图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,901
图片 106,347
书籍 19,330
相关文件 97,295
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî de
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî de

Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî de
=KTML_Bold=Çend gotin û peşnîyar di der barê malperên kurdî de=KTML_End=
Xerzî Xerzan

Giringîya zimên, zimanê daykê, ne hewce ye ku mirov rave bike, lewra kesên ku bi vê mijarê têkîldar in, bi caran nivsandine, xwendine û gotine. Gelek, netewek li ser sê pêyan zindî dimîne û bi saya van her sê pêyan jiyana xwe didomîne. Ew her sê pê, ji pêyên çand, dîrok û zimanê wî gelî pêk tên. Heger ev her sê pêyên pola tine bin an jî dî bîra wî gelî de bêtin wendakirin, ew gel weke beqê ku di nav avê de çawa bêhiş û hêdî hêdî tê kuştin , dê bê kuştin, an jî ya rasttir dê bê bişaftin. Û ev taloke, ji bo netewekê, talokeya herî mezin e. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, ji bo jiyînê pêyê giringtirîn zimên e... Zimanê daykê yê wî gelî ye…
Weke ku tê zanîn û wiha jî tê pejirandin, zimanê kurdî di warê nivîsandin û wêjeyê de, di van salên dawîn de gelek pêş ketîye û her diçe pêş dikeve jî. Bi sedan nivîskar, ronakbîr û rojnamegerên dilsoz hewl didin ku rewşa zimanê kurdî, ê ku zimanek qedîm û dewlemend ê mirovahîyê ye, dewlemendtir û derbasdartir bikin, da ku ji xetereya wendabûnê bifilite û weke ku hêja ye, wiha jî bê bikaranîn û nirxandin…. Ev hewl û helwestên di cih de, ne bi tenê ji bo parastina zimanê kurdî ne, her wiha ji bo parastina hêjayîyeka yek jî mîrateyên dîroka mirovahî û şaristanîyê ne…
Û dîsa jî divê bê gotin ku, dema modern a ku em tê de dijîn, di hêla zanist, teknîk û teknolojîyê de demek pêşketî ye û her diçe, li gel keşfkirin û avakirinên teknîkên nû, ev rewş pêş ve diçe. Bi taybetî, înternet û girêdahîya wê, medyaya civakî û malperên dijîtal, ji bo weşanger, nivîskar û kesên dilsozên zimanê xwe derfetên mezin û giring ji bo belavkirina nûçeyan, nivîsan, gotaran, pirtûkan û hwd. diafrîne. Êdî gelek kes, ne bi rêya rojname û pirtûkan, lê bi rêya înternetê û medyaya civakî nûçeyan dişopînin, nivîs-gotaran dixwînin û têdigêhin. Ev rewş dibe ku ji bo hin kesan ne baş be, an jî, ji bo kesên ku nostaljîyê ve girêdahî ne, ne di cih de be, lê rasteqîn ev e û hatîye piştrastkirin ku kesên ku înternetê dişopînîn ( bi taybetî nifşên nû), ji kesên ku rojname û pirtûkan dixwînin û dişopînin gelek, gelek zehftir in….
Ev rewş, di rastîyê de ji bo zimanê kurdî fersendeke hêja ye. Lewra gilî û gazînên me bêtir ji nifşên nû ne. Kêmxwendin, ji zimanê daykê - ji çand û dîroka gelê xwe dûrketin, ji pêvajoyê bêxeberbûn û gelek tiştên din. Dibe ku ciwan zêde rojname û pirtûkan nexwînin, an jî kêm eleqeder bin, lê em baş dizanin ku, her ciwanek, her keç û xortek herî kêm telefoneka destan pê re heye û herî kêm di rojê de 3-4 saet di înternetê û medyaya civakî de ye. Mabesta têketina înternetê çi be jî, heger mirov bixwaze sûd jê werbigre, dikare anegorî şert û mercan, derfetan ava bike û karê xwe ê dilsozî, zimanhezî pêk bîne. Li ser înternetê malperên kurdî ava bike, di medyaya civakî de bi kurdî binvîse, carna wergera nivîsên xwe jî pê ve bike, ji bo têgîhiştina zarok û ciwanan zimanek rojane ( ne akademîk!) bi kar bîne, û bi vî awayî, alîkarîya kesên ku bixwazin zimanê xwe ê daykê bixwînin û piştî jî binivsînin, bike. Li vira, giringî û pêwîstîyên malperên kurdî jî dertên holê….
