图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,213
图片 106,592
书籍 19,313
相关文件 97,364
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Deng-bêj an jî deng-bes
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Deng-bêj an jî deng-bes

Deng-bêj an jî deng-bes
=KTML_Bold=Deng-bêj an jî deng-bes=KTML_End=
Rêzan Diljen

Ez serê we neêşînim, bersiva her sê pirsan bidim. Îro #Şakiro# ji hemû dengbêjên me yên sax saxtir e, an jî ew ji Şakiro mirîtir in.
“Kilamên bi ziman û naveroka xwe di erdê kurdan da afirîne, jiyana kurdan a paqij û kokdar nîşan dide.(Albert Socin)
Heke em li#folklora kurdan# binêrin yek ji cudahîyên me û yên gelên din ên herî mezin “dengbêjî” ye. Ev bi hezaran sal in me dîroka xwe, şerên xwe -çi yê bi dewletan ra çi yê navxweyî-, evînên xwe, serhildanên xwe, çîrok û meselokên xwe bi xêra dengbêjîyê parastine û gihandine vê rojê. Pirsa ewil: Erê me şerên berê, serhildanên berê, pêşerojê, gihandine îro, lê gelo em îroyê bi siberojê ra girê didin?
Afirînerîya dengbêjan
Berî bi salan li herêma Reşkotan camêrekî bi navê Filîtê Quto tê kuştin. Karapêtê Xaço, Reso, Huseyno, Hozan Aydin, Salihê Qubînî, Dengbêj Zahiro û gelek dengbêjên din li ser vê kuştinê distirin. Bi navê Têlî keçikeka bedew heye, li ser vê keçikê jî Hiseynê Farê, Şakiro, Miradê Kinê û gelek dengbêjên din distrin. Li ser Siyabend û Xecê, li ser Seyrê û Elîyê Mamed, li ser Kekê Xiyasedîn, li ser Bişarê Çeto, li ser Eliyê Ûnis û li ser gelek çîrokên din kilam hatine strîn. Gelo we qet fikiriye bê çima dengbêjên me li ser çîrokên me yên îroyîn kilamekê nikarin bistrin? Gelo ma kurd hew şer dikin, hew hez ji yekê dikin, hew serî hildidin? Li ser şerê Kobaniyê çend kilamên me hene, li ser şewitîna gundan? Mînak, par li Bismîlê ji bo erd şer derketibû, û neh kes miribûn. Ez dibêjim heke ev şer sed sal berê biqewimîya niha di destê me da gelek varyantên li ser vî şerî hebûn. Lê niha hê salek jî ji ser wê derbas nebûye, hat jibîrkirin jî.
Giringiya dengbêjiyê li vir darîçav e. Cîranekî min ê dengbêj hebû, tim û daîm kilamên Miradê Kinêyî digotin, û behsa wî dikir. Carekê gotibû, “Rêzan, xwarzê! Mirado heke bidîta keçikeka xweşik diçe ber avê, karibû deh kilaman li ser vê rewşê derxe”. Axir, dengbêj di heman demê da şair in jî, afirîner in. Ji ber vê yekê divê zimanê wan sivik be, pak be, zelal be, karibin bi qasî şairan hêmayên baş biafirînin -ya rastî di edebiyata me da gelek caran dengbêj hêmayên baştir diafirînin-. Mînakeka baş li ser afirînerîyê, ji kilama Mîrza Axayê Rindikî a Mirado: “Pa axa yeka çawa ya êdî. Yeka serbizêr a, kofîkêl a, awirşewat a, kêmasteşîr a, nazik a xwînşêrîn a, nazelîn a, serê wê sêsed û çil û çar kezî na. Serê keziya baqûd û zemrûd û porrengê bajarî na. Ti dibê Ya Xalîqo te mûm û ava zîv û zêr de hilanîna.”
Mînakeka din ji klama Emê Gozê ya dengbêj Huseyno:
“gozê bi sê denga bang dike dibê Emo lawo tu lê xe
beşera bavê mino tu lê xe
çepildirêjo tu lê xê
navmilpano tu lê xê
helhel pozberano de tu lê xe
lawo navê revê navekî xirab e
tu carî bi dû berxê Mala Dîbo mexe
şîrê mi li te heram be lawo emega mi li te heram be”
Pirsa diduyan: Gelo dibe ku afirînerîya dengbêjên me ziwa bûbe, xitimîbe, gelo ava wan hê jî diherike bi ser me ve?
Dengbêjîya modern mimkun e?
Bi min, çawa çanda devkî tesîreka mezin li çanda nivîskî kiribe, divê îro çanda nivîskî -qesta min ya baş û tîr e, ne yê çêker- jî tesîrê li çanda devkî -dengbêjî- bike da ku têkiliya wan xurttir bibe, û rêya modernîzma dengbêjîyê vebe. Çawa edebiyata klasîk û modern hebe, divê di dengbêjîyê da jî ev hebe. Axir, bi şer û serhildan û evînên sed sal berê em nikarin vê çandê li ser pêyan bihêlin. Divê em naverokê modernîze bikin. Her çiqas li Rojavayê bi xêra Mehmûd Berazî hin hewldan hebin jî têrê nake. Kilama Siwaro mînakeka baş e, ji alîyê deng û reng ve, ji alîyê ziman -rengdêr, navdêr, baneşan, ravek- ve, ji alîyê afirînerîyê ve.
“Ey lo siwaro ma tu bû stêra va egîda êêêê
Şefaqê xwe dabû şelîtê kunê mezin, zeraqê dabû konan û va çîta xweşmêr mala babê min nemane lewma qelsemêr hespê wan dide ber cidîda li minê
Ey la hayê sed car li min hayê sê sed qeda û bela bikeve tor û bextê vê dinyayê êê yeman”
Axir, divê sazîyên me yên dengbêjîyê hebin, akademîya dengbêjîyê hebe, li wir di serî da dersên afirînerîyê bidin, dengê wan terbîye bikin, divê şagirt di heman demê da ji helbestan fêm bikin, haya wan ji operayê hebe, ji jazzê jî. Ha ê wê çaxê dengbêjîya modern hebe. Pirsa sisêyan: Gelo, me şoreşeka dengbêjîyê ya modern divê, heke şoreşeka wisa biqewime bi qasî edebiyata devkî edebiyata nivîskî jî jê sûd wernagire?
Ez serê we neêşînim, bersiva her sê pirsan bidim. Îro Şakiro ji hemû dengbêjên me yên sax saxtir e, an jî ew ji Şakiro mirîtir in.
Çavkanî:
1. Dengbêj Huseyno, Nûbihar, 2021.
2.https://youtu.be/Vjpylh5DKpc?si=fditDMa5ipSY6Xz4
3. Eugen Prym und Albert Socin, Kurdische Sammlungen / Erzählungen und Lieder, St Petersbûrg 1890.
4. https://youtu.be/9aRR-22k57I?si=28BO64k-uCx71uxT
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览680
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 07-12-2023
挂钩项目: 51
图书馆
报价及短语
文化 - 拼图
文章
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 11-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on08-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):07-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览680
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.16 KB 07-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,213
图片 106,592
书籍 19,313
相关文件 97,364
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!