图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 521,841
图片 105,577
书籍 19,660
相关文件 98,470
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Têkoşîna ku evîn li dû xwe hişt
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xezal- Neqîb Tarîm

Xezal- Neqîb Tarîm
=KTML_Underline=Têkoşîna ku evîn li dû xwe hişt=KTML_End=
=KTML_Underline=#Roza Metîna# =KTML_End=

Nivîskar Nesîp Tarim ê 27 sal in di girtîgehê de ye bi riya romana xwe ya bi navê “Xezal” a ji aliyê Weşanxaneya Belkiyê ve hatiye çapkirin, ji kevçîka dilê xwe hestên evîn, êş, hesret, zordestî û parastina doza Kurdistanê di mejiyê mirov de zindî dike. Hêza doza azadiyê ya bi ser evîna Elîf û Hesen re tê girtin, wekî taveke tîngermî di rih de serî hildide. Nivîskar heta rûpelê 303’yan ê dawiyê gelek hestan bi xwîner dide tamkirin. Taybetmendiya kesayet û hestên derdikevin pêş jî di nava ahangekê de hatine honandin. Her çiqas tasfîra mekan di mejiyê min de pir zêde rûneniştibe jî… Di romana “Xezal” de ji tasfîra mekan wêdetir taybetmendiyên lehengên romanê bêtir li ber çavên min xuya dibin. Herî zêde jî taybetmendiyên Xezalê.
Xezala ku ji zarokatiya xwe de bi zehmetiyên mezin û li ber destan mezin dibe, bi êşa kezebê bi şiklekî dil diêşîne, koça dawî dike. Di her kêliya jiyana wê de kêf lê diquse. Di navbera zihniyeta feodal û zihniyeta dijminatiya gelê kurd dike de, têkoşîna jiyanê dide. Ew bixwe jî bi gelek tevgerên xwe nîşan dide ku di bin bandora vê zihniyeta feodal de maye. Yek ji derdê wê yê herî mezin jî zewaca kurê wê Hesen e. Bi taybet gelekî dixwaze Hesen bizewice lê belê ew meraq pê re dihere. Çîroka Xezala ku êşa kezebê ne tenê carekê, sê caran dikşîne, dişibe çîrokên gelek dayikên Kurdistanê.
Rolên zayenda civakî
Di berhemên tên çapkirin de rol û risteya li jinan tê barkirin girîng e. Di gelekan de tesîra qalibên civakî derdikeve pêşberî me. Jin di nava van qalibana de tên asêkirin. Her wiha rolên zayenda civakî eşkere xuya dike. Yek ji rolên di nava civakê de li jinê hatiye barkirin, kirina karê malê ye. Di berhema “Xezal”ê de jî karê malê tenê jin dikin. Bi van hevokên di romanê de derbas dibin, em dikarin bi awayekî şênber vê yekê bînin ziman; ”Qewet be keça min. Te ji bo fîravînê çi çêkiriye? Kekên te jî wextî bigihêjin malê.” Di cihekî de jî Xezalê bi gotineke xwe tîne wê maneyê ku karê amadekirina taştê û xwarinê tenê yê jinan e.
Bandora şêx û meleyan
Baweriya bi şêx û meleyan di nava civakê de xwediyê bandorekê ye. Em vê bandorê jî bi awayekî eşkere di vê romanê de dibînin. Xezal ji bo Hesen bizewice diçe gel şêx, dixwaze niviştekê çêbike. Xezal girêdan û baweriya xwe ya ji şêx re wiha tîne ziman:”Xwedê emrê min jî bi ser wî emrê te yê şêrîn ve bike.” Şêx dema niviştê çêdike û dide Xezalê dibêje;”Wê Hesen êdî bizewice.” Bi ser de jî xelata xwe digire. Lê belê Hesen nazewice, ew dibe pakrewanê doza azadiya xwe.
Hêviyên ji bo heman mebestê
Mirov her tim bi hêviyên xwe hilma xwe fireh dike û dixwaze xwe wiha li ser piyan bihêle. Pişta xwe tu carî ji deriyê hêviyê yê tim vekirî nade alî. Mîna Dayika Berfo ya ku bi hêviya wê rojekê Cemîl were, deriyê xwe tu carî nedigirt. Xezal jî tim bi hêviya wê rojekê Hesen vegere, dijî. Çiqas xwarin bihata erdê wê teyfikek xwarin ji Hesen re vediqetand. Nedixwest ew hêviya wê ji derba xwe bikeve. Hêviyên ji bo heman mebestê bi vî rengî di qozîka dil de dîsa dişitile.
