图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 523,137
图片 105,816
书籍 19,709
相关文件 98,684
Video 1,420
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Têkiliyên Fransa û Kurdan di sedsalekê de!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Adil Baxewan

Adil Baxewan
=KTML_Bold=Têkiliyên Fransa û Kurdan di sedsalekê de!=KTML_End=
Adil Baxewan

Roja Înê 26-12-2023, Serok Macron li Koşka Elyseeyê pêşwaziya Serokê Hikûmeta Îraqê kir. Piştî 20 rojan, ango di 16ê sibatê de, cardin li Koşka Elyseeyê Serok Macron pêşwaziya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Roja înê 13-10-2023 Emmanuel Macron cara yekem pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îraqê (berî çend rojan ji posta xwe hat avêtin) Mihemed Helbûsî kir. Roja înê 03-11-2023yan jî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransayê ve hat pêşwazîkirin.
Heke wateyeke van hemî pêşwaziyan hebe, bê guman ji wê girîngiya berfireh pêk tê ku Parîs dide Îraqê û di nava Îraqê de jî dide Herêma Kurdistanê. Rast e, li ser asta teorîk, Serokê Hikûmeta Îraqê û Serokê Parlamentoya Îraqê nûnertiya tevahiya Îraqê dikin lê ev jî rast e ku di pratîkê de Serokê Hikûmetê nûnertiya Şîeyên Îraqê dike û Serokê Parlamentoyê nûnertiya Suneyên Îraqê dike.
Lewra, eger em li rastiyan binêrin, em ê bibînin ku di nava vê salê de yekî Şîe û yekî Sune ji aliyê koşkê ve hatine pêşwazîkirin lê 2 Kurd hatine pêşwazîkirin, tevî ku Kurd di rewşa herî baş de ji sedî 20ê Îraqê derbas nakin. Gelo wateyên vê guhdana bi Kurdên Îraqê çi ne û divê em wan çawa fêm bikin? Ji bo bersivê, ez ê di vê gotarê de, bi kurtî vegerim ser sedsaleke têkiliyên gelê Kurd û Fransayê.
=KTML_Bold=General Şerîf Paşa û Parîs=KTML_End=
Serê pêşîn, pêwendiyên Kurdistan û Parîsê wê kêlîyê dest pê dikin gava ku Şerîf Paşa ji bo beşdarî Konferansa Aştiyê bibe gihişte Fransayê. Ev konferans sala 1919an li navçeya Parîsê dest pê dike û di sala 1920an de bi Peymana Sevrê bi dawî dibe.
General Şerîf Paşa ku zimanê Fransî pir bi başî zanîbû, demeke dirêj li Parîsê ma û bîrnameyeke 19 rûpelî ya pir kûr û xurt ji bo konferansê amade kiribû ku teksta wê ya bi Fransî li cem min heye. Mixabin, tevî gelek hewldanên ketina salona konferansê jî, zilhêzên beşdar nehêlan ku ew bi xwe bixwîne lê yadaştnameya (bîrname) wî li ser hemû beşdaran hat belavkirin. Jixwe bicihkirina mafê avakirina dewleteke Kurdî di bendên 61, 62 û 63 yên Peymana Sevrê de, bi awayekî darîçav bi saya lobiya General Şerîf Paşayê ji Silêmaniyê bû.
=KTML_Bold=General Barzanî û General de Gaulle=KTML_End=
Piştî dema Peymana Sevrê û paşê Lozanê û têkçûna projeya dewleta Kurdî, pêwendiyên Fransa û Kurdistanê ji qada siyasî derbasî qada lêkolînên akademîk ên Fransî li ser Kurdan û têgihîştina Kurdan wekî netewe, civak, gel, ax û dîrok bûn heta dema General Barzanî.
Di dawiya salên 1960î yên sedsala borî de, ev têkilî dîsa teşeyeke siyasî werdigire. Bi taybetî jî dema ku Îraq dixwaze bi rêya peymanekê, çend balafirên şer ji Parîsa General de Gaulle bikire. Di wê çaxê de, wekî ku cenabê Serok Mesûd Barzanî ji min re behs kir, General Barzanî nameyek ji General de Gaulle bi xwe re şand û jê xwest ku bendekê têxe wê peymanê û Îraqê neçar bike ku wan balafiran dijî gelê Kurd bi kar neyîne û General de Gaulle jî ev yek qebûl kir, di dawiyê de jî, vê bendê wer kir ku tevahiya peymanê betal bibe.
Ango Doza Kurd yek ji peymanên aborî û leşkerî yên di navbera Parîs û Bexdayê de, di dawiya salên 1960î yên sedsala borî de betal kir! Bê guman ev ji bo miletekî bê dewlet fena miletê Kurd bûyereke girîng e. Lê xebînet wek pêwîst nehatiye behskirin û ne jî qada akademîk a Kurdî jî li ser xebitiye.
Fransa û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Di destpêka salên 1990î de, bahsa wê yekê dihat kirin ku Kurd dê wekî komeke siyasî û civakî li Îraqê ji holê rabin. Dema ku Sedam Hisên di meha tebaxê de Kuweytê dagir dike û paşê bi şer re rû bi rû dimîne, piştre Kurdistan tê azadkirin lê artêşa Îraqê dîsa êrişî Kurdistanê dike û koçberiya Kurdan dest pê dike.
