图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,678
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan
#Zana Farqînî#

Gotinên stranên kurdî yên nû, dikin ku meriv xweziya xwe bi gotinên stran û kilamên gelêrî bîne. Mixabin, gotinên stranên nû û nûjen, mîna yên berê ne xurt û ciwan in, ne xweş û edebî ne. Mirov di wan de rastî şayesên (teswîrên) têr baş nayê. Piraniya gotinên stranan, dubarekirina qalibên berê ne. Hîn di destpêka hevokê de, meriv tê derdixe ku dê hevok çawan bi dawî bibe. Ev yek jarî û lewaziya gotinên stranên nû ne.Di nav gel de, ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedema vê yekê heye. Ji ber ku ligel dengxweşî û hostatiya wan a bikaranîna deng, şairiya wan jî hebû loma. Ji lew re hinek kilam hene ku bi rastî, ew berhemên edebî ne. Afirînerên wan, gotinên sivik wisan xweş li hev anîne ku mirov bera hejmetkar dimîne. Dîsan, di stranên gelêrî de jî mirov leqayî şayesên gelek baş tê. Erê, gotin sivik in, lê lihevhatî ne, watedar û kurdî ne. Çîrokeke wan kilaman, wan stranan heye ku biserûber in. Serî û dawî jı wan re heye, Belê, ji ber ku her stranek xwedî çîrokekê ye.Îcar em dêhna xwe, bala xwe bidin ser gotinên stranbêjên hemdem. Çi heyf ku em nikarin bibêjin gotinên van stranan baş in, xweş in, lihevhatî ne, biserûber in, ciwan û edebî ne û xwedî şayesên xweser in. Tew, ser û binê gotinên stranan qet li hev nayên, tu nizanî bê çîroka stranê li ser çi ye, stran ji çi behs dike. Ji aliyê watenasî û rêziman ve jî karesat in. Devê min nagere ku ez bibêjim, lê cihê daxê ye ku rewşa gotinên stranan bi piranî wiha ye. Sedemên vê yekê hene. Em çend stranbêj û hunermendan jê derxin, bi awayekî giştî stranbêj ji beste û newaya xwe re gotinan dinivîsin. Ango ew hem bestekar hem jî gotinnivîs in. Lê xwezî bi kurdî baş bizanibûna bila ev kar jî bikirina. Lê çi heyf ku hîn başebaş bi zimanê xwe nizanin, radibin ji besteyên xwe re gotinan dinivîsin, loma jî dikevin nav rewşeke wiha kambax. Gava ku tu bala xwe didî bilêvkirina van stranbêjan, tu bi hêsanî tê derdixî ku ew xwedî kurdiyeke şikestî ne. Xwedî kurdiyeke kêm in. Di jiyana xwe de, ne zimanê kurdî lê belê zimanê serdestê xwe bi kar tînin. Gava ku tu li nivîsarên (tekstên) wan dinêrî, tu dibînî ku hîn nizanin baş bi kurdî binivîsin û bi ser de alfabeya xwe jî nas nakin.Canê xwe yê şîrîn tehl nakin, xwe naêşînin ku çend berheman bi zimanê xwe bixwînin. Xwezî di nav wan de lêpirsînek bihata kirin û ji wan bihata pirsîn bê ka zimanê wan ê rojane kîjan e, gelo berhemên bi kurdî dixwînin, gava xebatên xwe, rahênan û meşqên xwe dikin bi kîjan zimanî dikin, gelo dikarin bi kurdî 2/2 (du li ser du) çi ye bibêjin, ma bi zimanê xwe termînolojiya muzîkê dizanin, em perwerdehiya muzîk û notayê deynin wî alî û hwd.Ez li hêviya encamê nesekinim û bibêjim, ji ber ku ez gelek ji wan ji nêz ve dinasim, haya min ji wan heye û ji ber ku ez hinek jî di nav wan de me. Ew bi kurdî naxwînin, zimanê wan ê dan û stendinan ne bi kurdî ye. Bi zimanê xwe jî bi termînolojiya muzîkê nizanin.Hemin gotin heta vir hatiye ez bibêjim ku fîrmayên muzîkê jî şirîkên vê rewşa wan a xerab e. Hûn li nivîsên li ser kartonetan mêze bikin, hûn dê rewşê bibînin. Berhemhêner (produktor) û şirketên berhemhênanê jî li hember zimanê kurdî bêpaxav tev digerin. Gava ku berhem bi tirkî be, pûte û bayexeke zêde didin nivîsarên berheman da ku şaşî û çewtiyek çênebe. Lê gava bi kurdî be, şaş çêbûye, kêmasî tê de heye, qet ne xema wan e. Xwezila bi qasî zimanê tirkî, xemxurên zimanê kurdî bûna jî.Stranbêjên me ji aliyê bilêvkirinê (telafuzê) ve jî ne serketî ne. Yên ku kurdiya wan baş e, îcar zêde herêmî ne. Berî ku bikevin studyoyê stranên xwe qeyd bikin, hewce ye ku li ser bilêvkirina xwe rawestin. Alîkarî ji derdora xwe bixwazin. Kesên ku kurdiya wan ne baş e, îcar mirov ji gotinên wan seh nake. Guhê xwe didiyê nadiyê, tu tê dernaxî ka çi dibêje. Zimanê wan ne fehmbar û fesîh e. Têgihîştina ji wan zor û dijwar e. An jî hin gotinan şaş telafuz dikin. Tu dibînî kesên ku ji wan ev stran guhdarî kirine, ew jî eynî wisan dibêjin. Haya wan ji wan nîn e ku bêhemdî be jî, ew dibin sedema belavbûna şaşiyê.Em kin lê bixin, em kurtasiya gotinê bibêjin û ya nav dilê xwe derbibin. Kesên baş bi zimanê xwe dizanin, xweş diaxivin û rast bi lêv dikin kesên hunermend in jî, stranbêj in jî. Ji lew re divê ku stranbêjên me jî, hunermendên me jî bi vê erk û peywira xwe rabin. Ma em tev nabêjin ku di zindîhiştina zimanê kurdî de para dengbêjan jî heye. Nexwe stranbêj jî xwedî vê rolê ne. Loma dibêjim stranbêjino bi rola xwe rabin.  Divê ku ji nav muzîkkaran (mûzîsyenan) gotinnivîs jî rabin, her stranbêj ne mecbûr e ji besteya xwe re gotinan binivîsîne. Yan hewce ye ji helbestan sûd wergirin an jî divê ku bi helbestkaran, bi gotinnivîsan ji besteyên xwe re gotinên nû bidin nivîsandin.Ji bo berhemhêneran jî bangeke min heye, qedirê zimanê xwe yê tehdedîtî, derbexwarî bigirin, jê re xizmetê bikin û xemxurên wî bin. Li aliyekî jî, hûn nanê xwe ji vî zimanî derdixin, loma şêkirdarê vî zimanî bin. Ev jî mafê me ye ku em ji we bixwazin.Kaynak: Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan - Amîda Kurd
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览794
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
挂钩项目: 47
传记
图书馆
报价及短语
文化 - 拼图
文章
词和词组
小组: 文章
Publication date: 07-10-2007 (17 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览794
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,678
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!