图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (120): Sê gund di dorpêçkirineke girtî de ne, qumandarin asayîşê li Navça Mabeta işkencekirinê dikin
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (120): Sê gund di dorpêçkirineke girtî de ne, q...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (120): Sê gund di dorpêçkirineke girtî de ne, q...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (120): Sê gund di dorpêçkirineke girtî de ne, qumandarin asayîşê li Navça Mabeta işkencekirinê dikin, girtin û fewdalîzim û qutkirina daran.

“Kurd terorîst in”, ev zarziman û gotara Erdoxan û Dewlet Baxçelî ye. Bi taybetî ew rêvebir û siyasetmedarê Kurd ê navdar Selah Eldîn Demirtaş, ê ji çar salan ve, li Turkiyê girtî, bi vê tuhmeta derewîn tewanbar dikin, û berdewam wê tuhmetê dubare dikin. Û herweha, bi heman mêjî jî, destlatên dagîrkeriya Turk bi nişteciyên resen ên Kurd re, li Herêma #Efrîn# ê, didin û distînin, û serpereştiya milîseyên Kiwalisyona Sûrî ya rikber û Ixwan Elmislimîn dikin, û wan dihurhutînin û têvedidin ku, binpêkirin û tewanan di dermafê herêmê de -çi mirov an dar an kevir be- bikin. Ev jî hin ji wan binpêkirin û tewanan in:
= Li 4.12.2020an, piştî ku, makîna serkêşekî milîseyên “Feyleq Elşam” li nêzîkî Gundê “Bi’iyê” tûşî teqîna bombeyeke binzemînî bû; Wan milîseyan Gundê “Basûfan, Bi’iyê û Kibêşînê” – Çiyayê Lêlûn dorpêç kirin, bi tuhmeta danûstandinê bi hêzên Kurdî re, di dermafê xelkê wê de, hilmeteke girtinê cîbecî kirin, û vê re jî li wan dan û kêmrûmet kirin. Ji nav wan girtiyan ev hatin naskirin: Elî Kazim Elî, Rêzan Ibrahîm Erebo, Basêl Mamed Hisên, Samêr Mamed Hisên, Riyad Elî Cum’a, Ehmed Hindî Hindî, û ciwan “Dilbirîn Erebo” (yê ku, bi sedema lêdana lê hatiye kirin û birînên lê çêbûne), hatiye berdan. Herweha, êriş malên (Mihemed Elî Cinêd, Ereb Şahîn û Şêxo Ibrahîm), li Gundê Basûfanê kirin, û kelûpelên hundir malan dizîn. Û piştî ku, hemwelatiyê bi navê Şêxo Ibrahîm, hewilda ku, nandoz mala wî nedizin û li pêşiya wan sekinî; Ew tûşî lêdaneke mekin hat, û ji ber wê ew ji bo dermankirinê rakirin Bajarê Efrînê. Û bi ser ku, serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî “Nesir Elherîrî” seredana Gundê Basûfanê yê Êzdî, li vê dawiyê kir, û soz da xelkê ku, mafan vegerîne û zirdariyan red bike! Ta niha rewşên hersê gundan pîs in, û dorpêçkirî ne.
Navenda asayîşa Navça Mabeta.
= Di navêna sê heyvên borî de, Bajaroka Mabeta, bi tuhmetên têkel, tûşî hilmeteke girtinên bêsûc û zordar bû, û dora çel kesî ji hemwelatiyên wê yên Kurd hatin girtin, û di lêkolînê de, û di bin serpereştiya istîxbaratan de, rengereng û mekin hatin işkencekirin, li rex wê jî sixêf û kêmrûmet kirin. Da ku, tuhmetên çêkirî bi wan ve bizelqînin, an di bin zorê de, ew nokeriyê bipejrînin. Û ji endamên asayîşê yên bi kîn û zikreşiyeke bineolî û ta’ifî jî, li dijî hemwelatiyên bajarokê yên bi ser Elewiya ve, işkence kirine, “Mulazêm Ehmed Hac Elî (Ebû Bekir) ji Herêma Elresten, Mulazim Mihemed Hisên (Ebû Emced) ji gundewarên Ezazê, û Neqîb Yasîn Yûsêf ji Şamê”. Û li 29.11.2020an, piştî cezakirina her yekî bi /1500/PT, ev girtî (Zûhêr Şe’ibo, Mihemed Yûsêf û Remzî Elîko) hatin berdan. Hêjaye bête zanîn ku, milîseyên “Elcebhe Elşamiyê”bajarokê destlat dikin, û navendeke istîxbaratên Turkiyê têde heye, û yeke din e “asayîşa sivîl”.
= Li 6.12.2020an, hemwelatî “Mihemed Hebeş Hibo/55/sal, Mihemed Hisên Dehdo/30/sal” ji xelkê Bajaroka Be’idîna, ji aliyê istîxbaratên Turkiyê û asayîşa leşkerî ve, hatin girtin û bo navenda Navça Reco hatin birin. Û li 10.12.2020an, “Rif’et Hisên” (yê ku, li 30.11.2020an hatibû girtin, piştî dandina baceyekê /1000/PT), hate berdan.
