图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,350
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (92): Jinên tazî di zîndanên “Elhemzat” de, ji kerba re temenmezinekî Kurd dimre… Girtinên bêsûcane
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de

Efrîn di bin dagîrkeriyê de
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (92): Jinên tazî di zîndanên “Elhemzat” de, ji kerba re temenmezinekî Kurd dimre… Girtinên bêsûcane, hilweşandina goristanên pakrewanan

Pirbûna rûdana fewdalîzim û serberdayetiya serwerbûyî li herêma #Efrîn# ê, ji hilgirtina çekan û bi karanîna wan a tewşankî de bigir – û ne ya dawî – di wan pevçûnên dubarekirî yên di nav milîsên bi ser Anqerê û Itîlafa Elsûrî – Elixwanî de, yên ku, bi sedema nakokiyên li ser saman, dizîn û çarçewa bandoriyê û yên ji bilî wan re pêk tên derkeve; Hîşt ku, rewşên asayî û aramiyê bi rengekî zêde bi şûnda here û ji ber hev bikeve. Lê, destlatên dagîrkeriya Turkiyê hewil neda û kar nekir ku, rêgirekê ji rewşa ne baş û serwerbûyî ya li herêmên “Dirih Elfûrat” re jî dîne. Ne tenê weha, wê her çû û ta niha perçebûn û fîtne di nav milîsan de, bi şêweyên curbecur gurkir, ji bo li ser gulêkirin û cîbcîkirina fermanên xwe biparêze.
Jinên tazî di zîndanê de:
Milîsên “Ehrar Elşam û Ceyş Elislam” êriş navenda “Elhemzat” dikin, û ala Turkiyê li ser navendê ye.
Ji bilî hebûna navendên leşkerî, rûdanên çekdarbûnê yên li hemî gund, bajarok û navendên bajaran li herêma Efrînê belavkirî; Piraniya mêrên ku, li herêmê niştecîkirine çekan hildigrin, quretiya dikin û pê nişteciyên resen gef dikin û li hev dixin. Ta xwedî bawernameyên zanistî (Textor, dermansaz, endezyar û mamostên dibistanan…HWD)jî, damençan an rişêşan di çûnûhatinan de, yan dema derin karên xwe radikin.
Bûyera herî balkêş li vê dawiyê, ya ku, kûrbûna kirîza milîsan û çînatên civakî yên bi ser Turkiyê ve nîşan dike; Ew pevçûnên ku, li 28.05.2020an di nav milîsên”Ehrar Elşam û Ceyş Elîslam” de ji alîkîve, û “Firqit Elhemzat” ya bi serkêşiya”Ebdela Helawe” ji aliyê din ve bû, ya li nêzîk navenda aliyê dudiyê – avahiya kargêriya asayiş a berê, li ser kolana Reco – destpêka taxa”Mehmûdiyê” li bajarê Efrînê, û ya ku, piştî nakokiyekê di nav endamekî “Hemzat” û xwediyê firoşxaneyekê ji hemwelatiyê Xota de çêbûye, yê yekê bombeyeke desteyî çekir dîkanê û di encamê de du zarok û xwediyê dîkanê hatin kuştin, hin jî birîndar ketin û ji wan zarok”Luqman Mihemed Îso” ji xelkê gundê “Dargirê” – navça Mabeta bû. Û paşê jî agir bi hin beşên navendê hate xistin û dest danîn ser, û hin ji “Hemzat” girtin û hin jî reviyan. Lê, kelkelê ta roja Înê dirêj kir, û xelkê “Xota” bi sedan, li pêş navenda waliyê Turkiyê – sera kevin, derketin xwepêşandê, û daxwaza sezakirina endamina ji milîsên ( Hemzat) û doza derxistina wan ji bajêr kirin.
