图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,702
图片 105,802
书籍 19,377
相关文件 97,476
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Sîdar Erol - Robîn Avent
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sîdar Erol

Sîdar Erol
$Agahiyên şehîd:$
Nav / Paşnav: Sîdar Erol
Nasnav: Robîn Avent
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dê – Bav: Kiymet – Reşît
Dem û cihê şehadetê: 25-03-2023 / Zap
$Kurtejiyana şehîd:$
ROBÎN AVENT
Rêya hûnandina jiyaneke azad û watedar, xwe bi dana armancê ya fedaiyane pêkan e. Li dijî êrîşên dijwar mirov encax bi berxwedaneke di lûtkeyê de bibe bersiv. Rêber Apo ku PKK afirandiye, gelê Kurd ê rû bi rûyê qirkirinê vejandiye û jê gelekê şervan û serhildêr çêkiriye. Gelê me, têkoşîna şehîdên me ku ji bo pêşerojeke azad û rûmetyar bi xwîna xwe destan nivîsiye, daye ber dilê xwe û PKK ku partiya şehîdan e, di heman demê de bûye pênaseya vîna azad a gelê me yê welatparêz.
Têkoşîna me ya dîrokî ku Rêber Apo wek ku bi derziyan bîrê bikole, hûnandiye, li Kurdistanê kevneşopiyeke berxwedanê ya nû afirandiye û zarokên egîd ên gelê me her dem berê xwe daye nav refên têkoşînê û nehiştiye navbir li vê kevneşopiyê bikeve. Hevrêya me ku li Wanê çêbûye, bi mîrateya berxwedanê ku PKK’ê ava kiriye, mezin bûye. Dewleta Tirk a mêtinger ku nekariye ber li Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bigire, wek her car serî li rê û rêbazên girêj daye da ku xeta berxwedanê ku li Kurdistanê bi pêş ve çûye bişikîne. Dewleta Tirk ku bi hezaran mirovên me yên welatparêz qetil kirine, bi deh hezaran gund şewitandine û talan kirine, xwestiye çekan bide gelê me ku bi me re şer bikin, ji ber ku gelê me qebûl nekiriye, gelek caran êrîş li gelê me kiriye. Malbata Robînê ku salên 90’î cerdevantî qebûl nekiriye, ji mejbûriyê ji Payîzavayê koçê nava Wanê kiriye. Hevrêya me ku ji eşîra berxwedêr Hacanan e, ji malbat û der û dora xwe PKK ji zû ve nas kiriye. Ji malbat û der û dora hevrêya me ku kes tev li nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne û hin jê bûne şehîd, rastiya şehîdan têkoşîna efsaneyî ya PKK’ê ji nêz ve nas kirine. Hevrêya me Robînê, bi xeyalên xwe xayin negeriye û bi ciwanî sonda şervantiya heqîqetê xwariye û xwe daye ber hilanîna heyfa zarok û dayikên Kurd ku digirîn û dikin feryad û fîxan. Sala 2015’an bi her du dotmamên xwe re têv li têkoşîna azadiyê bûye. Hevrêya me li qada Kelareşê gihîştiye gerîla, pratîka xwe ya gerîlatîyê ya ewil li Bakurê Kurdistanê pêk aniye û tecrbûyeke xurt pê re çêbûye.