= Li 6.12.2020an, milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” hemwelatî “Mihemed Hac Yûsêf Behar, Ehmed Hac Golîn, Xalîde Şêx û Emîne Ebdo Mûrad”, ji xelkê Bajarê Cindirêsê – Taxa jêrin girtin, û hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.
= Li vê dawiyê çar jin (Lonjîn Mihemed Ebdo û xwîşka wê Rojîn, Heyfa’i Elcasêm ji pêkhateya Ereb, Rûken Minle Mihemed), ji hepsa Maratê – Bajarê Efrînê, hatin berdan. Hêjaye were zanîn jî ku, ew ji dora du sal û nîvan ve hatibûn revandin û bi zorê hatibûn veşartin, û di dema ku, li 28.5.2020an de, giropeke çekdar ji “Artêşa Elîslam” êrişî biryargeha milîseyên “Firqit Elhemzat” kiriye; Ew jin di perçevîdiyoyekê de, di nav giropeke ji /11/ girtiyan de hatin diyarkirin, û ta niha çarenûsa her heft jinên mayîn û bavê Lonjîn û Rojînê ne xuya ye.
Û di çarçewa fewdalîzmê û Serberdayetiyê de jî:
Hemwelatiyê mirî “Adêl Henan Necar”.
– Li siba 11.12.2020an, hemwelatiyê ciwan “Adêl Henan Necar” ji Gundê “Qîbarê”, di mala wî ya li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê de, mirî û bi şirîteke elektirîkê ve daliqandî hate dîtin, û li gorî wêneyên belavkirî û gotûbêjên mirovin ji taxê; Tu tekezî ji xwekujiyê re tuneye, û nezelaliyek û hin vepirsîn li dor bûyerê hene.
– Li gor “Berevaniya sivîl”, li 8.12.2020an, termê zarokekî kêmî dehsalî, li nav zeviyên zeytûna, li Gundê “Hemamê” – Navça Cindirêsê, hate dîtin.
– Li gorî jêderine xwecihî, li 10.12.2020an, termê kesekî ji anîndeyên Şamê – li gel kesekî din e jîndar-, li nêzîkî çateriya Bajaroka “Şera” hate dîtin. Û ew herdu ji bêtirî heftakê ve, ji aliyê çekdarinan ve, hatibûn revandin.
– Li 9.12.2020an, milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” li Bajarê Efînê di seferbîriyê de, û hevrikiyê bi milîseyên “Firqit Melekşah” re bûn. Ji ber ku, “Firqit Melekşah” endamek ji “Sultan Elmûrad” girtibû û radestî “Asayîşa Leşkerî”kiribû. Bi sedema ku, yê girtî destdirêjiya jineke anîndeyên “Humsê” û ji “Melekşah” ve nêzîk, kiribû.
Qutkirina daran:
– Serkêşekî milîseyên “Lîwa’i 112” û bi “Ehmed Rehal – Ebo Hesen” tê navdan, li orta Bajaroka “Be’idîna”, li pêş guvêşgeha “Şe’iban”, dareke biyê ye mezin, û herweha dareke merxê ye temenmezin/150/sal – Bakur Rojavayî Gundê “Dumiliya” qutkir, bi ser de jî, qutkirina darine zeytûnê yen zeviyên Gundê “Xaziyana” yê di bin destê wî de. Û wî embar û navendeke bazirganiyê, ji bo kirîn û firotina êzingan, li Bajaroka Be’idîna, li kastîna sûtemengeha “Reşîd Dehdo” vekir.
Cîgeha Çiyayê “Hec Mihemed” – Bakurî Bajaroka Kefirsefrê.
– Piraniya darên daristana merxê li Çiyayê “Hec Mihemed” – Rojavayî Çiyayê Qaziqlî û Bakurî Bajaroka Kefirsefrê, hatin qutkirin. Û ew cîgeh û tevlî zeviyên zeytûnan ên derdorê, bûn çêregeha keriyên pezên serkêşê milîseyên “Lîwa’i Elsemerqend”, ya ku, bajarokê destlat dike.
Çendî û çiqas, ên sûdê ji rewşa heye dibînin, ên hevkar û yên di bin metirsiya heye de, pesnê desthilatên dagîrkeriya Turkiyê û milîseyên pêve girêdayî bidin; Xelkê Efrînê bi giştî, hebûn û kiryarên wan ên kirêt û tewanbar, bi pihêt pirotesto dikin, û herweha jî, ji seredanên tu kesî ji Kiwalisyona Sûrî – Ixawanî – çi Nesir Elherîrî û hevalbedên wî bin, an jî hin din bin – ne razî ne, û pêşwaz nakin. Û ew bawerin ku, dawîbûna bêtara li ser wan, bi dawîkirina dagîrkeriyê û nandozên wê, dest pê dike.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览406
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 199
库尔德文件
Publication date: 13-12-2020 (4 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on14-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):14-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览406
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,996
图片 106,683
书籍 19,298
相关文件 97,307
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!