图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 522,738
图片 105,764
书籍 19,697
相关文件 98,620
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dilsoziya Viyan Soran
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Viyan Soran

Viyan Soran
=KTML_Bold=Dilsoziya Viyan Soran=KTML_End=
Viyan Soran ji Ocalan re: Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim.
#Viyan Soran# ji Ocalan re: Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim.
Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) sala 1997’an li gel xwişka xwe biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Malbat dixwaze vegerîne û li ser vê Viyan wiha dibêje: “Ez bi ti awayî bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku daxwaza xwe ya azadiyê lê bi cih bînim.”
Viyan Soran bi nameyên li pey xwe hiştibûn bang li Gelê Kurd ê welatparêz û taybet Başûrê Kurdistanê kiribû ku Rêber Abdullah Ocalan biparêze û xwedî li têkoşînên parçeyên din ên Kurdistanê derkeve.
Şehîd Viyan Soran di nameya xwe ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan de wiha dibêje; “Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye. Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pirr eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Ez jî mîna şagirteke we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de weke jinekê dilsoziya xwe ya bi we re nû bikim û bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mêjî û dilên qeşagirtî yên şaristaniya civaka çînayetî.
=KTML_Bold=Ev çalakiya min rexnedayînek e=KTML_End=
Rêberê min! Ev çalakiya ku ez lidar dixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê wê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku bîrdoziyê di kesayetiya we de tune bikin û nehêlin. Lê ez vê pirr cidî nagirim û wekî îdîayeke pirr vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn.
Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û paradîgmaya nû de nîşan bidim. Pirr kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; 'Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di rêya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira'.
Niha jî di nava vê bêdengiya mirinê ya li Başûr de, dixwazim wek jineke ji Başûr pirr kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên te bidim. Pirr şad dibim ku encameke serketî bi dest bixim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pirr bêriya te dikin, pirr bêriya te dikin…”
=KTML_Bold=Divê her roj bi wêrekî û watedar be=KTML_End=
Soran di nameya xwe ya ji bo hemû gelê welatparêz û leheng jî bal biribû ser van xisûsan; “Gelê Kurd daye îsbatkirin ku gelekî leheng û fedekar e. Tevî hemû siyasetên înkar, Ereb, Tirk û Farskirinê li gel hemû kêmanî û nebesiyên xwe gelê me xwe parastiye û ji dîrokê nehatiye jêbirin.
Gelê Kurd û jinên Kurd divê ji bo azadiya Rêber Apo bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşîn bike, tenê bi dirûşmê nemîne û têkoşînê xurt bike. Ji bo wê divê her roja me mîna 15-02-1999’an bi cesaret û watedar be, bi zanabûn û rêxistinkirî be.
Ji bo xeta parastinê ya ku ziyanê nede yekîtiya gelan, ji bo xwîn nerije, di çarçoveya çalakiyên demokratîk û berxwedana gel de, hemû ciwan, jin-mêr divê her yekê mîna gerîlayekê berê xwe bide çiyan, mafê bersivê ya li bajaran tenê bi hêviya gerîla ve nehêle.”
=KTML_Bold=Divê Başûr Rêber APO îradeya xwe bibîne=KTML_End=
Peyama Viyan Soran a ji bo gelê Başûr a xwedî li Ocalan û tevgerên din ên Kurdistanî bê derketin: “Ya îro li Kurdistanê hatiye bidestxistin, pêşketinên ku we welatparêzan kêfxweş dike bi berdêl û qûrbaniyên giran ên mîna Helebçe, Enfal, koçberî, mirin û talanê hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê ji bo parastina vîna gelê Kurd, pêşxistin, demokratîkirina Iraqê, pêşxistina sîstema demokratîk, erkek mezin dikeve ser milê her ferdekî Kurd ê bi şeref û keramet. Ji ber vê ya herî girîng ew e ku gelê me van destkeftiyên mezin bi hestyarî biparêze û pêş bixe.
Li ser vê bingehê bang li hemû Kurdên Başûrê Kurdistanê dikim ku li ber şoreşa Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û bi bêperpirsyar nebin. Ji ber ku bêdengî tê wateya mirinê. Wê bibe sedem ji destçûna destketiyên li Başûrê Kurdistanê. Ji ber vê yekê jin, zarok, ciwan, kal û rewşenbîr tev bi hev re, referandûma demokratîk û Rêber Apo biparêzin, wî weke vîna siyasî qebûl bikin. Di vê mijarê de baweriya min bi berxwedana gelê me heye.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览375
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurmanci.ozgurpolitika.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 文章
Publication date: 01-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 故事
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئەڤین تەیفوور 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览375
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 522,738
图片 105,764
书籍 19,697
相关文件 98,620
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!