图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,682
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (158): Gundê “Qermîtliq” û tewanên “Elcasêm”, girtinên Gundê “Celemê”, pevçûn û dogişên li Efrînê
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (158): Gundê “Qermîtliq” û tewanên “Elcasêm”, g...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (158): Gundê “Qermîtliq” û tewanên “Elcasêm”, g...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (158): Gundê “Qermîtliq” û tewanên “Elcasêm”, girtinên Gundê “Celemê”, pevçûn û dogişên li Efrînê û Reco.

Piştî ku “Salêm Elmislet” bû serokê Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî (ya bi ser Partiya Dadmendiyê û Geşepêdanê – Eledalê we Eltenmiyê, û serokê wê Erdoxan ve) bi demeke kurt, wî bi rêkûpêkirina istîxbaratên Turkiyê, li yekê Tebaxê, seredana biryargehên hin Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – Elceyş Elwetenî” kir, û bi germahî û hezkirin bi serkêşên wan re (mîna “Ebû Hatêm Şeqra kujerê Hevrîn Xelef” û “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe kujerê Ehmed Şêxo”) hevdîtin çêkirin, û weha berpirsiyariya Hemahengiyê di ber wan de tekez kir.
“Hevdîtina “Salêm Elmislet” a germ bi “Mihemed Elcasêm” re, li 8.8.2021an, li biryargeha Milîseyên “Firqit Elhemzat”.”
Vaye emê hin binpêkirin û tewanên ku “Ebû Emşe” û yên ji bilî wî ji nandozên Turkiyê kirine, pêşeber bikin:
= G.”Qermîtliq”:
Bi Navça Şiyê ve girêdayî ye û /3/KM ji navenda wê dûr e, li ser sînorê Turkiyê û Sûriyê û Ro’avayê Bajarê Efrînê dikeve, ji dora /350/malî pêk tê, /1750/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, piştî dijayetiya li ser herêmê li 20.1.2018an zû penaber bûn, piştî şer /122malbat=400nişte/ jê vegerîn û yên din jî hatin koçberkirin, û /150malbat= 800nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin; Lê /6/malbatên Kurd ji yên vegerîne nikanîn malên xwe vegerandana bi ser dandina wan ji vêrgiyên diravî re, vêca neçar bûn li ba merivên xwe rûnin.
Li 26.2.2018an gund hate dagîrkirin, û Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” (a ku “Mihemed Hisên Elcasêm – Ebû Emşe” yê Turkman û ji gundewarê Hemê û tundrewtir di girêdana xwe bi Anqerê re û yê ku li ser fermana wê giropên nandoz şandine Lîbiya û Ezerbeycanê, serkêşiya wê dike) destser kir.
“Wêneyeke asîmanî ji G.”Qermîtliq” re, koşeya ewlehiyê, Gogêl Êrs – Google Erth.”
“Firqê” /9/malên gund ji xwe re kirin biryargehên leşkerî, “Elcasêm” dest danî ser malên “Malbata Dawod” û merivên xwe têde dan rûniştin, weha vêla”Henîf Dawod kurê Mistefê” malbata xwe têde da rûniştin û derdora xwe kire çarkoşoyeke ewlehî û qedexe kir tu kes têre here û were, û maleke din jî kire hepis û ciyeke lêkolînê bi yên hatine revandin û girtiyan re û herweha işkencekirina wan, mîna tiştê bi hemwelatî “Ehmed Şêxo kurê Mihemed/50/sal – ji xelkê Bajaroka Şiyê” re çêbûye, yê bi ser ku cîgirê serokê encûmena xwecihî li navçê bû û ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve hatibû binavkirin, dîsa jî bi sedema işkencekirina mekin, li 11.6.2018an jiyana xwe ji dest da.
“Pakrewan Ehmed Mihemed Şêxo”
Piştî heftakê ji qedexekirinê, dema ku hin xelkê gund li Avrêla 2018an derbasê bûn, wan dît ku hemî mal ji aliyê wan milîseyan de talan bûne, ji kelûpelan ve bigir ta xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, cerên gazê, alavên malan, amûrên elektirîkê…Û H.W.D, herweha wan matorên duloqî, tirektorên çandiniyê, otombîl û acetên çandiniyê jî dizîn, lê piştî dandina xwediyan vêrgiyên diravî /1000-10000/Dolar Emrîkî ew tişt hatin vegerandin; Weha tevaya alet û acetên guvêşgeha zeytûna ya “Henîf Dawod kurê Mistefê” ya li ser riya giştî di navêna Bajaroka Şiyê û Gundê “Erendê” de dizîn, û hin din anîn li şûnê danîn, da ku ji xwe re bi kar wînin; Û herweha jî keblên (kêbil) herdu toreyên elektirîkê û telîfona zemînî yên giştî, giropa hilkêşa ava vexwarinê, û tibabin mezin ji zêtê ji herdu guvêşgehên gund -piştî êrişa hatî ser- dizîn.
