图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,071
图片 106,674
书籍 19,296
相关文件 97,290
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Cejna Yaran – Qeweltas
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cejna Yaran – Qeweltas

Cejna Yaran – Qeweltas
=KTML_Bold=Cejna Yaran – Qeweltas=KTML_End=
Qendîl Şeyxbizînî

#Yarsanî# yek ji dînê dêrîn û kevnareya kurdî ye ku ew jî wek “#zerdeştî# û #êzîdî# ”yê reh û rîşeya wê ji fikir, felsefe û dînê Mîtrayî û Mêhrayê tê. Pirtûka yarsaniyan “Serencam”e. Li gor deverên cuda cuda navê wê dînê jî bi çend curan hatiye ku sê nav zêdetir berçav û diyar in ew jî “Yaranî, Kakeyî û Ehlê Heq” in. Her wiha gelek kesatiyên mezin wek Pîr, Kake, Babe, rêberên wê dînê ne wek “Şahxoşîn, Babe Serheng, Babe Yadgar, Babe Tahîrê Hemedanî, Pîr Şalyar û San Sahak” hwd.. Lê San Sahak wek referomkarê wê dînê û serdarê wê dînê ji hemûyan balatir û mezintir e. Dînê yarsanê bi pergaleke ger û dewranê derbas dibe ku her dewranekê 300 sal in û San Sahak di ger û dewrana heştemîn de bûye. Peyrewkarên wê dînê li rojhilatê Kurdistanê Loristan, Hewraman, Hemedan û Erdelanê hene. Li başûrê jî li Germiyan, Kerkûk û Musilê hene. Xnecê wê li Atropatyan(Azerbaycan)ê jî hene, helbet li hin derên din jî hene û belav in.
Di dînêy yarsanî de du rojî girtin û cejn girtin hene ku rojîgirtin û cejngirtina “Yaran-Qeweltas û Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê ne.
Cejna Qeweltasê yek ji cejn û boneya kurdî-yarsanî ye ku di çileya zivistanê de ye û reha wê cejnê jî girêdayî çîrokeke ku bi du awayî tên vegotin û mîtolojî û serhatiya bûyerekê bi hev re girê dide di bîr û baweriya dînê yarsanî de.



Serhatiya yekemîn wiha ye ku, heft yarên mezin ên Yarsanî bi navên “Qulî, Şabdîn, Şake, Şah Nezer, Îsa, Şah Murad, Pîr Dilawer”, her heft kes ji herêma Ûrmiyê û bajarê Selmasê ya rojhilatê Kurdistanê re ber bi Hewramanê tên bo dîtina “San Sahak” li gundê “Perdîwer”ê. Di zivistaneke sar û seqem de rê tof û berf dibe, tên hetanî nêzî çiyayê Şahoyê dibin, li wir ruh mezinî di wan de çê dibe û dibêjin: “San Sahak, san û şahê cîhanê, çima nayê pêşwaziya me ku rêyeke kin û demeke kin maye. Heft yaran nêzî şikefta li çiyayê Şahoyê bûn. Lê li hemberî vê ruh mezin bûnê, ew ketin ber nefr û hêrsa “Kemandar”î û her heft kes ketin binê berfê ku sê şev û sê rojan di binê berfê de man.
Hin çavkanî dibêjin: bi fermana “San Sahak”î ketin binê berfê ku San Sahak ji “Mustefa Dawdan” re got, di vir de “Mustefa Dawdan” heman “Îzraîl”e ku ferîşteyê giyankêşanî ye.
Hin çavkanî jî dibêjin ew ketin binê berfê û “San Sahak” ji “Mustefa Dawdan” re got: here pişt wî çiyayî, li wir pele ewrek heye ku heft sale danebariye, here wî bîne û dabarîne ser heft yaranên Qeweltasê daku wê berfê behele. Ferîşteyê giyankêşanê jî çû ferman da ewrê ku sê şev û sê rojan dabibare ser berfê ku berf bihele û berf heliya, dît ku ji ber birçîbûn û sermabûnê yaran giyan dane û mirine, “Kemandar” ew bi mirîtî birin pêşberî zatê Heq şahê cîhanê San Sahak, ew jî ji “Pîrê Şert – Binyamîn”î re got: konekî spî veda û ji “Kake Pîre”yî re jî got: termên heft yaran amade bike, dû re şahê cîhanê bi gopalê xwe û got: bi fermana xwedawendî “Hûrzdê – rabin”, ji cîhana enderê her heft yaran dîsan zîndî bûn û sûjdeya spasdariyê ji keremdarê re kirin. Heft Yarên Qeweltasê piştî zîndîbûnê, ji San Sahakê re efû xwastin, San ji wan re got: li hemberî efûkirina we, gerek hûn tam mehekê rojî bigirin. Ew jî ji San re gotin: keremdar, em ehlê heq! rojiyê çi?
Keremdar jî got: ehlê heq rastî guman bibe divê wî karî encam bide. Yaran jî dîtin ku San ewan efû nake, ew jî ji “Pîr Binyamîn” re gotin ku dadekê ji wan re bike, pîrê şert “Binyamîn” jî berê xwe da San û got: mezin û serwerê min, hêvîdar im ji ber xatirê biçûktirîn xizmetkarê xwe yaran ji wê gunehê efû bikî. San got: Pîr Şert, bi mercekê yaran efû dikim, divê li ser şertê Binyamîn bin û li pey hezên xwe nekevin, her gav ku Yaran merc û payeyên îmanî yên xwe cîbicî nekin, ji civata yaran terk dibin. Ey pîrê Şert “Binyamîn” divê Yaran sê rojan rojî bigirin û dûre cejn bigirin.

