图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 524,691
图片 106,254
书籍 19,763
相关文件 99,357
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,885

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,735

هەورامی 
65,728

عربي 
28,797

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,260

فارسی 
8,377

English 
7,162

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Girê Til Xelef ê li Rojavayê Kurdistanê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girê Til Xelef ê li Rojavayê Kurdistanê

Girê Til Xelef ê li Rojavayê Kurdistanê
=KTML_Bold=Girê Til Xelef ê li Rojavayê Kurdistanê=KTML_End=

Li herçar parçeyên Kurdistanê #şûnwar# ên dîrokî pir zêdene û dikare bê gotin ku bin erdê Kurdistanê her cîhekî bê kolan şaristaniyetek lê derdikeve.
Kurdshop – Li herçar parçeyên#Kurdistan# ê şûnwarên dîrokî pir zêdene û dikare bê gotin ku bin erdê Kurdistanê her cîhekî bê kolan şaristaniyetek lê derdikeve. Dagirkerên li Kurdistanê herçend bixwazin wan rastiyên dîrokî veşêrin û nehêlin derkevin ser rûyê erdê jî, lê ji ber ku Kurdistan li gor pênaseyê dîrokî û zanistî ‘’Mezopotamya Dergûşa Hemû Şaristaniyetan e’’ her deverekî bê kolan şaristaniyetek jê derdikeve. Ji ber wê jî li hember wê rastiyê dagirker hewl didin an wekî xwe lê bikin, wek şaristaniyetekî wan bixwe ye nav lê bikin û bikin ya xwe, lê di her aliyekî de şaristaniyeta li Kurdistanê heye li gel orîjînalîteya wan ji ber ku naguncê nikarin xwe ji wê rastiyê jî dûr bigrin. Yek ji wan şaristaniyetan jî Girê#Til Helef# e.
Girê Til Xelef an jî wekî Girê Til Khalaf jî tê gotin, gireke dîrokî yê giring ê Rojavayê Kurdistanê ye . Dîroka girê Til Xelef Berî Zayînê 6.000-5.400 sal berê ye. Ango dikare bê gotin ku beriya niha nêzîkî 8.000 salan ku bingeha vê çandê hatiye danîn. Çanda Til Xelef çanda jinan û xwedawendiyê ye û çandeke mirov dikare bêje bi temamî çanda kurdewarî ye.
Girê Til Xelef her bi wate jî, Til bî erebî tê wateya gir. Ango dema ku tê gotin “tel” an jî “til” ew peyv bi armanca gir tê bikaranîn. Lê ji ber ku Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ye welatên dagirker bi dilê xwe nav li şûnwarên kurdî dikin û wek şûnwarên ku yên wan bi xwe ne didin naskirin û navên wan diguherin û li gor dilê xwe nav li wan dikin. Lê divê em rastiya welat û dîroka xwe bizanin û yek ji wan rastiya jî dîrok Girê Til Xelef e. Rastiya Girê Til Xelef a 8 hezar sal berî naha ji hemûyê giringtir ne tenê cîhekî şûnwarî ye. Herwaha ji aliyê dîroknasan ve jî wek çand tê pênase kirin û çanda Til Xelef tenê bi wê deverê ve girêdayî nemaye, gelek bi bandor bûye û li herêmê û derdora xwe hemûyê belav bûye. Vê çandê pêlên xwe i ser Derya Spî û Balkanan li Ewrupayê jî daye.
Di aliyê din de di wê demê de li ser çandên din ên Rojhilata Navîn jî gelek bandor hiştiye. Di hêla çêkirina alavan de mirov dikare bêje di nava şoreşa neolotîk de şoreşek din kiriye. Ev yek jî hem di çêkirina firaxan de hem jî di teknîka çêkirana alavên ku pê firax tên çêkirin de. Ango wek firaxên ji herî û kurê yên wek cer û kûzik jî tê gotin û teknîkê çêkirinê wê de gelek pêşketin bidest xistine. Pêşengê vê çandê jin e. Ji ber vê yekê gelek cihên çanda Til xelef lê xuyaye peykerên jinên xwedawend lê hatine dîtîn. Ev gir nêzî 2 km dikeve rojavayê bajarê Serêkanî ya Rojavayê Kurdistanê. Li kêleka çemê xabûrê ye. Dd sala 1907-1913 de ji hêla şûnwarnasê Alman Max Freîherr von Oppenheîm ve hatiye kolan.
Herêma Til Xelef di dîrokê de gelek nirxên mirovahiyê yên pîroz derxistine holê û xwediyê çandeke dewlemend e. Ev dewlemendiya wê bûye sedem ku ji beriya niha 8.000 sal heta niha tu deman êrîş li ser kêm nemîne. Ev êrîş carna bi awayê fiîlî û fîzîkî carna jî bi awayê çandî çêbûne. Ji ber ku çandeke dewlemend bûye gelek cîranên wê hêj di wê demê de çavên xwe berdane ser û xwestine yan tevli vê çandê bibin yan jî dewlemendiyên vê çandê bi dest bixin. Çanda Til Xelef çanda jinan û xwedawendiyê û Dayîksalariyê ye. Çanda kurdewarîyê ye.