Endamên “Ehrar Elşam” jinina ji zîndaneke veşartî ye li navenda “Elhemzat” dertînin
Dîmena herî bi êş û watedar ji nizimbûna sincî û perensîpî yên nirxbuha li ba milîsan û artêşa Turkiyê, û herweha ji kûrbûn û ferebûna binpêkirinan re; Derxistina/11/jinên Kurd ji zîndaneke veşartî di hundir navendê de bû. Li gor vîdiyoyeke belavkirî, ew di demeke berê de, bi zorane hatibûn revandin û veşartin, û li gor “daxuyana ku, ji aliyê xelkê Şamê û gundewarê wê yên li bakurê rizgarkirî derketî” de, ew tazî bûn, lê, nehatin berdan û ta niha çarenûsa wan jî ne xuya ye. Herweha ” Firqit Elhemzat” li ser ew jinên girtî û tazî bêdenga ma, piştî derbasbûna /48/katan di ser nûçeyê re jî negot ne rast e, û di hevpeymana herdu aliyan de, ya li 29.05.2020an li ser hatî imzekirin de jî nîşan nekir.
Kaxeza lihevkirinê ya di navbera “Xelkê Şamê” û “Firqit Elhemzat”de
Herweha ta niha jî, bêtirî/1100/girtiyên wendayî ji xelkê Efrînê -di nav de jî jin- çarenûsa wan ne bêlî ye, û bi dehan zîndanên bi dizî(veşartî) li ba milîsan li herêmê -ji bilî Ezaz, Bab, Marêh û Çobanbeg (Ra’î) – û tev bi zanîn û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê ne. Bi ser wê de, girtin û revandinên tewşankî yên bêsûcane berdewam in.
Û ji aliyekî din ve, destlatên Turkiyê fişarên xwe li ser milîsan berdewam dikin û giropina bi tenereşandin û gefguran vediguhêze “Lîbiya”, lê, hin girop çûndinê red dikin – weke çawa beşekî ji milîsên”Ehrar Elşerqiyê” li Cindirêsê gotî na – û Turkiyê jî mûçeyên endamên wê ji ser qutkirin.
Mirina temenmezinekî ji kerba re:
Temenmezin “Nezmî Reşîd”yê bêsûc.
Li 25.05.2020an piştî nîvro, temenmezin”Nezmî Reşîd Ikaş /65/sal”, ji gundê “Maseka – Reco”-piştî ku, nehîşt kesek miyên xwe berde enkûra wî -; Ew tûşî quretî û êrişa xwediyê pêz û deh kesên din – ên ku, li gund niştecîkirine – hat, û ji qehra re bi xwînseknandinê ket, û di cî de jiyana xwe ji dest da.
Girtinên bêsûcane:
Li bajarê “Istanbûlê”, li 15.05.2020an, hêzên asayî yên Turkiyê ev hemwelatiyên ciwan (Xalib Mihemed Bekir, Mistefa Ehmed Wêsî, Mistefa Mihemed Oso û Ednan Fewzî Silêman) ji xelkê gundê “Aşkê Xerbî” – Cindirês, bi gunehkariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, piştî ku, hin agahî li ser wan -di bin işkencê de- ji xortekî ciwan î girtî -ji pêkhateya Ereb – li gund, ji aliyê istîxbaratên Turkiyê û milîsine bi ser ve hatin birin. Û diya “Xalib Bekir” ê /70/salî, dema ku, nûçeya girtina kurê xwe bihîst bi êşa dil ket, û bi ser de jî derbas nexweşxaneyeke Efrînê bû, û ta niha tenduristiya wê ne aramkirî ye.
Li 21.05.2020an, ev hemwelatî(Enwer Osman Hemgolîn, Ehmed Wehîd Mistefa, Demxaş Osman Ebdo, Kîmaw Ehmed Kurdî û Hesen Cemîl Hesen) – piştî dandina berdêleke diravî/180/hezar P.S ji her yekî re – hatin berdan, lê, hemwelatî “Ehmed Osman Mihemed” – ji ber ku nikanîbû berdêl bida – di zîndanê de ma. Ew tev jî li 15.05.2020an, li gundê wan “Me’imila” – Reco hatibûn girtin.