Di înternetê de gelek malperên kurdî hene. Piranîya wan, nûçeyan rojane, rewşa pêvajoyê û nivîsan diweşînin. Hinek ji wan jî, li ser çand, dîrok, ziman û wêjeya kurdî weşan dikin. Xeynî malperên mezin û navdar, ev malperên din, bi piranî yên kesên dilsoz, kesên kurdîhez û welatparêz in. Anku malperên şexsî ne. Carna yek, carna jî du-sê hevalên dilsoz wan malperan ava dikin. Ew kesên dilsoz, tevî ku bêderfetîyan, anegorî şertên xwe, dixwazin xizmeta zimanê xwe û gelê xwe bikin û di vî warî de çi ji destê wan tê jî dikin. Di vê de ti guman nîne, lê mixabin temenê wan malperan jî ne dirêj in. Piranîya wan malperan, an salek an du-sê sal weşanên xwe didomînin lê mixabin piştî demekê, weşana xwe disekinînin an jî malperên xwe dadidin. Sedem jî, ji sedan 95 “ aborî “ ye.. Daxwuyanîyek li ser malperê tê weşandin ku; “ ji ber şertên aborî, malpera me êdî nema dê bê xuyan“…. Û xelas….
Bi rastî dema mirov ev rewş temaşa dike, dilê mirov diêşe. Lewra, salek be jî, sedema avakirina malperê her çi be, di wan malperan de arşîvek tê avakirin, nivîs û gotarên hêja tên tomarkirin û xwendevan hêdî hêdî xwe zimanê xwe ve germ dike û ji nişka ve “ weşana malperê tê rawestandin…”.
Ya herî nebaş jî ew e ku, dema malper betal dibe, mixabin piştî demekê ( ji ber ku salê carek divê xwedîyê malperê pereyek bide şirketên hostîngê, heger nede şirket malperê ji înternetê radike), malper êdî li ser înternetê jî naxwîye, û heger xwendevan piştî demekê bixwaze nivîs an gotareka malperê peyda bike, berê xwe bide malperê jî nema ew nivîs dibîne û hêvîya mirov mixabin dişikê… Rewşa herî nebaş ev e ji xwe… Di vê xalê de, bi destûra kesên dilsoz, divê hin rexne bên kirin. Ev rexne ne ji bo malperên nûçeyan e, lewra divê xebatkar, nûçegihan û edîtor-redaktorên wan malperan hebin. Û ev tev bi pere çêdibin, aborî divê zexm be. Rexne, dê ji bo malperên ku çand-dîrok-ziman û wêjeyê ve mijûl in, bê kirin….
Rast e, bazara kurdî mixabin kêm e, ti bazirgan reklama xwe li ser malperên kurdî naweşîne an jî biweşîne jî ew kes yek-didu ne. Lê ev rewş divê nebe bahane ji bo kesên dilsoz. Lewra kesên ku têkildarê vî karî ne baş dizanin ku, ji bo malperek çandî-hunerî û wêjeyî ya avakirî, yek an du kesên têgîhiştî, kompûterek, hinek dem û salê jî 200 dolarên Emerîkî têr dike. Anku mehê 20 dolar. Ew jî salê carek perê hostîngê ye. Û peydakirina vê jî ne gelek zor e. Heger mirov bixwaze, dikare bi hêsanî weşana malperê bidomîne û divê wisa be jî… Bi tenê hinek dem û helbet ked û xebat lazim e… Û kesên dilsoz jî, heger bi rastî bixwazin, dikarin dem jî peyda bikin, ked û xebata xwe jî, li ber vî gelî û zimanî bidin. Heger dem tine be jî, hostînga malperê ku bê dayîn, malper û arşîva wê wenda nabe û xwîner dikare dem bi dem, çavê xwe li malperê bigerîne û dema malper tikand, kêfxweş bibe û hêvîya xwe, bê şikestin bidomîne… Bi hêvîya ku ev rexne erênî bê nirxandin û rêya kesên dilsoz bêtir, çêtir û gejtir ronî bike…
************************
Notejêr: Bi vê nivîsê, ez dixwazim dehsalîya malpera kurdî û kurdewar, xizmetkarê zimanê kurdî Amîdakurd û berpirsyarên wê pîroz bikim…. Daxwaz û hêvîya min ew e ku, bi hev re gelek dehsalên vê malperê, a ku di medyaya dijîtal a kurdî de xwedî cihek taybet e û xizmeta çand-dîrok û zimanê daykê dike, bibînin û bi serketina wê dilxweş û serbilind bibin…
Murat BORA (Xerzî Xerzan)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览288
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 01-10-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 04-05-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on02-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):02-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览288
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,901
图片 106,347
书籍 19,330
相关文件 97,295
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!