Ji aliyê din ve ew firax û kuz û cer bi awayeke pisporî hatine boyaxkirin û şeklên gelek çûkên cuda li ser van hatine çêkirin. Mirovên wê demê bî îhtîmaleke mezin boyaxên ku li ser van firaxan hatine bikaranîn ji heman navendê standine û li gelek dever û herêmên cuda bi kar anîne. Ango ev boyaxên bi kar anîne di gelek herêmên cuda cuda de dişibin hev. Careke din ev firaxên xwe di payeyeke li gorî wê demê bilind de şewitandine û belav kirine. Herwaha hem li ser teknîka van firaxan a wê demê mirov dikare gelek şîroveyên bên nîqaşkirin bike. Ji ber ku ev çand li bakur gihîştiye heta herêma Serhedê li başûr gihîştiye heta Mezopotamya navîn, li rojhilat heta Iraqê û li Rojava jî heta Derya Spî çûye. Bi belavbûna vê çanda Til Xelef li gelek deveran û dewlemendiya vê çandê di herêmê de hat naskirin. Muhr cara yekê di vê çandê de hatiye bikaranîn. Di Mîmariya xwe de giroverî bi kar anîne. Dema mirov li mîmariya Til Xelef binêre mirov giroveriyekê dibîne.
Cara yekem cihên girover ên jî bo avahiyan û bi kerpîçan hatine çêkirin li ser vê xakê hatine dîtin. Ji ber ku wê demê hîn nedizanîn ka wê çawa ser xanî bigirin girover çêdikirin. Ev avahiyên girover nêzîkî malên Haranê yên vê serdemê ne Ji van avahiyan re “Tolos” tê gotin peyva “Tolos” jî peyveke yewnanî ye û tê wateya giroveriyê. Piştre jî bi van avahiyan ve hindek avahiyên din ên zirav û dirêj çêkirine û her çiqas di serî de ji hêla şûnwarnasan ve ev şeklê avahiyê wekî mabedên baweriyê hatibin pênasekirin û şîrovekirin jî piştre hatiye zanîn ku ev mal ne malên mabedan in tam dijî vê yekê ev mal malên xwecihiyên wê demê yên Tel Xelefê ne. Bazirganî û jiyana civakî Xwecihên Til Xelefê kevirên obsîdyen û hesteyên ku li girê Til Xelef hatine dîtin jî anîne. Bêguman ev kevirên obsîdyen û kevirên çeqmeq li herêma Serhedê li Bedlîsê li Çewlikê hene. Ew jî nîşaneyên bazirganiyê ne ku wê demê bi rêya bazirganiyê ve ew kevir anîne deverê.
Ji bo ku bikarin van kevirên obsîdyen bi dest bixin xwecihên Til Xelefê bazirganî kirine. Xwecihên Til Xelefê bi kilosk û dîzik an jî cer kevirên obsîdyen guhertine û hem çanda xwe belav kirine hem jî bazîrganiya xwe kirine. Gelek peykerên xwedawendan hatine dîtîn Li vî girî jî wekî gelek girên din ên neolotîkê gelek peykerên xwedawendan hatine bidestxistin. Ev yek jî nîşaneya vê yekê ye ku li vê herêmê jî çandeke dewlemend a xwedawendiyê heye. Ev çanda dewlemend a xwedawendiyê hema mirov dikare bêje li hemû Mezopotamya Jorîn û Mezoptamya Navîn gelek bi bandor e. Civakên serdema xwezayî û civakên serdema neolîtîkê civakbûna xwe bi edaletê sembolîze dikin. Ji ber vê yekê jî bêhtir baweriya xwe bi çi bînin resm an jî peykerê wan çêdikin. Çanda Til Xelefê dikare wekî çanda xwedawendiyê were pênase kirin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览212
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 20-12-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
考古的地方
小组: 文章
Publication date: 30-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Serêkanî
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئاراس حسۆ 17-12-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on20-12-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):20-12-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览212
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 524,691
图片 106,254
书籍 19,763
相关文件 99,357
Video 1,439
语言
کوردیی ناوەڕاست 
300,885

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,735

هەورامی 
65,728

عربي 
28,797

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,260

فارسی 
8,377

English 
7,162

Türkçe 
3,571

Deutsch 
1,456

Pусский 
1,123

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
20

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 传记 - 党 - K. D. P. 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!