图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,029
图片 106,697
书籍 19,304
相关文件 97,314
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdistaneke xurt li ku ye?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ruweyda Mistefa

Ruweyda Mistefa
=KTML_Bold=Kurdistaneke xurt li ku ye?=KTML_End=
Ruweyda Mistefa

Bersiva pirsa Kurdistaneke xurt li ku ye? ev e: Hertim hêzdariya Kurdistanê di yekîtî û hevgirtina wê ya siyasî de ye. Lê em dibînin ku danûstandinên li ser samanê gazê yê Herêma Kurdistanê li Tehranê û yên li ser samanê petrolê jî li Enqereyê tên kirin, bêyî çavdêriya hikûmetê û bêyî hebûna yekîtî û hevgirtina siyasî.
Bandorên demdirêj ên vê yekê jî ew in ku, dibe ku partiyên siyasî bi awayekî demkî xurt bibin. Lê karîna avakirina herêmeke Kurdistanê ku di heman demê de bihêz û federal be jî, dê hê bêtir kêm bibe û tew dibe ku bi temamî ji holê rabe jî.
Di vê demê de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûye. Ya ku herî zêde fişar jî lê kiriye, nebûna mûçeyê karmendên sektora giştî ye.
Şêniyên Herêma Kurdistanê bi rewşeke aborî û civakî ya dijwar re şer dikin. Rewşa bazarê têk çûye. Vê yekê bi taybetî bandoreke pir giran li malbatên kêmdahat kir ku sê meh in hîna mûçeyek jî wernegirtine.
Rastiya tal ew e ku gelek hemwelatiyên ku divê pariyekî ji zar û zêçên xwe re bi dest bînin, pereyên elektrîkê û xerciyên cuda cuda bidin û pereyên wan ên çûna bal doktoran hebin, zehmetiyeke mezin di dabînkirina van hemî xerciyan de dikişînin.
Bi ser de jî, hestekî bêzarî û tengezariyê heye ku her diçe dijî çîna desthilatdar zêdetir dibe û her wiha dijî kesên ku vê rewşa ne xweş a ku karmendên ku pişta xwe bi mûçeyê girê didin pê re rûbirû mane, ji hêla aborî ve bandor li wan nekiriye.
Kurd dibêjin: Zikê têr hay ji yê birçî tune ye! Mixabin, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ew e ku xelk di qonaxekê ji qonaxên herî dijwar ên dehsalên borî de derbas dibin. Heta niha meaşê çend mehan nehatiye dayîn û sektora taybet jî di bin fişareke mezin de ye.
Her çiqasî li Iraqê dijîn jî, lê şêniyên Herêma Kurdistanê bacên bêtir didin, xerciyên nexweşxaneyên taybet zêdetir in, elektrîk girantir e, xerciyên kirîna pêdiviyên bingehîn zêdetir in; bi ser de jî mûçeyê wernagirin.
Di vê navberê de, ji me tê çaverêkirin ku em bêhneke kûr bikişînin an bi me bidin bawerkirin ku piştî sê mehan, hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye eniyeke yekgirtî li Bexdayê ava bike, ku ev jî bi awayekî wekî serketin tê sêwirandin, lê axaftinên ku li ser yekîtiyê tên kirin, hîn jî tenê axaftin in.
Beşdarbûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de bi du lîsteyên cuda, nîşaneke beloq e ku hîna yekrêzî û nêzîkbûneke rasteqîn di navbera wan de pêk nehatiye.
Lê ev pirsekê tev dide li ser ka gelo çawa Bexda tê razîkirin ku hemû aliyên Kurdistanê di bersiva xwe ya li hember hikûmeta federal de hevgirtî û yekdeng in, di demekê de ku ajandayên siyasî yên cuda dimeşînin.
Hêrs û nerazîbûna li hember rewşa niha, bi awayekî berçav zêde bûye. Li ser malperên tora civakî yên wekî Facebookê, komên nerazîbûnê zêde dibin. Wek mînak, komek li ser Facebookê hatiye avakirin ku zêdetirî 40 hezar mamoste û karmendên nerazî yên sektora perwerdeyê tê de ne.
