图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,667
图片 105,764
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Qirkirina Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qirkirina Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve

Qirkirina Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve
$Qirkirina Kurdan ji aliyê rejîma Îranê ve$
Şehab Xalidî

Sala 1979`an piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê li hember rejîma paşayetiyê, Şanda Nûnertiya Gelê Kurd gelek hewl da ku bi riya gotûbêjan li gel Komara Îslamî ya Îranê pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bê çareserkirin. Lê mixabin Xumeynî rêberê Komara Îslamiya Îranê li dijî gelê Kurd şer ragehand û rê ji bo girtin û îşkence û kuştina Kurdan vekirî hişt.
Li gor wê siyaseta han hêzên rejîmê li gelek gund û bajar û herêmên Kurdistanê komkujî pêk anîn. Herwiha bi dehan hezar kesî jî rapêçî girtîgehan kirin û di bin îşkenceyên giran de kuştin an jî bidar vekirin an jî gulebaran kirin.
Hêzên rejîma Îranê roja 18.03.1979`an du rojan berî newrozê bi êrîşa bejahî û asîmanî li ser bajarê Sine, bi sedan kes ji xelkê sivîl kuştin. Herwiha roja 19-08-1979`an piştî fetwaya cîhadê ji aliyê Xumêynî ve, hêzên rejîma Îranê cardin bi êrîşên bejahî û asîmanî li ser bajarê Sine, 600 kes kuştin.
Xeynî wê êrîşê û gelek êrîşên dinê ên li ser herêm û bajarên cuda cuda yên Kurdistanê û şehîdkirina gelek Pêşmergeyan û xelkê sivîl, li gor zanyariyên ku niha li ber destê me hene, komkujî di 61 gundên Rojhilatê Kurdistanê de pêk hatin û di encamê de herî kêm 518 kes hatin şehîdkirin. Bêguman hejmara kuştiyan gelek ji wê hindê jî zêdetir e.
Li gundê Qarnê ya ser bi bajarê Nexedê, melayê gund ê bi navê Mela Mehmûd Bêhterzade dema ku pirtûka quranê li gel xwe dibe cem hêzên Îranê û wan dide sondê ku komkujiyê nekin, lê hêzên rejîma Xumêynî wî jî dikujin û piştre bi awayekî hovane wî serjê dikin. Gelek kuştiyên komkujiya Qarnê zarokên temen 6-10 saliyê bûn.
Di nav komkujiya gundê Mîrawa ya ser bi Urmiyê de jî, jinek bi navê Refiya Xidirî ya keça Şakir hebû ku temenê wê 70 sal bû. Herwiha jinek bi navê Meryem Mistefazade li gel sê zarokên xwe hatin kuştin. Jinek bi navê Henîfe Xidirî li gel zarokeke xwe hatin kuştin û Jinek bi navê Ferîde Mamedî jî li gel du zarokên xwe hatin kuştin.
Di wan salan de ku komkujî hate kirin, herî kêm 51 gund hatin wêrankirin an jî şewitandin, ku ji wan 51 gundan, gundek ser bi bajarê Sine, 7 gund ser bi Pîranşarê, 13 gund ser bi Hewşarê û 30 gund jî yên Urmiyê bûn.
Li gor lêkolînekê ku nivîskarê Kurd Cewad Danişpejûh kiriye, xeynî qurbaniyên kumkujiyan, herî kêm 2287 kes ji rûniştvanên Rojhilatê Kurdistanê ji sala 1979-2017`an ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin, ku 416 kes bi riya terorê û yên din jî bi riya îdamê hatine jinavbirin. Di nav wan kuştiyan de 134 kes jin bûne. Herî kêm 59 kes jî temenê wan li jêr 18 saliyê bûye.
Teror di nav xaka Herêma Kurdistanê de
Gelek ji wan kiryarên terorîstî, Komara Îslamî li dijî têkoşerên Rojhilatê Kurdistanê li nav xaka Herêma Kurdistanê encam dane, wek mînak: 25 teror li Hewlêrê, 31 teror li Koyê, 25 teror li Ranye û 81 teror li Silêmaniyê hatine encamdan. Li gelek gund û herêmên din jî Komara Îslamî kiryarên terorîstî encam dane.
Ji sala 2018-2023`an jî 6 kes li Başûrê Kurdistanê hatin terorkirin, ku yek ji wan pêşmerge û yên din endamên PDK-Î bûn.
