图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,295
图片 104,840
书籍 19,372
相关文件 97,497
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çepgiriya Çand-avêj
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çepgiriya Çand-avêj

Çepgiriya Çand-avêj
=KTML_Bold=Çepgiriya Çand-avêj=KTML_End=
#Rênas Jiyan#

Divê em heqê wî nexwin Marx ekonomîstekî baş û serkeftî ye, bi taybetî jî teoriya wî ya “fetîşîzma metayan” teoriyeke pêşketî ye. Lê belê çewtiya me kurdan tam jî ji vir diqewime. Derdê me kurdan ne derdekî ekonomîk e ku bi ekonomistiya Marx çareser bibe; derdê me kurdan derdekî neteweyî ye, derdekî çandî ye, derdekî asîmîlekirina miletekî ye, jenosîd e, înkar e, dagirkerî ye… Ekonomî ji kurdan re derdekî talî ye, ne derdekî pêşî. Divê kurd berê qir nebin, dûr e ekonomî. Divê kurd berê tune nebin ku ekonomî bi kêrî tiştekî were. Ma mirovê qirbûyî jê re çi wateya ekonomiyê heye? Ev, tê wê wateyê ku wek em bêjin, ka em vî meytî têr bikin ji bo sax bibe!?
Marx dibêje, keda karkeran tê talankirin, û pir baş jî vêya dipeyitîne bi teoriya xwe ya “nirxê zêde”. Ev, karekî baş e helbet, lê belê kurd ne bi tenê karkerên wan, dewlemend, rewşenbîr, xwendekar, jin, mêr, zarok, mezin, oldar, bê ol… hemû civak, mafê wan hatiye binpêkirin; ji ber vê, Marx û teoriya wî ya aboriyê “têr”a civaka kurdan nake, ji kurdan re hindik e, kêm e. Derdê kurdan derdekî pir giran e, bi marksîzmê çareser nabe. A ku vê gavê em guh bidinê ne marksîzm e, “neteweya demokratîk” e. Ji me re “neteweya demokratîk” ji marksîzmê girîngtir û pêştir e. Ramanên ku di marksîzmê de kêm in, di têgeha “neteweya demokratîk” de tam û sererast in.
*
Kurd nikarin bibin movik an jî teriya marksîzma tirkan; ji ber ku yekî wek helbestkarê wan ê mezin Nazim Hikmet bixwe jî – ku komunîst û marksîstekî bi serê wî tê sondxwarin – taliya talî kemalîstek e. Nazim Hikmet, ew Mustefa Kemalê ku kurd înkar kirine û kurdî qedexe kiriye derxistiye ber perê ezmanan, ew kiriye şêr, ew kiriye hût. Lê heman Nazim Hikmet, ji bo kurdan û Kurdistanê qet xwe neêşandiye, ne Kurdistan nas kiriye ne jî kurd; qala milet û nijadên bindest kiriye lê gava dor hatiye ser kurd û Kurdistanê xwe kerr û lal kiriye. Gava kurd di bin guhê Nazim Hikmet de li ber çavê wî tune dibûn, wî xwe kor kiriye, deng û his ji xwe neaniye, qet qala êş û azadiya kurdan nekiriye. Baş e, wê çaxê, kurd çima ji Nazim Hikmet hez bikin? Helbestkarekî baş e, dibe! Aragon, Eliot û Mayakovsky jî helbestkarên baş in, hetta jê jî baştir; ka kurd bi qasî ji Nazim Hikmet hez dikin ji van helbestkarana jî hez dikin? Na. Heke kurd ji van helbestkarana zêdetir, bi qasî tirkan ji Nazim Hikmet hez bikin, ev tê wê wateyê ku kurd ji kurdbûna xwe dûr ketine û bûne tirk. Ji bilî çend navên dilpak û biwijdan (ên wek Vedat Türkali) heta niha çepgiriya tirkan a kemalîst her tim xwestiye kurdan bikin tirk; wekî din çepgiriya wan bi kêrî tiştekî kurdan nehatiye. Divê çepgirên kurd hay ji vê handîkapê hebin, çepgiriya kemalîst feqek e ku li ber kurdan hatiye vedan.
*
Çepgirên kurd ên bê çand, ji dêvla nasnameya miletbûnê nasnameya îdeolojiyê bi kar tînin. Çanda xwe davêjin, lê xwedî dernakevin, bi îdeolojiya xwe ya marksîst digirin û dipesinin. Gava tu ji wan dipirsî, “Bavê we kî ye?” Bibên, “Xalê me Marx e.”
