=KTML_Bold=Çalakiyên siyasî û rêxistinî yên ewropiyekê li Kurdistanê=KTML_End=
Dr. Azad Mukrî
Me di beşa yekem de behsa pirtûka #Nesrîn Qasimlo# ji dîtingeha kultûrî ve kir.
Di beşa duyem a vê gotarê de li ser şêweya siyaset û karê siyasî yê ewropiyekê li axa Kurdistanê agahiyên balkêş têne dayîn. Wek hûn dizanin, li çend deheyên beriya niha, zêdetirîn nasyariya ewropiyan bi kurdan re ji du rêyan ve bûye. Yekem ji rêya wan nivîsan ku rojhilatnasan dinivîsîn û ezmûna xwe ya netemam û çend roj gera li Kurdistanê dikirine kevirê bingehîn ê nasîna kurdan û zêdetir jî buha bi hindek ji adet û resmên lawaz didan û gelempera nasînê bi vê hindê ve girêdidan. Eşkere ye ku ev naskirin ne temam e. Mînakên weha em dikarin di nivîsên De Morganê fransî de bibînin ku li ser kurdan nivîsîne. Wek mînak li ser Serdeştê dinivîse ku hin mirov in di şikeftan de dijîn û ka di bin xwe de raxistine û hwd. Belkî dema ku De Morgan ji aliyê Serdeştê re derbas bûbe, malbatek wiha di şikeftekê de jiyabe, lê ev wêneyekî derewîn e ji beşeke Kurdistanê ji pênûsa ewropiyekê. Eva di halekê de ye ku her heman De Morgan hemû wêne bi kamêraya Ezîz Xanî Serdar kişandiye û di bin de nivîsiye bi kamêraya Hezretê Necîbzade Ezîz Xanî Serdarê Bokanê û nizaniye ku her ew necîbzade bi eslê xwe Serdeştî ye.
Di pirtûka ber behsê de siyaseta li Kurdistanê dibe beşek ji jiyana ewropiyekê. Ev jî siyaset heval û mil bi mil digel yek ji rêberên kurd ê lêhatî ye ku li seranserê cîhanê xwedî navûdeng e.
Nesrîn Qasimlo ji destpêka hatina ji bo Îranê ve, mijûlê nasîna bingehên siyasetê li Îranê bûye. Vebêjiya wê nîşanderê du hêlên giştî yên siyasî li Îranê ye. Yek ji wan siyasetek e ku dewleta paşayetî û demûdezgehên wê yên zordar dimeşînin û ya din jî siyaset û kiryarên siyasî yên aliyê dijber û opozîsyonên desthilatdariya paşayetî ye.
Di gava yekem de Nesrîn Qasimlo behsa hereketa siyasî ya siyasetmedarên kurd li Tehranê dike. Wate behsa hebûna rêxistina veşartî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dike ku li Tehranê çalak e û bi hêzên din ên çep û wekhevxwaz ên Îranê re hevkariyê dike. Hereket, kar û kiryarên Dr. Qasimlo di wê demê de vedibêje û bi xwe jî dibe yek ji wan kesan ku di wê tora veşartî de bi qasî şiyana xwe erkên pê re hatinî spartin bi rê ve dibe.
Di vê beşê de ya girîng ew e ku nivîskara ewropî ya pirtûkê behsa hevkarî, hatinûçûn û danûstandina hêzên cuda yên nihênî dike. Wek mînak behsa karê veşartî yê Rêberê Partiya Tûde, Kiyanûrî û Dr. Qasimlo dike û behsa vê xalê jî dike ku belkî zêde digel hev kok nebûbin jî.
Ew behsa hebûna Simayîl Qasimlo, Xenî Bilûriyan û gelek kesayetiyên din ên kurd dike ku rola wan hebûye. Ew diyar dike ku çawa sîstema tepeserker a SAWAKê çalakvanên siyasî yên kurd dixe bin zext û çavdêriyê û ew neçar dibin ku dem bi dem cihê xwe biguherînin û xebatên xwe yên rêxistinî bidomînin.
Ewa ku Nesrîn Qasimlo wek ezmûna takekesiya xwe û karê rêxistinî li Tehranê vedibêje, hêjayî nirxandinê ye. Tevî hemû zextên dezgehên sîxurî, bi sedema bihêzbûna kar û xebata çalakên siyasî yên Hizba Demokrat bi serperestiya Dr. Qasimlo di wê serdemê de, kêmtirîn ziyan ber pêkhateya rêxistina wan dikeve.