“Mihemed Elcasêm” gund ji milîseyên xwe re kire navendeke sereke, weha jî hewşa mala “Mistefa Derwîş” kire embara komkirina tiştên dizînê ji Bajaroka Şiyê û gundên di bin desteseriya wî de, ji acet û alavên giran de bigir, ta tirektorên çandiniyê û acetên wan, otombîl, textên lêkirina stûn û banên avahiyan, acetên hesinkariyê û tiştên din(ên ku hin jê piştî dandina vêrgiyên diravî ji xwediyan re hatin vegerandin û yên mayîn jî hatin firotan); Û mala “Es’ed Hebeş” jî kire embara dizîna zêtê û zêtûna û ta niha weha ye.
Û wî dest danî ser erdên çandiniyê /dora 15 donim/yên malbatên “Heyder û Dehdo” li Başûrê gund, û kire cîgeheke leşkerî ji bo rahênankirina endamên xwe, herweha dora/7/hezar darên zeytûnê yên /11/malbatên ne li gund, û dora /30/donim erdên çandiniyê.
Herweha “Elcasêm” vêrgiyên cûrbecûr li ser xelkê ferz kir, jê /30-50%/ li ser berhema werzên (zêtûn, çiloyê tirî, keskahî, meywe…) yên hemwelatiyên ne li gund, û 15% jî li ser werzên ên li gund, bi ser de jî “baceya zekatê”, û demeke dirêj jî li ser her maleke Kurd ku di mala xwe de rûniştî /10/hezar PS weke kirê malê ferz kir, niha jî her demekê /50/ dolarî li ser her maleke Kurd ferz dike, û /35/ kes bi behaneya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin neçarkirin ku her yek jê hezar dolarî bide.
Û li vê dawiyê milîseyên wî, piştî berdana hin gotinên hinguvkirî li ser vegera hemwelatiyên koçberkirî -bê ku ji aliyê destlatên dagîrkeriyê ve ji bo vegera wan, tu gerante hatibin pêşkêşkirin an pêngavin hatibin avêtin – xelkê Bajaroka Şiyê û derdorê agahdar kirin, ku “Elcasêm” li ber avakirina komîta desteserkirina malmewalên ên ne li gund û hilanîna rêdana (wekalet) ye.
Divê were bîranîn ku dema Turkiyê li Reşmeha sala 2016an dîwarê çementoyî bi kûraniya /25/M di ber sînor re ava dikir, wê /1500/darên zeytûnê yên hemwelatiyên gund hilkirin.
Û di encama êrişa bi ser herêmê de, hin hemwelatiyên gund bûn qurbanî, jê: Hemwelatî “Ehmed Hisên Beklero/65/sal” û hevjîna wî “Qudret Beklero keça Ezet/58/sal” di bombebarana balafirên Turkiyê de, ji rêbenda Gundê “Turindê” re – Başûrê Efrînê, di dema penaberiya komane de, li 16.3.2018an, û weha jî “Elî Ehmed Qadî/60/sal” bi sedema teqîna bombeyeke zemînî li gund, li destpêka Avdara 2018an; Herweha jî “Mihemed Hecîko kurê Henên/30/sal”, ji Avdara 2018an ve wendayî ye, û xwedî tu tiştî li ser nizanin.
Pakrewan: “Ehmed Beklero” û “Qudret Beklero” “Elî Ehmed Qadî” Ciwanê wendayî “Mihemed Hecîko”
Û milîseyên “Elcasêm” cîgehên kevneşopî li derdorê gund bi alavên giran kolan û nirxbuhayên wan dizîn, jê: Cîgeha “Xirabê Elî Zênê” – Bakur Rohilatê gund.
Û “Firqê” dil heye gundekî niştecîbûnê yî nimûneyî li Cîgeha “Lêçe” ya di navên herdu gundên “Qermîtliq û Çeqelê Jêrin” – Navça Şiyê de ava bike, da ku niştecîkirina anîndeyan û malmedankirina wan kûr û rewa bike, û ji bo wê riyeke nû ji çateriya Gundê “Mistika” de hate vekirin, û bi bermayên perçekeviran hate raxistin û kutan, bi ser de jî binevahiya wê tê hazirkirin.
