图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Ser Kurdiya Standard
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li Ser Kurdiya Standard

Li Ser Kurdiya Standard
=KTML_Bold=Li Ser Kurdiya Standard=KTML_End=
Raîf Yaman

Me bi salan xwast em zimanê xwe bi alfabeyek fonetîk binivîsin. Îro êdi em têdigihên ev ne mumkûn e û ne jî rast e. Ji ber ku di zimanê me da mîna gelek zimanên xwedî dîrokek dûr û dirêj gelek deng di nav demê da li hinek deveran weki xwe mane, li hinek deveran guherîne, li hinek deveran ji bilêvkirinê ketine, li hinek deveran çend formên heman peyvê hebûna xwe diparêzin. Bi heman awayî nivîsandina peyvên weha, bi gotinek din bi nivîsandinek wekî a Turkan ne mumkûn e. Em mejbur in vê rastiya xwe bibînin. Zêdebûna peyvên Kurdî yên hemdeng (homophone) bê guman ji vê rastiyê ne. Zimanê nivîsandinê dirûvê peyvan diparêze û bi vê parastinê rê li ber tevliheviyê digire. Dema em di nivîsandinê da dirûvên peyvan ên berê, ango dirûvên bingehîn bi kar bînin ew’ê zimanê me yê hempar, Kurdiya bilind, di nav axifgerên hemî zaravên me da zûtir bi cih bibe. Di pêkanîn û standardkirina peyvên Kurdiya bilind da, bi qasî hemî zarav û devokên zimanê me, divê em ji Farisiya kevn, Pehlewî, Avestî û Sanskrît jî sûde werbigirin. Sebeba di zimanên wek Îngilîzî, Frenkî, Farisî, Erebî, Almanî û gelekên din da xwendin û nivîsandin ne wekî hev e ji vê rastiyê tê.Hinek rewşenbîr û zimanzanên di nivîsandina Kurdî da alfaba me ya bi tîpên Erebî bi kar tînin dema dibêjin Kurdên Bakur bi alfaba Turkî dinivîsin mafdar in. Celadet Bedirxan di çêkirina alfaba xwe ya bi tîpên latînî da bi giranî di bin tesîra alfaba Turkî û Frenkî da maye. Heta derecekê di bin tesîra Grekî û Rûskî da jî maye. Ev alfaba dişibe boxçeyek çel pîneyî ji roja destpêkê heya îro ji ber kêmbûn û kêrnehatina xwe ji gengeşî û guftûgoyan xelas nebûye. Ji guftûgoyên di kovara Hawarê da hatine weşandin em têdigihên ku Celadet Bedirxan guh nedaye hevalên xwe jî, çi bi dilê wî xweş hatiye ew kiriye. Dîsa ji nivîsên heman kovarê tê têgihîştin, dilê wî bi xwe jî li alfaba wî rûneniştiye ku di bin nivîsên Frenkî ên kovarê da navê xwe bi sîstema nivîsandina Frenkî wekî Djeladet Bedirkhan nivîsandiye. Celadet Bedirxan li Germenîstanê di beşê hûkûkê da xwendiye. Dibe ku parêzerekî hêja be. Di nivîskarî, helbestvanî û karê weşanên periyodîk da bi ser ketiye. Welatparêz û rewşenbîrekî hêja ye. Lê ne zimanzan (linguist) e. Meriv bi xwendina çend pertûkên li ser warekî derî perwerdehiya xwe ya akademîk kane bibe xwedî zanînekê û wê zanîna xwe jî bi kesên derdora xwe û gel ra par ve bike, lê meriv nikane bibe pisporê wî warî. Ji bo pisporiyê perwerdehiya akademîk a fermî an jî a ji dil nebe nabe. Wekî her warî di vî warî da jî hinek kesên îstîsna derketine û xwe bi xwe gîhandine rada pisporiyê. Mixabin meriv nikane Celadet Bedirxan di nav van kesên îstîsnayî da jî bi cih bike. Heke em Kurd bi rastî dixwazin bibin xwedî sîstemekî nivîsandina hempar, berê her tiştî divê em xwe ji vê xeletiya dîrokî ya Celadet Bedirxan rizgar bikin. Lê divê em rind zanibin nexweşiyek bi nexweşiyek din jî xweş nabe. Ji bo xweşiya nexweşê me, ango zimanê me yê şîrîn, ji xeynî riya zanînê riyek din tune ye.  