图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
传记
尼扎米
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
的地方
萨勒马斯
07-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
迪尔达尔
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  531,049
图片
  107,575
书籍
  20,010
相关文件
  100,976
Video
  1,471
语言
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
小组
中国的
传记 
7
的地方 
3
文章 
3
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
传记
巴赫特雅尔·阿里
的地方
萨勒马斯
传记
马斯图拉·阿达兰
传记
尼扎米
Rêzimana standard
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Cebuano0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Rêzimana Kurmancî

Rêzimana Kurmancî
=KTML_Bold=Rêzimana standard=KTML_End=
Ibrahîm Xelîl

=KTML_Bold=1- Zimanê standard=KTML_End=
#Zimanê standard# ew e zimanê yekbûyî (bi rêziman û ferhenga xwe) ku ji zaravayekê yan bêtir pêk tê û dibe cihê lihevhatina giştî ji alîyê zimanzan û nivîskar û rewşenbîran ve.
Ew ziman dibe ku zimanê metropoleka gewre yan zimanê nivîskarekê bêhempa yan zimanê pirtûkeka pîroz be.
Zimanê standard tevna milet û heyvanê dewletê ye û ku ew zimanê yekbûyî nebe ew milet her dimîne mal û malik û êl û hozên şerpeze û ew welat her dimîne bajar û bajarok û gund û navçeyên jihevketî ku her yek ji wan ji yên din dûr e û xwe bi dewleta serdest a li ser sînorê xwe digire.
Armanca ji zimanê standard ew e ku şêweyê nivîsînê li cem hemû nivîseran yek be ne ku zarava bêne tunekirin yan hevwata neyêne bikaranîn yan zimanekê nû li milet ferz bibe.
Jixwe zimanê standard peyrewê zimanê axiftî ye lê bi mercê parastina şêwaz û endazîya zimanî ya kevnare anku navika hişk a wî zimanî:
- Li ser asta ferhengî: Gotinên gelêrî û yên nûdariştî lê piştî ku ew gotin bi parzûna hûr a kevnenivîs û rehnasîyê bêne dirustkirin.
- Li ser asta rêzimanî: Ew awayê ku tevahî yan piranîya xelkên deverê pê diaxivin lê helbet piştî dirustkirina hin guhertin û jirêçûna ku di bin bandora bişaftin û nexwendewarîya bi salan de li nav xelkê belav bûne.
Bilcumle, zimanê standard giring e û ev pirtûka li jêr hêja ye rexneyê, ne ew rexneya (Baş - Pîs) lê rexneya (Rast -Şaş) bi lêkolîn û belge.
=KTML_Bold=2- DENGNASÎ=KTML_End=
Şaştîya pêşî di vê pirtûka hêja de ew e ku beşa yekem bi navê (Dengnasî) ye ji ber ku Dengnasî (phonologie) beşek ji Zimannasîyê (linguistique) ne ji Rêzimanê (grammaire) ye û daneran bi xwe ev yek di pêşekîya pirtûkê de gotiye.
DI vê beşê de, jimarek gotinên biyanî heye, wek (Kategorî, Asîmîlasyon, Pratîk, Faktor, Minhac) ku ne ji wan gotinên asê ne mîna phonème û morphème da ku mirov wan bê wergerandin berde.
Gotina (piçûk) -reha wê piç e- wiha hatiye nivîsîn (biçûk)
Gotina (gihaştin) wiha hatiye nivîsîn (gihîştin)
Nimûneya ketina dengê D wiha nivîsiye (şadbûn dibe şabûn) lê jixwe ev nimûne ne di cihê xwe de ye ji ber ku ev D ya farisî ye û kurmanc ji ber xwe ve dibêjin (şabûn) bê ku tu dengan bixînin çiku ev D bi ya (azad, bad, dûd, bûd, dad …)ên farisî re ji mêj ve ketiye.
Gelek tiştên xweş û giring di vê beşê de hatiye û tev ku dermijar e jî lê zanyarên wê yên kurt û hindik ji fêrkirina destpêkên zimannasîyê re baş in …
=KTML_Bold=3- Morphologie=KTML_End=
Beşa duyem ji vê pirtûkê ya bi navê Morfolojî (Morphologie) ew jî Zimannasî ye û daneran dîs ev yek di pêşekîyê de heşkere kiriye.
Êdî ev beş li gel beşa Dengnasîyê (226) rûpel e anku zêdeyî du behrên pirtûka Rêzimanê ne (Rêziman) e lê (Zimannasî) ye.
Di beşa yekem a Dengnasîyê de gotina (nêzîk) bi kar anîbûn lê di ya duyem de (nêzîk) dîs hate kesixandin û bû (nêz) nizanim çima.
