图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,023
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (141): Niştecîkirin û desteserkirina mal û milkan li Gundê “Dêrsiwanê”, gundin niştecîbûnê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (141): Niştecîkirin û desteserkirina mal û milk...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (141): Niştecîkirin û desteserkirina mal û milk...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (141):
Niştecîkirin û desteserkirina mal û milkan li Gundê “Dêrsiwanê”, gundin niştecîbûnê yen nimûneyî, tevgereke olî ye çalak.

Daxuyanên Erdoxan û tîma destlatdariya wî yên li ser binevahiya şêniyê Herêma Efrînê (ku tenê 35% jê Kurd in û yên din jî Ereb û Turkman in) berî ku li çarêka yekê ji sala 2018an êrişê bike ne ji nezaniya bû, belê ew xuyakirin bû ji sedemên êrişkeriyê re, û ji guhertina demografî ya di dermafê herêmê û xelkê wê yê Kurd de (yên ku dora 95% ji şêniyê wê bûn û bêtirî /200/ hezar jê zorane hatin koçberkirin) rêdûzkirin bû.
Evên jêrin jî hin ji guhertinên demografî û binpêkirin û tewanên cûrbecûr ên bûne ne:
= Gundê “Dêrsiwanê”:
Gundê “Dêrsiwanê” di dema dagîrkeriyê de.
Dêrsiwan li rex Çemê Efrînê dikeve, kevneşopên dîrokî yên navdar gund derdor dikin, gundekî sînorî ye û /14/ KM ji navenda Navça Şera dûr e, ji /450/malî pêk tê, jê dora /50/mal Ereb û /400/mal jî Kurd bûn, yên Kurd tev hatin koçberkirin û tenê /80/malbat jê vegerîn, û li şûna yên koçberkirî /400/malbat bi ser de jî /50/malbat di konan de li Ro’avayê gund û hezar malbatên din di çadiran de li (nêzîk Kaniya Germikê û cîgeha Kela Nebî Horî) ji anîndeyên “Xota û Humis û Hemê û derên din”, hatin niştecïkirin. Piştî dagîrkirina herêmê li Avdara 2018an û desteserkirina Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” ji gund re gelek gendelî tê de kirin, kelûpelên hindir piraniya malan ji alav û raxistok û amûrên elektirîkê û cerên gazê û firaxên baqirî û xwarin û vexwarinê ve bigir ta tirektor û makîne û alavên din ên çandiniyê dizîn, û herweha dizîna herdu guheztokên elektirîkê yên gund û tevahiya keblên ( kêbil,s) û stûnên toreya elektirîkê ya giştî û telefona zemînî û giropa kêşoka ava vexwarinê ya taybet bi bîra gund bermayên acetên guvêşgeha zeytûna ya hemwelatî “Ebdîn Mihemed Osê” ya tarûmarkirî, û bi ser de jî hemî acetên guvêşgeha hemwelatî “Menan Fayêq Axa” ya nêzîk “Pira Romanî”, hatin dizîn, û milîseyên “Feyleq Elşam” dest danîn ser tîmargeha masiyan (ya heman hemwelatî û li kêlek guvêşgehê û çêm) û mala wî ya li gund.
Cîgeheke wêrankirî û yeke din bi navê (Ebû Elmewt – Sultan Mûrad) bendkirî, li Gundê Dêrsiwanê.
Û avahiya dermankiringehê bi tevahî û /50/ malên gund bi piçekî, di dema êrişkeriyê de hatin roxandin.
Weha jî Milîseyên “Elsultan Mûrad” malên “Elî Mistefa Cimo, Ehmed Feyad Hecî” û avahiya guvêşgeha “Mistefa Menan Cimo” û beşek ji mala “Mistefa Elî Cumo” ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, û avahiya Yekîneya Şîretkariya Çandiniyê “Elwehdê Elirşadiyê Elzîra’iyê” ji Berevaniya Sivîl “Eldîfa’i Elmedenî” re kire biryargeh.
Lê, rewşa hînkirinê li gund pir li şûn e, tenê dibistaneke seretayî heye û ew jî her heftê rojekê yan du rojan şagirtan pêşewaz dike, û asta amedeyî ya berê heye jî ji holê hate rakirin.
