图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,445
图片 105,007
书籍 19,489
相关文件 97,486
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede - Beşa 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîza...

Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîza...
=KTML_Bold=Pêwîstiya Dibistan û sîstema perwerdeyê di nivîsên Dr.Mistefa Şewqî Qazîzadede - Beşa 1=KTML_End=

Du nivîs û hevpeyvîn li gel Dr.Mistefa Şewqî Qazîzade erkê wergirtin û guherina wan mijaran li ser milê Kak #Hesen Qazî# bû ji rênivîsa kevin wergirtiye, nû kiriye û ew rêk xistiye.
Kurdshop - Du nivîs û hevpeyvîn li gel Dr.Mistefa Şewqî Qazîzade erkê wergirtin û guherina wan mijaran li ser milê Kak Hesen Qazî bû ji rênivîsa kevin wergirtiye, nû kiriye û ew rêk xistiye.
Mamosta Qazî bi kurtî di wan nivîsan de bal kişandiye ser giringiya warê ziman ê wan mijaran bo dîroka pexşana Kurdî bi taybet li Mukiriyanê bi giring daye zanîn. Ev jî gotineke hûr û rast e. Ango em dikarin di warê ziman de wan du pexşanan şîrove bikin û bi hin berhemên ku hevdem li gel wan û piştî wan hatine nivîsandin bidin ber hev. Bi taybet ku Dr. Mistefa Şewqî Qazîzade kesekî xwendevan û dinyadîtî û weke îro dibêjin rewşenbîr ê serdema xwe bû. Giring e em bizanin ku rewşenbîrên wê demê ku yek ji wan Dr. Qazîzade ye çawa nivîsandine. Lê armanca min ji wan du berheman, şirovekirina zimanê wan nine, lê di warê naverokê de ev du mijar bo min pir giring in û ez ê bi berfirehî li ser wan bisekinim. Di mijara yekem de ku rojnameya Hetawî Kurd hejmar sê ya sala 1914an ku dike 1329 ya rojimêra koçî belav kiriye, Dr. Qazîzade mijarek di bin nave Dibistan Çiye- Mekteb Çî ye de nivîsandiye.
=KTML_Bold=Mekteb çîye?=KTML_End=
Di rojnameya Îqdam de derbarê pêşketina gelê Ermen de hin nivîs malik hatibûn nivîsandin, xwendin û têfikirîna wan nivîsan bo me di astekê de ye ku dilê mirov dikele û xwîn jê diçe, li wîlayetekê ku Ermen têde nîştecî ne di nava Îran û Osmanî û Rûsan de eger hejmara wan milyonek kes be ku hê jî me gelek hesab kiriye ango kêmî milyonekê ye dîsan bi hewlên xwe û bi alîkariya maddî ya xelkê xwe karîne 700 dibistanan ava bikin ku 82 hezar xwendekarên Ermen têde dixwînin.
Ev rewşa Ermeniyane em jî ku Kurd in û nifûsa me heşt caran ji Ermeniyan zêdetir e mixabin me biqasî 80 hezar xwandevanên wan xwendekar nînin. Çima? Ji ber ku em bêkes in. Mela û mezinên me ji ber hezên xwe yên takekesî fêrbûna zanistê bi heram dizanin.
Du tair mutenasib cinah der alem
Yekî bi ocê şehan ca yekî bi nîran dad
Serok û axayên Kurdan ji kerema xwe guhdar bikin, eger gelê we nezan nebe ne mecbûre ku sibê heta êvarê li ber cot be û nîv yan sê li ser yek sûdê bibîne û di karekê de eger sûda wê ji bo wî heye gendelî û tembeliyê beke.
Tekez hûn dizanin ku tembelî û îhmaliya wî cotkarî ji ber wê yekê ye ku sûda xwe nizane, eger her ji zarokatiyê ve kesek wî fêr bike ku ew cotê dike bo wî baş û bi sûd e, wê demê dê baştir cot bike, Eger wesa be dê heskirina wî ji zeviya wî zêdetir bibe û dê baş bikêle. Di vê rewşê de pêwîste ku zarokên cotkaran jî hinekê bixwînin, eger dibistan û xwendingeh bi zimanê wî be, eger salekê bixwîne û tiştekê fêr nebe, wê demê bi zimanê xwe wê bi şeş mehan bibe kesekî jêhatî. Ji navê dibistanê netirsin (Neveciniqin) ji ber ku ti cudahiyeke dibistanê li gel mektebên berê nîne.
