tama wan kilaman li welat belav dibe.
Seyad, berî ku dest bi strana xwe bike wiha digot: ”Ez im Seyadê Şamê, firarê destê Romê penaberim li Rewanê.”
Cara pêşî pismamê wî dengê wî ji radyoyê seh dike û çawa dengê wî tê guh hema lê dixe û diçe cem malbata wî û ji wan re dibêje ku lawê we nemirîye û hîn sax e. Coşek mezin li malbatê peyda dibe û hemû malbat bi hev re li dengê Seyad guhdarî dikin.
Birayê wî lê dixe û diçe Yerîwanê û li wir kekê xwe dibîne û her du bi hev re vedigerin cem malbatê. Lê heta tên Bazîdê sal dibe 1991.
Wextê Seyad vedigere hemû malbat û cîran li hev kom dibin û dikevin sohbetek giran. Di nava civatê de çavên Seyad bi jinike kinc reş dikeve û ji birakê xwe dipirse: “Ev dayîk kî ye? Min ew nas nekir”
Bira jê re dibêje: “Mala te neşewitiyo! Ew Zulfînaz e, dergîstîya te ye û hîn jî li benda te ye.”
Zulfînaz 49 salan li benda Seyad dimîne lê Seyad li welatê xerîbîyê zewîcîye û xwedî zarok e jî. Seyad şerm dike û serê xwe dixe ber xwe û roja din lê dixe carek din diçe Yerîwanê. Du meh şûn de nameyek ji malabata wî re te. Di nameyê de dinivîse ku Seyad rehmet kirîye.
Veysel, birayê Seyad li ser jîyanê wî berhmekê dinivîsê û navê berhema xwe dike #Seyad Qulingê Birîndar# .
Derhênerê Kurd, Keremo gava vê berhema dilşewat dixwîne di bin bandora berhemê de dimîne. Derhêner xwestîye Seyadê Şamê bide naskirin û li gorî berhema ku Veysel derxistîye jîyana Seyadê Şamê kirîye belgefîlm.
Seyadê Şamê herî bêtir bi strana xwe ya “Esmer Eman” hatîye nasîn. Ev stran li ser Zulfînazê hatîyê gotin. Xwîner hem dikarin vê stranê ji dengê Seyad jî guhdarî bikin û hem jî dikarin ji dengê Îbrahîm Rojhilat guhdarî bikin.
$Gotinên Stranê:$
Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewîcî ez û tu man
Esmer min dî sêlê tîne
Dîlber min dî sêlê tîne
Başê miskê jê dixîme
Îmanê ji kalo pîra distîne
Esmer eman delalê rindê
Vî bajarî ru tenê rind î
Tu bedewa nava gund î
Tu nazika nava gund î
Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewîcî ez û tu man
Sinemaya Serbixwe – sinemayaserbixwe.com
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览563
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | sinemayaserbixwe.com 15-07-2023
相关文件: 1
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 15-07-2023
本文已被审查并发布( کاکۆ پیران )on15-07-2023
此产品最近更新( ڕۆژگار کەرکووکی ):14-06-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览563
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  529,128
图片
  107,090
书籍
  19,904
相关文件
  100,374
Video
  1,470
语言
کوردیی ناوەڕاست 
302,365
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,834
هەورامی 
65,816
عربي 
29,124
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,838
فارسی 
8,876
English 
7,303
Türkçe 
3,587
Deutsch 
1,475
Pусский 
1,132
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
小组
中国的
传记 
4
文章 
3
的地方 
2
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
311
PDF 
30,247
MP4 
2,381
IMG 
195,723
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!