=KTML_Bold=Wek paradîgmayeke çandî kevneşopî-2=KTML_End=
Îlham Bakir
Çanda kurdî li ser erdnîgariya ku şoreşa sazûmankar a mirovahiyê, neolîtîk, lê pêk hatiye, teşe girtiye. Kurd jî wek piraniya gelên vê erdnîgariyê parçeyek ji vê şoreşê ne û îro mîratgirên wê ne. Çîrokên ku kurd vedibêjin ligel ku di navberê de bi hezaran salan dem derbasbûye jî, hîna jî li ser şopa vê şoreşê ne. Ji ber vê yekê jî divê sînemaya kurdî ya ku hîna nû teşe digire jî divê bide ser şopa vê şoreşê.
Avaniha civakî ya kurdên ku bi sedsalan dewlet ava nekirine û dûrî kevneşopiya dewletparêz mane xwediyê taybetiyeke demokratîk a dijdesthilatdarî, dijhiyerarşî, bi xwezayê re lihevkirî û bi awayekî wekhev têkilî daniye ye. Sînemaya kurdî ku li gor vê paşxaneya civakî tevnegere dê lingekî wê kêm bimîne.
Di çîrokên kurdan ên kevneşopî û jiyana wan a civakî ya kevneşopî de jinên kurd xwediyê roleke pir girîng a avakirina pergalê ye. Di tu çîrokên kurdan ên kevneşopî de jin wek çîrokên rojavayî yên îroyîn û metnên dramatîk ên klasîk de qels û ketî, fenan li serê mêran digerîne, fitnebaz, nayê nîşandan. Herçiqas di çîrokan de wek karaktera sereke cih negire jî, di herikîna çîrokê de xwediyê roleke bandorker e. Ji ber vê yekê jî sînemaya kurdî gava ku çîroka xwe dihone divê vê rastiyê bibîne û bizanibe ku jin di nav pergal û çîrokê de xwediyê roleke damezirîner û sereke ne. Jixwe îro jî jinên kurd bi têkoşîna xwe ya mezin a ku dimeşîne û berdêlên giran ên ku dide rastiyeke jinên azad derxistiye holê. Tişta ku divê bê kirin ev e: Karaktera jin a alîkar a ku di çîrokên gelêrî de hêzdar e û xwediyê taybetiyên erênî ye di sînemaya kurdî ya îroyîn de û serdema şoreşa jinan de li gor rola wê ya pêşengiyê bê pênasekirin û nîşandan. Gava ku mirov ji vî aliyî ve lê binihêre, heta ku mirov bi Edûlêya di destana Derwêş û Edûlê de nizanibe yan jî berxwedana karakterên jin ên Keleha Dimdimê nizanibe, mirov dê nikaribe bandora jinan a di nav civakê de baş bibîne. Divê mirov wan karakterên jin ên ku di destana Keleha Dimdimê de heta dilopa xwîna xwe ya dawîn ji bo axa xwe têdikoşin bizanibe. Divê mirov têkoşîna Edûlê ya li hemberî bavê wê bizanibe. Di çîrok û destanên kurdî de tu wextê jin, jinên ku keda wê tê xwarin û ketî nîn e. Yan karaktera alîkar e, yan jî karaktereke erênî ye. Wateyeke neyînî lê nehatiye barkirin. Dubarekirina çîrokên sînemaya tirk a derbarê jinên kurd de dê tu tiştekî li jinên kurd a îroyîn û rastiya jinên kurd a dîrokî zêde neke. Em dibînin û dizanin ku di sînemaya tirkî de jinên kurd karaktereke wisan e ku vîna wê tune ye, her tim lêdanê dixwe, pêkutî lê tê kirin û dibe qurbaneke kuştinên namûsê. Hişmendiya dagirkeran bi vê qelsnîşandana jinan dixwaze ku gelê kurd biçûk bixe û têk bibe. Ku em li gor vê hişmendiyê tev bigerin, em ê jî bikevin xizmeta vê hişmendiyê.
