图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,413
图片 105,691
书籍 19,410
相关文件 97,515
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdên Kurmanc li Îranê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurdên Kurmanc li Îranê

Kurdên Kurmanc li Îranê
=KTML_Bold=Kurdên Kurmanc li Îranê=KTML_End=

Li Îranê, Kurdên Kurmanc piranî, li herêmên Xurasan #(Xorasan# a bakûr, Xorasana Rezewî) û bakûrê Parêzgeha Urmiyê djîn. Lêbelê gelek Kurdên Kurmanc jî hene ku koçberî seranserê Îranê bûne û li gund, bajar û bajarokan niştecih bûne
Kurdshop – Kurmanc ew Kurd in ku bi zaravayê Kurmancî diaxivin û piraniya Kurdên dinyayê jî Kurdên Kurmanc in. Li Îranê, Kurdên Kurmanc piranî, li herêmên Xurasan (Xorasana bakûr, Xorasana Rezewî) û bakûrê Parêzgeha Urmiyê djîn. Lêbelê gelek Kurdên Kurmanc jî hene ku koçberî seranserê Îranê bûne û li gund, bajar û bajarokan niştecih bûne.
=KTML_Bold=-Herêma Xorasanê=KTML_End=
Herêma Xorasanê li bakûrê rojhilatê Îranê ye. Herêma ku ji sînorê Îran-Turkemenistanê heta tixûbê Îran-Efxanîstanê digre ber xwe. Hejmara Kurdên Xorasanê ne diyar e. Kurd li bakûrê Xorasanê ji sînorê Îran-Efxanîstanê bigre heta behra Kesk û Gîlanê belav bûne. Kurdên Kurmanc li van bajaran dijîn:
Kelatê Nadirî, Çinaran, Deregez, Qoçan, Nîşabûr, Isferayîn, Şîrwan, Oxaz, Bucnûrd, Aşxane û ...hwd.
Tê gotin ku li navenda Parêzgeha Xorasanê, bajarê Meşhedê gelek Kurdên Kurmanc dijîn.
=KTML_Bold=Parêzgeha Urmiyê=KTML_End=
Parêzgeha Niştecihên parêzgeha Urmiyê Kurd û Azerî ne. Kurdên vê eyaletê Kurmanc û Soran in. Li başûr Soran û li bakur jî Kurmanc niştecihin.
Li parêzgeha Urmiyê 16 bajar (şaristan) hene. Bajarên vê eyaletê ev in:
Urmiye
Niştecihên Urmiyê Azerî, Kurd, Ermen û Aşûrî ne.
2. Bokan 3. Pîranşar 4. Serdeşt 5. Mihabad 6. Şino (Oşnewiye).
Ev bajar li başûrê eyaletê ne ku piranya niştecihên wan Kurdên Soran in.
7. Miyanduab 8. Nexede 9. Şahîndij 10. Tikab
Ev bajar jî li başûrê eyaletê ne ku niştecihên wan Azerî û Kurdên Soran in.
11. Makû 12. Xoy 13. Selmas 14. Poldeşt 15. Şot 16. Çaldiran.
Ev bajar jî li bakurê eyaletê ne ku niştecihên wan Azerî û Kurdên Kurmanc in.
Kurdên Kurmanc tenê li van bajar û navçeyên derdora wan dijîn, helbet hinek Kurmancên Zaxoranlû (ze'feranlû) jî li bajarê Şahîndêjê dijîn.
=KTML_Bold=Bajarê Urmiyê=KTML_End=
Urmiye navenda parêzgeha Urmiyê ya Îranê bajarekî kevnar û qedîmî ye. Li ser nav û dîroka wê, geşitiyar, lêkolîner û nivîskaran gelek pirtûk nivîsîne.
Urmiye di serdema kevin de bajarekî girîng yê welatê Medan bûye ku navê wê di gelek berhemên kevnar û dîrokî de hatiye. Bi zimanê Suryaniyan “Urmiya”, bi zimanê Parsan “Urumî û Urmiye”, bi zimanê 'ereban “Urumiye”, bi zimanê Azeriyan “Urmu” û bi Kurdî jî dibêjnê “Urmiye, Urmî û Wirmê”. Hinek zana û lêkolînerên Îranî (Fars, Kurd û Azerî) û biyanî didin diyarkirin ku Urmiye ji du peyvên aramî; “ûr” bi wateya “bajar, an jî şar û “miye” jî bi wateya “avê”ye. Yanî wateya peyva Urmiyê “bajarê avê”ye. Hinek jî Urmiyê peyveke kildanî dizanin û dibêjn; Ûr tê wateya “nêzîk” û “miye” jî “derya” ye û di serdemên kevin de jê re bajarê “nêzî deryayê” jî hatiye gotin. Hinek çavkanî jî navê wê bi “xuromê” bi wateya “roj” û “mêe“ jî bi wateya meh an jî mang şirove dikin.
Di hinek jêderan da jî navê kevnar yê Urmiyê wek Çîçêst hatiye ku piştre Asûryan ev kirin “Urmiya”. Çîçêst peyveke avêstayî ye û bi wateya spî û biriqî ye. Bajarê Urmiyê 5 navçe û 460 gundan digre ber xwe. Kurdên Urmiyê ji eşîrên: Şikak, Herkî, Begzade, Moqirî, Şemsikî û…hwd pêk tên.
