图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,460
书籍 19,313
相关文件 97,293
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 1em
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê
=KTML_Bold=Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 1em=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad

Di vê gotarê de min hewl daye çendîn mijarên girîng derbarê Newroza kurdewarî de rohn bikim û di rastî de derbarê Newroza kurdewarî gelek gotar û pirtûkên çewt û bêbingeh ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatine nivîsîn. Lê rastiya Newroza kurdewarî tiştekî dinê ye. Wek mînak di vê gotarê de dê dîroka Newrozê û Sumerî, ola Mîtra û Newroz, çîroka bêbingeh a Kaweyê Hesinger û Zuhak, girîngiya #Newrozê# di folklora kurdî de, bandora Newrozê li ser proseya netewesazî û hwd, bêne behskirin.
Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn cejna tev mirovayetiyê di Rojhilata Navîn de ye û ev cejn jî, her ji destpêkê ve li Kurdistanê serî hildaye û belavê cîhanê bûye. Hilkeftek ku bo gelê kurd gelek girîng e ku her sal li demsala biharê, dema ku befr dihele û gul derdikevin û hêvî di dilê mirovan de geş dibe tê pîrozkirin û yek ji girîngtirîn hilkeftên dîrokî tê hesibandin. Ev hilkeft jî cejna Newrozê ye. Newroz hevwateya vejîn û roja nû ye û gelê kurd hemû salê li 1ê meha kurdî wate yekem roja biharê wek nûbûna sirûştê cejna Newrozê bi rê ve dibe.
Tê zanîn ku di demên berê de Newrozê kultûreke mezin hebûye û her hilkeftek girîng hebûya di roja Newrozê de dihate lidarxistin. Lê ev hilkeft bo gelê kurd pir girîng e, çimkî dîrokeke dûrûdirêj heye û gelek dîroknivîs dibêjin desthilatdariya Mad a gelê kurd gelek pêş dîroka zayînî û di yekem roja meha yekem a biharê de axa Kurdistanê di bin desthilata Asûriyan de rizgar kiriye (sala 612an a beriya zayînê) û cejn girtine û jê re gotine nûroj an jî rojeke nû. Hin dîroknivîs û lêkoler jî dîroka vê hilkeftê vedigerînine li ser 4 hezar sal berî niha.
Hin dîroknivîsên din jî dibêjin, Newroz vedigere li ser nûbûna sirûştê û bingeha wê jî vedigere li ser olên wek Mîtra, Êzidî û Yarisan.
Min li ser vê mijara girîng û dîroka vê hilkefta kevnar a gelê Kurd digel mamoste Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen, mamosteyê zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê hevpeyvînek kir û nerîna navbirî li ser dîroka Newrozê cuda ye û ev dibêje: “Di rastî de Newroz vedigere bo sersala “Sumerî”, ango roja zîndîbûna “Demozî” yê xwedayê Sumeriyan. Pêka ola Sumeriyan, “Demozî” yê xwedayê wan roja yekem a biharê tê derê ku heman roj dike roja yekem a sala kurdî, û dibe roja yekem a meha Newrozê; lê dem û rêkevta vê vedigere li ser vê yekê, piştî vê ku Demozî xwedayê Sumeriyan li 1ê meha heftem diçe bin erdê û li 1ê meha yekem a sala nû zîndî dibe, ew zîndîbûn dibe cejneke mezin û ev cejn, cejneke sirûştî, olî, felekî, werzêrî û kultûrî bûye û cejna mezin a Sumeriyan bûye. Ev hilkeft jî di serdema serhildana çandiniyê de bûye. Hemû lêkoler vê hilkeftê wate cejna Newrozê vedigerînin bo ser 10 hezar sal berî Zayînê ango 12 hezar sal berî niha”.
Newroz û ola Mîtra
Gelek dîrokzan jî, li ser vê baweriyê ne ku Newroz ji ola mîtra ve bo gelê kurd maye. Lê hin lêkoler li ser wê bawerê ne ku ev hilkefte ti pêwendiyek bi ola Mîtra ve nîne û tenê ji nûbûna sirûştê ve hatiye û pêwendî bi ti olekê ve nîne.