Ez dibêjim ku li Sablaxê du sed kurên dewlemendan hene, tevî ku sê salan li ber destê kurê derwêşekê dixwînin û bi zimanê farsî dixwînin, teştekî fêr nabin, gelo xelkê dewlemend, ma qey tişteke xerabe ku her li dibistana kurê derwêşekê û di salekê de Farsî, Kurdî, Turkî, Hîsab û Tîcaret û Çandinî, Zanistên Olî , erdnîgariyê û Dîrokê fêr bibe? Tekez eger hûn ji zarokên xwe hez bikin hûn ê bo wî karî gelek sipasdar bin. Eger hûn dibêjin çawa dibe ku zaroka me di 3 salan de fêrî wan hemû tiştan bibe, ez dibêjim bi hewla we ti zehmetiyek tine, ji ber ku eger hûn ku 200 kes in her yek ji we salê 10 tumenan bide, wê bo salekê bibe du hezar tumen, bi wan du hezar tumenan bi hêsanî dikarin avahiyek û mamostayên baş bo zarokên we dabîn bikin. Kurê we li her sal zêdeyî deh tumenan dide dibistanekê ku, tiştekî ji binemayên jiyanê fêr nabe, gelek bê rewştî û lêdan têde heye.
Weke min got eger hûn di nava xwe de civatekê çêkin, wî pereyî kom bikin, hem zarokên we dê bibin zilamên jêhatî û hem wê bibe xêr û sedeqe, ji ber ku hin zarokên hejar jî dikarin bê beramber li wê dibistanê bixwînin û tevî ku mezin dibin wê fêrî kar û kesabetê bibin.
Ez dixwazim tişteke din jî bêjim, sibê rojê encûmen wê li her bajarekê çend kesan bo Meclîs (Parlemento) hilbijêre. Eger hun bibînin ku ev Encûmen bo berjewendiya gel e ku xelkê biyanî zilmê li me neke, ew encûmen wê bibe aliyek ku haydarî welat û kesên biyanî be û ew jî weku wan bo gelê xwe hewil bide.
Înşala hûn ê bo perwerdekirina zarokên xwe hewil bidin û wan bikin kesên jîhatî (Zilam) ku weke dibêjin hewla zilaman çiyayan dihejîne- Hîmet el-rîcal Teqlei elcîbal)
Çavkanî: Kovara Hetawî Kurd hejmar 3 - 29 kanûna 1329 – 11-12-1914
Qazîzade- Mistefa Şewqî
Di vê nivîsê de çend xalên giring hene
Yekem; Dr. Şewqî hest bi giringiya avakirina dibistanan li Kurdistanê bi awayê modern kiriye. Li Kurdistan a ku wê demê di bin bandora Axa û Şêx û melayan de bûye û her yek ji wan 3 aliyan bi dilê xwe û li gor xwe serederî li gel xelkê kirine. Tevî wê yekê heta wê demê xwendin û fêrbûn di bin destê wan sê aliyan de bû, ku mela di xizmeta axa de bû û peywendiya Şêxan jî bi vê sîstemê ve hebû.
Gelek bi kêmî hatiye dîtin ku kesên din ên di asteke nizim a civakê de ne bi xwendinê bikarin jiyana xwe biguherin û bibe sedema guhertinê di nava sîstema desthilata ku heye.
Mîrza (mamosta – Lê ne mamostayên olî) ku her li hucre û medreseyên kevin fêr dibûn careke din vedigeriyan nav heman sîstemê ku ji aliyê axa û şêxan ve hatibû dagîrkirin, herweha xwendin jî her bi zimanê Farsî û Erebî bû.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览123
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 16-12-2023
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 01-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 教育
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-12-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-12-2023
此产品最近更新( سارا ک ):20-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览123
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.166 KB 16-12-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,445
图片 105,007
书籍 19,489
相关文件 97,486
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P.

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!