图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,875
图片 106,232
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -3-
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fermana Şengalê

Fermana Şengalê
=KTML_Bold=Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -3-=KTML_End=
Agît YAZAR
Xelek 3

Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina Çiyayê Bi Por, Çiyayê Sîncarê
....Xwedê dizane di vî temenê xwe yê ku ev 41 sal in ez seyahim, vî qûlê hakîr, Ewliyayê reben li ti dereke din li rez û dahlên wanî bi xêr û bir rast nehatime. Ji tirsa canê xwe, dev ji van hubûbat, rez û goqên xwe berdabûn û tevî zar û zêçên xwe reviyabûn ketibûn şikeftan û xwe di wan şikeftên kûr de veşartibûn; ketibûn zikê erdê. Di wan her şikeftên di bin zikê erdê de, her yek ji wan hezar-duhezar hebî Yezîdên Kurd yên bêîman xwe têde veşartibûn. Tevî jin, zarok, xwarin vexwarin, û alavên xwe yên giranbiha xwe di wan şikeft û stargehên kûr û di bin zikê erdê de veşartibûn.
Me gelek casûsên wan zeft kiribûn, ewana yek yek cîhê şikeftan raber me kir. Wexta Mehmed Emîn Paşa ev çiya dorpêçkiri bû, hingê negihaştibû hubûbatên xwe ji erdê rakin. Me bi wan casûsên hêsîr girtibûn re, xeber ji wan re şand daku werin teslîm bibin. Lê ka! Yekî bi tenê jî teslîm nebûn. Her carê ji bin erdê derdiketin dihatin û bi hezaran tiving bera me didan û diçûn xwe vedişartin. Kêsa me li wan nedihat.
Ev melûnên hanê ji ewila ewil de wanî hîn bûnin. Di çiyan de serî pêre dernakevin. Heta di wexta Sultan Ahmed de, van melûnan li vî çiyayî, Wezîr Nasûh Paşa têkşikandibûn. Hîn jî hestiyên eskerên Osmaniyan kom bi kom li van deran li ser hev in.
Paşa, bi vê yekê dizanîbû û vê rewşa hanê pêta agir berdida dilê wî. Paşê ferman da eskeran, got herin ji jêr sapên garis bînin û li ber devê deriyê şikeftan bikin kom. Eskeran sapên garis anîn li ber devê deriyê şikeftan kom kirin bi qasî çiya û agir berdanê. Paşê kûpên sîrkê anîn berdan ser. Nola ciyagerên pîspor ên kolandinê, ferşên keviran ji ber hev rakirin. Bi Kulungên Ferhadî taht şikandin. Li jora şikeft û sitargan de qul vekirin. Di wan taq û qulan re, agir berdan nava wan. Bi hezaran gurzên garis ji jor de berdan nava wan. Wexta agir bi wan melûnan diket, dibû zarezar qîreqîra wan, jin û zarokên wan.
Û paşê ji kela Mêrdînê bi deveyan şeş heb topên bi erebe anîn. Guleyên topan berdan devê şikeftan. Bi vî awayî melûnên di hundur de telef dibûn.
Û kesên ji kolandinê fam dikirin, bi kulunk, manêre û metqebê taht qul kirin. Şûşeyên kûmbarên destan avêtin hundur. Her kûbarên destan di nava wan melûnên Yezîdên Bi Por de diteqiya, melûn perçe perçe dibûn.
Deriyên hinek şikeftan di jor de bûn. Eskerên îslamê coyên avê dikolan dianîn berdidan nava şikeftên di bin zikê erdê de. Her ku avê didan ser kesên di hundur de, eman dixwestin û bi canilametî bazdidan derve. Li ser vê yekê, ev rêbaz li her derên pêkan pêk anîn.
Û hinek şikeftên ku guleyên topan ew ji hev de xistibún, gurzên garis li ber devê derî dan ser hev û agir berdanê. Ji pare ba li agir dixist. Agirê Nemrûdî, Yezîd di hundur de dikir kebab. Kumbaran jî ji hêlekê de ew perçe perçe dikirin. Keleyên wan ji ber guleyên topan digindirîn û ava diherikîn hundurê şikeftan, ew difetisandin.
Bi kurtasî di roja heftan de, gotin el-eman ey guzîdeya Al-î Osman! û derketin derve. Her yek ji wan bûbû muptelayê derdan, lema ji kunên xwe derketin der.