Bi ser de jî dora /270/ mal tevlî tiştên tê de hatin desteserkirin, û milîseyên bi ser Turkiyê û Kiwalisyona “Itîlaf” Sûrî – Ixwanî ve, dest danîn ser tevahiya malmewalên hemwelatiyên gund ên koçber û yên bi zorê hatine koçberkirin, jê zeviyên çandiniyê û dora /65/hezar darên zeytûnê, nimûne: (/7/hezar dar ên hersê lawên dilovanber “Ukaş Axa”, /15/ hezar ên “Menanê Fayiq Axa”, /500/ dar ên lawên dilovanber “Ehmed Menan Ebdela”, û /5/hezar jî yên herdu bira “Mistefa û Wehîd Edûlê Hec Şerîf”) in, û rêdanên ku wan dane kes û nasên xwe ji bo birêvebirina malmewalan, nehatin pejirandin. Weha jî hemwelatî “Mihemed Edûlê Hec Reşîd” neçar kirin ku nanpêjxana xwe ya otometîk bi kirê bide çekdaran.
Û berî demekê “Komîta redkirina Zordariyan” seredana gund kir û ji bilî vegerandina hin alavan (makîne, tirektor…) û piştî dandina vêrgî û baceyên diravî ji aliyê xwediyan ve, tu milk û mewalên hatine dizîn û dest danîne ser venegerand.
Herweha çekdaran û nişteciyan dora /10/hezar darên zeytûnê yên xelkê gund bi şêwakî hovane ji bo êzingkirinê qut kirin, jê (/300/dar ê “Mistefa Reşîd Reşo”, /200/ ê “Ehmed Nûrî Reşo”, /3/hezar ê “Ebdîn Mistefa Egêla”, /300/ ê “Mistefa Menan Cimo”, /200/ ê “Reşîd Menan Cimo”, /150/ ê “Edhem Ehmed Mistefa”, /500/ yê “Ehmed Feyad Hecî” û /500/ jî yê “Ridwan Nûrî Reşo”) ne; Û herweha jî 90% ji darên ihracê yên li dor gund qut kirin, jê (hirşê di navêna herdu gundên “Ereb Wêran û Dêrsiwanê” de, hirşê li ser riya “Îkidamê” – Rohilatê Dêrsiwanê, û hirşê Çiyayê Mûrad Axa û Çiyayê Devemixarê) yên ku li sala 1983an hatine çandin. Bi ser wê de jî çêrandina keriyên pêz bi rengekî hovane di nav zeviyên çandiniyê û zeytûna de.
Û girên (Dêrsiwanê – Ro’avayê gund, û Bekriyê – Bakurê gund) û cîgeha Kela “Nebî Horî” û rûberên derdorê, bi alavên giran ji aliyê milîseyan ve û bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, hatin kolandin û rêşkirin û kinzên wan ên binerd hatin dizîn.
Weha şêniyên Kurd ên li gund mane jî rastî cûrbecûr tengasî û binpêkirinan hatin, mîna: Kêmrûmetkirin û vêrgî û baceyên diravî û girtin…û HWD, û girtiyên mîna (Mihemed Xelîl Qere Mihemed/50/sal, Horîk Cemîl Îbo/21/sal) ji Reşmeha 2018an ve dora sê salan girtî û veşrtî man, û niha jî di Hepsa Maratê de – Efrîn, bendkirî ne. Û hemwelatî “Ebdo Cemîl Qertê /30/sal” jî ji deh rojan ve, li derbasgeha Bajarê Efrînê hate girtin û bo Hepsa Maratê hate rêkirin.
= Gundin niştecîbûnê yen nimûneyî:
Weke cîbicîkirin ji siyasetên Tirkiya Erdoxan – Dewlet Bahçelî re ji bo kûrkirin û ferekirina guhertina demografî ya rêkûpêkirî li Herêma Efrînê, bi riya destikên Turkiyê ji Milîseyên Sûrî yên terorîst û toreyên Ixwan Elmislimîn (ên peredan û cîbicîkirinê) û di riya “Rêvebiriya xişimûbêtar û awerteyan a Turkî – AFAD” re, kar li ser avakirina gundin nimûneyî ji bo niştekirina anîndeyan tê kirin. Ji wan gundan:
– Li ser perçak erd li Başûrê Gundê “Şadêrê” – Navça Şêrewa (ye ku xwediyê wê hatiye neçarkirin ku bifroşe).
– Li Çiyayê “Şêx Mihemed” yê li Bakurê Bajaroka Kefrirsefrê – Navça Cindirêsê.
