图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,698
图片 105,958
书籍 19,352
相关文件 97,436
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Simkoyê Şikak; Şoreşgêrekî serxwebûnxwaz
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Simkoyê Şikak

Simkoyê Şikak
=KTML_Bold=Simkoyê Şikak; Şoreşgêrekî serxwebûnxwaz=KTML_End=

Simayîl Axayê Şikak (#Simkoyê Şikak# ) ku bi Serdar Nusret dihat naskirin, sala 1266`an a rojî (H.Ş) li gundê Çariyê li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.
Ew kurê Mihemed Axa û neviyê Elî Xan Şikak bû. Her ji dema ku nûciwan ango xortekî taze geheştî bû dibe evîndarê Tevgera Kurdî û xeyala serxwebûna Kurdistanê di serê wî de çêdibe. Her ji temenê nûciwaniyê ve bi komkirina siwar û çekdaran re mijûl dibe. Çalakiyên çekdarî yên Simko destpêkê her tenê li Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê piştre derbasî Başûrê Kurdistanê jî bûn ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bû.
Di kelekela şerê yekem ê cîhanî de û heta çend salan piştî wî şerî, kesayetiyê herî naskirî yê sînorê Îran û Osmaniyan, Simayîl Axa (Simko) serokê Eşîra Şikak bû. Wî bi zîrekî û zanebûna xwe sûd ji wê derferê wergirt ku di çarêka yekem a sedsala bîstê de bidest hatibû, peywendiyên wî li gel Osmanî, Rûs, Îngilîz û Îranê hebûn û karîbû hevsengiyê di wan têkiliyan de biparêze, heman demê de desthilat û bandora xwe li navçeyê jî berfireh bike.
Piştî şerê cîhanî, xwe wek hakimekî serbixwe nîşan da, li gel hin serkirdeyên netewî yên Kurd hevkarî dikir û gelek pirsgirêk bo hikûmeta navendî ya Îranê çêkirin.
Dema ku Artêşa Îranê di Tebaxa 1922`an de gotin qaşo pirsgirêka wî çare kirine û ew ji nav axa Îranê derketiye, lê wekî lîstikvanekî bihêz li Kurdistana Navendî de ma û Îngilîz û Osmaniyan xwestin bo çareserkirina pirsgirêka Wîlayeta Mûsilê sûdê ji rol û karîzmaya wî werbigrin û her du welatan xwe nêzî wî dikirin û dixwestin di berjewendiya xwe de bikar bînin.
Simko di Şoreşa Destûrî (Şoreşa Meşrûiyetê) ya Îranê de piştevaniya (Îqbal El-Seltene) hakimê bajarê Makûyê kir û piştre bû desthilatdarê navçeya Kotolê û hikûmeta Îranê jî îtiraf pê kir û qebûl kir.
Ji sala 1913`an ve Simko têkiliyeke bihêz li gel rêberên netewî yên Kurd hebû û hizr û gotinên wan qebûl kiribûn.
Simko hevjînî li gel xwîşka Seyîd Teha cîgirê (wekîlê) Şêx Ubeydulla Nehrî kir, ew yek bû sedem ku pêgeha wî bihêztir bibe.
Di salên şerê yekem ê cîhanî de Simko xwe dûrî şer girt, hêzên xwe organîze kirin, wek çavkanî didin xuyakirin, wekî siyasetvanekî jîr hemû derî bo xwe vekirî hiştin. Simko dixwest li gorî rewşa siyasî ya navçeyê û cîhanê û hêzên Ewrupî û reşwa Kurdan û Îranê tev bigere û hevsengiyê biparêze. Guhertin ewqas aloz bûn ku serêşî bo hemû siyasetvanên navçeyê çêkiribû.
Piştî şoreşa Rûsya, dema ku General Paratof leşkerê xwe ji Kurdistanê kişand, Simko karî piraniya navçeyan û çek û topxaneyên wan bixe bin destê xwe.
Piştî şerê cîhanê, Osmanî ji Azerbaycanê vekişiyan û hikûmetek bihêz li Azerbaycanê nehate avakirin, take desthilatê bi bandor û xwedî pêgeh, Simkoyê Şikak bû. Tevî hêzên wî bixwe, bi sedan serbazên Osmanî jî pêre bûn û piştevaniya wî dikirin.
Di Sibata 1919`an de civînek di navbera Xanên Kurdistana Rojhilat de hate sazkirin. Di wê civînê de behsa serhildaneke giştî li dijî desthilata Îranê hatibû kirin, lê lihev kirin heta dema ku nerîna welatên zilhêz neyê wergirtin û razîbûn û piştevaniya wan nebe, ti karekî nekin.
Lê Simko li benda serhildana xanên din ên Kurdistanê nema û bajarên Dêleman û Xoyê girtin û piştre bajarê Urmiyê dorpêç kir, beşek ji xelkê Azerî yê Lekistanê wate bakûrê rojavayê Dêlemanê îtiraf pê nekirin û wî êrîşî ser wan kir û ew têkşikandin û heta Bendera Şerefxanê paşve birin. Navçeyên Bakurê Gola Urmiyê jî ketin bi destê hêzên Simko.
Wê demê hakimê nû yê Tewrêzê Serdar Întîsar bi hêzeke mezin êrîşî ser hêzên Simko dike û wan paşde dide, dawiyê Simko li gel fermandarê hêza Qezaq Fîlîpof ku bi nûneratiya Tewrêzê êriş kiribû dest bi diyalogê kir û lihevkirin.
