图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,701
图片 105,961
书籍 19,356
相关文件 97,437
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çarenûs û çareserî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Samî Tan

Samî Tan
Çarenûs û çareserî
#Samî Tan#

Çiqas bextê me reş û kirêt e di nava
cîhan!
Nemane bindest pepûk û reben Ji
xeynî
Kurdan!...
(Osman Sebrî)       
Apê
Osman Sebrî di pirtûka xwe ya bi navê “Bahoz” de di helbesta bi navê “Ji dest bextê reş û hevalên şaş” de bi van gotinan dest bi gotina xwe kiriye.  Ev rêzik berî 58 salan hatine nivîsandin. Îro her çiqas li gorî berê
stêrka me geş be jî, hê jî bextê me reş e. Niha gelek kes dibêjin, “Di vê heyamê de dê ku ji şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi qezenc û destkeftin derkevin kurd in.” Gelo bi rastî wisa ye? Tiştekî ji sedî sed mîsoger û dabînkirî nîn e. Her wekî çawa mirov tevî kend û kospên hêzên cur bi cur, dawiya dawîn çarenûsa xwe bi destê xwe diyar dikin, gel jî heke jîr û jêhatî bin, ji bo doza xwe yekdil û yeksoz bin, ji hev re xêrxwaz û dilovan bin dikarin doza xwe bi ser bixin û bigihêjin miraz û meqseda xwe. Îro ji bo kurdan ev derfet heye. Lê encam dimîne li ser dilsozî û berhemendiya wan.  Van rojên han, hevalekî got, “Niha li Rojhilata Navîn her kes destkeftinên xwe ji dest dide, kurd qezencê dikin, çima?” Min jî got, “Gava ku her kesî qezenc dikir, kurdan winda kir lewma.” Bi rastî jî di destpêka sedsala bîstan de kurd, digel ku hinek rewşenbîrên wan hişyar bûbûn jî, bi piranî di xeweke giran de bûn, li ser bingeha êl û êşîran, li ser bingeha ol û mezheban jihevketî û parçekirî bûn. Dema ku Qoçgirî xwîn digirî, deng ji Amedê nedihat. Dema ku ala azadiyê li ser çiyayê Agirî pêl dida, haya Dêrsimê ji hayê felekê nebû. Haya Şêx Seîd ji Şêx Mehmûdê Berzencî tune bû. Lewma jî hêzên emperyal her parçeyekî xaka Kurdistanê bi ser welatekî ve berda, aliyek da tirkan, aliyek da ereban, aliyek jî ma di bin destên eceman de.
Kurd dikarin deriyê xêrê li ber xwe jî û li ber gelên din jî vekin. Statûya ku di destpêka sedsala bîstan de ji hêla hêzên emperyal ve hatibû diyarkirin êdî têk diçe, dê sînor û tixûb biguherin. Li herêmê şerekî gur tê meşandin. Ji bilî kurdan hemû gel û komik ji bo doza olî û mezhebî têdikoşin. Sunne û şîa şerê xwe yê bi sedan salan dubare dikin. Li holê bi tenê kurd mane yên doza mafên neteweyî, doza azadî û yeksaniyê dikin. Şerê mezheban ne şerê vê sedsalê ye, şerê raboriyeke pir kevn e. Liv û tevgera nûnerên vî şerî jî li gorî bîr û baweriya wan e. Helwesteke req û hişk, kirinên li dijî  sinc û rewişta mirovahiyê. Binêrin li ser navê mezheban radibin mizgeftên hev bombe dikin, serê mirovan jêdikin û wekî goga pêyan pê dilîzin.  Mixabin em jî ketine tora van mirovxurên hov û reştov.
Di vê rewşê de kurd dê çi bikin? Helbet divê serê pêşîn dubendiyên hizbî bidin aliyekî, yekîtiya xwe pêk bînin. Piştî ku wan kongreya xwe ya neteweyî pêk anî, bi awayekî demokratîk li ser statûya xwe nîqaş û gotûbêjan bikin. Divê helwesta kurdan li gorî rastî û pêdiviyên sedsala 21’ê be. Her wiha kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengiya doza azadî û yekî dikin, ala vê dozê di destê xwe de hildigirin, divê helwesta wan jî li gorî vî peywir û mîsyonê be. Lewma pêwîst e ku ew hêvî û daxwazên gelên din jî li ber çavan bigirin. Belê rast e, di dilê hemû kurdên azadîxwaz de xewn û xeyala welatekî serbixwe heye, lê divê kurd hişyar bin, tovên dijminatiyê li ser axa Rojhilata Navîn nereşînin. Her wiha tu forma statûyê jî divê wekî tekane çareserî neyê dîtin. Ew jî nebe sedema şer û pevçûnên navxweyî.  Hemû formên çareseriyê aliyên wê yên erênî hene, aliyên neyînî hene, bi gotûbêjeke demokratîk û bi bêhneke fireh divê kurd gotina xwe bikin yek û xebata li gorî wê bimeşînin. Tiştê ku divê kurd xwe jê dûr bigirin şerê ol û mezheban e. Divê
bi tu awayî xwe nêzî aliyek ji van aliyên kevneperest û paşverû nekin. Kaynak: Çarenûs û çareserî - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览662
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-10-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 14-07-2014 (10 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-10-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):21-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览662
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,701
图片 105,961
书籍 19,356
相关文件 97,437
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!