– Li cîgeha “Lêçe” ya di navbera herdu gundên “Qermîliq û Çeqelê Jêrin” de – Navça Şiyê, û li nêzîk sînorê Turkiyê. Ta niha riyek nû – ji çateriya Gundê “Mistika” de – jê re hatiye vekirin û bi bermayên perçekeviran û nihatê hatiye raxistin, bi ser de jî kar li ser binevahiyê tê kirin.
– Li Çiyayê “Şewitî” li ser riya Qazliqlî Bakurê Bajaroka Kefirsefrê – Navça Cindirêsê.
– Li perçerdekî li rex dermankirinxaneya bajaroka Şiyê ya li ser riya Gundê “Qermîliq”, û milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah – Elemşat” hejmarek ji xwediyên wê perçerdî neçar kirin ku li ser girêbestên bexşandinê ji “Encûmena Xwecihî” re (ya ku destlatên dagîrkeriyê çêkiriye) îmze bikin. Û jêdereke xwecihî liyan dike ku “Mihemed Casim Ebû Emşe” – serkêşê “Firqê” mafê perçezeviyê ji yê ku peran dide biriye, bêyî ku bide xwediyan.
– Li cîgeheke çiyayî ye nêzîk Gundê “Hechesna” – Navça Cindirêsê, ji aliyê “Saziya Çêyîtiyê ya Xêrxaziyê û Geşpêdanê ve – Turkiyê”. Û piroje li 2.4.2021an hate ragîhandin ku armanca wê avakirina /247/ yekîneyên niştekirinê ye, û rûbera her avahiyekê /40/M çarkoşe û gulîsatana her malekê jî /60/M çarkoşe ye.
Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn yê wêrankirî.
Cîgeha “Gundê Kiwêt Elrehme” yê niştebûnê – Çiyayê Lêlûn.
– Li cîgeheke nêzîk Gundê “Xalta” – Çiyayê Lêlûn (ya ku li aliyê Rohilat bi /10/KM dûrî navenda Efrînê ye), ji aliyê Komela “Şam Elxeyr ve – Turkiyê” gundek tê avakirin, û piroje di bin navê “Gundê Kiwêt Elrehme” de li 17.Nîsana 2021an ji aliyê “Encûmena Xwecihî ya Efrînê” ve – dema ku cîgirê serokê wê “Mihemed Şêx Reşîd” seredana cîgehê kirî- hate ragîhandin ku armanc ji pirojê avakirina /300/mal û mizegeftekê û dermankirinxaneyekê û dibistanekê û amojgeheke lezberkirina Quranê ye.
Lê divê were bibîranîn ku Gundê “Xalta” yê biçûk, ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li 31.1.2018an, bi bombebaranê, bi rengekî weke tevahî hate roxandin, û xelkê wê bi zorê hatin koçberkirin û qedexe kirin ku vegerinê.
Herdu mizgeftên “Dar Elxelîl” û “Bedir Hemed Bo Rehme” li Navça Cindirêsê.
Û ji aliyekî din ve, di çarçewa tevgereke olî ye çalak li Efrînê û giştîkirina çanda olî – Osmaniya nû ya hişk û tundrew de, Komela “Şam Elxeyr – Turkiyê” (ya ku bi rengekî sereke diravên xwe ji Kiwêtiyan werdigire) ragîhand ku wê avakirina du mizgeftan li Navça Cindirêsê bi dawî kiriye, û herdu jî (ya yekê bi navê “Dar Elxelîl” li Gundê “Bircikê” li 27.3.2021an, û ya dudiyê jî bi navê “Bedir Hemed Bo Rehme” li Bajaroka “Celemê” li 16.4.2021an) bi beşdariya “Ebid Elqadêr Bekir Oxlo – hevrêzkarê giştî ji bo rewşên olî” yê Turkî, hatin vekirin.
Ji erk û stubariya Civaka Navdewletî û welatparêzên Sûrî tevan e, guhertina demografî ya ku dagîrkeriya Tirkiyê li Herêma Efrînê cîbecî dike û ya ku dighêje asata qirkirina nijadî di dermafê Kurdan de şermezar bikin, û herweha kar bikin da ku wê guhertinê biseknînin û dagîrkeriyê û hebûna milîseyên terorîst li herêmê tune bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览537
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 177
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 25-04-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览537
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,023
图片 106,460
书籍 19,312
相关文件 97,293
Video 1,395
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!