图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,341
图片 105,038
书籍 19,482
相关文件 97,748
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Rîwayet û rastî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rîwayet û rastî

Rîwayet û rastî
=KTML_Bold=Dibistana bilind=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Ji mehan heyva gulanê bû; berfa zozanan diheliya, avên çem û rûbaran boş bûbûn. Sibê zû rabû ser xwe, cotek nan û hinek pêxwarin kir nav paçekê û li çelteyê xwe dagirt. Paşê çelteyê xwe da milê xwe, babê xwe da pişta xwe û berê xwe da Kelha Gurkêlê.
Kelha Gurkêlê li herêma Botan, geliyê Goyan e. Kelhe di navbera sînorê başûr û bakurê Kurdistanê de ye. Di dîrokê de hemû kelhe bi şer û lehengiyan tên nasîn. Lê kelha Gurkêlê li herêma Botanê bi taybetmendiyek xwe ya din jî tê nasîn û bibîranîn. Ava Hêzil û çemê gundê Roboskê li jêrî Kelha Gurkêlê digihêjin hev. Ji serê kelhê heta digihêje avê tehtek bi qasî sêsed metreyan bilind heye. Hindurê vê tehta bilind wekî botekê ye. Bot navê amûrekê ye ku tê de alif didin pez. Hundirê daran tê qewartin, wekî amûra alifxwarina pez tê bikaranîn. Serê vê botê digihêje nava çem.
Li gorî riwayetekê bi sedsalan berê vî camêrê me li jorê behs kirî jî wekî dewama kevneşopiyekê babê xwe daye pişta xwe û berê xwe daye vê kelhê. Piştî kur û bab ji malê derdikevin, kenek li bab peyda dibe. Dike nake nikare kenê xwe rawestîne. Kurê wî yê di xwihdanê de mayî, westiyayî û ji westanê nikare henase bigire ji kenê babê xwe matmayî dimîne. Piştî meşa bi saetan şûn de, êdî hew xwe digire û ji babê xwe dipirse, “babo, tu çima ewqas dikenî? Tu dizanî em ji hev qut dibin, ji ber rêzdariya xwe bi saetane min ji te nepirsî. Lê êdî bese, ka sedema kenê xwe ji min re bêje.”
Kemek maye wê bigihêjin kelhê û ber bi nîvro ye. Zilamê kal keserek kûr dikişîne û ji kurê xwe re dibêje, “ez bi xwe û te dikenim kurê min. Heta niha ti mirovî nekariye ji pîrbûn û kalbûnê bireve. Min jî wekî te beriya bi salan babê xwe da pişta xwe û anî heman cihî. Îro te ez dame pişta xwe, ev bi saetan e tu min hildigirî û dibî Kelha Gurkêlê. Dema ez ciwan bûm min ev nezanî, lê niha ez bi halê xwe û te dikenim. Ji bîr neke, wê sibe kurê te jî te bide pişta xwe, paşê neviyên te kurê te bidin pişta xwe û bînin. Wê bi vî awayî Kelha Gurkêlê hêj bibe cihê gelek serpêhatiyên wekî ya min û te.” .
Li gorî riwayetê hinek qebîleyên herêmê kal û pîrên xwe dibirin û di tehta Kelha Gurkêlê de, di wî cihê wekî botê de diavêtin xwar. Ji bo av wan li ber xwe bibe, piranî heyvên ku av boş, an ku biharê dibirin. Piştî vê serpêhatiyê û şûn de, zilamê ku babê xwe ji bo avêtinê birî, babê xwe paş ve vegerandiye û piştî wê êdî dawî li wê kevneşopiyê hatiye.
Bêguman ev rîwayetek e. Ez di wê baweriyê de me ku rastî tam berevajî vê riwayetê ye. Di serdemên berê de awayên vegotinan mîtolojî ne. Dibe ku ev çîroka seyr li ser nirx û bihaya ezmûna kal û pîran hatibe gotin. Ji bo biçûk bikarin rêza mezinên xwe bigirin, ev çîroka seyr wekî amûra vegotinê hatiye hilbijartin. Ji xwe exlaq û dada civakî ne nivîskî, bi devkî ne û her bûyerek dibe bingeha dayîna rûniştkandina pîvanek exlaqî. Di hemû civakên xwezayî de nirxa ezmûnan bilind e. Bîra civakî bi riya mirovên pîr û kal tê veguhastin û ji ber vê yekê mirovên pîr û kal di civaka me de xwedî nirx û rêzdayîneke mezin in. Tevî pêşketina kapîtalîzmê û gihiştina şêweyê jiyana wê ya hemû deverên cîhanê, di civaka me de pîr û kal di nav avahiya çandî de xwedî gotin in. Di civaka me de bi siyaneta ji mezinan re tê dayîn, biesilbûn û exlaqbûna mirovan tê pîvan û siyaneta ji mezinan re hêj jî cihê pesindariyê ye. Ji xwe dema em li neyîna aramxaneyan an ku di xwe de malên huzurê yên li Kurdistanê binêrin, wê bê dîtin ku tevî hemû êriş û hewldanên tinekirina çanda me, çanda me ya civakî hêj serwer e.
Rastî ev e ku wê rojek bê û em hemû li rastî qonaxa pîr û kalbûnê bên. Ev di jiyê mirovan de qonaxek xwezayî ye û li pêşiya me hemûyan e ger em zûtir nemirin. Ji ber pîrbûn piranî wekî kombûna ziyanê ya di organ, raçînk û şanikên laşê me tê pênasekirin. Di encama van de erzing biçûk dibe, rah diqermiçin, çerm sist dibe, hestî nazik dibin, kirkirk zirav dibin û gihik diwerimin; damar dixetimin û hişk dibin, por spî dibe, windabûna dîtinê çêdibe û hiş û bîr lewaz dibe. Lê yek ji van jî nirx û bihaya mafê bi rûmet jiyankirinê ji dest me nagire û divê negire.
Em van rojan jî qonaxek nazik dijîn û vîrusa koronayê cihan daye ber xwe. Ev vîrus herî zêde bandorê li kal û pîran dike. Nêzîkatiya me ya ji kal û pîrên me re çawa be, wê ev nêzîkatiya nifşên nû ya ji me re diyar bike. Ya rast ti vîrus bi qasî nezanînê zerer û ziyanê nade civakan. Em çiqas di zanebûna çand û pîvanên civaka xwe yên exlaqî de bin, piştgirî û alîkariya hev bikin û van nirxên çanda xwe ya civakî biparêzin, wê civaka me ewqas tendirust bimîne. Bi vê wateyê çîroka jor xwedî wateyeke mezin e. Dibe ku ji bo zarokan çîrok be, lê di rastiyê de ji bo mezinan wane û dîrok e. Bi hêviya em pîr û kalên xwe, bîra civaka xwe biparêzin, nirx û rûmeta wan biçûk nexin, rojên şad û tendurist hêvî dikim ji bo hemû mirovên nirx û rûmeta mirovbûnê diparêzin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览511
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 07-04-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览511
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,341
图片 105,038
书籍 19,482
相关文件 97,748
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!