图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章 527,901
图片 106,867
书籍 19,831
相关文件 99,896
Video 1,459
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,943
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,018
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,694
فارسی 
8,746
English 
7,186
Türkçe 
3,577
Deutsch 
1,469
Pусский 
1,123
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
MP3 
311
PDF 
30,036
MP4 
2,360
IMG 
195,167
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nasname û vîna xwedayî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nasname û vîna xwedayî

Nasname û vîna xwedayî
=KTML_Bold=Nasname û vîna xwedayî=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Meha remezanê di çanda îslamê de wekî meheke pîroz tê pênasekirin. Bi wateyeke din meha xwe paqijkirina ji guneh û heramiyan e. Ango bi wateya rast qonaxa empatiyê, hewla fêmkirina kesên beramber, li beramber afirînerê mezin û pîroz platformeke rexnedayînê ye ji bo hemû bawermendan.
Hemû rêûresmên wekî rojî, nimêj, fitir, zekat û hecê bi vê armancê tên kirin. Ango xeletî û nebesiyên xwe bi rêya başiyan xwestina lêborîn û xwe di warê manewî de pak û paqijkirin, armanca van rêûresman e. Li gorî baweriya ola îslamê, tu mirov ji ber nijad û neteweya xwe, reng û zayenda xwe, ziman û çanda xwe û cudahiya xwe ne tawanbar e û afirînerê hemû zindeweriyê xweda ye.
Bi zanîna van xalên jor, em dikarin hinekî li nasnameya xwe binêrin. Wekî zindî em xwedî nasnameyeke hevpar in; mirovbûn. Zayend, nijad, reng û çermê me rastiya me ya ku em hemû ji hiş û giyan pêk tên naguherîne. Di hemû mirovan de zagona pêkhatina hiş û giyan hema wekî hev dixebite û li gorî hemû baweriyên olî ev berhema afirîneriya xwedayî ye.
Di roja me ya îroyîn de, yek ji xalên herî girîng û li ser tê sekinandin nasname ye. Ji ber li gorî pisporên mijarê, nasname taybetmendî û çawaniya kesî nîşan dide. Di heman demê de ferq û cudahiya kesî datîne holê. Bi wateya giştî hemû taybetmendiyên kesî di nav xwe de dihewîne. Bêguman, ev mijarek dorfireh e û dîsa li gorî kesên bi vê mijarê re eleqeder dibin, gelek nasnameyên mirovan hene. Mirov bi rêya nasnameyê bi civaka derdorê re têkiliyan saz dike û ahengekê pêk tîne.
Yek ji van nasnameyan nasnameya mirov a genetîk, nijadî ye. Ev bi serê xwe û li derveyî îradeya mirov pêk tê. Her wiha nasnameyeke mirov a çandî jî heye. Di nasnameya çandî de faktora herî girîng ol e. Ol ne tenê cîhana baweriya mirovan, bandor li jiyana civakî û çandî ya mirovan jî kiriye. Ji komika herî biçûk malbatê bigire heta hiqûq, siyaset û têgihiştina aboriyê jî bi awayekî berfireh bandor li wan kiriye û teşe daye wan.
Di ser van nasnameyan re jî nasnameya neteweyî heye. Wekî tê dîtin di ser nasnameya me ya mirovî re gelek nasnameyên xwedestî hatine barkirin. Di avakirina van nasnameyan de rola sereke ya çandê ye.
Her wiha di serdema me de ku serdema modernîteya kapîtalîst e, nasnameyeke di ser van nasnameyan hemûyan re jî heye; nasnameya mirov a aborî. Di vê pergalê de hema bêje pere rola pîroziya xwedayî girtiye ser xwe û nirxa mirovbûnê bi asta aborî tê pîvan. Bêguman, ev tiştên me li jor destnîşan kirin hemû jî vîna xwedayî ya di çêbûna van tiştan de paşguh nake li gorî baweriyên olî. Ji ber li gorî hemû baweriyên olî, zilikek biçûk jî bêyî vîna xweda nalive û her tişt bi vîna xweda pêk tê.
