图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,897
图片 105,227
书籍 19,550
相关文件 98,044
Video 1,414
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kotê Ber Çem
小组: 考古的地方 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kotê Ber Çem

Kotê Ber Çem
=KTML_Bold=Yek ji şûnwarên herî giring ê dema neolîtîk ‘’Kotê Ber Çem’’=KTML_End=

Li Bakurê Kurdistanê yek ji cîhên herî giring ê serdema neolîtîk jî Çemê Kota Ber yan jî Kotê Ber Çem e û ew şûnware di dîroka mirovahiyê de xwedî cîhekî girîng e
Kurdshop – Li Bakurê Kurdistanê yek ji cîhên herî giring ê serdema neolîtîk jî Çemê Kota Ber yan jî Kotê Ber Çem e û ew şûnware di dîroka mirovahiyê de xwedî cîhekî girîng e. Girîngbûna wê jî ji ber ku çanda neolîtîk bi rêkûpêkî lê hatiye jiyan kirin. Li vir sewalkarî û çandinî pêş ketiye. Herwaha piştre jî warên rêveberî, xweparastin û bazirganiyê de jî mînakên ber bi çav hene.
Çemê Kota Ber cihekî serdema neolotîkê ye ku 7 km dikeve başûrê rojavayê Erxenî ya #Amed# a Bakurê Kurdistanê. Çemê Kota Ber di 1963’yan de ji aliyê şûnwarnasan ve hatiye keşifkirin û kolanên wê yên destpêkê di1964’an de ji hêla Halet Çambel û Robert j.Braîdwood ve hatiye kirin.
Gelek caran navber hatiye dayîn û ji aliyê hin şûnwarnasên din ve ev kolan hatine berdewamkirin û li vî gundê serdema neolîtîk ji bo dîroka mirovahiyê gelek encamên dîrokî derketine holê. Li ser bingeha van kolanan mirov dikare bêje hatiye îspatkirin ku Kurdistan ciheke girîng ê serdama neolîtîkê ye. Gundê herî mezin ê serdema neolîtîkê ye. Hin cihên serdema neolîtîk ên li Kurdistanê sereke ne. Çemê Kota Ber jî cihek ji wan cihan e ku dîroka wê gelek kevnar e û cihek ji cihên mirovahiyê destpêkê gund lê avakirinê ye. Ev cih girîngiyeka xwe ya mezin heye li Kurdistan û Rojhilata Navîn. Ji ber ku cihêk wisa ye ku ji serdema neolîtîkê heya serdema navîn bê navber mirovan ev der bi kar anîne.
Di dema neolîtîkê de jî gelhe/serjimara wê biqasî 600 kesan heye. Ev bêguman mijareke girîng e ji bo wê serdemê. Dibe ku gundê dema neolîtîkê yê herî mezin ji ev der be. Ji ber ku cihên hetanî niha hatine keşifkirin ti cihên wekî vê navendê kevn û gelheya ango hejmara rûniştvanên xwe wekî vê derê zêde nehatine tesbît kirin. Tiştek din ji rêkûpêkbûna vê navendê ya di gelek mijaran de ye. Ya dîtir jî cihê Çemê Kota Ber ê jeostratejîk e. Ev der li ber çemekê ye
Di warê xwarin û vexwarinê de jî ciheke dewlemend e. Mirovên vê demê li gorî kolanên hatine kirin û encamê hatine bidestxistin de mirov dikare bibêje li gorî serdema xwe gelekê bi rêk û pêk in hem di warê baweriyê, hem di warê çandiniyê, hem di warê sewalkedîkirinê û hem jî di warê avahiyan de bi rêxistin tevdigerin û pêşketinên girîng bi dest xistine. Bi taybetî avahiyên li vê derê bala mirov dikêşe.
Destpêkê de li vê derê avahiyên girover çêkirine ku dîroka wan nêzî Berî Zayînê. 10.000 sal diçe. Ev avahî avahiyên serdema neolîtîkê yên destpêkê ne û di gelek cihên din ên neolîtîkê de jî tên dîtin. Lê belê piştî van avahiyan Berî Zayînê. di 9400’î de şeklê avahiyên wan diguhere û bi şeklê bist (izgara )derdikevin holê. piştî van avahiyan vêca avahiyên qanal tên çêkirin. Herku diçe pêş dikevin û planên xwe yên avahiya diguherin. Mînak binê avahiyan bi kevir dikin, piştre avahiyên pir ode çêdikin û di warê mîmarî pêşketineke girîng derdikexin holê. xaniyên wan ên wê demê ji xeynî kuluban piraniya wan serê wan rast û bi girşan serdigirin û pê axê serî dadigirin.
