图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,392
图片 104,863
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Eşîre û tayfeyên wîlayeta Mukriyanê - “Elî Feyzulah Beg” – Beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eşîre û tayfeyên wîlayeta Mukriyanê - “Elî Feyzulah Beg”

Eşîre û tayfeyên wîlayeta Mukriyanê - “Elî Feyzulah Beg”
Eşîre û tayfeyên wîlayeta Mukriyanê - “Elî Feyzulah Beg” – Beşa 2yem
Leyla Zemanî

Çavkanî jî her behsa wê yekê dikin ku, beriya hatina eşîra Feyzulah Begî û herwisa hatina Serdar Ezîz Xanê Mukrî bo navçeya Bokanê, di serdema Mihemed Şahê Qacar ​​de, eşîra Wermezyar li wê deverê bi cih bûne.
Ev eşîre her berê jî, ji aliyê dewleta navendî ve li gelek deverên Îranê belav bûbû. Her lewma jî heta niha li parêzgehên cuda yên wekî #Urmiye# , Tewrêz û Sinê dijîn û beşeke biçûk ji wan li herêmên Bokan û Dîwandereyê û beşek din jî li bajarên wek Heştero, Meraxe, Culfa û Makûyê dijîn û bi zimanên Kurdî û Tirkî diaxivin. Lê wek kesên ji vê eşîrê yên li herêmên derveyî Kurdistanê jî dibêjin, ku ew bi eslê xwe Kurd in û ew rûniştiyên Kurdistanê ne, her ziman û çanda wan jî Kurdî ye.
Diyar e piştî hatina Feyzulah Begiyan bo derdora Bokanê, her du eşîrên Tirkên Hewşar û Wermeziyar ji herêmê derdikevn. Herçiqas heta niha jî, hinek ji rûniştiyên Wermeziyar û Hewşarê hê jî li herêmê mane.
Ebdulrehman Beg damezrênerê vê eşîrê ye, piştî ku dest danî ser hemû deşt û zeviyên bi bereket yên navçeyê, ji ber pêwendiyekê ku bi Serokwezîr Mihemed Şahê Qacar ​​re çê dike, karek wisa dike ku paşayên Qacar ​​zêdetir bala xwe bidine vê melbendê.
Piştî Ebdulrehman Beg, kurê Feyzulah Beg li derdora salên 1871an û 1883an, dibe serokê wê eşîrê. Feyzulah Beg jidayîkbûyê sala 1806an li gundê Qacirî yê ser bi Bokanê bûye.
Feyzulah Begê Mukriyê Babamîrî yê bapîrê mezin yê tayfeya Feyzulah Begî
Wekî ku me îşare pê kir, Ebdulrehman Begê bavê wî ji ber givaşa eşîreta Mengur milk û malê xwe li navçeya Menguratî ya niha ya Yaltemirê bi cih dihêle û ber bi navçeya Bokanê ve koç dike û hêdî hêdî dest diavêje bi kirîna milk û gundan û piştî kuştina Ebas Axayê Dêbukrî, diçe koşka Şahê Qacar û bi dîtina Serokwezîr û paşê şahê Îranê û ji ber temirandina beşek ji birûska agirê şerê Begzade û Dêbukriyan, ji aliyê Qacar ve tê xelatkirin. Feyzulah Beg mezin dibe, kesek biwêr û netirs ê serdema xwe bûye û tevî kur û kesên nêzî xwe piraniya gundên navçeya Bokan û Seqizê dikire û navçeyê ji destdirêjiya tayfeya Hewşar û Çardolî diparêze.