Çepgiriya kurdan di bin bandora ramanên marksîst ên “ekonomîst” de fesilî. Di demên nûjen de kurdan bingeha xwe ya rêxistin û rêxistinkariyê bi xêra marksîzmê saz kir, di vî warî de marksîzm baş bû û bi kêrî kurdan hat, lê di mijara çand û ziman û neteweyî de marksîzmê gelekî zerar da kurdan. Ev hem sûcê kurdan bû û hem jî sûcê bîrdoziya marksîzmê bû. Mixabin, lê marksîzm bi teoriya xwe ya ekonomîst nikare pirsgirêka ti neteweyê çareser bike, her wiha marksîzm bi ekonomîzma xwe nikare pirsgirêka jinan, a hevzayendan, an jî ya reşikan çareser bike. Jin, kurd, hevzayend an jî reşik û her wekî din kom û kategorî, vana dewlemend bin jî xizan bin jî qîmetê wan tune ye. Di vir de mesele ne karker û karsaz in, mesele serdest û bindest in.
Di nav kurdan de şexsiyetên marksîst ên li çand û ziman û neteweya xwe xwedî derdikevin hene, lê belê vana ne ji ber ramanên xwe yên marksîst li çand û zimanê xwe xwedî derdikevin, ji ber ramanên xwe yên neteweyî lê xwedî derdikevin. Her çend ev kes xwe wek marksîst bi nav bikin jî, di bingeha xwe de pratîkên wan giş neteweyî ne. Ango çandparêziya van şexsiyetên marksîst ji marksîzmê nayê, ji ruh û hiş û wijdan û berxwederiya wan a kurdayetiyê tê.
*
Vê gavê çepgiriya kurdan bûye du felqe: “Çepgiriya çandparêz” û “çepgiriya çandavêj”.
Çepgirên kurd marksîst an jî ne marksîst ger “çandparêz” bin ev baş e û rêya wan rast e, lê na ger “çandavêj” bin rêya wan çewt e. Çepgirî têgeheke fireh e, Marksîzm bi tenê şaxekî wê ye. Çepgirî pêşverûtî ye, mafnasî ye, xwenasî ye, kedparêzî ye, çavtêrî ye, xerîbdostî ye, wekhevîxwazî ye, azadîxwazî ye, zanînhezî ye… Çepgirî ne çandavêjî ye, çandparêzî ye.
Heta Gramsci di tevgera çep û çepgiriyê de qîmetê çandê nehatibû famkirin, lê Gramsci nîşan da ku bê çand nabe, bê çand têkoşîn kêm e, qels e, û ne pêkan e mirov bi ser bikeve. Desthilatdar bi sazî û qenalên xwe yên çandî dikevin her qulê, xwe berdidin hundirê giyanê bindestan, û çanda wan pûç dikin û ji dêvla wê çanda xwe diçînin. Piştî vê operasyonê, bindest di şerê xwe de qezenc jî bikin winda jî bikin, mesele diqede, êdî tune dibin.
*
Çepgiriya çandavêj a kurd, nexweşiya bêçandî ya sosyalîzma ortodoks derbas nekir, tê de vegevizî û fetisî. Vana ji xwe re dibên em kurd in, lê pratîk, refleks, hiş û hîsên wan bûne tirk. Bi piranî jî di bin bandora çepgiriya serdest a kemalîst a înkarker de çanda kurdî girîng nehesibandin, vala dîtin.
Çanda kurdan miribû ya jî mabû zêde ne xema wan bû, xema wan sosyalîzm hebûya, Marx hebûya, îdeolojî hebûya, ev bes bû. “Çepgirên çandavêj” ji ber ku ji çavkaniya çanda xwe dûr in pir zuha ne, siyaset û aboriyê ew hişk kirine. Vana, xwe nas nakin, civaka xwe baş analîz nakin, ji xwe biyanî ne, dûrî xwe nêzîkî xelkê ne. Çepgiriya kurdan a çandavêj fedî dike û newêre li nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derkeve, newêre û fedî dike li “neteweya demokratîk” xwedî derkeve û bibe neteweperwerekî demokratîk. Li gorî çepgiriya çandavêj, madem çepgiriya tirk li nasname û çanda kurdî xwedî dernediket, wê çaxê ne hewce bû ku ew jî lê xwedî derketa. Lê dijberî wê, çepgiriya kurdan a “çandparêz” rêgez û rêbazên wê rast in, ew çanda xwe nakin bi qurbana marksîzmê. Wan rastiya welat û neteweya xwe baş destnîşan kiriye, li ser bingeheke rast wan xwe ji nû ve ava kiriye; ji ber wê jî ramana wan resen e. Lê belê ev resenî di “çepgiriya çandavêj” de nîn e, ew îmîtasyoneke çepgiriya kemalîst e. “Çepgiriya çandavêj” tevî ku kurd e jî wek oryantalîstan nêzîkî kurdan dibe. Divê bê zanîn ku hewcedariya kurdan ne ji kurdên oryantalîst û ne jî ji tirkên oryantalîst heye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览433
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 19-10-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 10-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-10-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):30-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览433
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,295
图片 104,840
书籍 19,372
相关文件 97,497
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 性别 - 男 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!