Herwiha Komara Îslamî ya Îranê di encama danîna bombeyê û çar caran jî mûşekbarankirina binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav xaka Herêma Kurdistanê de 46 kes şehîd kirin, ku du kes ji wan endamên Asayişa Herêma Kurdistanê bûn.
Kiryarên terorîstî li derveyî welat
Komara Îslamî ya Îranê bi dehan kiryarên terorîstî li derveyî welat li dijî dijberên xwe encam dane. Gelek ji wan kiryarên terorîstî bûne sedema kuştin an birîndarbûna sedan dijberan.
Di nav qurbaniyên destê terorê li derveyî welat, herî kêm navê 22 kesayetiyên naskirî xuya dike, ku hindek ji wan berpirsên payebilind ên serdema rejîma paşatiyê bûn, ku yek ji wan Şahpûr Bextiyar ê serokwezîrê rejîma paşatiyê yê dawî bû. Herwiha Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî jî du berpirsên yekem ên PDK-Î bûn ku li derveyî welat bûne armanca wan kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê.
Şehîdên şoreşa Jînayê
Roja 17`ê Septamberê piştî ku Jîna Emînî ji aliyên hêzên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hate girtin û îşkencekirin û di encama lêdan û îşkenceyê de canê xwe ji dest da, xelkê nerazî li ber deriyê nexweşxaneya Kesra li Tehranê dest bi meşeke nerazîbûnê kirin û bi wsî rengî şoreşek li seranserî Îranê destpê kir ku bi şoreşa Jînayê hate naskirin. Li gor datayên ku malpera “Hengaw” kom kirine, ji destpêka wê şoreşê heya roja 11.03.2023`an herî kêm 134 hemwelatiyên Kurd li bajarên curbicur ên Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin.
Li ser asta Îranê jî li gor rapora Saziya Mafê Mirovan a Îranê tenê di sê mehên destpêka Şoreşa Jînayê de 496 kes hatine kuştin ku 68 kes ji wan zarok bûne. Tenê roja Înê 30.09.2022`an hêzên rejîma Îranê meşa nerazîbûnê ya Belûçan dane ber guleyan û di encamê de li gor zanyariyên çalakvanên Belûç, herî kêm 100 kes hatin kuştin û 300 kes jî birîndar bûn, ku ew roj wek roja reş hate binavkirin.
Kuştina kolberan
Derbarê kuştina kolberan jî malpera “Kurdpa”yê datayek belav kiriye ku li gor wê datayê ji sala 2011 heya 2015`an 197 kolber bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin û 229 jî hatine birîndarkirin.
Malpera “Hengaw”ê jî datayek belav kiriye ku li gor wê datayê, ji sala 2016-2023`an 450 kolber hatine kuştin û 1180 jî hatine birîndarkirin.
Cangoriyên riya rizgariyê
Piştî ku rejîma deshilatdar hemû deriyên diyalogê li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê daxistin û riya serkut û kuştinê girte pêşiya xwe, xortên Kurd bedela teslîmbûnê biryara berxwedanê li hemberî êrîşên herî hovane yên hêzên rejîma Îranê dan.
Li Şerê berxwedan û parastina rewa de gelek xortên Kurd şehîd bûn. Herçend datayeke hûr û tewaw li ber destê me tineye, lê li gor datayên texmînî nêzî 7 hezar kesî şehîd û nêzî 10 hezar kesî jî birîndar bûne.
Encam
Li gor datayên Saziya Mafê Mirovan a Îranê, ji sala 1979-2020`an li ser asta Îranê zêdetirî 44.600 kesî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi riya teror, îşkence an jî kuştina li ser kolanan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha li ser bingeha raporeke rojnameya Fîgaro ya Fransî 150 kes jî bi riya kevirbaranê hatine kuştin.
Komara Îslamî ya Îranê ew hemû cinayet derbarê xelkê Kurdistanê de encam dan, ku dawî bi xebat û tekoşîna wan a ji bo azadî û rizgariyê bîne, lê piştî derbazbûna zêdetir ji çil salan bi ser temenê wê rejîmê re, niha gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê li ser xebata ji bo bidest anîna mafê xwe her berdewam e û bi destpêkirina şoreşa Jînayê jî, rejîma Îranê ber bi dawiya temenê xwe diçe.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览201
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 09-01-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 10-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
普罗旺斯: 伊朗
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 09-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):09-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览201
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.158 KB 09-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,667
图片 105,764
书籍 19,400
相关文件 97,511
Video 1,396
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 广场 - 城市 的地方 - 城市 - Amed 的地方 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 的地方 - 城市 - 埃尔比勒 的地方 - 方言 - 库尔德 - Sorani 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!