Li gor kolan û vekolînên hatine kirin li Çemê Kota Ber danûstadina wan a bi cîranên wan re ji mijareke girîng e. Yanî di warê bazirganiyê de ji gelek nîşaneyên wan hene. Mînak kevirê obsîdyen ên ku li çiyayên Çewlik û çiyayê Nemrûdê ku li Tetwanê hene anîne û bi kar anîne. Ev ji dide nîşan ku bazirganiya wan a bi derûdor re ji hene. Kevirê obsîdyen ji vê derê zêdetirî 150 km dûr anîna van keviran a vê derê bêguman bazirganî dixwaze. Bi van keviran kêran çêdikin. Pê tişta dibirin û serê tîran jî bi van kevirên obsîdyen çêdikin.
Kevirê obsîdyen mîna camê ye û gelekê tûj ê. Tenê li çiyayên wolkanîk hene. Heta li vê derê hin tiştên ku ji qalikên ji sewalên deryayê tên bidestxistin jî hatine dîtin û wisa xuya ye ku van mirovan ev tişt bi rêya bazirganiyê ji peravên Derya Spî anîne vê derê. Wekî din bi şaxê sewalan das û çakûç çêkirine. Das bi taybetî ji bo çinîna dexil, nisk û hwd tiştên din bi kar anîne.
Li Kotê Ber Çem hestiyên sewalan ji kirine derzî û di karê xwe yên rojane de bi kar anîne. Xwarin û alavên wan ên xwarinê li vê derê wekî gelek cihên din di destpêkê de wan ji girîngî daye nêçîr û komkirinê lê belê bi demê re sewal ango ajal kedîkirin û çandînî pêk anîne û xwe bi van tiştan têr kirine. Gelek mînakên dewlemend ên vê derê hene ku hem bi kedîkirina sewalan hem ji bi nêçîra sewalan pêdiviyên xwe yên jiyanî bi dest xistine. Çandiniya vê derê ji pêş ketiye di dema ewil de genimê eînkor û emmer çandine (ev genim genimeke kuvî ye û di destpêkê de ji xwezayê kom dikin û piştre bi çandiniyê pêş dixin.) wekî nîsk, nok, garis û gelek curêyên beqleyê çandine.
Li vê derê cara destpêkê beraz (wehş) hatiye kedîkirin. Piştre mih û bizin û çêlek hatine kedîkirin. Hestiyên gelek sewalên kedî û kuvî li vê derê hatine dîtîn. Hin ji van ev in. Xezal, mih, bizin, çêlek, beraz, hesp, kêvroşk, rovî, hirç, jijû, sivorî, kîso û hwd. hestiyên gelek sewalên bejayî û hestiyên gelek cureyên çûk û masiyan ji hatine dîtin. Yanî mirov dikare bêje mirovên vê derê li gorî cihên din yên neolîtîkê di gelek waran de di nava dewlemendiyekê de jiyan kirine.
Kotê Ber Çem wekî ku cîhekî giring ê serdema neolîtîkê ye û ew cîhê girîng tenê di serdema neolîtîkê de nêzî 3000 sal hatiye bikaranîn û mirovên li vê derê bêguman di warê jiyana xwe ya civakî de jî gelek pêşketin derxistine holê. Li gorî lêkolînên hatine kirin, di gundê neolîtîk ê Çemê Kota Ber de di encama kolanên şûnwarî de 626 hestiyên mirovan hatine dîtin. Miriyên xwe bi du awayan veşartine. Yek bi şewitandine ya din ji li derveyî gund bin ax kirine.
Ev jî çanda wan a mirî veşartinê dide nîşandan. Çanda mirî veşartinê di heman demê de çanda baweriyê ji dide nîşandan. Ji wan 626 kesan tenê 5 kesan ji 50 salan zêdetir jiyan kirine. Kêmzêde mirovên ku wê demê li wê derê jiyane 30 sal jiyane. Wekî ku dema me ya îroyîn de wekî mîtosekê gelek kes dibêjin mirovên berê demek gelek dirêj jiyane tiştek wisan ne zanistî ye û tenê di gotegota nava civakê de tên gotin in. Gelheya (nifus) xwe ya herî zêde gihîştiye nêzî 600 kesî lê belê tiştek divê em ji bîr nikin ev gelhe li gorî wê serdemê gelheyeke girîng û zêde ye
Têrkirina vê gelheyê, pêdiviyê vê civakê yên baweriyê, yên rêveberiyê û yên parastina ji xwezayê tiştek gelek girîng e. Ji ber vê yekê gavên destpêkê yên wekî avahiyên xwe pêşxistin, çandiniya xwe pêşxistin û baweriya xwe ya di warê olî de pêşxistin li wê derê de roleke sereke dilîze.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览194
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-12-2023
挂钩项目: 2
No specified T3 57: No specified T4 1700
城市: Amed
广场: 地点
广场: 城市
广场: Khan
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):14-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览194
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1172 KB 14-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,897
图片 105,227
书籍 19,550
相关文件 98,044
Video 1,414
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!