=KTML_Bold=Bajarê Selmasê/dîleman=KTML_End=
Bajarê Selmasê li bakura parêzgeha Urmiyê ye. Bajarê Selmasê ji heşt herêmên Kinarberoj, Çarî, Şinetal, Gerdiyan, Şipîran, Koresunî, Lekistan û navendê pêk tê. Selmas gelek caran di encama şerê di navbera Îranê û welatê Romê, 'Usmanî û Ûrisan de hatiye şewitandin, çimkû nêzî wan welatan bûye. Di dema şerê împaratoriyên Sefewî û 'Usmanî de bajarê Selmasê gelek xisar dît û li gorî gelek pirtûkan, ew bajar bi tevahî ji hêla 'Usmaniyan ve hatiye xirabkirin û şewitandin û niştecihên Selmasê ber bi bajarên Urmiyê û Xoyê ve revîne û li wan deran niştecih bûne. Di sala 1920î de, 'erdhejeke gelek mezin li vî bajarî qewimiye û xisarek gelek mezin gihandiye bajêr. Li vê herêmê Azerî û Kurd bi hev re dijîn.
$Bajarê Poldeştê (Pûldeşt)$
Poldeşt yek ji bajarên bakurî yên Urmiyê ye û heta çend salan berî niha bajarok û girêdayî bajarê Makûyê bû, lê ev çend sal in bûye bajar û ji Makûyê veqetiyaye. Navê qedîm ê vî bajarî 'Erebler yan 'Ereblû bûye. Poldeşt kêleka çemê Erez e û li ser xeta sînorê di navbera Îranê û Komara Xweseriya Nexciwan a Komara Azerbaycanê de ye. Ev bajar ji bajarên din gerimtir e û deşt û gundên wê aranê ajalvan û pezdarên êl û 'eşîrên Kurdên vê navçeyê bûne. 'Eşîrên Celalî û Mîlan demsalên sar û hênik li vê deverê dimînin û dema çûyîna zozana diçine çiyayên Makû û Qeleniyê (Çaldiranê). Li herêma Poldeştê 165 gund hene. Niştecihên vê navçeyê û bajarê Poldeştê Azerî û Kurd in. Kurdên wê ji êl û 'eşîrên Celalî û Mîlan in.
=KTML_Bold=Bajarê Şotê=KTML_End=
Bajarokê Şotê di sala 2008an de bûye şar. Şot bajerekî girêdayî parêzgeha Urmiyê ye. Ew bajar xwediyê dîrokeke gelek kevnar û dûr û dirêj e, û niştecihên wê yên yekemîn Ermenî bûne, lê niha Ermenî li wî bajarî nemane. Akinciyên wî bajarî Azerî û Kurd in. Li hin çavkaniyên dîrokî hatiye nivîsîn ku navê wî bajarî Aşût bûye û di serdema Şahê Îranê de navê bajêr danîne Şahabad. Lê piştî guherîna deshilatê li Îranê navê wî bajarî guhertin û kirine Şot. Dibêjn Şot navê qehremanekî Ermenî ye û navê bajêr jî hema ji navê wî qehremanî wergirtine.
Kurdên bajarê Şotê û derdora wê bi Kurdiya Kurmancî devoka Bazîdî diaxivin. Kurdên wê herêmê piranî ser bi 'eşîrên Celalî û Mîlan in.
Bajarê Makûyê
Makû/Mekî yan jî Kelha Makûyê bajarekî kevnar e û dikeve bakurê rojavayê Îranê û başûrê bajarê Urmiyê. Di navbera kelha Qeye û çiyayê Sibîd de ye. Dîroknas dibêjn ku dîroka vî bajarî heya serdema Ûrartûyan diçe. Hin lêkolîner jî di navbera Makû û Bazirganê (navçeya Makû, li hemberî deriyê sînoriyê Gurbulaxê ye) de li ser gelek beran nivîsên bizmarî dîtine û dibêjn dîroka vî bajarî heya Sumeriyan jî diçe. Kurdên Makûyê jî piranî ser bi 'eşîrên Celalî û Mîlan in.
Bajarê Çayparê
Çaypare ketiye bakurê bajarê Xoyê û deşteke fireh e. Pêş hatina Îslamê navê vê herêmê Çors bûye. Paşê bi navê Qereziyadîn hatiye naskirin lê, çend salan berî niha navê vî bajarî guhertin û danîn Çaypare. Niştecihên vî bajarî Kurd û Azerî ne. Yek ji 'eşîrên ku li vê deverê djîn 'eşîra Mîlan e.
=KTML_Bold=Bajarê Çaldiranê=KTML_End=
Çaldiran yek ji bajarên parêzgeha Urmiyê ye. Nişteciyên vî bajarî Kurd û Azerî ne. Kurdên qeleniyê (Çaldiranê) bi zaravayê Kurmancî diaxivin û ji 'eşîrên Celalî û Mîlan in.
Bajarê Çaldiranê zêdetir çimkû şerê di navbera Şah Îsma'îlê Sefewî û Soltan Selîmê Osmanî li hawîna sala 893an li wir qewimî, binavûdeng e.
=KTML_Bold=Bajarê Xoyê=KTML_End=
Xoy an jî Kelha Xwê bajarek e ku dikeve nava parêzgeha urmiyê. Xoy duyemîn bajarê parêzgeha Urmiyê ye. Hinek dibêjn: Eslê navê bajêr ji peyva Kurdî a “xwê” tê. Niştecihên navendê bi piranî Azerî ne, lêbelê Kurd jî li vî bajarî hene. Kurdên Xoyê ji du eşîrên Memikî û Kuresinî ne. 35 gundên wan hene ku gişt ketine geliyê kotolê. Kuresinî jî du beş in ku pişkek ji wan bi zimanê Tirkiya Azerî û pişkeke wan jî bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) diaxivin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览454
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 11-12-2023
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 21-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: 伊朗
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 11-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):11-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览454
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.142 KB 11-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,413
图片 105,691
书籍 19,410
相关文件 97,515
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!