图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,707
图片 104,774
书籍 19,297
相关文件 97,585
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Nirxandinek li ser nîqaşên netewedewlet û çareseriya pirsgirêkên Rojhelata Navîn
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nirxandinek li ser nîqaşên netewedewlet û çareseriya pirsgirêkên Rojhelata...

Nirxandinek li ser nîqaşên netewedewlet û çareseriya pirsgirêkên Rojhelata...
=KTML_Bold=Nirxandinek li ser nîqaşên netewedewlet û çareseriya pirsgirêkên Rojhelata Navîn=KTML_End=
Nijad Arda

Kurd yek ji qewmê herî qedîm ê vê erdnîgariyê ne. Ev axa qedîm e ku ji destpêka mirovahiyê ve kana hemû pêşketin û sazumaniyên civakî, zanyarî û şaristaniyan e. Gelên li ser vê xakê hemû taybetmendiyên xwe ji vê dîrokê wergirtine. Divê bê zanîn ku di hemû serdeman de bala hemû mirovahiyê û dagirkeran li ser vê xaka bi bereket bûye. Hemû pevçûn û şer jî her ji bo bidestxistina gencineyên li ser vê xakê pêk hatine.
Ev roj jî, ev şerê parvekirinê her berdewam e. Di destpêka avakirina netewedewletan de, hêzên emperyal, ji aliyekê ve împaratoriyên kevnare rûxandin ji aliyê din ve jî netewe, qewm û eşîran bi hev xistin û ji hev dûr kirin. Armanc parçekirina hêzan, bi vî awayî jî bidestxistina Rojhelata Navîn bû. Di encamê de di nav tixûbên sunî de gelek dewletên bê bingeh û bê hêz pêk anîn. Ji împaratoriyek weke Osmanî ku gelek qewman di nav xwe de dihebandin, netewedewletek wek Tirkiye derxistin holê. Li hêla din ji qewmên ereb bi dehan dewlet der çûn, çi bêje ji her eşîrek dewletek ava kirin, Îran di nav sînorên xwe de hate fetisandin û ew çanda qedîm ku ji gelek qewm û neteweyan pêk dihat bi jehra netewedewletê xistin û farisîzmek bêbingeh xwe li ser hemû gelan ferz kir. Bi dû vê jihevxistin û parçekirinê de jî, li welatê Ken’an a qedîm li ser sînga filistîniyan bingeha dewleta Îsraîlê avêtin. 
Kurd ji destpêka sedsala 20 an û bi vir ve girêdayî van pêşveçûnan her bi şer, êrîş û berxwedanê gihaştin van rojan. Di şerê parvekirinê de Kurd wek Mîrnîşînî, Eşîr û malbat, ol û mezheb ji hev ketî bûn. Di xakeke gelek fireh de û di şert û mercên wê demê de, serhildaneke ku bi destê hemû Kurdan destpêbike pêkan nebû. Piştî şerê cîhanî ya yekem, Kurdistana ku di navbera Osmanî û Îran de hatibû parvekirin bi peymana Lozanê di nav çar dewletan de hate dabeşkirin. Serhildanên li hember vê rewşê bi piştgiriya welatên emperyal hercarî bi têkçûnê encam dan. Bi dehan serhildan her herêmî bûn û eşîr û mîrnîşînên Kurd pêkve nehatin. 
Piştî avakirina Sîstema Sovyetê, dinyayek ku ji du qutban pêk dihat bandora xwe li ser hemû civakan û welatan kir. Li Tirkiye sîstema kemalîst li ser înkara hemû neteweyan ji bo netewedewletek Tirk pêkutî, bişaftin û tevkujî jî tê de bi hemû alavên siyasî û mîlîter projeya xwe berdewam meşand. Daxilî sîstema Nato’yê bû û cihê xwe di qada navdêwletî de li ser van esasan girt. Li welatên mîna Suriye û Îraqê sîstemek dîktatoryal bi nav Baas, Projeyek nijadperest di cîhana Ereb de meşand. Li Îranê, piştî rûxandina Komara Mahabadê, Kurd her di bin nîrê zilmê de jiyan û zordestiya farisan, piştî şoreşa Xomeynî jî her berdewam kir. 
Tê dîtin ku di hemû pirsgirêkên bingehîn de kêşeya herî girîng sîstema netewedewlet bixwe ye. Ev pergala desthelatdariyê di sedsala bîstan de bû sedemê mirina bi dehmilyonan mirovî, texrîpkirina xwezayê, bişaftin û tunekirina gelek çand û zimanên qedîm. 
