图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,448
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mîrza Sezek - Mîrza Bargiran
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Mîrza Sezek
烈士

Mîrza Sezek
烈士

$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Mîrza Sezek
Nasnav: Mîrza Bargiran
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Leyla-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 04-07-2023 / Besta

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mîrza li nava eşîra Dudêranê weke zarokê malbateke welatparêz li Sêrtê ji dayik bû. Ji ber derdor û malbata li nav mezin bû bi hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Mîrza ku ciwanekî jêhatî û zîrek bû, heta lîseyê xwend. Dema ku dît, dibistanên dewleta Tirk hewl didin ciwanên Kurd asîmîle bikin û bikin Tirk, tevî ku xwendekarekî erketî bû dibistanên Tirk terikand. Hevrêyê me Mîrza ku ciwanekî xwedî huner bû, ji bezê heta bi pehlîwaniyê, ji voleybolê heta bi tenîsê kesayetekî spotvan ê serketî bû. Di heman demê de ji bo tevkariyê li aboriya malbatê bike ji sewalkariyê heta bi dikandariyê di gelek karên cuda de xebitî. Hevrêyê me Mîrza Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji zarokatiyê ve nas kir û di dilê xwe de xwedî hestên mezin ên welatparêziyê bû. Bala xwe li ser têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd bû. Di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir û beşdarî nava karên ciwanên şoreşger û welatparêz bû. Hevrêyê me Mîrza ku yekî çalak û wêrek bû, dewleta Tirk a mêtinger qirker hewl da karên wî rawestîne û di sala 2010'an de girt. Hevrê Mîrza 6 mehan li zindanê ma, di vê demê de rastiya dijmin û têkoşîna azadiyê ya gelê xwe hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dema ji zindanê derket yekser tevlî nava karên civakî bû. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, sekna xwe ya dilnizm û karakterê xwe yê ji pîvan û nirxên exlaqî li her cihî, bandor li her kesî dikir. Ji dil bawer dikir ku gelê Kurd tenê bi zanebûnê, bi pêşengiya Partiyê xwe bi rêxistin bike, têbikoşe û bi vî rengî dikare azad bibe. Bi vê têgihiştinê tevlî karên rêxistinî bû. Lê belê vê meşa çalak a hevrêyê me Mîrza careke din bala dijmin şikand, sala 2011'an 3 mehan girtî ma. Her ku zext ji dijmin didît û girtî ma hîn bêhtir şareza bû, daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê mezin kir, li dijî dijmin ti carî gav paşve neavêt. Çawa ku ji zindanê derket bêyî ku bikeve nava lêgerînek ji jiyaneke şexsî û li paş vegere, têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir. Di salên 2011 û 2012'an de ku di şerê me yê gel ê şoreşgerî de pêvajoyeke girîng bû, li Sêrtê tevlî kar bû. Lê belê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ku dijminê Kurdan e sala 2012'an careke din hate girtin û 2 salan li zindanê ma. Hevrê Mîrza weke akademiyekê nêzî zindanê bû; da ser şopa Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Sakîne Cansizan, bi vî rengî îradeya xwe xurt kir û weke şoreşgerekî bersiv da. Ti zexta dewleta Tirk nekarî serî li wî bide tewandin, nekarî ji biryara wî vegerînin. Hevrêyê me Mîrza di vê pêvajoyê de biryar da ku êdî bibe şoreşgerekî profesyonel û bû kadroyê Partiyê. Di sala 