Di wê kêliya trajîk û xofdar de, Fransaya Francois Mitterrand berî dide Konseya Ewlekariyê û bi rêya biryareke navneteweyî navçeyeke aram li Kurdistanê tê avakirin. Piştî salekê ev devera aram dibe cîwarê jidayikbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Ji ber vê yekê jî curekî pabendbûna Fransî ya exlaqî li hember Herêma Kurdistanê çêdibe û her ev yek jî wer dike ku gava şerê birakujiyê di sala 1994an de dest pê dike, dîsa Fransa derdikeve pêş û PDK û YNKê li devera Parîsê kom dike û di odeyên girtî de çend civînan bi wan dide kirin.
Rojekê cenabê kekê Newşîrwan Mistefa ji min re behs kir ku heta niha jî, wêneyê dîplomatkarên Fransî li ber çavên min e bê çiqasî ji me zêdetir xema wê yekê dixwarin ku em dawî li şerê birakujiyê bînin, te digot qey şer ne li Herêma Kurdistanê lê li Fransayê bû!
=KTML_Bold=Fransa û şerê DAIŞê=KTML_End=
Di meha tebaxê ya sala 2014an de, artêşa DAIŞê tenê 15 kîlometreyan dûrî Hewlêra paytext bû. Ji damezrandina Herêma Kurdistanê û heta sala 2014an, Herêma Kurdistanê ti carî rastî metirsiyeke man û nemanê ya wiha mezin nehatibû. Di kêliyeke wiha de bû gava civaka navdewletî biryara avakirina hevpeymaniyeke navdewletî ya dijî DAIŞê da û piştî Amerîkayê wekî hêza yekem, Fransa bû hêza duyem a vê hevpeymaniya ku heta niha jî berdewam e.
Tewra cenabê serokkomarê Fransayê di daxuyaniyeke xwe de dibêje, heke hêzên Amerîkayê jî ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişin, em ê bimînin û ji wir naçin. Rast e, dibe ku hebûna leşkerî ya Fransayê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hejmarê ve nisbî be lê ji aliyê kalîteyê ve bi giştî û aliyê dîplomatîk ê vê amadebûna leşkerî bi taybetî, ji bo miletekî bê dewlet wekî miletê Kurd, pir giring e û erkê yekem ê Herêma Kurdistanê ye jî ku hemû karîna xwe ya dîplomatîk bi kar bîne da ku hemû mekanîzmên berfirehkirin û bihêztirkirina wê bide meşandin.
Fransa û encamên piştî giştpirsiya serxwebûnê
Piştî giştpirsiya serxwebûnê, Herêma Kurdistanê ji her hêlê ve rastî dorpêçên herî dijwar hat. Çend welatên sîstema navçeyî û cîhanî jî, nexasim Amerîka piştgirîya van dorpêçan kirin. Ev dorpêç di heman demê de aborî, leşkerî, ewlekarî, siyasî û dîplomatîk bû. Bi piştevaniya civaka navdewletî, Ebadî di wê sawêr û xeyalê de werbû ku dikare fermana girtina serkirdeyên Herêma Kurdistanê bide.
Bê guman, gelek sedemên pûçkirina wê xeyala Ebadî hebûn ku ne pêkan e di gotareke wiha kurt de bên behskirin lê yek ji sedemên herî girîng ew bû ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi xwe hate ser xetê û derba herî mezin li wê dorpêçê xist û dîsa çawa ku di sala 1991ê de Kurd ji Îraqa Sedam Hisên parastibûn, wisa jî di sala 2017an de Kurd ji Îraqa Heyder Ebadî parastin û cenabê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û cîgirê wî bi balafireke taybet birin Parîsê.
Li hundirê Koşka Elyseeyê û bi ala Kurdistanê pêşwaziya wan kir û bi ser de jî civîneke çapemeniyê bi wan re li dar xist û ji hemî cîhanê re got: Em di hundirê Îraqeke hevgirtî de, herêmeke Kurdistanê ya xurt dixwazin.
Êdî ji vê kêliyê û pê ve birayên Kurdan ên Îraqî fêm kirin ku daqurtandina Herêma Kurdistanê ne ew qasî hêsan e wekî ku ew difikirin!
=KTML_Bold=Parîs û Hewlêr niha û li vir=KTML_End=
Di vê kêliyê de agir girtiye ser devera Rojhilata Navîn. Roj li pey rojê, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de radîkaltir dibe. Libnan, Sûriye, Yemen û Îraq di kelecaneke leşkerî û ewlekarî ya kesnedîtî de ne. Welatên Ereb, tew yên herî dostên Amerîka û Ewropayê jî, mesafeyeke berfireh ji Îsraîlê girtine û ji Amerîka û Ewropayê jî hêrs in.
Îran di heman demê de li ser çend werîsan dilîze û di wê baweriyê de ye ku ew vêga ji her demê bihêztir e, tew generalekî Îranî dibêje: Di dîroka Komara Îslamî de, cara yekem e ku em çar paytextên Ereban bi rê ve dibin: Bexda, Beyrût, Şam û Senaa!
Tirkiyeya Erdogan siyaseta xwe ya li hember agirê Rojhilata Navîn 180 dereceyan guhert û pêkan e ku em bendewariya guhertinên bêtir ji gelek welatên din jî bikin. Bi kurtî, tevahiya zilhêzên navçe û cîhanê, stratejî û siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn ji nû ve ava dikin.
Di kêliyeke wiha de bû ku berî demekê cenabê Serokê Herêma Kurdistanê serdana Parîsê kir û bi Serokkomarê Fransayê re civiya. Gelek mijar hene lê mijara herî sereke ev e: Çawa Herêma Kurdistanê ji agirê ku dikare Rojhilata Navîn bişewitîne, were parastin![1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览159
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 01-12-2023
挂钩项目: 1
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 24-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on02-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):01-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览159
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.118 KB 01-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 523,137
图片 105,816
书籍 19,709
相关文件 98,684
Video 1,420
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!