Her wek çawa piraniya hilkeftên wek çileya havîn, çileya zivistan, cejna xerman, cejna çandin û dirûnê ku kevntirîn hilkeftên kurdî ne, Newroz jî wek wan hilkeftan gelek kevnar e û mirov dikare bêje ku ev hilkeft jî wek hilkeftên kevnar ên kurdewarî di serdema Mîtra de girîngî pê hatibe dan.
Zuhak û Kaweyê Hesinkut û hilkefta Newrozê
Dîroka gelê kurd ji ber nebûna desthilatek serbixwe yan jî şewitandin û dizîna tev belgên dîrokî yên kevnar ên kurdan ji aliyê dagîrgerên Kurdistanê ve gelek bi çewtî hatiye nivîsandin û yek ji wan jî, çîrok an jî biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut e. Ev çîroka ji aliyê dagîrkerên kurdan ve bi şaşî hatiye nivîsîn û şibandine bi cejina Newrozê, lê nivîser û dîroknivîsên kurd dibêjin ti pêwendiyek wan herdukan bi Newrozê re nîne û Newroz bixwe kevn e û digel dîrokê hatiye û tevlî hemû bûyerên dîrokê jî bûye.
Ew yeka li cem min mijarek girîng bû û min xwast bi başî li ser vê mijarê bisekinim û min bi sê lêkoler ên bi navên Zeynelnabidîn Zinar, Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen û Hadî Ezîzî re hevpeyvîn kir û min ji wan pirsî axo çîrok an jî biserhatiya “Zuhak û Kaweyê Hesinkut” pêwendiya wan bi Newrozê re heye?
Di destpêkê de Zeynelabidîn Zinar wiha bersiv da: “Di dîroka Kurdan de gelek tişên şaş hatine nivîsandin û bi kurdan dane qebûlkirin, yek ji wan jî, çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinger e. Dibêjin Zuhak paşayekî Ereban bûye; Bila di destpêkê de ez wiha bêjim, di rastî de Ereb bixwe koçer in û ji Afrîqayê ve hatine vê axa ku em jê re dibêjin Erebistan û li gund û bajaran de belav bûne û ti desthilatiyek wan ku paşayê wan çê bibe tine bûye. Lê dibe ku şexsek bi navê Zuhak li deverê derkeftibe û kesek zilmker bibe û kesek jî bi navê Kawe derkeftibe û ev kuştibe û ev yeka tiştek gelek normal e. Lê ti pêwendiya Newrozê ne bi Zuhak ne jî bi Kawe re tine ye. Meseleya Zuhak wiha hatiye û dibêjin ew kesek zalim bûye û du mar li ser milê wî hebûne û xwarina wan maran jî mêjiyê xortên kurdan bûye û piştre ev xortên ku serê wan jê nekirine şandine aliyê çiya û piştire ew zêde bûne û wek kurd û wek milet derkeftine holê! Ev yeka neheqiyek pir mezin e li kurdan hatiye kirin û çewtiyek gelek mezin e li dijî kurdan tê gotin û ji bo ku kurdan piçûk bikin û wan miletek bê bingeh û bê esas bidine nîşandanê û çîrokên wiha li hevdu anîne û gotine; çîrokên wiha gelek hene ku li dijî kurdan hatine nivîsandin. Di rastî de li nav împaratoriya Medan ji “valî” yan parêzgar re digotin “Kawe”. Ti pêwendiya Kawe û Zuhak û Newozê bi hev re nîne”.
Ev gotare dom heye û dê di beşa dinê de bersiva lêkoleran derheq çîroka Kawe û Zuhak û mijarên din bê dan…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览422
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 15-01-2024
挂钩项目: 55
传记
刊物
1. Newroz
图书馆
库尔德名称
1. Newroz
库尔德文件
报价及短语
文章
18. Newroz
日期与活动
烈士
烈士(铝安法尔)
词和词组
1. newroz
小组: 文章
Publication date: 28-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on26-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):26-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览422
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,460
书籍 19,313
相关文件 97,293
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!