图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,312
图片 105,706
书籍 19,690
相关文件 98,576
Video 1,419
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Divê em bitirsin carna
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Divê em bitirsin carna

Divê em bitirsin carna
=KTML_Bold=Divê em bitirsin carna=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Erê delala min dizanim wê jiyan bibe jan
Bibe goristana xewnan ev bajarê bibirq
Li vî bajarî wê herkes gora xwe bikole
Û bibe fermana xwedayî xwekuştin
Dizanim ger carek din em hev bikujin
Wê êdî ti caran têr nebe ji xwînê ev xak
Miriyên me wê pirtir bibin ji saxan
Dê şevên me yên nazdar ber bavêjin
Û dilê me li kefenan bê pêçan her roj
Ka bipirse ma kurdek heye ku nezane
Ji êşa qolincan binjan dibin kenên me
Ji êşa vê birînê ye diqurçifin şadiyên me
Û xwîn digirîn kanî, çem û robarên me
Ev rêzikên li jor naveroka gotinên dayikek ji bajarê Silêmaniyê ye. Dayikeke ku kurê xwe di şerê navxweyî de ji dest dayî. Dayikek ku êş û azara şerê navxweyî ji êşa kezeba xwe dizane. Di be ku li hinek cihan bilêvkirina hinek gotin û peyvan ne ewqas giran be û wateya wan razber be. Lê li devereke wekî başûrê Kurdistanê ku di şerê navxweyî de windahiyên mezin daye, îhtîmal û gotina şerê navxweyî jî tayek giran dixe dilê mirovan. Ji ber ev gotin bîranînên bi jan tîne bîra mirovan, şênber e li ser vê xakê.
Ev demek e li herêma Zînî Wertê bûyerên diqewimin û civaka me dixin nav tirsê, hêj dewam dikin. Tevî bangên gelek rêxistin, sazî û dezgeh, rewşenbîr û hunermendên kurd jî hêj pêngavek ku tirsa xistî nav civaka me ji holê rake nehatiye avêtin. Li ser bangên hatin kirin ji Koma Civakên Kurdistanê KCK û Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bersivên erênî hatin dayîn. Di daxuyaniyên ji aliyê KCK û PKK’ê ve hatin dayîn de daxwaza diyalogê û bangên sazkirina yekîtiya neteweyî ya kurd hatin ziman. Lê mixabin hêj bersiva van bang û daxwazan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye dayîn û metirsiya şer ji holê ranebûye.
Lewma bi rojane ev tirs bûye wekî badarê û xwe li dilê mirovên welatperwer, dilsoz û jiyanhez dipêçe. Lê ya rast ne şerm e mirov bitirse, bi taybetî dema mijar dibe hevkujiya kurdan, xwekujî an ku birakujî. Ji ber hêj devê birînên me yên di encama şerê xwekuştinê de vebûyîn qalik negirtine. Ji vê ye xewnên bajarên me yên bi birq, kenê li ser lêvên me, şadî û coşa jiyana me tê û li çelakê pirsek dijwar dialiqin; gelo dibe ku cardin ev jan xwe berde dilê gelê kurd û birînên nû li giyana mirovên vê xakê bên vekirin? Gelo dibe ku cardin partî û rêxistinên kurdan berê çekên xwe bidin hev û keyf û kenê neyarên vî gelî bi xwe bînin?
Erê em kurd bêtîrs û zîrek in. Di şeran de leheng û wêrek in. Ev yek ji aliyekî ve cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo me kurdan. Ji dîrokê heta îro tişta herî zêde pesnê kurdan pê tê dayîn ev e. An ku wêrekiya kurdan a di şer de ye. Lê divê em bitirsin carna. Em ji çi bitirsin; ji hevkuştinê, ji polîtîkayên dikevin xizmeta neyaran, ji hewlên parçekirin û dûrxistina me ya ji hev, ji neguhdarkirna hewar û gaziyên me yên yekitî û hevgirtinê, siyaset û nûneriyên şaş ên ku di vê sedsalê de ji ji bo berjewendiyên biçûk koletî, kuştin û mirinê bikin para me. Bi kurtî hemû hewldanên li dijî têkoşîn û berxwedana me ya bi sedsalan, hêvî û xeyalên me yên azadiyê û hemû polîtîkayên zerarê didin destkeftên têkoşîna gelê me yên di encama berdêlên giran de hatin bidestxistin. Lê divê tirsên me berê me nedin bêdengiyê, berê me nedin bi neçarî pejirandina hinekek sepandinan û em ji her demê zêdetir li hemberî xwediyên van kiryaran dengê xwe bilindtir bikin.
Ji ber hemû tirs ne ji tirsonekiyê û hemû wêrekî jî ne ji biaqilbûnê tên. Bêtirsbûna me ya li hemberî hevkuştinê wê bê wateya me waneyên pêwîst ji dîrokê negirtine û hevsarê hişê me hêj di destên hinek din de ye. Lê divê em ji vegotina daxwaz û ramanên xwe netirsin. Lewma divê her kurdek li cihê lê dimîne dengê xwe bilind bike, bêtirs û fikar hizrên xwe vebêje. Ji bo vê gelek înîsiyatîfên cuda dikarin bên sazkirin. Derfeteke wekî înternetê di destê me de ye. Bi riya înternetê be jî em hemû dikarin Kongreya Netewî ya Kurdistanê wekî birkekî ya kombûna hizr û ramanên xwe binirxînin, nêrîn û daxwazên xwe bi peyam, name, kampanyayên îmzeyan û curbicur rêbazên din bigihînin kongreyê. Ew jî dikarin dengê me bigihînin hemû partî û rêxistinên kurdan ên siyasî. Helwesta partî û rêxistinan ya li hember daxwaz û ramanên me, wê riya rast a têkoşînê jî nîşanî me bide. Em dikarin bi nêrîn, daxwaz û ramanên xwe, bi dengê xwe siyaseta partî û rêxistinên kurdan di referandumekê re derbas bikin. Wê helwesta rast berê dengên me diyar bike û dengê me jî bikare siyaseta kurd beralî bike. Ji ber em civak in, angaşta wan a bûyîna nûner heye. Bêguman, rola partî û rêxistinan a pêşengiyê heye. Lê di rastiyê de ti rêxistin û partî jî bêyî civakê nikarin bijîn. Wê demê di diyarkirina çarenûsa xwe de divê em xwedî gotin bin û em deng bidin ên ku rêz didin daxwaz û ramanên me.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览544
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 11
小组: 文章
Publication date: 15-03-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览544
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,312
图片 105,706
书籍 19,690
相关文件 98,576
Video 1,419
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!