图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,640
图片 104,740
书籍 19,287
相关文件 97,567
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Romanên Kurdî û em
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fêrgîn Melîk Aykoç

Fêrgîn Melîk Aykoç
=KTML_Bold=Romanên Kurdî û em=KTML_End=
#Fêrgîn Melîk Aykoç#

Mixabin ku em di warê nivîsandin û xwedinê de, bi giştî di wêjeyê de jî; wekê welatê xwe yê di nava dagirkeran de dabeşkirî, baweriyên xwe yên bi mij û mijika dînên biyanî herimandî, civaka me ya bi eşîrî ji hev dûrketî, hin siyasetên me yên bi rengê eşîrî û di siya dagirkeran de parçebûyî em wisa kirine, em ji hev zîtol zîtolî ne, xwerû jî têgîhîştin û hişmendiya me!... Dema yek ji diyarede û pêkhatineke dîrokî /demî re „baş“ bêje, sedîsed yê din „here lo ew ne baş e,“ dibêje. Yek rûsipî bike, yê din rûreş dike. Dagirker jî bi dilşadî li vê rewşa me sêr dike, dema pêdivî pê bibîne, bi rêya hinan li hev sor û mor dike.Her  kom, komik û komalên li Ewropayê, yan jî çar kesên tên ba hev, li gel wê herêmparêzên qaşo kone yên li ser dikê, yên bi hev re qedeheke araq vexwarine, xwebaqilên mejîpîj, tenê berhemên kesên hawîrdora xwe derdixin pêş, wan wekî berhemên serkeftî pêşkêş dikin û didin nasandin. Bê wan ti hebûn û rastiyên din nabînin, naxwazin bibînin. Heta li hin herêman hewldane ku pêşî li berhemên hinan bigirin, ev agahî çendî car bi aliyê gelekan ve gihiştiye ber destê min. Mînak bi sedan e. Carnan rewş wisa tarî dibe, mirov nizane bi vê rewşê bikene, yan bigîrî. Bi gotineke kurt li ba me ne wêje, ked, ne rastiyên wêjeyê, hejên li ber pêla agir xijexijeyê bi carê ve diqirçe û dibêje pisss û xevra diçe û vê rewşa kambax serdestî wergirtiye.Berê li ser înternetê gelek malper hebûn, her malperî tenê gotar û reklama berhemên kesên nêzîkê xeta xwe, yan jî hin pesên parçeyê din yên xeta wan a siyasî nedihat nasîn, didan nasandin, li ser wan dinivîsîn. Mixabin ku hin nirxandinê têzên lîsansê jî,  hima bigire di vê çarçoveyê de ne. Bê guman dema lîsans be, ji bo sosa zanistî mirov hinek behsa mînakên cihanê jî dike, du hevokên wan berewird dike ku ew têz yan jî xebat rengekî zanistî û akademik bigire, da ku yê divê wê xebatê erê bike jî pê bawer bike. Bi giştî di her warî de mînakên wiha pir beloq hene. Em bi çend mînakên bênav, yan jî xilç dike, lê nav paymal nakebidin: Mînak 1. Kesekî nav ne girîng e, romaneke pornoyî nivisîbû, weşanxaneya ku çend berhemên wî diweşandibû, weke prensîb ev neweşand, dû re weşanxaneyeke din ew weşand. Yek li Stenbolê bi tevê wî rûdine qedeheke araqa tirkan vedixwe, piştê wê paragrafeke „pênc rêzî“ ya li ser jineke pîr tê de dibîne (jixwe bê wê paragrafê yê din rezalet e) û hewl dide ku bi rêya wê paragrafê wê romanê derxe qatê heftan û nivîskarê wê li kêleka nivîskarên navdar yên cihanê bide bi cih kirin. Mînak 2. Kesayetiyekê jî têza lîsansa xwe li ser romanên dîrokî nivîsîye. Di wê têza lîsansê de li gel yên Mehmet Uzun, tê de romanekê li ser Şêx Seid jî hatiye nîrxandin. Mixabin ku wê ew roman wek romana dîrokî ya herî serkeftî destnîşan kiriye. Lê tiştekî ji bîr dike. Romanên dîrokî du celeb in; her yek xwedanê hin rêgezan e. Ya yekem li ser kesayetiyên dîrokî yên bi her awayî tên nasînê ne. Ev awa roman divê bi her awayî li ser rastiyan rûne û her xalên jiyana kesayetiya dîrokî tê de bê