Mijar û zimanê romanê
Mijar alav û hîmekî bingehîn ê berhemên nivîskar e. Lê belê her tişt dîsa jî bi mijarê naqede. Hevsengiya di navbera mijar, honandin, bikaranîna ziman hîn berbiçav e. Ya berhemê dide xwendin ev hevsengî ye. Mijara romana “Xezal” rastiya bi salan a gelê kurd tîne pêş çavan. Loma girîng e. Her çiqas ne bê qisûr be jî bi zimanekî herikbar mijar hatiye honandin. Romana “Xezal” bi dest, rih, xeyal, hestên Nesîm Tarim hatiye honandin.
Berg û qalîteya pirtûkê
Tiştekî din ê bala xwîner dikşîne ser pirtûkekê, berga wê ye. Nivîsa li ser berga paş a pirtûkê jî bandorê dike. Ez dikarim bêjim di vê romanê de bergê zêde bala min nekişand lê ez dam fikirandin. Di bin bandora nivîsa li ser berga paş a pirtûkê jî mam. Divê em qalîteya pirtûkê û wêneyê li ser berga paş a pirtûkê yê Nesîp Tarim jî ji bîr nekin. Dema hatim dawiya pirtûkê min dît ku hinek pelên dawiyê ji ber diçin. Ev jî nîşan dide ku di warê qalîteyê de pir ne baş e. Ya din jî li gorî min nivîskar wêneyê xwe li berga paş a pirtûkê nexistiba dê çêtir ba. Ji ber efsûna pirtûkê piçekî qels dixîne.
Hunera şibandinê
Hunera şibandinê estetîkeke cuda li berhema nivîskar zêde dike. Ev jî taybetmendiyeke nivîsandinê ye. Ger di berhemekê de têgeha hunera şibandinê kêm be wê demê mirov vê yekê hês dike û bi dû dikeve. Di romana “Xezal” de ev huner dihat xuyakirin û min ber bi tameke cuda ve kaş dikir.
Têkoşîna ku evîn li dû xwe hişt
Gelê kurd ji bo nasnameya xwe biparêze bi salan li ber xwe daye. Sînga xwe daye ber guleyên dijmin û parastina nirxên xwe, hebûna xwe kiriye. Zilm û zordestiya dewletê ya bi salan di vê berhemê de bûye mijara gotinê. Her wiha serîrakirina Hesen a li dijî vê zilmê rastiya têkoşîna gelê kurd eşkere dike. Bi van çend hevokên di romanê de bandora şer heta rehên di bedenê de li mirov eyan dibe;”Dengê sê balafirên şer û hema di piştre jî dengê firokeke kobra, weke ku bi kêrê bibirin, hê di peyva ewilîn de dengê wê birî. Dengê balafirên şer û firokeyê gurmînî bi ser gund xistibû. Dengê xurmîniyê di guhên ku rûniştî de kir çingînî. Ji tirsan çivîkên li ser darê bi carekê firiyan û çûn.” Lawekî Xezalê yê bi navê Simeîl diçe leşkeriyê, lawê wê Hesen jî tev li refên azadiyê dibe. Dema di pevçûnê de tên hemberî hev, her du jî jiyana xwe ji dest didin. Ev jî parçeyekî rastiya vî şerê bi salan e. Hesenê ku dibe pakrewanê doza azadiya xwe berê xwe ji evîna xwe diguhere. Bêyî ku haya wî ji mirina xwîşka wî Mewlêya Gurçiksor çêbibe, di riya berxwedanê de çavên xwe digire û difire asîmanan. Elîf jî li dû wî baskên xwe li ba dixe. Hesen parastina doza xwe bi ser evîna xwe re digire. Têkoşîna wî evînê li dû xwe dihêle. Loma du hûrguliyên girîng ê vê romanê evîn û têkoşîna ji bo doza azadiyê ye. Doza azadiyê ya ku mijareke jêneger a gelê kurd e. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览416
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 00-00-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):17-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览416
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.15 KB 15-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 521,841
图片 105,577
书籍 19,660
相关文件 98,470
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!