Ji mezinahiya Tanri, hîn agirê Nemrûd di hundur de vêxistîbûn, xaziyên Misilmanan ketin hundur. Sê roj û sê şevên din jî cî cîna cengê kudand. Eskerên misilmanan bi porên Yezdîdan digirtin û ew kaş dikirin û dianîn. Serê wan ên yên bi por bi şûrên xwe yên tûj, ji qewla şagirtiyên Selmân-i Pak kur kirin.
Neçele neçele Yezîdan wexta dîtin zar zêçên wan, jinên wan teslîm bûn, bi destên xwe çavên xwe derdixistin, neçele neçele ji wan Yezîdan xwe ji zinaran de davêtin xwarê pare pare dibûn, ewladên me neçele neçele bi hezaran jin ú qîzên wan kuştun, gelekan jê ji wan xwe xencer dikirin û xwe dikuştun, xwe davêtin li ser şûr û xwe dikuştun, gelekê wan hîn jî êriş dikirin ya dikuştun yan dimirin, gelekan jî jê ji wan xwe tevî zarokên xwe xwe ji zinarên bilind diavêtin xwarê. Xwîna wan Yezîdan ji ser zinara diherikîn jêr. Înşaleh bi destê Melek Ahmed Paşa heyfa şehîdên Kerbelayê hate sitendin
Bi kurtasî deh roj û deh şevan cengek welê bû, encax cenga Ahmed Paşayê Piçûk ewqas mezin bû. Tam 9.000 kele, 13,600 jin, qîz û lawên Yezîdan hêsîr ket dest.
Û xirxalên zêr û zîv, gerdenk, kulah, qedeh, û sehan û gelek xenîmetên din, ew çend malekî xenîmetè ê pir kete destê me, ne bi ziman dihat hejmartin û ne jî bi qelemê dihat nivîsandin.
Û heft heb Bapîrên wan hat zeftkirin. Ji Dadger û Şêxên wan re digot Bapîr. Wexta destê Bapîrên wan girêdayî bûn, yekî jê ji wan Bapîran xencera Zipir Bulukbaş ê xew ve çûyî ji ber wî dikşîne û ew melûn, Zipir Bulukbaş xencer dike. Bi qasî çav bipistpisge, Zipir Bulukbaş ji heft dera canê wî, birîndar dibe. Hingê Zipir Bulukbaş xencerê ji desta digre û emanê nadê.
Ev Yezîdên melûn Yezîdên Kurd, heta tu bivê ew çend wêrek in. Kafirên bi culhet û mêrxas tevdekên wan ji seyê reş re şujde dibin.
Li yek gundekî wan mescît tineye. Ji zikat, rojî, nimêj, kelîmeya şehadetê û çûyina hecê bê xeber in. Tiriyên wan pir bi av in, ji ber vê çendê, tevdekên wan şerabvexwur in.Qina galgalê, eskerên ji Wilayeta Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û deverên din hatibûn alîkariya Melek Ahmed Paşa, xenîmetên wekî paxir, xwarin vexwarin, dar berên malan, firax zêr zînetên ji şikeftên Çiyayê Bi Por derketibûn, deh roj û deh şevan kişandin, mîna dilopek av ji behrê kêm bibe, mîna tîrêjek ji rojê kêm bibe. Aha ev Yezîd ew çend xwedî mal milkên Qarûnî bûn.
Gotinên dawî ew e ku 1.060 kêse mal, 11 kêse zêrê helal, 3.000 tiving, 300 qumaşê hevrîşim denk ê rengo rengo, 300 heb hêstir, 1.800 piçûk mezin hêsîr û tibabek qumaşên din, gihaşt Melek Abmed Paşa û pê dewlemend bû û Sultanê Uşr-î pêbû(öşr-i sultan değdi)
Ew çend mal û xenîmetên gihaşt Beg, Axa û xaziyên din ên misilmanan, hew Elahê Kerîm pê dizane. Serê her konî û çergede, helbet 5-10 heb jinên xweşik para wan diket. Helbet hinek zilam û jinên din jî yên hêsîr hebûn. Gamêş, hesp û mîhên wan tine bûn. Lê hêstir û bizinên wan pir hebûn...
Têbinî: beşeke din a Ewliya Çelebî heye. Lê seraping tije heqaret e. Ez di erênayê de me ka gelo ez wê beşê li Kurdî wergerînim ya na. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览533
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 28-02-2019 (5 年份的)
Original Language: 土耳其
Publication Type: Born-digital
城市: 辛贾尔
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览533
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,875
图片 106,232
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!