图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE

TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE
=KTML_Bold=TÊKBIRINA ÊRIŞÊN FAŞÎZMÊ BI RÊXISTINIYA GEL, CIWAN Û JINAN DIBE=KTML_End=

Ya ku derba herî giran ji vê sîstemê dixwe, weke mirov nayê dîtin, destdirêjî lê tê kirin, tê kuştin û ev kiryarên lê têne kirin jî rewa têne nîşandan, jin e. Rastiyeke jinê heye ku ji serdemên destpêkê yên dîrokê ve li dijî vê yekê li ber xwe dide. Polîtîkayên kapîtalîzmê yên li ser herêmê îro jî bandora herî giran li jinan dike. Rêberê me jinê weke 'neteweya destpêkê ya hatiye talankirin' pênase dike. Gelek ramanger jî heman tespîtê dikin.
Lêgerînên ji bo çareseriyê, çalakî û berxwedana jinan a li çar aliyên cîhanê îro li pêş çavan e. Ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn têkoşîneke girîng a jinê heye, lê belê xwedî sekneke parçebûyî ye. Ya girîng ew e ku ev tevgerên jinan ên parçebûyî li hev bicivin û veguherin hêzê. Gelekî pêwîst e ku li dijî modernîteya kapîtalîst jin xwe ji aliyê îdeolojîk, fikrî û xweparastinê ve bi rengekî hevpar bi rêxistin bikin, xwe bikin hêz.
Tevgera me ya azadiya jinê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê li cografyaya lê ye, li dijî faşîzmê, dewleta serwer, li dijî înkarê timî têkoşiya, ji roja destpêkê heta niha xwe timî bi rêxistin kir. Li nava gerîla xwe bi rêxistin kir, li Rojava, li Şengalê, li Başûr, li Rojhilat, li Bakur xwe bi rêxistin kir. Di konferansê de biryar hate dayin ku zemînê nîqaşê bê berfireh û mayindekirin. Ev gelekî girîng e. Ji aliyê têkoşîna jinê ve mayindekirin û xurtkirina hevgirtinê li platformên cuda gelekî girîng e. Hêzên hegemon ên navneteweyî îro rolek dane faşîzma Erdogan. Hevdu bi kar tînin û li hev dikin. Tê dîtin ku li ser qirkirina Kurdan li hev kirine.
Di her roj û kêliyê de ji bo me gotin, 'em ê bi vî rengî wan biqedînin, wan tine bikin', lê belê yên ev digotin hemû çûn, qediyan. Îro jî faşîzma tarî bi rêbazên hovane êrişê dibe ser gelan û temenekî datîne pêşiya tevgera me ya azadiyê ku hêza berxwedanê ya gelan e. Ya rast, divê mirov vê yekê berevajî fêhm bike. Ev verziyona faşîzmê ku emrê xwe temam bûye, ji bo xwe ji rewşa xitimandî rizgar bike êrişê dibe ser gel û komkujiyan dike.