belovajîkirin xuya bike. Romana dîrokî ya dudyan jî ya sêwirandinê ye. Mirov karekterekê dîrokî diafirîne bi rêya wê bûyareyeke yan jî hin mijareyên dîrokî dinirxîne. Di vir de nîvîskar serbest e. Yanê naverok li ser armanc, xew û xewjîna nivîskar dimîne. Ti têkiliyeke wê romana qaşo dîrokî bi jiyana Şêx Seid re tine. Dema mirov bixwîne, mirov wer zendike, behsa meleyekî ereb yan jî cîranê ereban dike. Di rastiyê de ev li kesayetiya dîrokî heqaret e. Mînak 3. Romana Mehmet Uzun ya bi navê „Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê“ ye. Ti têkiliya vê romanê jî bi Evdalê Zeynikê re tine, heta mirov yek xaleke jiyana Evdalê Zeynikê jî di wê romanê de nabîne. Dema min xwend min zen kir ku behsa dengbêjeke Siwêrekê dike. Tê de şaşiyên dîrokî yên wisa mezin hene, mirov lal û metal dibîne. Van şaşiyan serê gelek kesan tevlihev kiriye. Piraniya serhediyan mijare Avdal baş dizanin, ji ber ku ew li serhedê bingehê wêjeya gel e. Min çîroka wî ji Apê diya xwe guhdarîkiribû, lema min çendî car ev mijar anîbû rojevê. Di romanê de her tişt belovajî ye. Mînaka herî balkêş jî mijara hespê nav „Gogerçîn“ e. Wî ev hesp weke hespê Evdalê Zeynikê raber kiriye. Lê  „Gogerçîn“ ne hespê Evdalê Zeynikê, hespê Tahîr Xan e. Yên di vî derbarî de dixwezin agahiyên têr bistînin, ez êdî nebêjim, bila ji kerema xwe re vê gotara birêz Zerdeşt Öztürk bixwîne. Lînka wê ev e: https://www.seregolaintabe.com/rastiya-evdale-zeynike-sasiya-mehmed-uzun/Ev roman li hember Evdalê Zeynikê bê hurmetî ye, dîrok û rastiyan ji serî hetanê binî belovajî dike, ti emareyeke çanda dengbêjiya Serhedê têde tine. Mixabin ku bi qasê dagirkeran hin qaşo xwebaqilên di nava me de jî rastiyên me belovajî kirine. Hima li berhemên li ser serweriya Medan hatine nivîsandin binêrin, hûnê vê rastiyê bibînin. Mînakeke gelek balkêş bidim. Hima bigire li Dêrsimê her kes dibêje: „Şêx Seid hatiye Dêrsimê, peyayê Seyîd Riza pez serjêkiriye, Şêx Seid gotiye; „ez destkoja we naxim!“ Lê em dizanin ku gorbihuşt Şêx Said hîç neçûye Dêrsimê, li Xinusê dostên wî yên herî pêş ji rêya Heq in (Elewî) xwerû jî eşîra Lolan. Mînak vegotinên Apê diya min Hemîd (min di civatê de bixwe ji wî guhdarî kiriye.) Ango di dîrokê de çîrokeke de wiha tine. Bi kurtî wekî vê derew û sextekarî wisa pir in, nayên hêjmartinê.Ev di mijara roman û wêjeyê de hê malkambaxtir e. Ez jî dikanim sed romanên divê were xwendin. Wekî rêzdar Mahabat Felat nivisîye, sed romanên divê hîç neyên xwendin, rêz bikim. Ne ku ez ji tengalê davêjim, min di „Polîtîka Azad“ de li ser sed romanî nivîsîye. Min nêzîka bîst roman di nîvî de hîştine û nexwendine. Çend ji wan jî li ser înternetê weke şaheser hatibûn nîşandan. Yanê bila hin kes dev ji vê cudaxwazî û pesnên vala berdin. Ev tenê dibin mijara pêkenokan. Min dikanîbû nav jî bidana, lê bila nav li aliyekê bimînin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览348
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 01-10-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 08-01-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 小说
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on02-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览348
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,640
图片 104,740
书籍 19,287
相关文件 97,567
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!