Di rûpela 43 de, sê nimûne dûvrêzî hev nivîsîne, her sê jî, mixabin, erebî ne (ceribîn, tefandin, helandin).
Di rûpela 57 de, pirtûkê her du paşgirên (yar) û (ar) ji hev dernexistine û wan tevlihev dike. Ew van nimûneyan ji bo paşgira YAR rêz dike : (Bextyar, cotyar, pirsyar, kiryar, zanyar), ku 2 ji wan (navdêr+paşgira YAR) in û her sêkên mayî (lêker+paşgira AR) in.
Di rûpela 58 de, (mij) weke paşgir nivîsî ye û bi du nimûneyan jî xemilandiye (şîrmij, xwînmij) lê di rûpela 137 de, reha dema nuha ya lêkera (mêtin) ji nişka ve dibe (mêj) ne (mij).
Di rûpela 63 de, gotinên (çiya, giya) wiha hatine nivîsîn (çîya, gîya) û pisa min ev e: Ew îya bi dawîya navdêrên weke (azadî, biratî, ronahî …) paşgireke resen û kevnar e û ku li pey wan gotineke serbar hat, ew îya xwe diparêzin û dibin (azadîya …, biratîya …, ronahîya …) lê çiya û giya ne ji wê rêzê ne.
Di rûpela 135 de, Pirtûk 3 lêkerên ku bi (ûn) diqedin qebûl dike, ew jî (bûn, çûn, dirûn)in lê ya rast ew e ku dirûn (dirûtin) e û çûn (çûyîn) e û bûn jî (bûyîn) e anku tu raderên lêkeran (karan) di kurdî de bi (ûn) naqedin.
Rêzimana Kurmancî dubarekirina tîpan di standarda xwe de qebûl nake, anku (pir = جداً + جسر) û (ker = حمار+أطرش) û (birîn = جرح+نشر) û (kirî = فعل+اشترى) …
Helbet deh şaştî jî di çi pirtûkê de hindik û ne xem e lê şaştîyeke tenê di çi pirtûka rêzimanî de bi rastî gelek e …
=KTML_Bold=4- Pênc pirsgirêk di çavên dijminan de…=KTML_End=
Rêzimana kurmancî yê ya SZK pirsgirêkên ku di pirtûka Weqfa Mezopotamyayê de piçekî guvaştin û pênc xal tenê ji wan bi xwe re rahiştê. Ew pênc xal jî ev in:
1- (î) ya berî (y), ka gelo gerek bikumik be yan bêkumik be.
2- Tewanga navdêrên nêr, ka gelo gerek (Fuad ter û hişk xwar) yan (Fuadî ter û hişk xwar) rasttir e?
3- Gireyên serbarkirinê (îzafe wek ku RK bi nav dike) yên navdêrên nenas, gelo (wan bedkaran lawikekî piçûk revand û tifingeke giran li milê wî kir) yan (wan bedkaran lawikekê piçûk revand û tifingeka giran li milê wî kir)?
4- Tekkirin û dubarekirina tîpên qalind, ka gelo (fermandarê me ker e û karê wî birîna serîyan e û ew pir xerab e) yan (fermandarê me kerr e û karê wî birrîna serîyan e û ew pirr xerab e)?
5- Paşdaçekên (de, re, ve) yan (da, ra, ve), gelo kîjan rasttir e û gerek bibe standarda nivîsînê?
Ez dibêjim nakokîya nivîskar û zimanzan û weşanxanedaran derveyî van pênc xalan dernakeve û ku ew bi şêweyekê ji wan her du şêweyên borî li hev bikin nîvê pirsgirêka standardbûnê safî dibe û êdî em hemû dikarin hingî berê xwe bidin nîvê din (standardkirina rênivîsa hin gotinên fireşêwe wek bihar û behar û buhar) …
=KTML_Bold=5- Tewanga navdêrê nêr zêdebûna bêkêr=KTML_End=
Pirtûka Rêzimana kurmancî ya SZK tewanga navdêrê nêr dîs vedijîne û bi kar tîne û çav lê ye bikaranîna wê li kurmancîya standard heq û ferz dike.
Doza pirtûkê ew e ku li şûna (Mustefa nan xwar) û (Mustefa nan dixwe) vê şêweyê (Mustefayî nan xwar) û (Mustefa nanî dixwe) bike fermî.
Bi rastî, ev şêwe tam rêzimanî ye û bê guman kurdan berê wilo digot û heta roja îro jî yên ku wisa dibêjin hene LÊ …
Ziman ne kevirê hişk e ku xwe di ser kartêkerîya demê re çeng bike û bi sal û zemanan re her weke xwe bimîne lêbelê ew roj bi roj û sal bi sal binyada xwe diguhere û milê xwe ji pîjik û qertafk û serbarên bêkêr sivik dike da ku karibe bi pêş ve biçe û jiyana xwe berdewam bike. Va ye zimanê Shakespeare li hember zimanê J.K. Rowling û va ye zimanê Guillaume de Lorris li hember zimanê Albert Camus û va ye turkîya osmanlî li hember turkîya Atatürk û erebîya Pêxember li hember erebîya kolana erebî ya ku (الذي، التي، اللذان، اللذين، اللتان، اللتين، الذين، اللواتي، اللائي) hemû kirine yek gotin (اللي) bi yekcar.