Gelemşa Kurdan a herî mezin ew e ku merivên têkiliya wan bi zimanzanî û fîlologiyê ra tune ye tim dixwazin rê li ber metodên zanînê bigirin. Dema meriv li guftûgoyên beşdarên konferans, sempozyum, panel û civînên li ser Kurdî dinihêre pir caran meriv şaş û mat dimîne. Li deverek din a dunyayê di vê sedsalê da ne mumkûn e meriv kanibe merivên warên wan ên pisporiyê ewqas ji hev û din dûr li ser mijarên lînguîstîk bigihîne hev û wan bi hev ra têxe nav guftûgoyên “zanistî”. Ne tenê di vê sedsalê da, di sedsala 20an da jî ne mumkûn bû. Ji van civînên ji aliyê beşdarên xwe ve ewqas rengîn ji aliyê zanînê ve tenê encamên xemgîn derketine. Bi gotina kurt kêr nehatine. Çend kes ne tê da, ji xeynî zimanzan û fîlologan ên dest n’avêtine vî karî nemane. Peywîst e rojekê pêş da ev desttêwerdan bi dawî bibe. Li gor pîvanên dunya zanînê kî di kîjan warî da pispor be, li ser çi perwerdehiya akademîk girtibe û jê rind têgihîştibe divê di wî warî da xwe zêdetir pêş da bibe û riya zanînê ji gelê xwe ra vebike. Gelek zanîn hene. Her xwendeyê Kurd ne mejbûr e bibe zimanzan. Peywist e em jî êdî li gor pivanên zanîna gerdûnî tevbigerin û her merivê du peyv bi Kurdî nivîsîbe be bi navê zimanzan bi nav nekin. Di rastiyê da ev ji bo van merivan jî dibe barekî giran, û nikanin ji bin rabin.   Zaravên (dialects) zimanekî bi qasî ji bo wî zimanî kanin bibin zengînî, heke rind jê sûd neyê girtin û di bin banê zimanê bilind da negihên hev kanin bibin feqîrî, tevlihevî û xeterî jî. Wekî tê zanîn di civînên welatên Turkofon da zimanê hempar (Lingua Franca) Rûskî ye. Gelo ev zaravên Turkî çiqas zengînî ne û çiqas feqîrî ne. Kurdên zaravên cihê dipeyivin dema di civînekê da tên bal hev an bi Turkî, an bi Farisî an bi Erebî an jî bi ser van gişkan ra bi Îngilîzî dipeyivin. Gelo ev rastiya ne xweş zengînî ye an feqîrî ye? Ji hev û din tênegihîştina merivên bi zaravên cihê dipeyivin kemînek mezin a li ser riya netewebûnê ye. Divê rojekê pêş da zimanzanên me ji hemî zaravên me, Kurdiya bilind, pêk bînin. Heke em bixwazin ji zaravekî an jî ji devokekî (accent) zimanê netewî pêk bînin em’ê zirara herî mezin bidin zimanê xwe û netewa xwe, em’ê bi deh hezaran peyvên Kurdî wenda bikin. Ev polîtîka diyalektîst kane gelê me yê bi zaravayên cihê dipeyive berbide hev, heta kane li ser bingeha polîtîka zimên hestên wan ên netewî zaîf bike. Heke em ji hemî zaravên xwe Kurdiya bilind pêk bînin em’ê hemî zarav û devokan bi riya zimanzaniya sedsala bîst û yekî bigihînin hev û bêyî ku peyvek wenda bibe em’ê kanibin zengîniya ji zarav û devokan tê bê kêmasî biparêzin. Li gel Kurdiya bilind ew’ê hemî zarav kanibin bi serbestî hebûna xwe dewam bikin. Divê em bi xeşîmî û nezaniyên xwe ava çem, rûbar, newal û cuhokan di çemek an jî newalekê da nexeniqînin; peywist e em ava van hemiyan bêyî ku dilopek jî jê kêm bibe bigihînin deryayê û jê sûdê werbigirin. Ji bo gihîştina van armancên girîng divê akademiya zimanê Kurdî rojekê pêş da were avakirin, dest bi kar û barên xwe bike, da ku di vî warî da xewna netewî ya Kurdan rast bigerîne.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览731
HashTag
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 12-05-2011 (13 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览731
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,968
图片 106,406
书籍 19,323
相关文件 97,287
Video 1,397
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!