图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çarşemiya Sor
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çarşemiya Sor

Çarşemiya Sor
=KTML_Bold=Çarşemiya Sor=KTML_End=
İbrahim Osman

Cejna Çarşemiya Sor, bi navê din Çarşemiya serê Nîsan ê
Li gorî bîr û bewerî û  kozmogoniya bawermend û cimhata êzdî, roja afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Roja destpêka aştî û aramiya siriştê ye. Gerdûn û aso dizeriqe,  zelal dibe, di wê rojê xweza bi giştî reng û rû diguhere. Nîsan e, dem bihar e. Lewra hêza xwe û xweşiyê bi serdikeve, ya şer û xerabiyê têk diçe. Di vê rojê de bi cejn û şahî ji hêza afrînêr re rêz tê girtin.
Her sal, çarşemiya piştî 13 Nîsanê cejn e. Li gorî salnameya kurmancî ya kevin, ev roj dibe sersal. Ango, sala nû bi vê rojê destpê dike. Ez dixwazim li vir bidim diyarkirin ku di navbera nav û demê de rewşeke mîna nakokî peyda dibe. (Mînak ev e; nav çarşemiya serê nîsanê ye lê belê di çarşemiya siyemîn de tê pîrozkirin. Û ev carnan dibe 20 nîsanê.) Helbet gelek miletên rojhilatî (Wek pers, hindistanî, afgan) û yên ewrûpî jî vê rojê bi heman wateyê lê bi şêwazên cûr be cûr pîroz dikin. Lê dikare were gotin kû ev pîrozbahî, li kîjan parzemînê dibin û çi milet pîroz dikin bila bikin, tev bi armanca xelasbûna ji rojên zivistanê yên dijwar û sarin, û ji bona pêşwaziya biharê ye.
Cimhata êzdî vê rojê çawa pêşwazî û pîroz dikin
Heftiyakê beriya cejnê, lazime hemû cil, berg û nivîn werin şûştin. Mal, hewş û xanî werin malistin û pak kirin. Divê ti tiştekî nepak li derûdoran nemîne. Dakû hêza afrînêr ji wan aciz nebe.
Jin çend roj pêş de bi kêf û hezkirin kulînçe, kilor û kadeyan amade dikin. Lê ya herî girîng, hêkin. Hêk tên kelandin û pişt re bi gelek babetên rengan têne rengkirin. (Ezê sedemên vê li jêr binivisînim) Bi boneya cejnê divê her malek ajalekê serjêbike. Yên ku jê diqedin, yeke çar nig û yên feqîr jî, bi kêmanî yeke du nig, serjêbikin. Ev xwarin, rojekê pêşde tên amadekirin. 
Roja cejnê her kes kincên xwe yên nû û paqij li xwe dikin, xwarinên ku amade kirine dibin û bi hev re diherin geşt û seyranê. Li çolê der, cîran, meriv û nas, hemû xwarinan li cihekî kom dikin. Destpêkê, yên ku ji ber sedemên cûda dilê wan ji hev mane hev dibexşînin, hev himêz dikin û rûdinên li ser sivreyekê xwarina sersalê bi hev re dixwûn. Di heman demê de, vê rûdanê, di navbera ji hevxeyidiyan de dikin wek destpêka pêkve jiyaneke nû. Her wisa jî, di vê rojê de rûpelekî nû vedikin di jiyana xwe de. Pişt re li ber awaza bilûr, def û erbaneyan govendê digrin. Radibin reqs û semayê, dîlan dikin hetanî ku diwestin, bêhal û mest dibin.
Ji bilî van, her maleke êzdî heftiyekê pêş de aleyên sor bi ser mal û xaniyên xwe ve dikin. Ji çol û beyaran kulîlkên rengo rengo yên xwşik û bêhn emberî berhev dikin, axa sor a paqij a berkendalan tînin. Kulîlkan dikin weke çember û hêlînan, axê dixin bin û hêka tê de bi cih dikin û bi ber deriyê xwe ve dikin. Ev jî ji bona rojbûyina Melekê melekan Tawisî melek û cebirandina avê ye. Xaleke din a girîng ku lazime were gotin ew jî ev ; meha nîsanê di kozmogoniya bawermendên êzdî de meheke pîroz e. Di vê mehê de zewac ji bo êzdiyan guneh e. Ji ber ku nîsan bi xwe wek bûka salê tê hesibandin, çênabe ku hineke din di vê mehê de xwe bixemilînin û bibin bûk. Afrînerê bereketê û yê heyva nîsanê dê ji wan bixeyide.
Pîrozbayiyên herî girîng li Lalişa Nûranî pêk tên. Li wê derê Bavê şêx li gel desteya xwe ya oldaran (Ku tev bi kulik û xerqene) li dîwana xwe rûdinên û pêşwaziya milet dikin.
Şîrove û kozmogoniya alim û zanayên êzdiyan li ser vê rojê weha ye:
Çarşemiya sor; yek, roja afirandina Tawisî meleke ji hêla Ezdan ve. Dudu, roja cebirandina avê ye ku di vê rojê de xweza hatiye pê. Sisê, piştî cebirandina avê bi çilhezar salî hîna ji nûve di vê rojê de xwezaya ku ji avê hatibû pê, bi keskbûna dar, devî, pel, pincar û enwahî babet giya ve reng girtiye. Çar, di vê rojê de xêr û bereket ketiye axê, lewma ax wek dayik û pîroz dê dîtin. Pênc, xweza weke hêkê ye. Lewma bi boneya vê rojê hêk tê kelandin ew tê wateye cebiranidina avê, ku xweza jê hatibû pê. Pişt re hêka kelandî tê rengkirin ew jî tê wateya rengvedana xwezayê.
Wer diyar dibe ku hemû mebest, armanc û şîroveyên di derbarê vê rojê de, diherin heman çavkaniyê. Ango bingeha xwe ji sedemên hevbeş werdigirin. Ew jî ev e: Hatina biharê, xelasbûna ji rojên tarî, zalim û dijwar e. Bihar, serhildan e, berxwedan û vejîn e li hember zivistanê. Lewra zivstanên bê rahm, yên hişkezûha gelek zirarên mezin dane gelan. Di dîroka qedîm de, ji kêm derfetiyê, sermayên dijwar û nebûna qût, dihîşt ku mirov helak û bêzar bibin. Eger mirov ji zivistanê filitî û giyaşt meha nîsanê êdî azad e. Lewma jî, ji ber van sedemên girîng, çarşemiya sor cejneke gelan a navnetewiye, a azadî, bi hevre jiyankirin û wekheviyê ya hevbeş e.
Bira ev roja li hemû mirovayiya pêşverû pîroz be!
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览345
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 21-09-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 04-04-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览345
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,902
图片 106,237
书籍 19,341
相关文件 97,356
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!