图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,690
图片 105,139
书籍 19,525
相关文件 97,822
Video 1,415
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xeteriya li ser Rojava
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xeteriya li ser Rojava

Xeteriya li ser Rojava
=KTML_Bold=Xeteriya li ser Rojava=KTML_End=
Siyamed Sîpan

Ji bo ku em armanca êrîşên li ser Rojava baş fêm bikin, dibê em vê rastiya nijadperestiya li hember kurdan baş fêm bikin û analîz bikin.
Em dibînin ku nijadperestî ketiye xwîna tirkan. Dewleta tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava kiriye. Her wiha li ser hebûna hemû gelên ku niha li ser erdnîgariya Tirkiyeyê dijîn, ava dike. Li gelek cihan dîrok li gora xwe nivîsandiye. Li gelek herêman nexşe li gora xwe xêz kiriye. Li ser vî esasî jî gelên li Tirkiyeyê dijîn, perwerde kiriye û dike. Perwerdekirin gotinek gelekî bêwate ye li hember kiryarên dewleta tirk. Nijadperestiyek bêmînak enjekteyî xwîna gelê tirk kiriye. Navê wê jî kiriye perwerde. Ev nijadperestî jî di her qada jiyanê de derdikeve hemberî me. Ciwanên kurd ji ber ku muzîka kurdî guhdar dikin tên lînçkirin. An jî êrîşa li ser goristanan û xerabkirina gorên gerîlayên kurd, an jî mînaka êrîşa termên gerîlayan, an jî dema ku hemû şaredariyên kurd desteser kirin, an jî dema ku her roja êrîşî rojava cîhên sivîl dikin (herî dawî jî di 5’ê cotmehê de êrîşî rojava kirin), an jî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan. Û û û mirov dikare mînakan dirêj bike. Wek ku ev hemû mînak ne bes bin, êdî li derveyî axa tirkî jî êrîşan pêk tînin. Li Rojava dixe, ji bo ku li hember berjewendiyên kurdan rawest e, li Başûr dixe, dîsa heman armancî dimeşîne.Heya di şerê di navbera Azerbêcan û Ermenistanê de jî di koka wê de nijadperestî heye. Nijadperestiya li hember kurdan an jî li hember ermeniyan yek e.
Ev hemû binê nijadperestiya li Tirkiyeyê gelekî baş xêz dikin. Ev nijadperestî jî êdî piştî demekê ketiya genetîk û xwîna tirkan. Em dibînin ji çepan bigire, heta rastgir, sosyalistan û bawermendan, dema mijar dibe kurd, hemû li cem desthilatê cih digirin û li kêleka dewletê disekinin. Hinek ji wan tew vê yekê wek mafekî xwezayî yê dewletê dibîne. Yanî dewlet dikare zilme bike, hovîtiyê bike, bikuje û dagir bike. Lê dema gelê kurd xwe diparêze qiyametê radikin. Durûtiyek ewqas mezin mînakên wê li cîhanê kêm e. Lê dîsa jî dixwazim mînakekê bidim. Dawiya vê heftê li Berlînê kesên alîgirê dîktatorê Azerbêcanê çalakiyekê li dar dixin û dibêjin: ‘Em aştiyê dixwazin, em dixwazin Ermenistan êrîşan rawestîne, em dixwazin gel di nava aramiyê de bin.‘
Lê rastî çi ye? Ji sedî sed berovajî vê ye. Azerbêcan bi piştgiriya dewleta tirk êrîşî heremên ku ermenî lê dijîn. Malên wan talan kir û bi sed hezaran kes koçber kirin. Lê li hember raya cîhanê, li hember mirovahiyê diçin bêbextiyek wisa dikin. Ev tevgerên wisa bêbext û derewîn jî bêguman ji tirkî fêr bûye. Koka wê jî nijadperestî ye.
Em herdem dibînin ku reşê wan, sorê wan û keskê wan jî hemû yek in. Hemû rengê wan li dijî kurdan dibin yek. Ji ber ku nijadperestî ketiye DNY’a wan. Ji ber vê rastiyê jî çi ji destê vê dewletê bê dê bike. Ji bo li dijî berjewendiyên kurdan bibe asteng. Ji bo ku kurd negihêje azadiya xwe, çi hewce be dê bikin. Hewce bike ew ê li hinek deveran, gundan, bajarokan û bajaran jî bifroşe. Hewce bike, ew ê zagonan binpê bike. Hewce bike ew ê şer derxîne û bi sedhezaran kesan koçber bike.
Ji bo ku em armanca êrîşên li ser Rojava baş fêm bikin, dibê em vê rastiya nijadperestiya li hember kurdan baş fêm bikin û analîz bikin. Dema mirov li ser vî esasî li bûyeran binere, ew ê bi awayekî derkeve holê bê çima dewleta tirk ewqasî bêeman êrîşî kurdan û bi taybet Rojava dike.
Min di nivîsên xwe yî borî de jî anî bû ziman ku dewleta tirk, dewletek dagirker e, dewletek li ser bingeha nijadperestiyê hatiye avakirin, dewletek ku li ser înkar û lîstikan hatiye avakirin. Ji ber wê jî niha xeteriya herî mezin ji bo Rojava dewleta tirk e. Bêguman bûyerên wek êrîşa li ser Rojava, tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û neçareserkirina pirsgrêka kurd li Tirkiyeyê, vana hemû bi hev ve girêdayî ne. Heya ku dewleta tirk bi kurdan re aştiyek birûmet pêk nîne, ew ê tu carî negêje aramiyê jî.
Em cardin dubare bikin, li ser Rojava xeteriyek gelek mezin heye. Ev xeterî jî navê wê dewleta tirk e. Desthilatdarî çiqas dikeve tengasiyê ewqasî zêde êrîşî kurdan dike. Sedema êrîşên tund jî bêzariya dewletê ye. Desthilatdarî ketiye tengasiyek gelek mezin û dixwaze bi şerê li himber kurdan emrê xwe dirêj bike. Lê ev emir çiqas dirêj be jî, ew ê rojekê bi dawî bibe. Ew roj jî wisa xuyaye ku nêzîk e.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览517
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 21-11-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 10-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-11-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-11-2023
此产品最近更新( سارا ک ):25-11-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览517
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,690
图片 105,139
书籍 19,525
相关文件 97,822
Video 1,415
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!