=KTML_Bold=Dîroka herêmên kurdî û lêvegerek ji xelkê belengaz=KTML_End=
Ala Komar
Yek ji awayên nivîsîna dîrokê, nivîsîna dîroka deveran e. Bingeha avabûna vê dîrokê vedigere bo ser hezkirina ji welat û nîştiman û şanazîkirin bi nîştimanê, wate nivîskar li gor hesteke taybet ku li hember welatê xwe heye, pesna wê erdnîgariyê dide û şîrove dike, hewil dide ku pênaseyeke bedew jê re bibîne û li gor herêmên din weke cihekî taybet bide naskirin.
Lê yek ji taybetmendiyên dîroka erêmî ev e ku derfet li ber destê nivîskar heye bêhtir li ser deverekê raweste û bêhtir behsa hurgiliyên wê bike. Ji ber ku xwe ji tevgera asayî ya dîrokê (pesindayîna desthilat) diparêze, bêhtir derfeta wê yekê heye ku li ser jiyana xelkê asayî û belengaz bisekine û behsa jiyana wan bike, wate ev dîrok bêhtir behsa jiyana civakî ya welatiyan dike ku di tekstên din de hatiye paşguhxistin û wê yekê ziyaneke mezin gihandiye tekstên dîrokê.
Dîroka civakê û vegotina jiyana xelkê asayî, yek ji naverokên giring ên dîrokê ye ku asteke berfireh a jiyan û çanda xelkê berê şîrove dike û balê dikişîne ser pêkhate û prose û encama karên mirovan di nav civakê de.
Eger dîrok heta demên dawiyê her ji bo jiyana xelkê desthilatdar bû, lê dîroka civakî yekser behsa jiyana xelkê hejar û belengaz û bidesthilat dike, behsa rola wan a civakî di nava ref û astên cuda yên civakê de dike. Her weke me destpêkê jî got di dîroka herêmî de bêhtir behsa jiyana civakî tê kirin. Dîroknivîs bo afirandina nasnameya civakê , bizavê dike ku di nava tekstên xwe de tevî nivîsîna dîroka wê devera ku lê jiyaye, behsa kesayetiyên diyar û taybet ên herêmê bike. Heta eshabe û hvalên Pêxember ku çûne wê deverê, herweha behsa helbestvan û zana û bazirgan û pîşeger û kesayetiyên olî jî dike.
Herweha di beşek ji teksta xwe de behsa avahî, koşk, taybetmendiya cografî û demografî dike û hin caran jî behsa rewşa aborî û cografî û peywendiyên aborî û civakî yê xelkê di nava van teksên xwe yên dîrokî de dike.
Tekez divê em vê yekê jî bêjin ku gelek pirsgirêk û derdeseriyên wê awayê nivîsîna dîrokê jî hene, dîroknivîs li gor hezkirin û hesta xwe bo warê xwe, tûşî hevrikiya li gel deverên din dibin û hewil didin ku hin tiştên pîroz bo devera xwe biafirînin û gelek caran tiştên efsaneyî çêdikin û pîroziyeke ecêb didin nîştiman û warê xwe ku eger li gor lojîkê bêne şîrovekirin ti caran nayên isbatkirin.
Tevî wê yekê, weke me got ku dîroknivîs di nava teksetên xwe de behsa xelkê taybet û cih û kesayetiyan dike, lê dîsan em nikarin bêjin ku ev awayê nivîsîna dîrokê di warê vegotina bûyerên civakê de gelek bihêz e, ji ber ku ev dîrok jî her weke dîrokên jiyana paşa û desthilatdaran , her behsa dîroka siyasî û siyasetvan û şervanan dike û dîsan awayê jiyan û dîroka xelkê hejar û belengaz wenda dibe û bi temamî nayê zelalkirin. Lê weke me got dîroka Herêmî ku bêhtir behsa navçeyekê dikin, ji bo naskirina dîroka herêman baştir in naverok û mijarên girêdayî civakê (civaka serdest) di nava vê dîrokê de tê vegotin.
Di dema Qacariyan de gelek berhemên baş ên derbarê Dîroka herêman de li ser Kurdistanê hatine nivîsandin ku li vir em ê behsa hin ji wan bikin. Zubdet El-Tewarîx ku ji aliyê Mela Mihemed Şerîfî Qazî Sineyî hatiye nivîsîn, Tarîx #Erdelan# – #Mestûre# ya Kurdistanî, Seyîr El-Ekrad – Ferhad Mîrza Mu`temid El-Dewle, Lub El-Tewarîx ku Xesrew Bêg Erdelan nivîsandiye, Hedîqet-Nasiriye û Mêrar El Zefer ku Mîrza Elî Ekber Kurdistanî nivîsiye, ev hin tekstên taybet in ku derbarê Kurdistanê hatine nivîsandin.