Nesrîn Qasimlo behs dike ku girîngiyek gelek zêde bi nihênîparêzî hatiye danê û heta ew parastina nihêniyên siyasî û hizbî digihîje astekê ku her kesî tenê ew erk û zanyariyên ku zanibûye ku taybet bi xwe bûye û eger bihatiba girtin jî kesek din bi sedema wî\wê nehatiba girtin. Her lewma jî ew dibêje, gelek pirsên min ji doktor re derbarê bernameya pêşerojê ya rêxistinê bê bersiv diman.
Beşeke din a xebata siyasî ya Nesrîn Qasimlo vedigere bo serdema li Rojhilatê Kurdistanê. Di wê serdemê de hebûna hêza pêşmerge, rêberan û kadroyên PDKÎ li nav Kurdistanê bi awayekî ciwan vedibêje û li wir jî berevajiyê propagandayên medyayên dijmin û dijberên kurdan behs dike, û ji zimanê Nesrîna ewropî ve, ew rastî eşkere dibe ku pêwendiya xelk û şoreşa mafxwazane ya kurd çi pêwendiyek ecêb û evîndarane û hevkarîkirinî bûye. Ji xeynî wê jî, sîstema mîlîtarîst a paşayetî li Kurdistanê wesf dike û hemû ew astengî û metirsiyan tîne ber behsê ku li ser rêya xebatkarên kurd hebûye û wê jî pêka şiyana xwe gelek ji wan zehmetî, astengî û metirsî derbas kiriye.
Beşeke din a bîranînên siyasî yên Nesrîn Qasimlo vedigere bo çalakiyên siyasî li Iraqê.
Hem ew û hem gelek ji kadro û endamên Partiya Demokrat (PDKÎ) li bajarê Kurdistana Iraqê û Bexdaya paytext mijûlê çalakiyan in. Ew beş jî bo nasîna sîstema siyasî ya serdest bi ser Iraqê de û metirsiya karê siyasî li vî welatî û devbernedana azadîxwazên kurd, zanyariyên bi sûd tê de ne. Ji bilî vê yekê jî, ew ji çavê ewropiyekê ve hevkarî, dijberî û rikeberiya aliyên siyasî yên kurd jî bi dîtingeheke rexneyî ve dixe ber behsê.
Behskirin li ser wê pirtûkê hilgirê gelek zêdetir ji wê yekê ye û ez ê wek beşa dawî ya girîng a wê bîrnameyê li ser pirtûka Nesrîn Qasimlo îşareyekê bi helsengandina kesayetiyên siyasî yên kurdên hevkar û neyarên Dr. Qasimlo bikim.
Nesrîn Qasimlo belkî hevjîn û hevxebata Dr. Qasimlo bûye û di tevahiya nivîsîna wê de bi dehan car behsa wê yekê dike ku çiqas evîndara wî bûye, lê kesayetiya wî wek evîndarekê helsengandin nekiriye. Heta bi awayekî rexneyî mêzeyê hevjînê xwe yê rêber jî kiriye û encamên baş û nebaş ên wî tomar kirine û li ser wan axiviye. Bi heman şêweyî li ser gelek kesayetiyên siyasî yên girîng ên din ên kurd û pantahiya siyaseta Kurdistanê bi giştî axiviye. Bo mînak behsên Nesrîn Qasimlo li ser Celal Talibanî û Mela Mistefa Barzanî hêjayî balkêşandinê ye. Cura hevkarî û hevbîriya wan rêberan û Dr. Qasimlo û tevgera Rojhilatê Kurdistanê jî hêjayî rohnkarî û axaftina siyasî ya hêjayî ye.
Li ser kesayetiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî, behsa jiyan, bîr û çalakiyên wan kesayetiyan di pênûsa Nesrîn Qasimlo de, dikare aliyên nû yên bîr û dîtingehên wan ji me eşkere bike. Ew behsa Ehmed Tofîq, Sidêq Encîrî Azer, Xenî Bilûriyan, Simayîl Qasimlo û gelek kesayetiyên din dike û rûpelek nû li dîroka siyasî ya kurd zêde dike.
[1]