Wê rêkeftinê pêgeha Simko bêhtir xurt kir, di sala 1920`an de careke din deştên Urmiye, Selmas û Xoyê girtin û hakimek bo bajarê Urmiyê destnîşan kir. Bi wî awayî roj bi roj desthilata hêzên Simko berfirehtir dibû. Di êrîşa dawiyê de ku Simko bire ser hêzên Îranê, 10,000 çekdarên Simko hebûn.
Simko çend civîn li gel tevahiya serokên eşîrên Kurdan ên Azerbaycanê kirin. Havîna 1921ê ku dibe sala 1300ê a rojî (H.Ş) tevahiya Rojavayê Gola Urmiyê heta bajarê Bane û Serdeşt û qoncikê Bakûrê Rojavayê Iraqê di bin destê Simko de bûn.
Tevî Şikak û Herkiyan, eşîrên Mameş,Mengur, Dêbukrî û Pîran û Zerza û Gewrik û Feyzullabegî û Pişderî û eşîrên biçûk ên Baneyê jî li gel Simko bûn.
Divê em wê yekê jî bêjin ku Simko bajarê Sablax-Mihabadê jî ji destê hêzên dewletê derxistibû û di şerî de beşek ji bajarê Mihabadê hate talankirin, ew yek bû sedem ku piştre neteweperestên Kurd rexneyan li Simko bikin, lê Simko ew rexne qebûl nekirin û sedema wan jî diyar kiriye. Wî gotiye ku hêzên Jandarmêrîyê (Cendirmeyan) şer birin nav kolanan û wî nekariye rê li ber bertekên hêzên xwe bigre.
Lê her piştî wê, ew bixwe ji Sablaxê derdikeve û bajar dide destê Hemze Axa. Piştî wan êrîş û serkeftinên Simayîl Axa û leşkerên wî yên 10,000 kesî êdî xelkên ne kurd jî îtiraf bi desthilata Simko kirin, weke mînak xelk û hakimên bajarên Miyandaw ,Meraxe û Binawê jî nameyên teslîmbûnê şandine Sablaxê.
Serkeftinên yek li pey yek ên Simko, bûne sedem ku ew bibe keskî giring û pile bilind. Di tîrmeha 1922`an de herêma bin destê wî gelek berfireh bibû. Ji Rojhilat û Başûr gihabû Sayîn Qela û Seqiz ê li Bakur heta Kotolê berfireh bibû, herweha bandora xwe li Merîwan û Hewramanê jî kiribû, heta hin eşîrên li navçeyên başûr li Loristanê amadebûn serhildanê bikin û piştevaniya Simko bikin.
Wê demê li hemû navçeyên Îranê alozî hebûn hêzên Mîrza Kuçek Xanê Cengelî li Bakurê Îranê serhildan kiribûn. Ji aliyê din kesek bi nave Xalo Qurban ê Hersînî li Piştkûh eşîran kom dike û dijî dewleta navendî serhildanê dike.
Reza Xan hewil da ku hêzên din ên dijber li xwe kom bike ku bikare şerê Simko bike.
Mîrza Kûçek Xan ku peywendiyekî veşartî li gel Simkoyê Şikak hebû û dijberekî tûnd ê hikûmeta navendî bû, berdewamî daye xebata xwe, lê Xalo Qurban Hersînî çûye rex hêzên Reza Xan.
Lê peywendiyên wî li gel Mîrza Kûçek Xan berdewam bûn, heta dawiyê, Mîrza Kûçek Xan kûşt û serê wî jêvekir û bo Reza Xan bir.
Piştî wê, Reza Xan, Xalo Qurban erkdar dike ku bi hêzeke mezin û pirçek êrîşî ser Simkoyê Şikak bike. Salên 1921 – 1922 Xalo Qurban hêzeke leşkerî ji eşîran amade kir ku êrîşî Simko bike, Piştî bihîstina vê nûçeyê Simayîl Axa leşkerê xwe amade kir û di şerekî mezin de, hêza Xalo Qurban şikest û Xalo Qurban jî hat kuştin û leşkerên wan paşve çû.
Reza Xan ku di şer de bi Simko nikare, ji aliyê din givaşa neteweperistên Îranî li ser wî hebû, bi riyeke din hewil dide ku derbeyê li Simko bide, ji ber wê daxwazê dike ku bi Simko re hevdîtinê bike û bi gotûbêjê pirsgirêkan çareser bikin.
Her bo wê mebestê sala 1930ê Reza Xan bo danûstan û gotûbêjê Simko vexwande bajarê Şinoyê dike. Simko wekî dîplomatkarek diçe Şinoyê ku bi Reza Xan re hevdîtinê bike, lê piştî ku du rojan li bendê dimîne û mêvanê hêzên dewletê dibe, di roja sêyemîn de Serheng Sadiq Xan ku nûnerê Reza Xan bû, destê xwe dide destê Simko û wî birêdike, wê dema ku wî birêdike, fermanê dide ku teqeyê li Simko bikin, wê demê êrîşî ser Simko û şanda pêre dikin, tenê du kes rizgar dibin û yên din tên kuştin (Şehîdkirin).
Terorkirina Simayîl Axa xaleke reşe li ser eniya hikûmeta navendî ya Îranê, ku mêvanekî siyasî bo gotûbêjê vexwendiye lê bi awayekê dûr ji nerîtên însanî û diplomatîk ew teror kirin. Bi wî awayî dawî li desthilata Simkoyê Şikak hat.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览332
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-01-2024
挂钩项目: 14
小组: 文章
Publication date: 20-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):04-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览332
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,698
图片 105,958
书籍 19,352
相关文件 97,436
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!