Û milîseyên wê dara tûyê (ya temenmezin û bi “Dara Mistê” li gund tê nasîn, sî pir, mirov û lawiran ji germa Havînê diparast, û gelek bîranînên wê yên xweşik li cem xelkê gund hene) şewitandin û qut kirin.
“Dara tûyê ya temenmezin “Dara Mistê” berî û piştî qutkirinê.”
Û berî salekê wê ava ji xweberê ji kaniyên “Kilisiyê û Şiyê” diherikî firotin cotariyan -her şeveke avdanê bi/15/hezar PS- û hin caran jî ew ji avdanê qedexe dikirin.
Weha jî xelkê gund rastî rengereng binpêkirin û tewanan hatin, jê: Revandin, girtin, kêmrûmetkirin, işkencekirin, û vêrgî û baceyên ku hin caran digihîşte bîst hezar dolar.
Û “Sêf Eldîn Casêm” birayê “Mihemed Elcasêm” jî zordariya xwe li ser gund dimeşîne, û dema ku bixwaze hemwelatiyekî bêşîne, di bin çi behanê de be, ew lêdixe û rûmeta wî dadixe.
= Girtinên bêsûcane:
– Li 1.8.2021an, “Hemîd Zekî Hesen/22/sal” ji xelkê Gundê “Zaretê”, – Şêrewa (yê ku di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de), li dema ku bi dizî derbasî Herêma Ezazê bûye da ku ji wir jî derbasî xaka Turkiyê bibe û derkeve derve, ji aliyê milîseyên bi ser dagîrkeriya Turkiyê ve hate girtin, û ta niha li cem wan bendkirî ye.
– Li şeva 10.8.2021an, Milîseyên “Asayişa Leşkerî li Cindirêsê” û Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Feyleq Elşam” êriş birin ser Bajaroka “Celemê”, û ev hemwelatî “Ibrahîm Xalêd Kenco/26/sal, Elî Bekir Kenco/24/sal, Mistefa Elî Kenco/23/sal, Azad Fadêl Ibrahîm/44/sal, Delîl Mihemed Kedelo/30/sal” girtin, birin navenda Cindirêsê, paşê piştî /24/katan dudiyên paşin bi dandina vêrgiyên diravî berdan, û yên din jî hîn girtî ne, û divê bê zanîn ku berê jî carekê “Delîl” hatiye girtin.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li şeva Yekşemê 8.8.2021an, bi sedema nakokiya li ser avahî û malmewalên desteserkirî, pevçûnina di navbera Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” û “Firqê Nehan – Elfirqe Eltasî’e” de, li kolana vêlat, li Bajarê Efrînê rûdan, çekên sivik û orte têde bi kar hatin, û di encamê de hin endamên herdu aliyan birîndar ketin, hin ziyanên şênberî çêbûn û tirs kete nav sivîlan; Û li roja din, li Reco pevçûn di nav wan de hatin nûkirin. Û berê jî carekê di nav wan de li wir, li Şeva 18.7.2021an û bi heman sedemê, şerekî giran derketibû, û di encamê de dîsa birînadar hebûn, ziyan çêbûbûn û sivîl tirsiya bûn.
– Jêderine ragîhandinî yen xwecihî dan xuyakirin, ku li 9.8.2021an, li Taxa “Efrîna Kevin”, di nav hin çekdarên Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” de, bi sedema nelihevkirinê li ser malmewdan û avahiyên desteserkirî, şerekî mezin bi kêr û sungiyan çêbû. Û herweha tekez kirin, ku li 13.8.2021an jî, gizgiziyek di navêna “Asayişa Leşkerî” û Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” de jî derketiye, hin endam birîndar bûne, û seferberî û xirbeliqiyeke leşkerî li Taxa Eşrefiyê – B.Efrînê çêbûye.
Ew tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê yên ku milîseyan bi serpereştiya istîxbaratên Turkiyê li Herêma Efrînê ya dagîrkirî kirine -bi taybetî jî serkêşên wan, mîna “Mihemed Ecasêm” û yên din-, ferz dikin ku sezayine bilez li ser wan werin danîn û pêşkêşî dadgehan bibin, da ku cezayên xwe yên dadmend bixwin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览373
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
挂钩项目: 109
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 15-08-2021 (3 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览373
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,076
图片 106,682
书籍 19,299
相关文件 97,295
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!