图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,696
书籍 19,304
相关文件 97,313
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê

Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê
=KTML_Bold=Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 2yem=KTML_End=
Keyhan Mihemedînijad

Min di gotara dinê de behsa serhildan û dîroka #Newroza# kurdewarî, Newroz û ola Mîtra û biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut kir; Diyar e doma hevpeyvîna lêkoleran li ser çîroka bê bingeh a Zuhak û Kaweyê Hesinkut mabû û em ê ji vir şûn de doma wê çîrokê, şahnameya ferdosî û çewtkirina dîrokê ji aliyê dagîrkeran ve bikin.
Mamoste Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen jî li ser mijara çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinger dibêje: “Rêkevta çîroka Zuhak û Kawe vedigere bo 600 yan 700 berî Zayînê, lê dîroka Newrozê vedigere bo 12 hezar sal berî niha. Lêbelê Newrozê ev şiyane hebûye ku tevlî hemû bûyerên mezin bibe û di demên berê de her bûyerek biqewimiya bi roja Newrozê re dihat rêkxistin. Di vê rojê de cejna hilkeftên xwe li dar dixistin û ti pêwendiyek Zuhak û Kaweyê Hesinkut bi #Newrozê# re nîne”.
Nerîna Hadî Ezîzî jî her wek lêkolerên dinê bû û wî jî digot: “Di dîroka kevn a kurdewarî de Kawe pêkhatiye ji hêza xelkê ku şerê desthilata Aşûriya kiriye li hember “Aza Dihak” ku ev nave ji çendîn navên din yên wek “Dihak, Dehyû, Dehyako, Duhok” tê û hem bi wateya fermanrewayî û hem jî bi wateya desthilatdarî tên. Ku wisa ye kurd li dijî desthilata Aşûriyan derkevtine û serkevtin bi dest xistine û ev yeka ji aliyê Farsan ve bi çewt hatiye nivîsîn û ti pêwendiyek wan û Newrozê jî bi hev re nîne.”
Ferdosî û Şahname
Ferdosî helbestvanê Fars ku di sala 994ê de şahname bi dawî aniye, li wir behsa çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinkut kiriye û Zuhak bi kesek har û dirinde daye nasîn ku du mar li ser milê wî bûne û xwarina wan maran jî mêjiyê ciwanan bûye û Kaweyê Hesinkut jî Zuhak kuştiye û ew serkevtine di yekem roja biharê de bûye û bi sedema serkevtin bi ser desthilata Zuhak de cejna Newrozê li dar xistine.
Divê mirov bêje mixabin ku hizr û dîtingeha piraniya takên kurd li ser Newroz û Kawe jî, vedigere ser şahnameya Ferdosî. Lê divê em bizanin ku şahname û deqên wê ku paşê wek helbest tê de hatine, bingeha wan deqan axo bi mîrat hatine wergirtin yan jî hatine dizîn? Carê wisa heye mirov di dîrokê de mijarek, çarçoveyek an jî hevşêweyek di dîrokê de bi mîrat werdigire, lê wergirtina komek çîrok yan biserhatî li deverek cuda ku erdnîgariya wê ya Farsan nebûye û hatiye wergirtin û paşê kirine Farsî, eva rêk di çarçêveya şahnameyê de tê xuyakirin.
Wêne: Şahnameya Ferdosî
Her wek Hadî Ezîdî dîrokzan dibêje: Bo dîroka pêş şahname û ev çîrokên ku di şahnameyê de hatine, divê me çend dîtingehên taybet hebin; Herçiqas em bêjin Ferdosî şareza yan neşareza ye, çend şaşiyek li ser cugrafiyayekê dike ku ew cugrafiya ne ya wane. Bo mînak; Li vir behsa dîcleyê dike. Dîcle axa Kurdistanê ye. Yan jî ev li wir behsa Zuhak dike û dibêje 800 sal temen kiriye! Direw e û tiştek wisa nîne. Bi nerîna min 800 sal behsa jinavçûna fermanrewaya Aşûriyane li ser Rojhilata Navîn ku zêdetir ji 1000 salî temen kiriye. Ya ku bo me derdikeve ev e ku piştî Ferdosî jî ew çîrokane di nav axa Kurdistanê de bi şêweya xwe ya rast hatine behskirin. Ku wisa ye çîrok an biserhatiya kurdan ji Kurdistanê bo devera Ariya yan Hariya ku niha bi Xurasanê tê nasîn hatiye veguhastin. Meseleyek din li ser Zuhak: Peyva mar di nav kurdan de peyvek pîroz e, wek Xişûk, çîroka Şamaran; mar di ola kevn a kurdewerî de, di metolojiya keştiya “H. Nûh” de ku di ola Êzidî de jî mayeû dide zanîn ku keştiya “H. Nûh” li ser çiyayê Şengalê kun dibe û marek reş xwe dike di wê kunê de ku keştî nuqim nebe û heta digihe çiyayê Codî, û eva beşek e ji wan efsaneyan di çîrokên kurdî de. Herwisa ya ji hemûyan girîngtir peyva mar di zimanê kurdî û etomolojiya zimanê kurdî de û pêka dîrokê ku behsa vê hatiye kirin, ji mohrên serdema Sumeriya kevn heta derbasê serdema Mîloloyî û Mîtanî û dewleta Manayî û Medî dibe, bo me derdikeve ku mar nîşaneya hêz û desthilatê ye, û kesekê ku mar nîne û bê mar e nexweş e û desthilat nine. wek “demar an tîmar” û heta mar bo nav beşa pizîşkî jî hatiye veguhastin, wek logoya zanista pizîşkî ku di îro de jî bikar tê, çimkî pêk hatiye ji tîmarkirinê. Îcar ev ji bo wê ku bên rûmeta mar naşîrîn bikin, tên dibêjin Zuhakek hebûye ku li ser milê wî du mar hebûne û xwarina wan mêjiyê ciwanan bûye. Ev yekane hemû xeyal in û xwestine dîroka neteweyekê ku bixwe desthilat nine, bi çewtî binivîsin”.
Wêne ji şahnameya Ferdosî hatiye hildan ku Zuhak nîşan dide û du mar li ser milê wî ne
Gotinek pêşiyan heye ku dibêje: “ger pezek li çolê bimîne, gura xwarî ye”. Yanî bê xwedî û bê şivan be, dibe xwarina guran. Ev gotina pêşiyan ji me re dibêje, dema ku kurd ji Newrozê xwedî dernekeve, dê xelkê din jê xwedî derkevin.
Li gorî nerîna Zeynelabidîn, Fars qewmek koçkirî ye ku xwe bi ser Îranê de sepandiye, Fars ji Hindûstanê hatine û girûpek hejar û belengaz û şeperze bûne û hatine nav kurdan û pars kirine û kurdan ji wan re gotine parsek (di edebiyata kurdî ya kurmancî de bi kesê ku hejar e û di nav kolanan digere û daxwaza pere an tiştekê ji xelkê dike, jê re dibêjin parsek) û piştire navê wan bûye bi Pars (Fars) û împeratorî çê kirine û dest bi ser dîrok û axa kevnara ya netewa kurd ku yekemîn netewa aramgirtî di Zagiros û Rojhilata Navîn de ye, girtin.
Ev gotare dom heye û dê di beşa dinê de li ser girîngiya Newrozê di nav folklora kurdî de û bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî bisekine…
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览213
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 27-01-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 22-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-01-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-01-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-01-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览213
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,027
图片 106,696
书籍 19,304
相关文件 97,313
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!