Tevgera Azadiyê di van şert û mercên dijwar de derket holê û di demeke kin de gelek li ber mirinê rakir ser piyan û bi felsefe û nêzikahiya xwe, bû hêviya hemû gelên Rojhelata Navîn. Têkoşîna gelê Kurd ji her demê zêdetir bandora xwe li ser van gelan dike. Lewre ev cara yekemîn e ku rêxistinek li çar parçeyê Kurdistanê bi piştgirî û hêza gelan, li hember sazumaniyên modernîteya kapîtalîst, berjewendî û projeyên dewletên emperyalist, zilma destehelatdariyên netewedewletan serî ra dike û bi serfirazî têkoşînek dimeşîne. Ev roj ku Kurd ev çend di rojeva dinyayê de ne, encama vê têkoşîna mezin e. 
Li Îraqê bi rûxandina sîstema Baas û têkçûna desthelata Seddam re Opozisyona Kurd, piştî têkoşîna salan gihîşt statuyek gelek grîng. Sedemên mudaxeleya Amerîka çi dibe bila bibe ev encama têkoşîna salan a gelê Kurd bû ku bi gelek bedelên giran ev statu pêk hat. Ev roj hebûna Kurdistanek Federe li başûr, destkeftiya Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ye. 
Dîsa Rojava, ku bi dehsalan dibin nîrê zilma Baas de hebûna Kurd parast, pê re jî piştgirî da hemû rêxistin, nivîskar û rewşenbîrên çar parçe Kurdistanê, evroj di asteke din a bilind de şerê azadkirina axa xwe û gelê xwe dike. Bal an destê gelek dewletên dinyayê, di nav Sûrî de ye îro. Li aliyekî Amerîka, Ewrûpa, îsraîl û Tirkiye, tevî çend dewletên Sûnî yên Ereb, li aliyê din Rûsya, Çîn, Îran, Îraq û çend dewletên din ên vê blokê, li dijberî hev dixwazin sîstema xwe deynin an yên heyî biparêzin. Bi Asanî dikare bê gotin ku li Sûriye şerê Blokan dimeşe û her şerê berjewendiyê ye. Li Sûrî bi giranî her aliyekê şer ya ji bo berjewendiyên xwe şer dikin an jî şerê bidestxistina desthelatê dikin ku ev jî heman tişt e. Di vir de rola Kurdan derdikeve pêş. Lê Kurd hem li hember rejîma Sûrî û hem jî li hember van blokan têdikoşin û xwedî helwesteke rast in. Ji ber vê helwesta xwe jî serkeftî ne û gelek nêzî serfiraziyek dîrokî ne. Serfiraziya Kurdan a li Sûrî bingehek datîne ji bo hemû gelên li Sûrî ku ev bingeh dikare bibe mînak ji bo hemû Rojhelata Navîn. 
Her çiqas Kurdên li Îranê ev roj zêde ne di rojeva dinyayê de bin jî, gelek zelal xuya dike ku di demek nêzîk de pêşketinên li Rojava, wê li Rojhelat jî bidin der û serdema Kurdan şewqa xwe bide hemû cîhanê. 
Di hemû van pêkhatinan de rola Tevgera Azadiyê roleke sereke ye û bi projeyên xwe bes ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gel, ol û mezhebên Rojhelata Navîn, bi paradîgmaya xwe deriyê azadiyê vedike. Çawa ku heta parçeyek bindest ê xaka Kurdistanê hebe parçeyên din azad nabin, wisa jî xelasiya gelên Rojhelata navîn bi hev ve girêdayî ye û heta yek ji wan jî bindest be azadî ji bo yê din pêkan nîn e. 
Baş e sîstemek çawa dikare bibe bersiva rizgariya gelan? Beriya ku em werin ser vê mijarê divê dubare em bi bîr bînin ku heta pirsgirêk rast neyê binavkirin, çareseriya pirsgirêkê jî rast nayê fêmkirin. Desthelatdarî bixwe bingeha vê pirsgirêkê ye, di bin sîwana dewletê de desthelatdarî her ji bo parastina çîn, hêz an jî îdeolojiyekê ye û çeka di destê wan de ye ku li hember girseyan bi kar tînin. Ango divê bê fêmkirin ku dera lê dewlet û desthelatdarî hebe, li wir azadî û demokrasî ne pêkan e. Di vê serdemê de rûxandina dewletan jî xetereyên mezin derdixe pêş. Dewletek birûxe dê cihê wê çi dagire? Li vir demokratîzekirina dewletan, perwerdekirina gel û neteweyan, fêrbûna îdarekirina xwebixweyiyê, wek projeyeke dûvedirêj derdikeve pêş. 