2014'an de dema ji zindanê derket, weke şoreşgerekî profesyonel tevlî kar bû. Ji karên ciwanan heta bi karên avakirinê yên civakî di her astê de kar kir. Di pêvajoya çareseriya demokratîk de bi rol rabû û karê rêxistiniyê yê gelê me meşand, di nava Konseya Bajêr a Sêrtê de bi erka berdevkiyê rabrû. Dewleta Tirk a qirker hewl da pêşî li hevrêyê me Mîrza bigire û dest bi astengkirina karên wî kir. Hevrêyê me Mîrza ku ev yek dît, fêhm kir ku li qada siyaseta demokratîk êdî nikare kar bike û di 7'ê Hezîrana 2014'an de li herêma Herekolê ya Botanê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Mîrza berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku Kurd bi rengekî azad lê dikarin xwe îfade bikin û bijîn, li Herekolê tevlî nava perwerdeya şervanên nû bû. Kesayetiya wî ya têgihiştî, hişmendiya wî ya ji çanda partiyê, tecrûbeya zindanê û karê ku berê kiribû, kir ku hevrêyê me Mîrza vê vê danheviyê zû tevlî nava jiyana gerîla bibe. Hevrê Mîrza bi gavên bi lez dest bi meşa şoreşê ya li çiyayên Kurdistanê kir, ji Berwarî heta Garisa, ji Herekolê heta Garzanê li gelek deveran kar kir. Hevrêyê me Mîrza ku li ser qadê serwer bû, tempoya xwe bilind bû, bi îrade û meşa xwe ya bi lez, wezîfeya kûryetiyê kir. Gelek hevrêyên xwe ji Botanê gihand Garzanê, ji Garzanê gihand Botanê. Li gel hemû astengiyên dijmin jî kom hemû bi serketî gihand cihên wan. Hevrêyê me Mîrza ev karê ku tecrûbeyeke mezin a gerîla jê re diviyabû, zû hîn bû, bê kêmasî bi cih anî. Hevrêyê me Mîrza ku bala xwe li ser hunera leşkerî bû, di sala 2015'an de li Botanê li ser taktîka sûîqestê tevlî perwerdeya pisporiyê bû. Bi vê perwerdeyê re hevrêyê me Mîrza li ser taktîka gerîla û teknîka şer serwer bû. Bi hêza ji perwerdeyê wergirtî, hevrêyê me Mîrza derbasî herêma Herekolê bû, li dijî êrîşên tunekirinê yên topyekûn ên dewleta Tirk a qirker, mêtinger ku 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî gelê Kurd û Têkşoîna Azadiyê ya Kurdistanê da destpêkirin, bersiv da. Bi xurtî tevlî pêvajoya çalakiyên aktîf bû. Dema ku dewleta Tirk a faşîst bi zêdegavî ji bo qirkirinê êrîşî bajarên Kurdistanê kir, gelê Kurd dest bi berxwedana xwerêveberiyê kir. Hevrêyê me Mîrza jî li Sêrtê ku lê ji dayik bû, mezin bû û bi salan karên şoreşgerî lê meşand, xwe ji gelê xwe berpirsyar hîs kir û tevlî vê pêvajoyê bû. Hevrê Mîrza ku yek ji milîtanên pêşeng ên berxwedana xwerêveberiyê ya Sêrtê bû, ji bo xweparastina gelê me bi pêş ve bibe, bi fedakariyeke mezin xebitî. Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de berxwedana xwerêveberiyê ya li Sêrtê bi tesadûfî li roja darbeyê rast hat. Ji ber ku darbe li tevahiya Tirkiyeyê bû rojev, ev berxwedana pêngavî ya şoreşger a serketî qet nekete rojevê. Lê belê di vê pêngava şoreşgerî de beşeke mezin a bajarê Sêrtê kete destê hevrêyên me, hêzên dewleta Tirk a dagirker derbên giran xwar, gelê Sêrtê moraleke mezin wergirt û bi sedan ciwan li dora hevrêyên me kom bûn. Lê belê piştî ku şerê desthialtdariyê yê li nava sîstema dewleta Tirk gihîşt asteke cuda, hevrêyên me ji bo rê nedin provokasyonan xwe ji bajarê Sêrtê vekişandin. Hevrêyê me Mîrza weke yek ji milîtanên herî çalak û pêşeng ên vê pêvajoya berxwedanê bi rola xwe rabû û cihê xwe di dîrokê de girt.