Ji ber vê yekê ji bo tişta ku çeteyan nîvco hiştin temam bike êrişê dibe ser xelkê Şengalê, bombeyan li nexweşxaneyê dibarîne. Li Rojava xelkê sivîl direvîne, zarokan dikuje. #Şengal# iyên ku rejîma Erdogan a faşîst êrişî wan dike, dibêjin 'Em dixwazin li Şengaleke xweser a ser bi Iraqê ve bi bawerî û çanda xwe bijîn'. Meclîsên xwe hene, xweparastina xwe heye, biryarên xwe bi xwe didin. Faşîzm nikare xwe li vê rabigire û hewl dide fermaneke nû li wan rake. Li Rojava jî bi heman rengî êriş dike. Sedema vê jî ew e ku gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Faşîzm wê xwe li vê ranegire. Têkbirina van êrişan jî bi rêxistiniya gelan, jinan û ciwanan dibe. Bala xwe bidinê; Li Avaşîn, Metîna, Heftanîn û Xakurkê zêdeyî çar men êrişên ji bo dagirkirinê têne kirin û rastiyeke berxwedanê heye ku nahêle dijmin gavekê jî biavêje. Teknîk, kîmyasala ku bi kar neanîne nemaye, lê belê bi îradeya mirov, bi gerîlayê modernîteya demokratîk ê berxwedêr ev hemû hatin pûçkirin. Mirov dema dibe xwedî îrade haya xwe ji azadiyê çêdibe. Dema ku haya xwe ji azadiyê çêdibe, hingî li hemberî tank, top û balafiran yanî li hemberî çeka herî xurt bi îradeya xwe bi ser dikeve. Li dijî faşîzmê, rastiya gel ê rêxistinbûyî û xwedî îrade bi ser dikeve. Ev ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelên li vê erdnîgariyê hemûyan derbas dibe. Gelên rêxistinbûyî bi têkoşîna xwe, bi helwesta hevpar a li dijî faşîzmê, wê dawî li faşîzmê bîne û biharê diyarî gelan bike.
PDK'ê xwe bi dewleta Tirk ve, bi hêzên serdest ve girê daye. Xeta nokerî û hevkariyê ji ber vê yekê timî mezin bû. Gelek mînakên vê hene. Gelek şoreşger qetil kirine, niha jî heman tiştî dike. Ji aliyekî ve heyetan dişîne û di hevdîtinan de soza 'Em ê xwîna xwişk û bira nerijînin' didin. Xaka te, welatê te, erdnîgariya te her roj ji aliyê dagirkeran ve têne bombekirin; bi hezaran gundên te hatine valakirin, xelk bêmal maye, bê bexçe maye. Ewqasî pêşî li dagirkirina Kurdistanê hatiye vekirin gotina 'Em ê xwîna xwişk û bira nerijînin, me fîşek bernedan gerîla' têrê nake, xweparastineke bi vê gotinê vala ye. Tu yê bi her awayî îstîxbaratê bide rejîma Erdogan a faşîst ku ji bo qirkirina Kurdan sond xwariye, tu destûrê dide ku xwezayê talan bikin û li ser xaka te qereqolan çêbike, tu dikeve navbera gerîla û dijmin û bi vî rengî rê dide dijmin ku hîn bêhtir êriş bike. Gelo ev ne rijandina xwîna xwişk û bira ye? Garê, #Avaşîn# , #Metîna# , #Heftanîn# li ku ye? Yên ku bi her awayî piştgiriyê didin dewleta Tirk ku van deveran dagir bike, dema ku dijmin sibe kete nava Silêmaniye û Hewlêrê, gelo ev ê helwestê nîşan bidin? Divê dîrok rast bê xwendin. Haya gel/gelan ji her tiştî heye. Ji ber vê yekê bi navê Tevgera Jinê ya Azad em zanin ku ev rêxistiniyên hevkar û noker dixwazin çi bikin. Ji bo yekîtiya neteweyî jî em guh nadin van rêxistiniyan, em guh didin jinên Başûrê Kurdistanê. Eger tevgerên jinan bibin yek wê dawî li vî şerê qirêj, dawî li vê xeta nokeriyê bînin.
Li ser vê bingehê berxwedana xelkê me yê Başûr, jinên Başûr, ciwanên Başûr a li dijî xeta xiyanetê, silav dikim. Ev têkoşîn divê bê mezinkirin. Jinên Kurdistanî xwedî vê tecrûbe û ezmûnê ye. Ya girîng ew e ku tenê bi wêrekî biryar li ser vê bê dayin. Ya mayî jî rêxistinî ye. Bi navê PAJK'ê em ji her demê bêhtir ji vê re amade ne û em ê her tim bi vî rengî têbikoşin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览553
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://pkk-online.com/ - 05-12-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 07-10-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 05-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on06-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):05-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览553
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1156 KB 05-12-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!