Ger mirov bi vê rastiyê bawer be, wê demê nabe kes ji ber tu nasnameyek xwe bê tewanbarkirin. Tawanbarkirina mirovan ji ber nasnameya wî/wê redkirina vîna xwedayî lidijderketina wê vînê ye. Wekî mînak, îro bi hezaran kurd ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê di girtîgehan de ne. Ji ber heman nasnameyê zilm û zorî li me kurdan tê kirin; girtin, îşkence, kuştin, derbederkirin û hemû kiryarên li dijî pîvanên mirovatiyê yên li ser civaka kurd tên meşandin di bingehê de xwe dispêrin dijberiya li hember vê nasnameyê. Gelo ger kurd ji aliyê xweda ve hatibin afirandin, ne mafê kurdan e ku heyîna xwe azad bijîn? Çand û ziman, civak û nirx, bi kurtî înkarkirina hebûna kurdan nayê wateya lidijderketina vîna xwedayî? Di cihekî de te haşayî li afirîneriya xwedayî anî û te qebûl nekir ku yên ji aliyê xweda ve hatin afirandin bi orjîna xwe bijîn, ev nabe destkariya li vîna xwedayî?
Ji ber tu mirov beriya ji dayik bibe nikare bêje divê ez bi vê zayendê, ji vê nijadê, endamê vê civakê, çand û neteweyê, vê çîn û baweriyê ji dayik bibim. Wê demê ji ber van nasnameyan tawanbarkirin, mezintirîn guneh û tawan e li beramber baweriya bi xweda. Ji ber van nasnameyên kes, kom û civakan zilm, zorî, girtin, kuştin, asîmîlasyon, derbederkirin an jî mecbûrî haşayî anîna li nasnameya xwe ya hiştin jî haşayî anîna li heyîna xweda ye. Nasnameya mirovekî her çi dibe bila bibe wekî sedema tawanbarkirin û çewisandinê dîtin, haşayî li heyîna xweda anîn e. Di heman demê de, ji ber daxwaza hinekî din xwe înkarkirin jî tê wateya înkara xweda. Ango bi qasî yên zilmê li ser van nasnameyan pêk tînin gunehbar in, di heman demê de yên li ber vê zilmê serî ditewînin, vê zilmê erê dikin, haşayiyê li nasnmaya xwe tînin jî ji rêya xweda derdikevin, dibin şirîkên tawanbaran û gunehan dikin. Ji bo kesên wisa tu mehên pîroz, rêûresmên olî nikarin tawan û gunehên wan paqij bikin.
Parastina rûmeta xwe ya mirovbûnê, bawermendiya rast, di serî de rêzdayîna cudahiyên xwe, xwedîderketina li hebûn û nasnameya xwe, cudahî wekî fermana xwedayî dîtin û pîrozbûna wê parastinê ve gengaz e. Nexwe zayenda xwe, nijada xwe, çanda xwe, zimanê xwe, baweriya xweînkarkirinê, di rastiyê de radestbûna evdan û înkarkirina xweda ye. Bi zanebûn an bi nezanî haşayî li xweda anîn, heyîna xweda bi cudahiyan ve afirandî red kirin, hewla guhertina vîna xwedayî, tê wateya nepejirandina vîna xweda û destwerdana li vîna xwedayî. Bi vê wateyê, zayendperestî, olperestî, nijadperestî, dijberiya ekolojîk, dagirkerî û mêtingerî, înkar û faşîzm hemû destwerdana li vê vîna xwedayî ye. Li dijî van bêdeng mayîn û pejirandin, serî tewandin û ji ber berjewendiyên cuda erêkirin jî bi heman wateyê ye. Lewma wekî pêdiviya bawermendiya rast, divê di bin her şertî de mirov li hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya xwe xwedî derkeve. Di heman demê de rêz bide cudahiyan, cudahiyan ji ber vîna xwedayî wek dewlemendî bipejirîne û azadiyê wekî pîvana sereke ya baweriyê bibîne. Wekî encam bawermendiya rast, li hember her awayê zilmê û zaliman têkoşîn û raberkirina helwestê ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览575
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 21-04-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):31-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览575
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章 527,901
图片 106,867
书籍 19,831
相关文件 99,896
Video 1,459
语言
کوردیی ناوەڕاست 
301,943
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,018
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,694
فارسی 
8,746
English 
7,186
Türkçe 
3,577
Deutsch 
1,469
Pусский 
1,123
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
45
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
MP3 
311
PDF 
30,036
MP4 
2,360
IMG 
195,167
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!