Piştî ku ji Sêrtê vegeriya li qada Botanê tevlî nava tîmên bi tevger bû. Salekê di nava tîmên bi tevger de ma, fermandarî kir, karên girîng meşand û tevlî çalakiyan bû. Hevrêyê me Mîrza bi wêrekiya xwe ya mezin, bi dilê xwe yê ku tirs nas nedikir, bi pisporiya xwe ya di taktîkên gerîla de, bi jêhatîbûna xwe ya pratîkî di her çalakiyê de diyarker bû. Di Nîsana 2017'an de dewleta Tirk a dagirker li herêmên Kato û Herekolê yên Botanê dest bi êrîşeke gelekî berfireh a dagirkeriyê kir ku bi mehan dewam kir. Artêşa Tirk ku leşkerên xwe li tevahiya Herekolê bi cih kir û bi hemû teknîka xwe ya şer êrîş kir, xwest hebûna gerîla ya li vê derê lawaz bike. Lê belê bi pêşengiya yek ji fermandarên me yên nemir hevrê Egîd Garzan (Mûrat Kalko) ku fermandarê herêma Herekolê bû, li Herekolê berxwedaneke destanî ahte nîşandan û rê ji dijmin re nehate dayin. Li serê çiyayê Herekolê û labîrentên wê dijmin hate rawestandin û kirin ku dijmin windahiyên giran bide. Hevrêyê me Mîrza, ji bo derbê li vê tevgera dagirkeriyê ya dijmin a li Herekolê bixe, tevî tîma bi tevger a ku fermandarê wê bû, derbasî Herekolê bû, kete nava dijmin, bi wêrekiyeke mezin lê da û derbên giran li tevgera dagirkeriyê da. Hevrêyê me Mîrza li vê derê di şer de ji ling û milê xwe birîndar bû. Bi rojan bi tena serê xwe û birîndarî li qadê ma, li gel vê yekê jî xwe ji dagirkeran û teknîka dijmin rizgar kir û xwe gihand hevrêyên xwe. Li Bakur bi derfetên kêm, bi piştgiriya hevrêyên xwe du mehan tedawî bû. Piştî ku rehet bû careke din dest bi wezîfeya xwe kir û berê xwe da Herekolê.
Ji sala 2017'an heta 2023'an li qadên Herekol û Bestayê bi berpirsyariyên mezin rabû, pratîkeke gelekî çalak kir. Hevrêyê me Mîrza li çiyayên Botanê 9 salan bênavber têkoşiya. Bi hewldan, biryardarî, daxwaz û îradeya şoreşê ya mezin a ku di kesayetiya xwe de afirand, her astengî ji pêşiya xwe rakir. Hevrêyê me Mîrza di nava şert û mercên herî giran de bi derfetên kêm şoreşgerî kir û têkoşiya. Ji ber ku xwedî hişmendiya bilind a partiyê bû, îdeolojiya Rêbertî nas kiribû, bûbû xwedî rêbaz û tempoya Apoyî, bû fermandarekî serketî. Bû tirsa dilê dijmin ku dixwest Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê ji Bakur biavêje. Bû afirînerê çalakiyên serketî û têkoşîna encamgir. Hevrê Mîrza derfet nedît ku li akademiyên leşkerî tevlî perwerdeyê bibe, lê belê her kêliya jiyanê ji xwe re kir perwerde, bihê her kevirî û darê ji xwe re kir akademî. Di her kêliya jiyanê de xwe li ser bingeha îdeolojiya Rêbertî perwerde kir. Timî dilsozê bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bû, tecrûbeya ku ji wan wergirtibû ji xwe re kir bingeha meşa xwe ya şoreşê. Hevrê Mîrza bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, Rêbertî, gel û têkoşînê her kêlî, her saet; 9 salan di nava şert û mercên Bakur de gerîlatî kir, fermandarî kir. Milîtanê Apoyî yê bi rengekî derwêşane jiya, fermandarê leheng hevrê Mîrza 4'ê Tîrmeha 2023'an li Bestayê di êrîşa dijmin de tevî hevrê Bengîn şehîd bû.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览227
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 18-07-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Sêrt
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 92%
92%
添加( ئەڤین تەیفوور 18-07-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on19-07-2023
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览227
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,448
图片 105,226
书籍 19,478
相关文件 97,493
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!