Piştî van tespîtan em dikarin werin ser mijara xwe: Gelên Rojhelata Navîn bi hezarê salan bi hev re jiyan. Di awayê jiyanê de, bi çand û kelepûrên xwe, bi ziman û folklora xwe, di dîrokeke hevpar de heman axê parvekirin. Beriya bi jehra netewedewletê bikevin, ji xeynî şerên desthelatdaran û kêşeyên herêmî, cîrantî kirin. Her tim di nav danûstandinek de bûn û bandora xwe li hev kirin. Ev jî di nav van gelan de çandek hevpar afirand. Ev jî nîşaneya pêkana bihevrejînekê ye. Ango ev gel cardin dikarin bi hev re li vê xaka qedîm jiyanek li ser esasê demokrasiyeke rasteqîn bimeşînin. 
Ji bo vê jî civateke bi rêxistin û perwerdekirî divê. Birêxistina civakê di her qadên jiyanê de esas e. Gel birêxistiniya xwe, pêşî li kolana xwe, bi dûvre li taxa xwe, li navçeya xwe û li bajar û herêma xwe pêk tîne. Di hemû qadên sivîl de temsiliyeta xwe pêk tîne, saziyên xwe ava dike. Li Parlemena herêma xwe tevlî birêveberiya civakê dibe. Ji xeynî parastina sînoran, aboriya giştî û temsiliyeta nêvdewletî, ewlekarî û perwerde jî tê de biryarên xwe digire û civaka xwe organîze dike. Esasê vê sîstemê, şikandina hêza desthelatdariya dewleta navendî ye. Hiqûqa xwe ya bi dewletê re jî li ser vê bingehê saz dike. Temsiliyeta her netewe an hindikahiyê ya li dewletê jî, li gor van şertan pêk tê. Ev rê dide ku her civakek xwe bi rê ve bibe û hebûna xwe biparêze. Li her welatek herêmên bi vî rengî organîzebûyî têkiliyên xwe û qewmên din jî tespît dike. Mafên takekesî û civakî jî di bin garantiya rêveberiyên herêmî de ye. 
Ev sîstema federal di nav hemû dewletên Rojhelata Navîn de sazumaniya xwe pêk tîne û sîwanek ku cihê temsîliyeta hemû gelan e tê avakirin. Ev Konfederalîzma Rojhelata Navîn e. Bi qelskirina desthelatdariya navendî, her herêmek bi asanî dikare xwe li hember dewletê û kiryarên nebaş biparêze. Li aliyê din hemû dewletên ku parçeyên vê sîstemê ne bi asanî dikarin xwe li hember ramanên dagirker û emperyal biparêzin. 
Ew netewe, qewm, ol û mezheb a ku di nav vê sîstemê de cih digire, gelek xwezahî ye ku pêdivî bi dewletek nabîne. Sîstemek ku herkes li hember herkesî bikaribe xwe biparêze, wê bingeha bihevrejîneke însanî jî bi asanî dikaribe deyne. Gotina Neteweya Rojheleta Navîn jî, ji bo hemû gelên vê xakê wateya xwe dirust dike bî vî awayî. 
Li ser esasên bîrdoziyek azadîxwaz ku li hember hemû bîrdoziyên hegemonîk têdikoşe avakirina civakek ku mafên takekesî û civakî bi hev re radihile dest û saz dike pêkan e. Di rêgeha çaresiya demokratîk de ev gava yekemîn e ku li destpêkê dewletê ji bo xwe nake hedefek sereke. Demokratîzekirina civaka sivîl ji bo vê demê armanc e. Bi hemû van sazûmankariyan civakeke demokratîk pêk tê ku civak xwe naspêre tu ziman, etnîsîte, çîn û dewletî. Esasên xwe li ser takekes û civakên azad û wekhev ava dike. Welatê hevpar jî di dumahîka pêkhatina vê sîstemê de bi can û giyan dibe. Êdî di tevahiya welatan de, tu kes yê din,tu civak civaka din ji xwe dûr nake û xwe li serê ferz nake, di parvekirineke azad de jiyaneke wekhev dibe rastiya gelên Rojhelata Navîn. 
 Xuya dibe ku nirxandinek rast a dîrokê wê cardin rêya bihevrejînekê ava bike û wê dikaribe di hemû ast û qadan de xwe biparêze.
2013-05-06
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览459
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 11-10-2023
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 06-05-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on11-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览459
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,707
图片 104,774
书籍 19,297
相关文件 97,585
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 城市 - Amed 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!