Serhatiya duyemîn li gor metnên pîroz ên yarsanî, heft yarên mezin ên dînê yarsanî bi navên “Qulî, Şehabedîn, Şake, Şah Nezer, Şah Murad, Îsa, Pîr Dilawer” ku ruhê bazneyê heftewane di wan de şênber e, ji bajarê “Selmas”ê bi mebesta bi xizmet gihiştina “San Sahak” ber bi “Perdîwer”ê anku gundê “Şêxan” li Hewramanê ketin rê, dema gihiştin nêzî çiyayê Şahoyê, li wir di nava tof û berfê de asî man û sê rojan tu tiştek nexwarin. Ji bo hatin û mêvaniya heft Yaran “San Sahak” û yarên bi wî re bazneyê ruhî û civata zîkîrê saz kiribûn û ti tişt jî nexwarin, bo roja sêyemîn, bi fermana “San Sahak” her yek ji “Dauwdê Rêber û Mustefa Dewdanî, ji Pirdîwerê re çûn ber bi çiyayê Şahoyê, di wê rojê re rewşa hewayê xweş bibû, dûre hemû bi hev re hatine xizmeta “San Sahak” û êdî li Pirdîwerê cejn li darxistin û pîroz kirin.


Helbet cudahî di rojîgirtin û cejngirtinê de hene, hindibêjin: roîgirtina Qeweltasê ferz e li ser hemû bawermendên dînê Yarsanî ku ji temenê 6 salî ve rojî bigirin, hin jî dibêjin: rojîgirtin neferz e. Yarsanî piştî sê rojan rojîgirtin, cejn digirin yanî hem rojîgirtin û hem jî cejngirtin yek ji pîroziyên dînê Yarsaniyê ye.

Lê derbarê rojîgirtin û cejngirtina dî anku “Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê, ew jî her sê roj in, Ew jî du nêrin hene, hin dibêjin: rojîgirtin ferz e û lê hin dibêjin: ne ferz e û her kes azad e ji rojîgirtin yan negirtinê.

Piştî sê rojan rojîgirtinê ji 14’ê çileya mezin ta 17’ê çileya mezin û bo roja çarem cejn digirin ku ew cejn jî pênc rojan dewam dike. Xwarinên birinc û dîkil bi duhnê tên çêkirin di her şevekê de, her weha nanê pîroz ê “Girde”ê yek ji taybetmendiyên wê cejnê ye, qûrbanî kirin yekî dî ji merasîma wê cejnê ye. Her wiha nanê sêlî bo şukrane û spasdarî tên belav kirin, xencê wê mêwe roleke giring dibîne bi taybetî mêweya “Henar”ê û kulîlk û şîrîniyê ku wê dibin “Cemxane”yan û li wir bi tenbûr û zîkîr wê cejnê pîroz dikin û xelkî serdana “Cemxane”yan dikin û pîrzobahiya hevdu ya cejna Qeweltasê dikin.



