图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,790
图片 105,979
书籍 19,359
相关文件 97,469
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Li Rojavayê Kurdistanê Şûnwarê Girê Mozan a cîhê bajarê Orkêş a Huriyan
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girê Mozan

Girê Mozan
=KTML_Bold=Li Rojavayê Kurdistanê Şûnwarê Girê Mozan a cîhê bajarê Orkêş a Huriyan=KTML_End=
Zagros Cîlo

Li #Rojavayê Kurdistanê# şûnwarê#Girê Mozan# , ku cîhê bajarê Orkêş a paytexta Huriyan e, şûnwarekî dîrokî yê gelek giring e û xwedî dîrokekî 3 hezar sal berî naha ye
Kurdshop - Li Rojavayê Kurdistanê şûnwarê Girê Mozan, ku cîhê bajarê Orkêş a paytexta Huriyan e, şûnwarekî dîrokî yê gelek giring e û xwedî dîrokekî 3 hezar sal berî naha ye.
Lêkolîn û vekolîna li Girê Mozan di sala 1984ê de di bin rêveberiya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de destpê kirin. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metre ye. Di serdema xwe de cîhê herî mezin bûye di warê niştecîhbûnê ya li Rojavayê Kurdistanê û herwaha li Sûriyê jî.
Deşta Xabûrê­­ li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Çandinî yek ji faktorên wê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ku cotkar zeviyên xwe av bidin. Bi saya wê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên wê demê ne.
Mirov dikare bi piştrastî bibêje, ku sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatolyayê de ye, ew çiyayên bi madenê sifir dewlemend û bajarvaniya mezin ya li başûr de bû.
Girê Mozan bajarê kevnar ê Orkêş e, ku naha dikeve nêzîkî bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê. Herwaha Orkêş navenda Huriyan a kevnar e û Girê Mozan 3 hezar sal berî zayînê pêkhatiye û piştî geheştiye asta xwe ya herî pêşketî, berî zayinê 2 hezar salî geheşt dema xwe ya lewaz û piştî 2 hezar saliyê jî wêran bûye. Di destpêka bajarvaniya Huriyan de Orkêş wek navenda siyasî û olî ya sereke dihate naskirin.
Di sala 1937'an de ji aliyê lêkolîner Max Mallowan ve cara yekem lêkolîn li Girê Mozan hatine kirin. Di sala 1984'an de jî lêkolîn ji aliyên Marilyn Kelley Buccellati ve Giorgio Buccellati ve ku bi eslê xwe îtalî ne, hat kirin. Piştî lêkolîneke dirêj ev der keşif kirin û gotine ev der paytexta Hûriyan Orkêş e. Di encama lêkolînan de rastî gelek nîşaneyên dîrokî hatin. Di warê şopên dîrokî de ev der gelekî girîng e.
Ji ber rewşa şer kolandina şûnwaran hatibû sekinandin û heya niha jî gelek cih nehatine kolandin. Li gorî şûnwarnasan di kolandina lêkolînê ya Girê Mozan re dê gelek agahdariyên dîrokî derkevin.
Cîh û parçeyên dîrokî yên li Girê Mozan hatine dîtin
Perestgeha şêr ku, ew perestgeh mîna çargoşeyekê li ser dik ango sekoyekî mezin e ku bilindbûna wê digihîjê 27 metreyan li ser rûyê erdê hatiye avakirin. Perestgeh di rêya qadeke fireh û pan de xwe digihîne qesrê.
Ev qesir ji du baskan û qadeke derveyî, ku li derdora baskê fermî dikeve, pêk tê. Baskê yekemîn baskê nizm û nûnertiya baskên navmaliyan dike. Ev bask li çar beşan hatiye dabeşkirin; pêjgeh, depoyên xorak yên taybet ji bo malbata serwer, beşek ji xizmetên pêdîviyên şah û beşa çaremîn jî hîn erk û peywira wê nehatiya naskirin.
Baskê duyemîn ji baskê navmaliyan bilindtir e dora 2.5 metre ye, şah û malbata xwe lê jiyane û ji wê baskê ve serweriya welat dihat kirin.
Herwaha bîrek heye ku, avahiyeke girover, tarî û kûr e. Di vê avahiyê de bang li giyanan ango ruhan dihate kirin. Her wiha wekî korîdoreke ji bo mirov awayekî yekser bi Xwedê re be, dihat bikaranîn. Ev avahî girêdayî qesrê û perestgehê bû.
Ji aliyê din ve bi sedan mohr û çapên mohrên ji heriyê û keviran çêbûne, hatine dîtin. Ev mohr bi piranî vedigerin qonaxa hezarsala sêyan Berî Zayînê ku li ser erda qesrê û embarên wê hatine dîtin. Her wiha hin çapên wê yên gûz, sindoqên teht û zembîl jiyana Hûriyan jî nîşan didin. Mohr rewş û têkiliyên civakî, siyasî û aborî derxist holê. Wan mohran di qesrê de rola xwedawend û sembolên wan, rola şamanan û erkên wan beramberî perestgehê jî nîşan dide.
Parçeyekî şûnwarî ji bronzê ku wêneyê şêrêkî dev vekirî û bazhildayî li ser kevala damezirandinê ku deqa nivîskî ya mîxî bi zimanê Hûrî diyar dike. Ev Tîş Atal şahê Orkîş perestgeha Nêrgal avakiriye. Xwedawendê Lobgaha ev perestgeh diparezê û kesên ku dixwazin hilweşînin dawîya wan tine. Peyker li mûzeya Lûver a Fransa ye tê parastin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览298
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://a.kurdonline.info/ - 14-12-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 16-03-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Amuda
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览298
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,790
图片 105,979
书籍 19,359
相关文件 97,469
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!