图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,998
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Edebîyata Kurdî û Rexne
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Edebîyata Kurdî û Rexne

Edebîyata Kurdî û Rexne
=KTML_Bold=Edebîyata Kurdî û Rexne=KTML_End=

Yek ji kêşe û arîşeyên sereke yên edebiyata kurdî nebûna rexneyê ye. Rexne bi wateya xwe ya zanistî vêga di edebiyata kurdî de nîne. Edebiyata kurdî bi giştî di krîzê de ye. Krîzê hemû qad û warên rewşenbîriyê li xwe girtine. Edebiyata kurdî bi hemû janrên xwe di valahiyeke mezin de derbas dibe û nivîser û xwînerên xwe jî bêdeng kirine. Piştî serhildanê bi giştî û bi taybetî piştî sala 2003an, edebiyata kurdî qonaxeke baş di warê nivîsandin û çapkirina kitêban de derbas kir û pirtûkên helbest, çîrok, roman, xwendin û şîrovekirina tekstên edebî, qerebalixî di kitêbxaneya kurdî de dirust kirin. Lê ew hemû kitêbên çapkirî bi bêdengî derbas bûn û kesên ku di warê rexneyê de kar dikin û dinivîsin, ji asta pêwist kêmtir, xwe bi kitêb û tekstên edebî re gihandin. Car caran di navendên nivîseran û qehwexaneyên kultûrî û edebî de panel û semîner tên sazkirin û hewl didin ku li kêleka sazkirina semînerên helbestvanî, semînerekê li ser rexneya tekstên edebî jî saz bikin. Lê panelên rexnekirina tekstên edebî bi şermînî û hejarî tên lidarxistin û nikarîbûn cihê xwe di navendên edebî de bigirin. Navendên akademî wek zanîngeh û kolejên taybet bi ziman û edebiyatê jî, mijûlî nîşandana tekstên edebî û rêkxistina tekstên helbestvanî ne û rexne ji bîr kirine û xwe nêzîkî babetên rexne û rexnekariyê nakin. Bi kurtî ez di vê nivîsê de dixwazim balê bikişînim ser wê yekê ku, gelo rexnegirên Kurd nînin? Gelo edebiyata kurdî li gor edebiyata welatên cînar û cîhanê di çi astê de ye? Bi nebûna rexneya cidî wê edebiyata kurdî bigihe ku? Divê ew akademiyên ku bi dehan sal e di navendên zanîngehan de edebiyatê bi awayekî zanistî dixwînin bersiva van pirsan bidin. Lê belê peyveke tenê jî di vî warî de nanivîsin û tiştekî derbarê wê nabêjin. Sal derbas nabe di navendên zanîngehan de, bêyî ku bawernameyên bilind wek master û doktorayê di warê edebiyatê de neyên dayîn. Lê belê wek peqpeqokên avê li wan tê û roj bi roj jî rewşa edebiyata kurdî xirabtir dibe. Tiştê ku heta vêga li ser tekstên edebî bi navê rexneyê hatiye nivîsandin, şêwaza nivîsan û zimanê wan zimanekî rojnamevanî bû. Sedem jî ew e ku kovar û rojnameyên taybet bi belavkirina tekstên edebî û rexneyê nebûn û beşekî zêde yê nivîserên ku tekstên edebî xwendine û rexne kirine, rojnamevan bûn û bi ziman û şêwaza rojnamevanî nivîsandine û wek rexne hejmartine. Ev şêwaza nivîsandinê heta vêga jî berdewam e. Beşekî zêde yê wan nivîsaran jî bi mejiyekî lojîkî û zanistî nayên nivîsandin û jixweber in. Eger rexnekarên edebî yên Kurd bi cidî hewl bidana û kar li ser tekstan bikirana, rewşa edebiyatê nedigihîşt vê asta xirab a niha. Bi kêmanî karîbûn sînorekî ji wan hemû qaşo helbestvanan re deynin ku gotinan bi navê helbestê belav dikin û kovaran dagîr dikin. Bi kêmanî karîbûn du sê serboriyan hilweşînin ku bi navê çîrokê tên çap û belavkirin. Rexnegir û navendên zanîngehan ku taybet li ser edebiyatê kar dikin, diviyabû vê emaneta exlaqî û pîşeyî li stûyê xwe bigirin û nehêlin neheqî li hember helbest û çîrokê bê kirin û rê nedin xwînerê Kurd bi xeletî rengan bibîne û sor wek reş nîşanî me nedin. Berpirsiyariya mezin di peydabûna krîzê di edebiyata kurdî de û nebûna rexneyê di rêza yekemîn de dikeve stûyê wan mamosteyên ku li kolejên edebiyatê yên zanîngehên Başûrê Kurdistanê kar dikin û kar û pîşeya wan taybet e bi lêkolîn û rexneyê. Di navendên akademî de ewqasî mijûlî erdebiyata klasîk û helbestvanên klasîk in, eger nîvê wê ji bo binemayên edebiyata hevçax û teknîka nû ya nivîsandina helbest, çîrok û romanê terxan bikirana vêga edebiyata kurdî hejar nedima û pêngavekê ber bi pêş ve diçû. Neheqiyeke mezin li hember edebiyata hevçax tê kirin ku niha di cîhanê de girîngiyeke mezin dibîne û di heman demê de edebiyata kurdî di nav edebiyata hevçax de tu biha û statûyek jê re nemaye û bûye qurbaniya bi dehan û sedan rexne û lêkolînên klasîk û dubarebûyî. Êdî dem hatiye ku navendên akademî hew xwe terxanî dayîna master û doktora li ser edebiyata klasîk bikin û li hana edebiyata hevçax herin. Nifşê ku niha derketiye holê û mijûlî edebiyatê ye, bi rexne û lêkolînên xwe bidin naskirin û derbarê şêwazên nivîsandina tekstên hevçax û metodên nû yên edebiyatê tiştekî bêjin û binivîsin. Li şûna ku hûn doktorayê li ser rastkirina tîpên navê helbestvanekî klasîk bidin, hewl bidin hûn nifşê nû bi nav û berhemên bi dehan û sedan edîbên hevçax bidin naskirin. Êdî dem hatiye ku em krîza edebiyata kurdî û rexneyê çareser bikin û xwîneran haş bikin.
Bijar Hekîm – Rûdaw [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览829
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 00-00-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览829
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,998
图片 106,359
书籍 19,330
相关文件 97,305
Video 1,399
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!