图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,795
图片 105,228
书籍 19,555
相关文件 97,936
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hesen Polat: Bandora Zimanê Zikmakî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hesen Polat: Bandora Zimanê Zikmakî

Hesen Polat: Bandora Zimanê Zikmakî
=KTML_Bold=Hesen Polat: Bandora Zimanê Zikmakî=KTML_End=

Carna mirov di demek dirêj de bi mijarekê re mijûl dibe, dixweze li ser wê mijarê nivîsekê berhev bike. Dem diherike, wext derbaz dibe, lê nivîs dernakeve holê. Carna jî mirov mîna çeqandina birûskê li ber sedemek bê plan û bê program li ber kompîtûrê rûdine û nivîsek berfireh derdixe holê. Nivîsandin ji bo min tiştek ji gor xwestina min bimeşe nîne. Ger hizir û hestên min xwe dabigirin û êdî di laşê min de hilneyên, min biguvêşînin ku nivîsek li gor dilê min were hunandin.
Li vir pêş deh rojan min nivîsa kek Îkram Ogûz[i] ya di malpera NAVKURDê de xwend. Bala min kişand ku bi kurdî xwendin û nivîsandin ji bo hinek kesan bi qasî nan û avê bûye bingehiya jiyanê. Ji bo zimanên din dibe ku tiştek wusa ne pir bi ecêb e. Lê mixabin tiştek wusa roja îroj ji bo zimanê kurdî ecêb tê dîtin. Em çi bikin, va jî rastiyek me ye.
Roja ku min ew nivîs xwend, ji wê rojê vir ve di mêjoyê min de mijara zimanê kurdî dilivê û nerehet dike. Xwe û zimanê kurdî li ber hev re dibim û tînim, di jiyana xwe de zimanê xwe yê zikmakî hildigirim û datînim. Ango mijar mi rehet nahêle, dixweze were vegotin, nivîsandin. Va jî ji bo nivîsandinê sedemek herî baş e. Lewma li ber kompîtûre rûniştîm û ji we re rêzên xwe berhev dikim.
Di sala 2012an da min nivîsek [ii] xwe de serenceya xwe û zimanê xwe yê zikmakî bi kurtayî aniyê ziman. Min heta heftsaliya xwe bê kurdî zimanek din nedizanî. Me kurdî di malê de bi devkî hin kir û peyîvîn. Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji bo me tiştek bê derfet bû.
Di dibistanê de zimanê tirkî ket nav jiyana min. Tirkî mîna lesara/lehiya avê ez di her alî ve, ango bi xwendin, nivîsandin û peyîvandinê dam ber xwe. Herî dema min a xwendevaniyê dirêj bû, zimanê tirkî jî ez dorpeç kirim. Îmkana/derfeta axaftina zimanê kurdî di bajaran de roj bi roj ji me hat asteng kirin. Li Stembolê di salên zanîngehê de tirkî êdî zimanê min ê 24 saetan bû. Kurdî bi nav re bi çend hevokan an dihat axaftin an jî nedihat. Di van salan de tenê guhdarîkirina mûzîka kurdî ji bo nefetisandina zimanê zikmakî derfetek girîng bû.