Eger em bixwazin di nava wan tekstan de lêkolînê bikin û bizanin ku wê derbarê jiyana civakî de çi bi destê me bikeve? Ya rast em dikarin bêjin ku bi hevberkirin li gel gelek ji dîrokên din ên navçeyê yên wê demê, nivîskarên wan tekstan gelek bi kêmî behsa civakê kirin, tevgera nivîsîna dîroka navçeyê negihaye asteke bilind û tenê hin caran û bi çend dêran behsa jiyana civakî kirine. Jiyana xelkê belengaz ewqas derfet bi dest nexistiye ku di nava dîroka ku ji bo dever û herêma wî hatiye terxankirin de were behskirin û dengvedan hebe.
Yek ji wan dîrokên herêmî ku derbarê Kurdistanê hatiye nivîsîn Zubdet El-Tewarîx e ku ji aliyê Mela Mihemed Şerîf Qazî Senendecî hatiye nivîsandin.
Mela Mihemed Şerîf sala 1151ê koçî ji dayîk bûye. Ew ji malbateke xwendevan e ku mamostayên olî yên Kurdistanê bûn, tevî dersa olê wî stêrk jê nas kirine (astronomî), zaniye, dîrok nivîsiye û bi xetê xwe yê xweşik navdar bûye.
Di dawiya sedsaliya 11 ya koçî de Mela Mihemed, aqziyê navçeya Erdelan bû û her wê demê pirtûka Zubdet El-Tewarîx bi nave Xesrew Xan Waliyê Erdelan nivîsandiye. Ev pirtûk ji 12 beşan pêk tê ku beşa 11an taybet e bi dîroka herêma Kurdistanê û em dikarin bêjin ku yek li ser sêya pirtûkê behsa Herêma Kurdistanê dike û beşên din ên pirtûkê behsa dîroka Îran û Îslamê dikin. Nivîskar ji destpêka desthilata Babe Erdelan ve behsa dîroka Kurdistanê dike, heta serdema Emanulah Xanê Mezin û zanyariyên gelek baş li ser jinavbirin an jî qebûlkirina desthilatdarên Erdelan ji aliyê paşayên Sefewî, Efşar û Qacar eşkere dike.
Eger di nava vê pirtûkê de em li pey nivîsên girêdayî civakê bigerin, bêguman tiştek wisa berçav bi destê me nakeve û nivîskar her weke piraniya dîroknivîsan û bi berçavgirtina tevgera ku bi ser nivîsîna dîroka wê deverê de serdest bû, ewqas giringî nedaye jiyana xelkê asayî û belengaz û bêhtir behsa dîroka siyasî û şervanî kiriye. Take mijara ku weke mijara civakî bi dest dikeve, behsa wergirtina bac û seraneya leşkerê Nadir Şah Efşar e ji xelkê asayî û bi kurtî behsa wan givaşan dike ku li ser welatiyan heye. Li gorî wan tekstan hevdem li gel desthilatariya Subhan Wêrdî Xan ku Ebas Qulî Xan ê Erdelan, zêdexwazî û givaşa dewletê zêde bûye û xelkê asayî û belengaz nekariye xwe li ber wan givaşan bigrin û koç kirine û dest ji warê bav û kalên xwe berdane.
Piştre Subhan Wêrdî Xan bi xwe dibe beşek ji wan kesên ku bacê distînin û bi ser mala welatiyan li Kurdistanê de digirin. Ew yek dibe sedem ku gelek kes ji ber tirsa Şah derbider bibin û koç bikin, di dawiyê de çend kesên diyar ku nexwestine derbider bibin li bajar dimînin. Ev rewş heta dema kuştina Nadir Şah bi destê hin şervanên nêzî wî berdewam bû, xelkê ku ji tirsan û ji ber givaş û fermanên Nadir Şah aware bibûn heta piştî kuştina wî venagerin.
Ev tevahiya naveroka civakî ye ku Mela Mihemed Şerîf di vê pirtûkê de behs kiriye, bi kurtî rewşa xelkê belengaz vedibêje, lê ne ewqas zêde û berfireh e ku bikare behsa serbihora xelkê navçeyê vebêje û nifşê niha sûdê jê bibîne .
[1]