Beriya şoreşa Şêx Ubeydulahê Nehrî çendîn caran ji aliyê hakimê wê demê yê Sablaxê ve ku Tirkê Qacarî bûye tê binçavkirin û rastî bêhûrmetîkirinê tê û bi zordarî pareyê wî jê distînin û her ji ber wê sedemê Feyzulah Beg tevî kur û xizmên xwe di serhildana Şêx Ubeydulahê Şemzînê de li dijî paşayetiya Qacarî beşdarî kiriye û hevdem gundê Tîkantepe ku navenda rûniştin û desthilata Feyzulah Beg bûye, rastî êrîşa çekdarên dewletî tê û Hewşar û ew gundê têne talankirin û Feyzulah Beg û xelkê wî neçar dibin gundan bi cih bihêlin û birevin, ku paşê bi hevkariya Begzadeyên Mukrî yên Miyanduawê ku bi “Barîk” têne naskirin, karîne çekdaran derbikin û vegerine ser milk û malên xwe. Piştî demekê Feyzulah Beg ji ber nakokiyekê ku digel Hemze Axayê Mengur hebûye, dawî bi hevkariya xwe bi hêzên Şêx re tîne û vedigere navçeya xwe.
Navbirî çend mehan piştî wê şoreşê li sala 1881an, li gundê Tîkantepe yê Bokanê koça dawî dike.
Şêx Ubeydulahê Nehrî
Piştî wan bûyeran û bi mebesta parastina navçeyê, bi çêkirina pêwendiyan bi Serdar Ezîz Xanê Mukrî re, ku wezîrê şer yê Nasiredîn Şahê Qacar û serdarê tevahiya spaha Îranê bûye, desthilateke zêde bi dest dixe û ew desthilata ku bi dest xistibû, dibe sedema wê ku navçeya bin desthilata xwe ji êrîşên eşîreyên dijber û derdorê xwe biparêze.
Ezîz Xan yê Serdarê Mukrî
Piştî Qacaran, Feyzulah Begî bi tevlîbûna wan bi malbata Qaziyên Mehabadê re careke din jî, xwe li Mehabadê bi cih kirin û di geşkirina şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de roleke çalak lîstin. Axayên Feyzulah Begî di şoreşa Kurdistanê de beşdar bûn û di serkeftina Komara Kurdistanê de alîkariya Pêşewa Qazî Mihemed kirin û piştî rûxandina Komarê jî, çend kes ji fermandên wan ên mêrxas ku fermandên hêzên Kurdistanê li Bokan û Seqizê bûn, ji aliyê rejîma Paşayetî ve piştî malbata Qazî hatine darvekirin.
Beşek ji şehîdên mezin ên Feyzulah Begî piştî rûxana Komara Kurdistanê pêk hatine ji:
Elî Begê Şîrzad: Ji wan şehîdan, Elî Begê Şîrzad ku axayekî bi hêz û xwedî mal û milk û darayî bûye, bandoreke mezin li ser serkeftina pêşmergên Kurdistanê hebûye. Her lewma jî piştî Komara Kurdistanê, pêşiya hemû axayên Feyzulah Begî li nêzîkî Hewzeya Mezin a Bokanê tê darvekirin. Elî Beg yek ji fermandeyê hêzên Navenda Hêza Demokrat a Kurdistanê ya ser bi eşîreta Feyzulah Begî û ji Axa Şîrbeg bûye. Di dema darvekirinê de ev helbeste bi dengek bilind xwendiye:
Xuşa rozî ke xud ra ber serê dar fena bînem
Serem gerded bulend û alemî ra zîr pa bînem
Herwisa Mihemed Emîn Begê Murtezayî (kurê Murteza Begê Mukrî yê kurê Elî Begê Mukrî tevî xwarzayê xwe Mihemed Xanê Alekilû yê kurê Xelîl Xanê Dasalûce hatine şehîdkirin). Mihemed Xanê Feyzulah Begî, Ehmed Faroq, Ehmedxanê Şecî`î (ji bavê Reşîd Xanê Şecî`uselteneyê Feyzulah Begî, ku sibêdeha Çarşemî 5ê Şibata 1945an li Seqizê digel 10 kes ji têkoşerên din hatine darvekirin.), Hesen Feyzulah Begî, Hemedaxayê Şiqoyif, Husên Xanê Kanî Niyaz, Elî Axayê Temote, Mehmûd Xanê Turkman Kendî û Axa Sedîqê Yazîbilaxî ji wan kesayetiyên Feyzulah Begî bûn ku piştî Komara Kurdistanê hatine darvekirin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览127
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 21-02-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 16-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):24-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览127
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,392
图片 104,863
书籍 19,372
相关文件 97,508
Video 1,398
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - 库尔德斯坦爱国联盟 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!