Di navbera zimanê zikmakî û zimanên ku bi dû re hatine hinkirin de cûdahiyek mezin he ye. Ev cûdahiya ji aliyê perwedekar û derûnînasan ve cûrbecûr tê diyarkirin. Min ev gor têgihiştina xwe di nivîsa xwe de wusa berhev kiriye: “ Zimanê zikmakî ne tenê ziman e. Ew çavkanî, an jî em bibêjin bîra ramanên, hesteyên/hîsên, nêrînên, rexneyên, rabûn û runiştinên mirov e. Dema zimanê zikmakî baş nehat hînbûn her dem aliyek mirov vala dimîne. Em hemû kurd vê kêmasiyê dikşînin. Kurdên ku bibêjin: “Na em vê kêmasiyê nakşînin” bi qinaeta min kêmasiyên wan ên din hene ku haya wan ji vê kêmasiyê nînin.“
Mirov çiqas zêde zimanan bizanibe weqas baş e. Her ziman pencereyek nû li ber mirov ve dike. Pir kurdên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, bi tekiliyên cîranên xwe yên ne kurd re hinî 2-3 zimanan dibûn. Ew ziman ji bo wan derfetek mezin bû. Lê xwendekarên kurd ên di dibistanên Tirkiyê de bi hinbûna zimanên tirkî nebûn xwedî derfet. Ew zêdetir ji wan re bû astengî. Jiber ku ew têkiliya bi tirkî re ne bi şiklekî însani, mixabin bi şiklekî metînkar hat darxistin. Dema em rewş û pirsgirêkên keseyeta kurdan dinêrin, dibînin ku zordestî û qedexekirina li ser wan di laş û giyanên wan de birînên kûr û fireh peyda kirine. Min bondora ev çewtiyên dibistanên Tirkiyê ên li ser zarokên kurdan di nivîsê de wusa bi kurtahî berhev kiriye:
„Çewtî bi pêvendiyên me yên bi tirkî re derketin ortê/holê. Rast e, mielîmên/mamosteyên me kurd bûn, lê mêjoyên wan tirk. Bi rastî mêjoyên wan çiqas tirk bû wî jî nizanim. Mêjoyek bi destê zor û zilmê were kedî kirin çiqas dikare bibe tirk, kurd an jî tiştekî din? Demekî dû re mêjoyê me jî şêlû bû. Em bi navê perwerdeyê dihatin kedî kirin. Heywanekî vehşî çer tê kedî kirin em jî wer dihatin kedî kirin. Çi tiştên me hebûn, hemû xirab bûn, ger me ew terk bikira. Çi tiştên wan jî hebûn ger me bigirta, ew hemû baş bûn. Di navbera herro û merro de em çûn û hatin. Hinekên me bûn herro, hinekên me jî bûn merro. Lê hinekên me jî qet nebûn tiştek. Qet tiştek nebûn jî dibû ku bihatana qebûl kirin. Lê em bi wê jî neman. Hinekên me bûn bela. Bûn belayên destên dijmin, bûn belayên malbatên xwe, bûn belayên serên xwe.“
Mirov bixweze jî nexweze jî di bin bandora şert û şûrtên tê de dijîn de dimîne. Tu kes nikare bibêje ku ez ji kuderê dibim bila bibim ferq nake, nayêm guhertin. Neguhertin jî şaşitiyek û kêmasiyek e. Lê li kuderê dibe bila bibe ger guhertin ji aliyê mirov ve û li ser bingehiya wî bê ava kirin ku di kesayeta wî de çewtiyên mezin û kûr dernekevin holê, ji bo wî nebin bargiranî û astengî.
Dem îlona sala 1989an e. Ez êdî li Elmanyê me û dixwezim hinî zimanê elmani bibim. Dema di serê xwe de ji wateya peyvek elmanî dihizirim di pêşt de, dema kurdiya wê bizanim, peyva hembera wê ya kurdî tê bîra min. Va tecrûba min serûbin dike. Ma peyvên ku bi salan e ji aliyê min ve nayên karanîn çitor dikanin bi bez û lez ji min re alikariyê bikin? Dû re xwendina min a di warê pedegojiyê de bersiva vê pirsa min da. Bi demê re pê hesiyam ku zimanê zikmakî aramiyekê dixîne dilê min û dibe merhema kul û keserên min. Min çiqas zêdetir xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade kir û bi vî zimanî re rabûm û rûniştim weqas xwe nas kir. Lewmaye ku zêdetir raman, nêrîn û hestên xwe bi vî zimanî pêşkeş dikim ku zêdetir ji xwe re bibim heval.
Mirovê xwe nas neke ji xwe re di şer da ye.
Hesen Polat, 19-12-2018, Stuttgart [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览662
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 19-12-2018 (6 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览662
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,795
图片 105,228
书籍 19,555
相关文件 97,936
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!