Tiştê herî girîng a ku dikare di çîrokên ku dê bi riya sînemaya kurdî bên vegotin de bi awayekî neyînî bandorê bihêle li çar parçeyan dabeşbûna Kurdistanê ye. Li her parçeyekî pêvajoyeke bişaftinê ya siyasî û çandî ya cuda hatiye jiyîn. Ji ber vê yekê di vegotinên kurdan ên sînemayê de ji hêlekê ve nirxên wan ên neteweyî û taybetiyên wan ên neteweyî tên dîtin, ji aliyê din ve jî bandorên çandî yên gel û dewletên dagirker tên dîtin. Sînemaya kurdî ji bo ku di çîrokên xwe de vê têkbirina dagirker asteng bike divê çîrokên bi kurdî û yên ku qada wan Kurdistan e vebêje.
Îro pirsgirêka herî bingehîn a vegotinê ya sînemaya kurdî bêyî guhertinê wergirtin û pejirandina qalibên vegotina rojavayî ye. Awayên vegotinê yên cîhaneke din, derûniyeke din, civakeke din, yên ku hema bibêje ji aliyê hebûnê ve bi tevahî dijberî çanda me ne bêyî tu veguherandinê wergirtin û bikaranîna wan teqez dê encameke ne serkeftî bi xwe re bîne. Di vê rewşê de senaryoya ku derketiye holê çiqas baş hatibe nivîsandin bila bê nivîsandin, dev ji temsîlkirina civakê berde, dê ji derveyî teqlîdekê nebe tu tiştek û bi rastî jî ne pêkan e ku veguhere berhemeke serkeftî.
Afirandina hunerê û pêkanîna berhemekê pêvajoyeke têkildarî avaniya civakî, hişmendî û kevneşopiyê ye. Mirov bi tenê di gerdûneke fîzîkî de najîn. Di heman demê de di gerdûneke razan de jî dijîn. Ziman, mîtos, huner û ol jî parçeyên vê gerdûnê ne. Civaknasiya çandî bi awayekî teqez destnîşan dide ku di navbera têgihên civak, çand û nasnameyê de têkiliyên ku ne pêkan e qut bibin hene û ev têkilî di gerdûna sembolîk de hem bi awayekî paşdemî hem jî bi hevdemî ji nû ve tên hilberandin.
Kevneşopî, li erdnîgariyeke ku sînorên wê kêm zêde diyar in, di nav komeke mirovan a ku ji aliyê olî, ziman û çarenûsê ve yekitiya xwe pêk anîne û bi heman çavî li bûyerên ku diqewimin dinihêrin de bîra ku hatiye avakirin e. Afirandina hunerê yan jî çêkirina berhemekê têkildarî kevneşopiyê ye. Li rojavayê kevneşopiya romanê ya klasîk bi awayekî hêzdar salên dûr û dirêj domiyaye. Wek domahîka vê kevneşopiyê sînemaya ‘vegotina klasîk’ derketiye holê. Ji ber vê yekê jî sînema wek domahîka kevneşopiya wêjeyî ya rojavayê tê pejirandin. Sînemaya rojhilat, sînemaya kurdî jî dê çîroka xwe ya xwesazkirinê divê li ser bingehên vegotina xwe ya kevneşopî ava bike. Ango divê çanda xwe bikole û vekole, dewlemendiyên di çîrok û destanan de derkevin holê û li gor vê perspektîfê jî awayekî vegotinê derkeve pêş. Çîrokên sînemaya rojhilatê ji rasteqîniyê dûr in. Wek ên rojavayê vegotin û zimanê wê baş rûneniştiye û sînemayeke serkeftî derneketiye holê. Sedema vê yekê jî ew e ku têkiliya xwe ya bi kevneşopiya xwe re qut kiriye. Sînemaya Îranê di nav sînemaya cîhanê de xwediyê cihekî girîng e. Sedema vê yekê jî ew e ku têkiliyeke wê ya pir xurt bi kevneşopiya wê re heye.[1]