Ev kar metirsiyeke cidî li ser her du partiyên desthilatdar çêdikin, ji ber ku ger nebûna mûçeyan berdewam bike, dê bi xwepêşandanan re rû bi rû bimînin.
Dîplomatkarên xwecihî şaşwaziya xwe li hember bêşiyaniya berdewam a PDK û YNKê ji bo bihevre karkirina li berjewendiya gel nîşan didin.
Ew balê dibin ser wê yekê ku hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê heta radeyekê kêm e û karîna wê ya lîstina lîstikên siyasî jî sînordar e. Lê dîsa jî wekî ku diyar e, carinan arasteya siyaseta herêmê bi xweşguzariya jiyana wê re nakok e.
Di gotûbêjên vê dawiyê yên bi dostên dîplomatkar ên li Bexdayê re derket holê, di demekê de ku aliyên Kurdistanî hewl didan piştevaniya xwe ya partîzanî xurt bikin, bêyî ku haya wan jê hebe, rêz û hurmeta saziyên Herêma Kurdistanê û heman pêkhateya siyasî ku ew dixwazin piştevaniya wê bikin, kêm dikin.
Li ser asta navxweyî, wer xuya ye ku Herêma Kurdistanê qelstir dibe. Li ser asta navdewletî jî, her diçe bêtir wekî projeyekê lê tê mêzekirin ku civaka navdewletî bi milyonan dolar tê de hilberand, lê niha li ser keviya lawaziyê diheje û dilerize.
Her wisa ji ber ku aliyên Kurdistanî Bexdayê wekî cih û forûmekê ji bo behskirina nakokiyên di navbera xwe de bi kar tînin, rewş hê xerabtir bûye. Ji ber ku vê yekê nav û deng û yekrêziya Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî xerabtir kiriye.
Lawaziya saziyên Herêma Kurdistanê vedigere neguhdan û tew paşxistina encamên hilbijartinan. Her wisa, di encama nakokiyên siyasî de, sistbûna proseya yekbûna Pêşmergeyan jî faktereke din a bihêz e.
Di encamê de, dengê Kurdan li Bexdayê bi awayekî qels bûye ku ne tenê nikarin lêpirsînê li ser gendeliya partî û aliyên siyasî yên Iraqê bikin, li şûnê nikarin mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî bi dest bînin! Her cara ku Herêma Kurdistanê berî dabe hevkariya civaka navdewletî, bi zelalî îşaret bi çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û yekîtiya Kurdan kirine.
Tevî kambaxî û dijwariyên rewşa niha, daxwaza sereke ya şêniyên Herêma Kurdistanê yekdengî û yekîtiya Kurdan e û vê yekê wekî çareseriya tenê ya derbaskirina qeyranan dibînin. Mîna dorpêçên piştî giştpirsiya serxwebûnê ku di demekê de bû ku Iraq ji Iraqa îro gelekî bihêztir bû.
Cihê pirsê ye, dema ku hevpeyman û şêniyên Herêma Kurdistanê yekrêziyê wekî çareseriya rasteqîne ya pirsgirêk û aloziyan dibînin, lê partiyên siyasî hîna vê yekê paşguh dikin.
Ev rewş dilgiraniyê çêdike ji wê yekê ku dibe ku di siberojê de pêkhateya leşkerî ya Herêma Kurdistanê wekî qewareyeke ewlekarî ya xurt û pîşeyî neyê dîtin, heke çaksazî tê de neyê kirin.
Divê her du partî (PDK û YNK) vê reformê nîşanî hevparên me yên navdewletî bidin û bipeyitînin ku pabendbûneke wan a rasteqîne bi xurtkirina saziyên me heye û êdî berjewendiyên hizbî jî ne karên wan ên herî li pêş in.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览499
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 01-12-2023
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 01-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 01-12-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on02-12-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):01-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览499
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.116 KB 01-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,029
图片 106,697
书籍 19,304
相关文件 97,314
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!