Lê sivikkirin ji bo afirandina zimanê standard ne berdîberdan e ku her kes bê û serê tilîkekê ji ziman bibirre û bibêje ev zêde ye û ev ne lazim e. Sivikkirin mercên wê hene, ew merc jî bi pirsyarî ev in:
- Gelo ew zêdebûn hîn milet di zimanê xwe yê rojane de bi kar tîne yan na?
- Gelo avêtina wê zêdebûnê tu kêmanîyê dixe ziman û tu diyarîyê nediyar dike yan na?
DI nerîna min de ev (î)ya ku bi navdêrê nêr ê tewandî ve bû îroroj kêm bi kar tê û pirranîya xelkê zimanên xwe jê sivik kirine. A din, heger ev (î) bê avêtin ka ew ê çi tevlihevîyê di hevokê de çêbike?
Halê hazir, ew tu bandorê li hevokê nake ji ber ku kurmanc navdêrê mê bi (ê) heta roja îro ditewînin êdî xweş tê fêmkirin ku navdêrê netewandî nêr e û wê çaxê paşgira navdêrê nêr a tewandinê dibe morfêma sifir (morphème zèro) anku ew morfêma ku bandora wê di nebûna wê de ye wek çawa kurd dizanin ku (gamêş) navdêrekî nas e bi rêya morfêma wî ya sifir (nebûna EK).
A dîtir, paşgira (î)ya hin navdêrên wek ( azadî, biratî, pîsî, qencî …) heye û paşgira (î) ya nisbetê jî wek (cizîrî, hekarî, amûdî, mehabadî …) heye ku di rewşa tewandinê de giranîyeke nexweş tîne ser ziman û ser nivîsê li gel ku peywirên paşgirê bê sebeb pirr dike.
A dîtir-tir, tewandina navên biyanî yên nêr (û her wiha yên mê) ne karekî rêzimanî yê rast e û tu kes ji miletên xwedî zimanên tewangbar wilo nake, ne ji kurmancan jî, ma kî dibêje (Bernardshawyî erd ajot û Valentinayê bizin dot)?
BI kurtî û kurdî: Ku ne giring be tu biguherî, naxwe giring e ku tu neguherî.
$6- Derbarê kêşeya (Î)ya berî Y di navbera Celadet û SZK de$
Rêzimana kurmancî, ji bo standardbûnê, (Î)ya bikumik li pêşîya Y di her halî de qebûl dike û dinivîse berevajî nerîna Celadet Bedirxan ku di her halî de kum ji serê wê dikir madem ew (î) û Y di yek gotinê de ne.
Rehmetîyê Celadet pirsgirêka (rîya min, rêya min) wisa çareser dikir (riya min, reya min) anku (î) dikir (i) û (ê) dikir (e).
Di nerîna min de, ev mesele du doxên wê yên jihevcuda hene:
- Yek jê ya navdêrên ku bi (î) diqedin: Wek (giranî, dirêjayî, ronahî, hevaltî, xortanî …).
- A din a lêkerên di dema borî ya temam de kêşayî.
Bi navdêran re dibînim ku çêtir e (î) bi kumik bê nivîsîn anku (giranîya …, ronahîya …, hevaltîya …, xortanîya …) ji ber ku ew (î), di vir de, ne tenê fonêm e lê morfêm e jî û bi kêr nayê morfêm bê guhertin yan sivikkirin wek çawa bi kêr nayê (beza) bibe (beze) û (zana) bibe (zane) û (bilûrvan) bibe (bilûrven). Ji alîyekî din ve, parastina wê (î)yê şêweya ferhengî ya gotinê diparêze.
Lê bi lêkerên (tin, din) re wek (girtin, şandin ...) ku bê kumik bê nivîsîn dê çêtir be ji ber ku ev paşgirên raderî ji rayekan (girt, şand ...) başqe ne û tu sedem (tu Î) tune ku mirov van lêkeran wisa bikêşe (min girtîye, min şandîye ...), ne ku mebest berkarnav be hingî mirov dikare wisa bi kumik binivîse (ew girtî ye, ew şandî ye).
Lêkerin hene ku raderên wan bi (în) diqedin wek (anîn) ew bê guman gerek bi (î) be:
Min anîye, min (...) anîne ...