Di şexsê şehîd Cîger, Şehîd Agir û Şehîd Pale de ku ew li vir nas kirine û têkildarê jiyan û awayê şer ê gerîlatiyê perwerde li ber destên wan dîtiye, armanca sereke ya hevrêya me Robînê ew bû ku bibe liyaqa ked û têkoşîna şehîdên me. Hevrêya me bi pişt re derbasê qada Xakurkê bûye û perwerdehiyên bingehîn bi serkeftin birine serî û li ser asasê girêdayîbûna bi şehîdan ve têkoşiyaye. Ji ber ku girêdayê welatê xwe bû, kîn û hêrsa wê li dijî dagirkeran roj bi roj zêde bûbû. Hevrêya me ku derbasê qada Zapê bû, di têkoşîna dîrokî ya li dijî artêşa Tirk de cihê xwe girt. Zû biz û hîn bûye, tiştên hînî wan bûye, bi hevrêyên xwe re parve kiriye û bi pêk aniye. Wek mîlîtaneke pêşeng a YJA Starê hem di warê bîrdozî hem jî di yê leşkerî de ji xwe re kiriye asas ku bibe şareza û bi perwerdehiyên leşkerî ku dîtine, di taktîkên serdema nû de jî bûye pispor. Hûrbûna xwe ya li ser warê leşkerî neqlê jiyana xwe jî kiriye û bi pergal û dîsîplîna xwe ji hemû hevalên xwe re bûye mînak.
Timî ketiye wê hewilê ku hêj bêhtir tiştan bike, derbên giran li dijmin bixe û keta nava Hêzên Taybet. Bi dîtina perwerdehiyê û xebata di nava Hêzên Taybet de gelek hêz derxist holê. Bi dîtina perwerdehiya akademiyê lêhûrbûna xwe yekcar zêde kiriye û derbasê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bûye û di nava têkoşîna mezin a li dijî êrîşên dewleta Tirk de cihê xwe girtiye. Ji bo parastina hevalên xwe sîngê xwe daye ber êrîşên ku mêtingeran teknîka bi her awayî bêyî sînor bi kar aniye û yeke serkeftî di pêkanîna awayê tîmên bi tevger de. Hevrêya Robînê, tecrûbeya ku ji Siyanêyê girtiye li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî nîşan daye û di pêkhatina taktîkên cur bi cur ên gerîla de keda wê gelek e. Girtina cih di nava Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de ji bo xwe wek şansekê mezin dîtiye û tiştên ketine ser mil bi serkeftin bi cih anîne.
Xeyala wê ya herî xweş ku kiriye ewqas bi xurtî şer bike, ew e ku bi Rêber Apo re li Zagrosan bijî. Pêkanîna xeyalên şehîdan ji bo xwe kiriye erk û armanc. Ji bo gihîştina vê armancê, her gav ked daye. Bi vê gotina xwe bûye xwedana feraset û tevlêbûneke bi tevahî: “Tiştê em pê girêdayîbûna xwe bi Rêbertiyê û şehîdên xwe ve bînin ziman, pratîk û çalakiyên me ne.”
Hevrêya me Robînê, bi pratîka xwe ya di şer de, girêdayîbûna xwe îspat kiriye û xeyalên xwe ku wek erkekê li hemberê şehîdan dîtiye hinek din jî nêzê rastiye kiriye û emanetê me kiriye û bi awayekê fedaiyane berdêla azadiyê bi dana canê xwe bi hez kirin, daye. Erê, li ser vê axê “dara azadiyê bi xwînê tê avdan.” Lê ev xwîn, ne nîşaneya mirinê lê ya vejiyandin û afirandina jiyanê ye. Hevrêya me Robînê, xwe bi heqîqetê re kiriye yek. Yeke jêhatî, dînamîk, bi moral û fedakar bû, daxwaza xwe ya şer û hêrsa tim zindî dihişt, di her xebatê de serkeftin ji xwe re dikir armanc tu teredut û rawestin jê re nîn bû. Jiyan û şerkirina wê bi awayekê fedaiyane bû di xeta serkeftinê ya Zîlanan çargavî meşiya. Hevrêya me Robînê, wê bi mîrateya xwe ya têkoşîna ber me her ronî bike û wê mîrateya wê ya têkoşînê teqez bi serkeftinê bê tacîdarkirin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览292
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfarabic.com/ - 13-08-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 南库尔德斯坦
No specified T3 82:
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 13-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览292
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,702
图片 105,802
书籍 19,377
相关文件 97,476
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!