Hilweşandina goristanên Şehîdan:
Gorîstana Kefirsefrê
Gorîstana Keferşîlê
Gorîstana Metîna
Rûpelên toreyên hevgihana civakî wêneyên nû yên tarûmarbûna goristana pakrewanan a gundê “Metîna” – Şera (goristana şehîd Refîq) belav kirin, û xuya bû ku, çawa kirine kamp, da ku, yên anîndindane lê niştecî bikin.
Û ew goristan û herdu goristanên Şehîdan li Kefirsefrê (goristana Şehîd Seydo) û li Keferşîlê (goristana Şehîd Avîsta) – di dema dijatiya li ser Efrînê, li çariya yekê ji sal 2018an de – dîsa rastî bombebaranê û piştî wê jî tarûmarkirinên mexsûz hatin. Herweha, bi dehan goristan û zaretên olî yên Îslamî û Êzdî, û tirbeyên(gorên) simbolên welatperwerî jî tûşî hilweşandin, dizîn û qutkirina darên lê hatin. Da ku, bîriya civakî nehêlin, û tamarên xelkê ji ax û dîroka wan qutkin.
Jihevketina rewşa civakî:
Ji ber dorpêçkirina li ser herêmê, hindikbûna pir şênberan û bi taybetî yên taqet û sûtemeniyê, û daketina nirxa perê Sûriyê bi awakî pir bilind li hember dolar, vêra jî buhabûna şênberên xwarinê ( 1K.G nan bi 1000 P.S, 1K.G şekir bi 1200 P.S, 1K.G riz bi 1300 P.S, cerak gazê bi 13000P.S, 1litir mazot bi 900 P.S, 1litir benzîn bi 850 P.S…), vê yekê bandoreke neyênî li hemî rewşên jiyanê (çandinî, pêşesazî û bazirganiyê) kir, û ên ku, di bingeh de jî, ji ber nebaşbûna rewşên asayî, û tunebûna aramiyê zehmetiyan dibînin. Ew rewşên jorîn nîşanên rewşên civakî yên herî belangaz ji xelkê Efrînê re ne. Û bi taybetî jî jêderên berhemdayîna wan pir jar in, û warên kar li pêş wan pir kêm in, û jixwe çekdarên milîsan û malbatên wan jî paldidin ser nandozî û dizînê.
Hikometa Anqerê ji ber rewşên li herêma Efrînê, binpêkirin, tewan û guhertinên demografî ve, tevaya berpirsiyariya zagonî, siyasî û sinciyane hildigre. Ji ber ku, Turkiyê xwediyê destlatiya rastîn e, li gor hemî pîvanên navdewletî dewleteke dagîrker e, wê milîsên Sûrî yên tundrew û terorîst weke nandoz derbas kirin û di bin fermandariya wê de ne, ew mûçeyên endamên wan û yên malbatên kuştiyan jî cudewazî û hin şabaşan didiyê, û ji wan re pilan dike, û çarçewa bandorî û siyesetên dijberiya herêmê û xelkê wê bêlî dike. Di dema ku, xelkê Efrînê bangewaziya xwe ji civaka navdewletî re nû dike, ji bo ku, bi lez bilive û fişarê li ser hikometa Turkiyê bike. Da ku, ew rêgirekê ji fewdalîzim, serberdayetî, binpêkirin û tewanan re dîne, û çarenûsa yên bi zorê hatine revandin diyar bike, serbest berde û zîndanên bi dizî bigire. Ta ku, herêm ji dagîrkeriyê û hebûna milîsan rizgar dibe, û vedigere serweriya dewleta Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览380
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 44
库尔德文件
日期与活动
Publication date: 31-05-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( هاوڕێ باخەوان )on18-02-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):17-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览380
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,092
图片 106,709
书籍 19,299
相关文件 97,350
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!