Li ser diyarkirina rojên wê ka em berê xwe bidin vê hûzanê ku dibêje:
Ney çiley zimistan ney çiley zimistan
Dawud roçeşan ney çiley zimistan
Niyetşan çiwarda û mangê bo îhsan
Ce hevde û mangê gîrya çep destan
Têbînî: “Newê” navê gundekî dêrîn û kevnar e, şûnwareke dikeve binarê çiyayê Sûrênê

Bo niyeta di rojîgirtina “Qewltas”ê de tê gotin:

“Sê rojan rojî digirim bi eşiqa yarên “Qeweltas”ê, ji me rojîgirtin û ji heq pejirandin, ewel û axir yar, ezîz şahê xawenkar”.

Bo niyeta di rojîgirtina “Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê de tê gotin:

Ewell û axirman yar
Niyetman hawirden niyet yerê roy yar
Niyetman hawirden niyet xawenkar
We îşiq yaran merrenwî dauwd, Bnyamîn û Pîr Musî
Her kes negêro yerê roy yarî
Ne kero dawat padişayî
Beşiş nime yan çe xerman duçiyayî.

Lê cudahî di erk û awayê rojîgirtinên “Qeweltas” û “Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê û dema wê de hene.

Rojîgirtina “Qeweltas”ê dikeve nava çileya mezin û li gor kelamên Perdîwerê di çardeya çileya mezin de divê rojiyê bigirin ta hevdeh û di hevdehê de cejn bigirin.



Lê rojîgiyê “Xawenkar” di 12ê çileya mezin de tê encam dan.

Şahê mezin San Sahak dibêje:
Beydê binîşîm pûlî ham milê,
Yerî roy yaran ama ew dilê,
Duwazde û ma nedilê çilê.

Anku: Yaranî yên hevsoz û hevpeyman, werin rûnên, vaye rojiya sê rojên yaran hat, di roja 12ê çileyê de.

Şahê Hewraman dibêje:
Dawud roçeşan ney çile û zimisan
Niyetşan ne çuwarde û mangî bo îhsan
Ce hevde mangê bigêra çepdesan,
Îdşan pey to bûnî sermesan,
Niyet û roçeşan pey Qewtasan.

Anku: Ey Dawud rojiyê yaran di çileya zivistanê de ye, niyet anîn di çardehê çileyê dibe û di hevdehê de “Çepdest” bikin ku nîşana cejnê ye û jêre “Çeprezbar”ê jî tê gotin. Cejna “Qeweltasê ji bo şad bûna te ye û bi navê “Qeweltas”ê rojî bigirin.

Her wiha cudahiyeke din ya “Qeweltas û Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno“ ew e ku yarsanî nabe sê rojên “Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê kêm bike.

Kekam dibêje:
Her kesê roçey padşam kil kero
Paşam wesirr teqsîr gunahiş mewyero

Anku: Her kes roja padişahê min kil û kêm bike, padişahê min kêmkarî û gunehên wî efû nake. Lew hin weha dibînin ku rojînegirtina “Qeweltas”ê mîna “Merrê Newê/Merrew Newê/Merrno”yê nabe guneh û tawan.
Yan jî dibêje:
Merde sê roçe zînde şanî kerd
Perê şukirane îdşanî kerd

Anku: Kesên ku sê rojan mirin û zîndî bûn, ji spasdariyê re bû cejna wan. Lê dema em defterê dinêrin, dibînin ku ferza sabit e rojiya sê rojeyên Qeweltasê.

Pîr Binyamîn dibêje:
Kerdêş asanen, kerdêş asanen
Nekerdêş muşkil, kerdêş asanen
Yar ka’beya şerîf, qîbehy xasanen
Çe eşiq yaran Qeweltasanen

Seyd Xamoş dibêje:
Dudane gewher negoş ber awerd
Kêşaş ew niyaz Binyamîn şert
Pîr wêş nasa sultan sirr poş
Gewher bî we pirç perê sey xamoş
Gewher bî we pirç pirç bî we elmas
Elman bê we remz yar Qeweltas

San Sahak dibêje:
Çe serîn basî..
Şahûmn kêşa çe serîn basî
Tasim asimang xeziram qiyasî
Merrûman niya pa Qeweltasî
Çe eşiq yaran çuwarde exlasî
Tawisanman gêlina çe zimisan rasî
Zimisan û mestî çilem esasî
Kesê nenyerû û fitne û weswasî
Niyet yerî rûm çilem mabasî



Têbînî: Navê “San Sahak” bi gelek awayêndin jî hatiye weku”San Sehak, San Îshaq, Şahê Hewramn, Şahê Cîhan, Zatê Heq, Rêberê Yarsan” yd..
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览462
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 12-01-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on26-11-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览462
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,071
图片 106,674
书籍 19,296
相关文件 97,290
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!