$7- (De, Re, Ve) yan (Da, Ra, Va/ve)?$
Di bin bandora pirtûka Weqfa Mezopotamyayê de û bi piştgirîya wê, Rêzimana Kurmancî yê paşdaçekên xwe kirin (Da, Ra, Ve) û standarda heyî bi pifekê betal kir.
Ev serê not salî, kurmancên ku li malên xwe (Di, Ri, Ve) û (Da, Ra, Ve) dibêjin wan di nivîsên xwe de da ser şopa mîr Celadet û wek wî (De, Re, Ve) nivîsîn û cihê wan paşdaçekan xweş di pelên guh û defteran de çêbû û tu giringîya rêzimanî ya berbiçav îroroj tune ye ku ev paşdaçek piştî ewqas sal bêne guhertin.
Thèseb û Antithèse:
Heger bi pirrbûnê be û behane ew be ku behra bêtir ji kurdan (Da û Ra) bi lêv dikin (û jixwe tu serjimarî di nav destan de tune ye li gel ku ev Rêziman a kurmancî tenê ye), lê ku serjimarîya bilêvkerên Da, Ra û yên De, Re hebe jî, şertê standarda heyî û rûniştî di ser şertê jimarê re ye.
Va li ber çavan e nimûneya miletên ereb ku dengê tîpa Qaf (ق) di xwendin û nivîsîna fermî ya standard de li gor bilêvkirina rêjeyeke kêmî 5% bi lêv dikin û wisa dinivîsin li hember ku zorbeya ereban di zimanên xwe yên axiftî de wê Qafê dikin hemze - ء yan G û yan jî غ, û va nimûneyên pirranîya welatên Ewropayê ku sê behra borexelkên wan ne wek zimanê standard ê dewletê diaxivin lê naçar in weke wî binivîsin.
Û heger behane ew be ku di nivîsarên folklorî de (Da, Ra) hatiye (û jixwe De, Re jî hatiye), ez dibêjim dibe ku wan çaxan kurdan ji ber ku bi tîpên erebî dinivîsî tîpeke taybet bo (e= فتحة)yê di AB ya wan de nebû yan jî ji ber ku nivîserê wê berhema folklorî tenê bi şêwezarê devera xwe nivîsîye.
Û heger mesele nazikî û sivikbûn be jixwe (e) ji (a) siviktir e û helbet ziman û pêvajoya guhertina dengan her dem û bi giştî ber bi kurtkirin û sivikbûnê ve diçin.
Û heger bi mentiq û endazeya zimanî be, kurmancan pêşdaçekên xwe (ji, di, bi) bi dengdêrên kurt saz kirine û paşdaçekên wan - ew jî bi dengdêrên kurt - bi wan re guncandine.
Û heger bi zanistî û pîvanê be jî, ê ku (de) bike (da) û (re) bike (ra) ma ne gerek (ve) jî bike (va) ji bo ku guhertin zanistî û rast pîvayî be, ne kêfane be?
Bi kurtî: Paşdaçekên heyî bi şîr qelandî ne û guneh û xerabî ye ew bê sebeb li bazara guhertinê bêne raxistin ...
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览577
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
[1] Social Media | Kurmancî - Kurdîy Serû | Medyaya civakî; Facebook; Rûpel (Ibrahîm Xelîl); Dîrok 25-11-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 10-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):26-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览577
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
巴赫特雅尔·阿里
的地方
萨勒马斯
07-08-2024
شادی ئاکۆیی
萨勒马斯
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
马斯图拉·阿达兰
传记
尼扎米
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
尼扎米
新项目
传记
尼扎米
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
马斯图拉·阿达兰
11-08-2024
شادی ئاکۆیی
的地方
萨勒马斯
07-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
迪尔达尔
02-08-2024
شادی ئاکۆیی
传记
巴赫特雅尔·阿里
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
统计属性
文章
  531,049
图片
  107,575
书籍
  20,010
相关文件
  100,976
Video
  1,471
语言
کوردیی ناوەڕاست 
303,155
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,915
هەورامی 
65,847
عربي 
29,357
کرمانجی - کوردیی سەروو 
17,077
فارسی 
8,979
English 
7,418
Türkçe 
3,605
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,483
Pусский 
1,133
Française 
336
Nederlands 
130
Zazakî 
90
Svenska 
63
Հայերեն 
50
Español 
45
Italiano 
44
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
20
中国的 
16
Ελληνική 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Fins 
12
Polski 
7
Esperanto 
5
Ozbek 
4
Português 
3
Тоҷикӣ 
3
Hrvatski 
2
Srpski 
2
Kiswahili سَوَاحِلي 
2
ქართველი 
2
Cebuano 
1
ترکمانی 
1
小组
中国的
传记 
7
的地方 
3
文章 
3
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
MP3 
323
PDF 
30,524
MP4 
2,395
IMG 
196,596
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!